Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî
Sıraç Oğuz
Di dema dawîbûna, şerê cîhanê ya yekemîn da, împaratora Osmanî hate hilweşandin.
Piştra Komara Tirk bi destê Mistoyê kor û hevalên wî va hate awakirin.
Çend sal piştî damezrandina komarê, sedem pirsgirekên olî û netewî gengeşîyên mezin çêbûn.
Xwedêgirawî, di destpêkê da Komara Tirk wek komara Tirk û Kurdan, bi navê biratîya gelan hatibû damezrandin.
Di demek kurt da Kurd dîsa bi dek û dolaban hatin xapandin.
Li seranserê Kurdistanê zilm û zordarî dest pê kir.
Li dijberî zilm zordarîyê, li gund û bajarên Kurdistanê alozî çêbûn.
Gelê Kurd xwe di nav tevgerîyek nû da dît…
Di sala 1925’an da, di bin rêveberîya Şêx Seîd da serhildana Gelê Kurd dest pê kir.
Edî bîr û bawerîya Kurdan, bi Mistoyê kor, Îsmetê kerr û hevalên wan nedihat.
Komara Kemalîst, bi fêlbazî zordarîya xwe roj bi roj zêde dikir.
Gelê Kurd piştgirîya serhildanê kir û ber xwe da.
Di dema serhildanê da Tarîqeta Neqşibendî rolekî girîng lîst, bi saya wan piranîya şêx û melle û oldarên Kurd têkilî serhildanê bûn.
Mixabin di demekî kurt da, serhildan têk çû, Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Amedê hatin dardekirin.
Bi deh hezaran Kurd hatin kuştin. Bajar û Gund bi hêncetê şer wêran bûn. Bi sedhezaran Kurd bi destê zorê hatin nefîkirin.
Şêx Seîd û hevalên xwe ji bo milletê Kurd canê xwe feda kirin, lê bi tekoşerîya xwe ji gelê Kurd ra mîrateke giranbuha hîştin.
Bi mêranî, bi zanayî û bi canfîdayî rîya azadî û serxwebûnê ji bo Milletê Kurd wekirin.
Ne hewceye ku ez di derheqê Şêx Seîd de kûr û dûr binivîsînim. Ji ber ku ew û hevalên wî, ji alî Milletê Kurd va tim û tim tên bibîranîn, ew li ba Gelê Kurd wek taca zêrîn in.
Bêguman heta Kurd û Kurdistan hebe, Şêx Seid û hevalên wi jî tûcar nayên ji bîr kirin.
Ew iro jî di nezera Milletê Kurd da, wek rêberê netew û şehîden bêhempa nin.
Ji destpêka Serhildana Şex Seîd heta îro, dewleta Kemalist bi kuştin û bi asîmîlasyoneke bê sînor zilm û tade kir û îro jî dike.
Kesên ku di derbarê serhildanê da dinivîsînin, ji bo Şêx Seîd û Seîdê Kurdî, gelek tiştên cûda dibêjin.
Gor hinek çavkanîyan tên gotin ku, di dema serhildanê da Seîdê Kurdî alîkarîya Sêx Seîd kirî ye.
Hinek jî dibêjin Seîdê Kurdî, li dijî serhildanê derketîye.
Tê zanîn ku Saîdê Kurdî, têkilî serhildanê nebû.
Ew di dema serhildanê da, zilm û zordestîya ku li ser Miletê Kurd diqewimî, derneket û bê deng ma.
Tiştên ku di derheqê wî û helwesta wî ya di derbarê serhildanê da, tên gotin, di piranîya wan da rastîyek he ye.
Seîdê Kurdî heta berî serhildana Şêx Seîd, li Kurdistanê, li bajarê Wanê dijîya.
Seîdê Kurdî ji bo parastina Dewleta Osmanî li dijî Împaratorîya Ûris, bi dil û can şer kir.
Di dema şer da, ew û çend hevalên wî ji alî leşkerên Rus va hatin girtin. Çend sal di zindanê da ma û dû ra vegerîya Wanê.
Tê gotin ku, berî serhildana Şêx Seîd, çend giregir û rûspîyên Kurd diçin serlêdana wî dikin.
Seîdê Kurdî di derheqê serhildanê da fikir û ramanên xwe, raste rast ji wan ra wuha dibêje.
„Hinek dindar û rûspî hatin ji min ra gotin ku di nav artêşê da hinek fermandarên bê dîn û xirab hene, emê li dijî wan derkevin. Em dixwazin hûn jî beşdarî me bin.
Lê min ji wan ra got ew xerabî û dînsizîya hinek fermandaran nabe pîvana artêşê. Di artêşa Osmanî da bi sed hezaran ewlîya hene. Ez dijî ve artêşê tu car şûr nakişînim û beşdarî serhildanê nabim.“
Lê ew çiqas têkilî, serhildanê nebe jî, dîsa ji zilm û zordarîya Komara Kemalîst, ji nefîbûn û girtîgehan xilas nebû. Lewra, ew di çavê Tirkan da zanyar û şexsîyetkî Kurd û naskirî bû.
Di fikr û ramanê wî da, ji Komara Tirk qetandin tune ba jî, di nazara dewletê da ew zanyareke Kurd û miroveke xeternak dihat qebulkirin. Sedemê Kurdbûna wî, ew ji zilma dewletê xilas nebû, di saxî ya xwe da, heta roja mirinê ji zordestîya dewletê para xwe girt. Heta li ser termê wî jî pirsgirêk çêbûn û îro jî hê cîyê gora wî nayê zanîn.
Ji 120 feqîyên Seîdê Kurdî % 90’ê wan Tirk bûn. Ji wan feqîyan yê herî navdar û sax ev in.
Hüsnü Bayram, M.Said Özdemir, Abdulah Navdar, Mehmet Firinci, Mehmet Şevki Eygi, Abdulkadir Badilli, Mehmet Kirkinci.
Fettulah Gülen jî di sala 1957 da ji cemaatê destur girtiye. Wek hinek feqiyên din Hem û bi tevayî dijber û neyarên Kurdan bûn.
Wek Fettulah Gulen, hemû feqîyên wî yên Tirk bi tevayî dijber û neyarên Kurdan bûn.
Şêst sale ew hemû bi alîkarîya komara Kemalist û bi fikrê Nurcîtîyê, dijî mafên Kurdan derketin. Ji devê wan tu kesî heta nuha peyva Kurd û Kurdistanê nebihîstîye û ne jî di niovîsên wan da xwendîye.
Bi kurtî mirov dikare bêje, çep û îslamîstên dagirkeran wek hev in. Ew hemû di warê Kurd û Kurdistanê da fêlbaz û du rû û bê wijdan in.[1]