کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
پارک جنگلی شهید بهشتی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
دشت لاله های واژگون رزسو
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,955
عکس ها 106,405
کتاب PDF 19,320
فایل های مرتبط 97,308
ویدئو 1,397
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
Roja Alaya Kurdistanê
هر گوشه و کنار کشور، از شرق تا غرب، از شمال تا جنوب... منبع کوردیپیدیا می شود!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Konê Reş

Konê Reş
=KTML_Bold=Roja Alaya Kurdistanê=KTML_End=
#Konê Reş#

Li ser daxwaza redakesyona kovara (The Hall Kurdî), li Londonê, ku ez gotarekî li dor dîrok, reng û çilo û çawa ev Ala Kurdistanê di nav kurdan de hatiye damezirandin binivîsim û çend caran hatiye bilindkirin beyan bikim. Ez jî, wek Cihûyan li kaxet û maxetên xwe yên kevin vegeriyam û min ev gotarê xwe yê ku ji mêj ve min li dor Alê nivîsandiye bi hin agahî û pêzanînên ku nû bi dest min ketine nûjen kir.
Di roja 09-06-1999 an de, serokatiya encûmena wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de projeya bilindkirina Ala Kurdistanê pêşkêşî perlemana Kurdistanê kir, endamên perlementoyê jî bi yek dengî ev piroje pejirand.
Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve rengê kesk e, ji ortê ve rengê sipî ye û rokek di nav de diçirûse û ji jor ve rengê sor e.
Bi ragihandina vê pirojeya pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyerên ku bi Ala Kurdistanê ve girêdayî ne û pêre pêre ez li sala 1918an vegerîyam. Ev sala ku (Komela Tealî Kurdistan) têde hatiye damezirandin. Di destpêka sala 1919 an de, di civînekê (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn Mîr Emîn Alî Bedirxan (serokê yekem Şêx Abdulqadirê Nehrî bû) biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jê re divîbû, hingî di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan ev rengên Ala Kurdistanê ku bijartibûn, pêşkêşî hevalên xwe kir. Hevalên wî jî, yên ku ji welatparêzên tev perçeyên Kurdistanê bûn wek ku min got; Bedirxanî, Nehrî, Bababanî, malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî û di nav wan de gelek rewşenbîr û zanayên kurdan yên ku li Stenbolê jiyana xwe derbas dikirin hebûn bûn, wan jî bi yek dengî rengên wê Alê pejirandin û qebûl kirin. (Wekî vê Alaya niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan, wê Alayê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin.
Lê mixabin, çendî car ew Ala divabû xwe berz û aşkere bike, nedihat eşkere kirin û şerê wê bi tundî dihat kirin. Wê Alê jî, ji cihê xwe yê veşartî nedihêşt ku neyarên wê têr razên.. û tevî vê rewşa xerab û aloz, vê Alê du sê carî asmanê Kurdistanê bi rengên xwe xemilandiye û dilê welatiyên xwe xweş û geş kiriye.
Cara pêşî di serê Adara 1921 an de bû, dema ku şehîdê leheng Elîşer û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilind kirin. Cara duyem di sala 1927-1930 an de, di damezirandina komeleya Xoybûnê de li Libnanê, bajarê Bhemdûnê û li ser çiyayê Araratê ji rex general Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve hat bilind kirin.. Cara sêyem di roja 22-12-1946 an de, roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al bi rengekî fermî ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin. (Belê cudahiya vê Alê ku sembola komarê li rokê hatibû zêde kirin) Wek ku diyar e yekemîn car di roja 17-12-1946 an de li ser avaniya tûtinê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji ber wilo ev roj bûye roja Ala Kurdistanê. Lê mixabin, di van her sê caran de, ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û hatiye qedexekirin. Belê her ev Al di sînga kurdistaniyan de, li cihekî bilind maye parastî..
Di sala 1957an de, dema ku Mîrzade Rewşen Bedirxan di ber gelê Kurd de çû Yûnan û beşdarî di kongerê Antî Kolonyalîzimê de kir wê, ew her çar kursiyên ku navê Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin bi Ala Kurdistanê xemiland. Tevî ku gelek kes li dijî wê sekinîn û rêtengî jê re çêkirin, mîna Mîşêl Aflaq yê Baasî ku di kongir de amade bû, lê wê guh li wan nekir û navê gelê xwe, bi Ala Welatê xwe bilind kir.
Di sala 1976 an de jî, dema ku rehmetiyê Hemereş Reşo, 34 hejmarên kovara Hawarê ji nû ve li Almanya dane çapkirin, wî bergê wan hejmaran bi Ala Kurdistanê xemilandin.
Belê wek ku min got, cara çaremîn, di roja 09-06-1999 an de, bi erêkirina serokatiya encûmena wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana Başûr de, bi rengekî fermî hatiye bilindkirin. Û ji roja 11-11-1999 an ve biryar hatiye standin, ku roja 17-12. ji her salê bibe roja (Roja Ala Kurdistanê). Ev roja ku yekemîn car Ala Kurdistanê li ser avaniya Tûtinê (Tibix û Tinbak) li Mehabad hatiye bilindkirin, wek ku min gotiye.
Hêjaye gotinê ku di roja 17-12-2010 an de, hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rengekî fermî, keleha Hewlêrê bi Ala Kurdistanê xemilandiye û bi merasîmekî taybet, bi beşdariya cemawerekî bijarte de; ji berpirsên hikûmî, serokên zankoyan, zanyar û profîsyonelên Kurd, ev roj wek roja Ala Kurdistanê piroz kirine. Û di vê rojê de Dr. Elî Seîd wezîrê xwendina bilind û lêgerînên zanistî, Ala Kurdistanê li ser avahiya wezaretê bilind kiriye. Ji vê roja ve, Kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û penaberiyê 17 ê meha 12an bi aheng û bîranîn pêşwazî dikin û vê rojê bi navê (Roja Ala Kurdistanê) nas dikin.
Di sala 1932an de Mîr Celadet Alî Bedirxan/ Herekol Azîzan, kovara xwe (Hawar), li Şamê diweşand, Mîr Celadet yek ji serokên komela Xoybûnê û şoreşa Araratê bû, wî yekemîn car helbestek bi navê Ala Kurdan li dor Ala Kurdistanê nivîsandiye û di hejmara 5an de weşandiye:
Alê Kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengê te
Çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesore bi roje
Ev li jêr û ew li jor
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan jî, yê ku yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarekî serhildana Araratê bû, duyemîn kese ku helbestek li dor Ala Kurdistanê, bi navê (Ala Kurdan), nivîsandiye û di kovara Hawarê hejmara 08-1932an de belav kiriye:
Ronahîya dil û çav
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehîtiya ax û av
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Qehremanê Ceng û şer
Qublegehê mê û nêr
Cayegahê can û ser
Afîtaba dar û ber
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Hêvîya xortan û mêr
Mihraba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
Bi reng û bihne zîv û zêr
Ala Kurdan ser bi ser
Sor û gewre kesk û zer
Apo Osman Sebrî jî, di sala 1936an de ev helbest bi navê Ala Rengîn nivîsndiye:
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn Kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ez ê te hildim
Tu yî xemla banê min
Ger bi vê derman mirin bî
Bo te gorî canê min
Sê salan bi te kêfxweş bûm
Agrî, Zîlan, Tendûrek
Li pêş suhna te bûne ax
Leşkerên turk lek bi lek
Dêrsim û Sasun û Pijder
Bo te xwînê dirjînin
Herçî xort in herçî kurd in
Bo te lavjan dibêjin
;Leşker im bo te Ala min
Min divê gurmîn û şer
Duwanzde milyon bûne pandî
Bo te Kurdên pir Huner
Osman Sebrî/ 1936.
Ev helbesta Apo di pirtûka Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ya bi navê (Xwendina kurdî) de hatiye belavkirin. Ev pirtûk di sala 1938an de, ji rex Kitêbxaneya Hawarê ve li Şamê hatiye çapkirin.
Cegwerxwîn jî helbestek bi navê (Ala Rengîn), di kovara Hawarê, hejmara 29an, sala 1941ê de belav kiriye:
Ala rengîn pîroz bî xweş
Te hildigrim diçim bi meş
Tu li ser milên xortên ciwan
Di nav te de yek rojek geş
Ala sê rengî tu
Bi nav û dengî tu
Nişan û cengî tu
Ey xortên Kurdan
Silavê lê bikin
Îro, me tu kiriye himbêz
Rojek wê bê, te bikin rêz
Di eywana, li ser bana
Rojên şadî tu xemil û xêz
Kesik û sor û zerî
Sipî û gewherî
Nişana zeferî
Ey xortên Kurdan
Silavê lê bikin.
Tahayê Mayî jî, di sala 1943an de wiha li ser Ala Rengîn gotiye:
Kesk û sora roj li nave
Sipiye befra li welat
Rojeka pir zîv belave
Wextekê zêrên helat..
Ala min her dem li jore
Şox dibin pê ser çiya
Em dixwazin bo te îro
Tu bijî bo vê nijad…
Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê, Mîr Celadet Bedirxan bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser (Ala Kurdistanê) ve û Ala xwe jibîr nekir.. Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê (Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe Hawarê de, hejmara 9/1932an weşand û têde got:
(Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û biqedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe. Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêçûna leşkerî de divekin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zaroyên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ku biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine. Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev; sor, spî, û keske, di nava wê de roj diçirûse. Divêt zaroyên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wê re bi serxwe û bi kamiranî bijîn…
Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedirxan, êdî nema zanim çi di pesnê Ala Kurdistanê û parastina wê de bibêjim. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: Piştî 97 salan ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan û 70 salan ji bilindkirina Alê.. Piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd.. Va ji nû ve bi saya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar, em Ala xwe di asmanê Kurdistanê de bilind dikin, roja wê bi nav dikin û bi hêvî ne ku em serbilind û serfiraz di bin siya wê de bijîn.
Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê danîbin û şêx Mehmûdê Hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî û hwd li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdistanê, bijî Kurd û Kurdistan.
Wêne: Ez û Ala Xoybûnê ne: Ala ku di sala 1927 an de, di civîna damezirandina Komeleya Xoybûnê de li Libnanê, bajarê Bhemdûnê hatiye danîn. Berî ku Mîrzade Rewşen Bedirxan di roja 01-06-1992 an de xatir ji me bixwaze û here ber dilovaniya Xwedê, her pêlekê diçûm serdana wê bajarê Banyas. Di serdana dawî de ku berî mirina wê bû bi 16 rojan, wê ev Ala ku di kongerê Xoybûnê de hatiye danîn spart min.. Di sala 1999an de dema ku keça wî Mîrzade Sînemxan Bedirxan hat mala min li Qamişlo, min jî ev Al sparte wê û niha ev Al di mala wê de li Hewlêrê daliqandiye, bilind li ber çavan xuya dike.[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 544 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 05-09-2023
آیتم های مرتبط: 7
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 10-01-2023 (1 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: رسانەها
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 05-09-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 09-09-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 09-09-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 544 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
کتابخانه
جغرافیای لرستان
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
روژین دولتی
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
هلیا برخی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
سوسن رازانی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
زندگینامە
سارا خضریانی
زندگینامە
عزیز یوسفی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
کتابخانه
افسانەهای لری
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)

واقعی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
05-05-2023
شادی آکوهی
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
08-05-2023
شادی آکوهی
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
16-06-2023
شادی آکوهی
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
11-10-2023
شادی آکوهی
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
07-12-2023
شادی آکوهی
کیوان کوسری
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
پارک جنگلی شهید بهشتی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
دشت لاله های واژگون رزسو
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,955
عکس ها 106,405
کتاب PDF 19,320
فایل های مرتبط 97,308
ویدئو 1,397
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
کتابخانه
جغرافیای لرستان
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
روژین دولتی
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
هلیا برخی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
سوسن رازانی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
زندگینامە
سارا خضریانی
زندگینامە
عزیز یوسفی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
کتابخانه
افسانەهای لری
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.531 ثانیه