کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
شوکریە صالح احمد
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شاها حجی بشار
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شامل اسماعیل خودیدا
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,926
عکس ها 106,295
کتاب PDF 19,330
فایل های مرتبط 97,315
ویدئو 1,399
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
ÇEND TÊBÎNÎ DI DERBARÊ PIRSÊN R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTAXAVTINÊ DA
هر گوشه و کنار کشور، از شرق تا غرب، از شمال تا جنوب... منبع کوردیپیدیا می شود!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇEND TÊBÎNÎ DI DERBARÊ PIRSÊN R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTAXAVTINÊ DA

ÇEND TÊBÎNÎ DI DERBARÊ PIRSÊN R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTAXAVTINÊ DA
=KTML_Bold=ÇEND TÊBÎNÎ DI DERBARÊ PIRSÊN R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTAXAVTINÊ DA=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Di k’urdî da zayenda r’êzimanî ya navdêran û zêder hene, lê …
Her zimanek qanûnên xwe yên hindur’în hene, û anegorî wan qanûnan jî t’evaya  sazîya zimên, wek sîstêmekê, ava dibe. Anegorî wan qanûnan awaz, p’eyv, p’eyverêz û hevok tên hevhûnandin, û axavtin pêk tê… 
Ji bo ku ew qanûnan bên naskirin, têgihîştin û bi zanistî bên tomarkirin, sedsal bihurîne… Û, dema nivîs p’eyda bûne, hinek kesên xwendî r’aman û zanînên pêwîst hewl dane wan qanûnên hindur’în ên zimên tê bigihîjin, derxin zanebûnê û bi sîstemî t’omar bikin, ji bo ku mirov bikaribin bi zimanê xwe bê şaşî û kêmasî biaxivin û binivîsin. Û di encamê da r’êziman p’eyda bûye, wek t’omarîya qanûn û  r’êzikên zimanê konkrêt. Hema ev jî bûye bingeh û hêman, ku mirov bikaribe hem r’ast biaxive û binivîse, hem jî r’esenî, paqijî û ahengîya hindur’în a zimanê xwe dip’arêze. Di nava wan qanûnan da, ji bo encama dawîyê ya pêkanîna axavtina zarkî an nivîskî ya r’ast û durust, qanûna r’astnivîsîn û r’astaxavtinê (orthography & orthoepy) cîyê xwe yê t’aybet heye. Ango, ew, k’a mirov p’eyvan çawa dinivêsin, çawa bi wana hevokan dihûnin û paşê jî çawa dixwînin, p’ir’ girîng  e…
Û ev giriîngî ne tiştekî şêwazî-formal e, ev pêdivîyeke xwezayî û mercê hebûna zimên bi xwe ye, lewra ku ziman qaliv û t’eşedarê r’amana mirov e. Mirov bi r’êya zimên r’aman û mitaleyên xwe digihîne, tine ser hev, hev dihûne, wat’edar dike û bi zimên jî wan r’amanan p’arvedike an r’adigihîne – bi zarkî an bi nivîskî.   An jî, eger mirov bi awayekî dinê bibêje, ziman hêmana mitalekirinê  ye, mirov bi zimên r’aman dike. Û, eger, em bibêjin, heya kesek p’eyv û têgîn û hevokan ne anegorî qanûnên xwezaya  hindur’în a zimanê xwe bi k’ar bîne jî, yek e, ji ber ku ziman bi xwe, bi t’evahîya sazîya xwe va, sîstêmek e, û bi sîstêmî jî cîhana mirov a  r’amanî û r’ewanî ya hindur’în dip’arêze, lewra jî ew şaşî, yên ku ji hêla kesê konkrêt va di axavtin an nivîsînê da pêk tine, bi neyînî bandura xwe li ser r’aman û r’ewana wî dihêlin û wê cîhana wî ya hindur’în, a ku bi  xwezayî pêk hatye, serûbinî hev dikin û hevahengîya wê sîstêmê  dikin xeterê… Û di encama vê da dertê, ku ew cîhana, mîna xweyê xwe, êdî nikare t’endurust e …Ev jî ji hêla xwe va bandora xwe ya neyînî li ser r’eng û t’eşe û dêmê net’ewî dihêle …
Û, dema kesekî sade yê r’êzê wan şaşîyan pêk tîne, eger r’êzimaneke r’êk û pêk û durust hebe, ew şaşî dê ji bo wî zimanî zêde pirsgirêkek nînbin, lê, eger ew şaşîyana di r’êzimanê da cî digirin, an kesên ku bi p’erwerdeya zimên va mijûl in, wan şaşîyan wek  “r’astî” li şagirt û xwendevanan ferz dikin, ev êdî xeterêyeke mezin e ji bo zimên û ramana mirov, ev malwêranî ye! … 
Ji bo ku ev r’ewş baş bê têgihîştin, ezê li vira her tenê çend mînakan bîninm, ên ku di dema xwe da an min ji axavtina zêndî ya r’ojane, ji çapemenîyê û medya civakî hildane, an jî xwendevanan ew ji min r’a şandine: 
“Ez gul im, gulekî sipî me…” – Li vira ew kes, ên ku sîstêma hindur’în a zimanî-r’amanî di wan da li ser xwezaya zimanê k’urdî ya r’esen pêk hatye, dê destxweda bibêjin: “Eger p’eyva ‘gul’ navdêreke zayenda mêza ye (û ew wisa jî heye!), wê demê divê ev hevoka anegorî qanûnên hindur’în ên zimanê k’udî (ango, anegorî r’êzimana k’urdî) weha bihata nivîsîn: “Ez gul im, guleke sipî me!”...”   
“Evina herî piroz axa mêrove … dayika me yî K’urdistan…” – Ev hevoka jî, ya ku ji hêla hestên net’ewî va p’ir’ wat’edar e, lê şêwazê wê yê bi r’êzimanî çewt hem wan hestan, hem jî ahengîya hindur’în a zimên û r’amanê serobinî hev dike. Gelo ev gotinên hêja dê çiqasî wat’edar bûna û nêzîkî r’uh û r’ewanê k’urdî bûna, eger ew li ser bingeha k’urdîyeke r’esen a bi r’êzimanî r’ast û durust hatibûna avakirin? Bala xwe bidinê: “Evina here piroz axa mirov e – dayika me ya(ye) K’urdistan!…” – Çima? – Lewra ku li vira pêşdaçeka ‘her’  di hevokê da bi r’engdêra çawanî  r’a hatye bik’aranîn û asta çawanîya wê ya ji hemûyan bilindtir dide zanîn. Di vê mînaka me da evîna ji hemûyan (her tiştî) pîroztir dide zanîn, û di hevokê da, dema bi navdêrê r’a tê bik’aranîn, bi  xwezayî di navbera wê û navdêra konkrêt da, anegorî zayenda wê, zêdera makdêrî ya konkrêt tê danîn (ya/a, yê/ê an yên/ên): ‘evîna here (her a) pîroz’, ‘p’êxemberê herî (her ê) pîroz’ û ‘nirxên here (her ên) pîroz’. Ji bilî vê, ji ber ku di dema xwe da, dema di k’urdîya kevnar da wisa jî zayenda navdêran a navîn (neutre) hebûye, anegorî wê jî di k’urdî da zêdera zayenda navîn a ‘yî/î’ hebûye. Û dema ku di pêvejoya dîrokî da cudakirina navdêrên zayenda navîn di k’urdî da r’awestyaye pêkan be (ji ber ku navdêrên wê zayendê derbazî nava r’êzên navdêrên nêrza bûne,  (Di vê derbarê da bi hûrbînî di p’irtûka A. Mamoyan a  “T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da”, rûpel: 169 – 174. –https://www.academia.edu/38273718/ ГРАММАТИЧЕСКИЕ_КАТЕГОРИИ_СУЩЕСТВИТЕЛЬНОГО_И_ОСНОВЫ_ИНДОЕВРОПЕЙСКОГО_ПРАЯЗЫКА_В_КУРДСКУОМ_pdf), zêdera wan wek arxaîzm di k’urdî da hatye p’arastin, û, ji ber ku zêdera zayenda navîn bûye, ew t’enê bi p’eyvên ne navdêr r’a hatye bik’aranîn, ên ku ji hêla zayendê va bêt’eref bûne. Mînak: ‘herî kên’, ‘herî zêde’, ‘herî dereng’, ‘herî zû’... Û di pêvejoya pêşvaçûnên zimên da şêwazê ‘herî’ êdî bûye p’eyveke serbixwe (lexicalization), a ku bi wî şêwazê xwe va t’enê bi peyvên ne navdêr ra tê bikaranîn: di mînakên me yên li jorê da – bi r’engdêran (‘kêm’ û‘zêde’) û hokeran (‘dereng’ û‘zû’) r’a.
Mirov dikare heman tiştî ji bo vê hevokê jî bibêje:   
“Ev tê wî wateyî Perestgeha herî kevnar a cîhanê”. –  Şêwazê wê yê r’ast jî divê weha be: “Ev tê wê wat’eyê, ku ew p’erestgeha here (her a) kevnar a cîhanê ye”. – Çima? – Ji ber ku p’eyvên  ‘wat’e’ û ‘p’erestgeh’navdêrên zayenda mêza ne... 
Wekî dinê xwendevan bi xwe jî dikariin hevokên weha yên bi r’êzimanî çewt bibînin, analîz bikin û dîtin û nêr’înên xwe di wê derbarê da bi me r’a p’arve bikin.  
Û dema iro hinek kes şêwazê ‘herî’ di nava axavtina xwe ya zarkî û  nivîskî da ne di cîyê wê da bi k’ar tînin, li bal wan kesan, ên ku di nava wan da sazîya zimnê k’urdî  bi xwezayî hatye p’arastin, dixwazin bikin qêrîn, hewar û hêwarzeyekê derbixin,,, Bi wî awayî, sazîya zimên, a ku di nava mirov da bi xwezayî ava bûye, ji bo zimên bûye sîstêma xweewlehîyê, û her carê, dema ew xeterîyê li hember r’esenîya xwezaya zimên hîs dike, hişyarîyê dide... 
Û lewra jî gelek xwendevanên me dipirsin: “Ew mirov, ên ku vê t’evlihevîyê di zimên da pêk tîninn, bi zanebûn dikin, an, ji ber ku wisa ji bo wan hêsantir e?” – Helbet min di p’eyamên xwe da bersîvên pirsên wan dane, lê li vira ji bo xwendevanên hêja dubare bibêjim, ku bi vî şêwazî  hêsantir e, ji ber ku K’urdistan mêtîngeheke nvnetewî ye, li hember k’urdan vekirî siyaseta bişavtinê tê meşandin, zimanê k’urdî jî ji hêla sîstêma mêtînger va di  bin qedexe û înk’arê da ye, ew bi t’unekirinê r’a r’ûberû maye, lewra jî gelek k’urd, wek kes, li ser bingeha wê dewlemendîya r’êzimanî ya p’ir’şêwaz pêk nehatine, ew di nava derdorên bîyanî da mezin bûne û her paşê k’urdî hîn bûne, ewana evê cudahîyê hîs nakin û tê jî nagihîjin, lewra jî, bêyî r’ayê xwe, bêyî ku ewê tê bigihîjin, berê xwe didin r’êya here sade û prîmîtv. Ji ber ku ev r’êyeke here hêsan e! Û dibe ku ewana bi xwe jî hîs nakin, ku bi wî awahî ahengîya xwezayî ya zimanê k’urdî serobinî hev dikin...    
Û dîsa çend mînakên nehevdengîya zayendî di navbera endamên hevokê da:
“Slehettîn Demîrtaş Mehmedê zirav ê vî axî ye!”  – Şêwazê vê hevokê yê r’ast jî divê weha be: “Saleheddîn Demîrt’aş Mehmedê zirav ê vê axê ye!”  – Çima? – Li ber çavan e, ku p’eyva ‘ax’ navdêra zayenda mêza ye...  
“Nıvisa min a vi hefti” – Eger mirovekî hema hinekî bi sazîya zimanê k’urdî r’a nas be (ez êdî di derbarê r’êzimanê da nabêjim!), dê t’evahîya çewtîya vê hevokê bibîne: li vira jî, eger p’eyva ‘heftê’ (an ‘hevtê’) navdêra zayenda mêza ye, wê demê, eger bi k’urdî be, divê ev hevok weha be: “Nivîsa min a vê heftê”...
Evana her t’enê çend mînak bûn, ku min xwesta bala xwendevanan bik’işînim ser wan... Lê di jîyana me ya r’ojaane da mirov li ser her gavekê r’astî bi dehan, bi sedan  mînakên weha tê. Lewra jî xwendevanên hêja bi xwe dikarin mînakên wêha di hemû warên jîyanê da bibînin û anegorî qanûnên zimên ên hindur’în wan binirxînin. Bi vî awahî wê bi xwe jî bikaribin r’astî û çewtîyan ji hev cuda bikin û nêrîm û dîtinên xwe di wê derbarê da ji me r’a binivîsin, û emê bikaribin bi hevr’a ji gelekan r’a bibin alîk’ar û zimanê xwe ji şaşî û çewtîyên r’êzimanî bip’arêzin...     
Naha jî em bên ser pirsa r’astnivîsîn û r’astaxavtina navên bîyanî! 
... Helbet, ji mêj va, hê dema p’êwendîyên yekem ên darayî, bazirganî, siyasî, çandî û dîplomasî di navbera gel û welatan da pêk hatine, pêdivî bi bik’aranîn û nivîsîna p’eyv, têrmîn û navên bîyanî derk’etye holê. Lê bi t’aybet îro, dema bi p’eydabûna întêrnêtê û medya civakî sînorên di nava p’arzemîn, welat û herêmên cîhanê da sembolîk bûne, p’êwendîyên di navbera nûnerên gel û welatên cuda da berfirehtir bûne, û bi wê r’a îro gelek p’eyv û têrmîn, têgîn û navên bîyanî her’ikîne nava jîyana gelên cuda yên cîhanê. 
– Gelo bi p’eydabûna r’ewşeke weha r’a civaka me îro çiqasî amade ye, ku ji van hemûyan r’a bibe bersîv, bikaribe ji hêlekê va zimanê xwe dewlemend bike, lê ji hêla dinê va r’esenîya wî bip’arêze? – Weha mirov bi vî awahî dikare naver’oka p’eyam û nameyên xwendevanan t’omar bike...     
Û divê mirov bersîva van pirsan di goveka qanûnên r’êzimanê û zimanzanîyê da biger’e, an jî, bi gotineke dinê, mirov dikare bibêje, ku bersîva pirsên vî r’engî pisporên warên  r’êzimanê (r’êzimanzan) û yên zimanzanîyê (zimanzan) dikarin bidin. An – na, eger em bi vê pirsê berê xwe bidin wan, ên ku p’eyv, têrmîn û navên bîyanî, wek ku ew di zimanê orîjînal da bi alfabêyên wan hatine nivîsîn, bi k’urdî dixwînin, emê negihîjin t’u encamekê... 
Çima?   
Wek ku tê zanîn, di gelek zimanan da p’eyv, nav û têrmîn bi şêwazekî tên nivîsîn, lê bi şêwazekî dinê tên xwendin. Em hema zimanê îngêîzî mînak bînin, ê ku îro bûye zimanê danûstandina navnet’ewî û navdewletî. Dibe ku p’ir’anîya xwendevanan dizanin, ku di ferhengan da li rex p’eyvên înglîzî di nava bendên r’ast ([...]) da wisa jî şêwazên wan p’eyvan ên xwendinê tên nivîsîn. Ango di zimanê înglîzî da p’eyv bi şêwazekî tên nivîsîn, lê bi şêwazekî dinê tên xwendin. Û li vira jî pirsgrêka sereke: “Dema bîyanî navekî înglîzî bi k’ar tînin, divê bi çi şêwazî binivîsin – bi wî şêwazî, wek ku ew di zimanê orîjînalê da tê nivîsîn, an wek ku tê xwendin? ” – Û, her çiqas, di vê r’ewşê da di p’ir’anîya zimanên cîhanê da bi heşmendî hatye p’ejirandin, ku p’eyvên bîyanî wisa binivîsin, wek ku ew di zimanên orîjînal da tên  xwendin û bihîstin, ev prênsîpa ji bo bîyanîyan ferzeke ne absolyût e, ji ber ku ew zimanan jî t’aybetîyên xwe yên xwezayî hene ...
Ev r’ewşek e,  ya ku bi r’êya hilbijartina xwezayî pêkhatye û di cîhanê da bûye wek kevneşopîyekê!  
Lê gelo ev prênsîpa di nava me – k’urdan da çawa tê şopandin? 
Li vira hinek xwendevan dê bibêjin – ya me cuda ye, zimanê me t’aybetmendîyên xwe hene. – Û ewê r’ast bin, wek ku min êdî li jorê gotye, her çiqas, di vê r’ewşê da di  p’ir’anîya zimanên cîhanê da bi heşmendî hatye p’ejirandin, ku p’eyvên bîyanî wisa binivîsin, wek ku ew di zimanên orîjînal da tên  xwendin û bihîstin, ev prênsîpa ji bo bîyanîyan ferzeke ne absolyût e, ji ber ku ew zimanan jî t’aybetîyên xwe yên xwezayî hene ... Lêbelê, ji bo ku wisa nebe, ku em bibin mîna wan mirovan, ên ku di sedsala XXI da jinûva duçerxê (velocipede, psîkîlêt)  “p’eyda bikin” û r’êveka (direksion) wê jî di dawîyê da daynin (!?), di vê r’ewşê da divê mirov anegorî qanûnên zimanzanîya giştî li pirsê binihêr’e... 
Bala xwe bidinê, eger ev r’ewşa dîsa bi vî awayî bidome, dema hinek kesên cuda di 
wêje, çapemenî, weşanên r’adîo-têlêvîzîonên k’urdî û medya civakî da p’eyv, nav û têrmînên bîyanî bi şêwazê wan ê zimanê orîjînalê dinivîsin, lê bi k’urdî dixwînin, piştî demekê dê wisa bibe, ku nivşên k’urdan ên pêşer’ojê dê wisa jî r’astya wan p’eyvan nizanibin? Û, gelo kesekê bikaribe bibêje, eger di wêje, p’erwerde, çapemenî, weşana r’adîo-têlêvîzîonê û medîya civakî da bik’aranîna p’eyvên bîyanî bi vî şêweyî bidome, r’ewşa zimanê k’urdî dê çawa be? 
Ev pirsa îro net’avetîyê dide gelek xwendevanên k’urd, ên ku xwendina wan t’enê bi k’urdî bisînor nabe, û gelek ji wana dixwazin bizanibin, k’a gelo nav, têrmîn û p’eyvên bîyanî di k’urdî da divê çawa bên nivîsîn?  
Û di vê r’ewşê da tiştê ku mirov matma dike, ew e, ku ji wan xwendevanan gelek di R’ûssîyayê û k’omarên dinê ên Sovêta berê da mezin bûne, p’erwerdeya wana bi zimanên wan welatan e, ma ew nabînin, k’a bi wan zimanan navên nivîsk’ar, zanîyar, hunermend, wêneger û dîroknûsên bîyanî di wan zimanan da çawa tên nivîsîn? 
Wek ku tê xuyan, a ku ji bo wan xwendevanan dibe asteng, ku ew vê tê bigihîjin, ew e, ku alfabêya k’urdî li ser bingeha tîpên latînî hatye sazkirin? Hema, divê bêzanîn, her çiqas gelek gelên cîhanê yên dinê jî alfabêyên xwe li ser bingeha tîpên latînî saz kirine (înglîz, alman, firansî, çêx, polonî, slovên û yên dinê), lêbelê ew navên bîyanî ne ku r’astedêr bi zimanê xwe dixwînin, lê, berê pêşin, wan nav û têrmînan bi zimanê xwe wisa dinivîsin, wek ku ewê di zimanê orîjînalê da tên xwendin û bihîstin, û her paşê, eger pêwîstî bi wê hebe, li r’ex wê di nava bendê (cotkevanan) da dikarin orîjînala wan peyvan binivîsin...   
Û li vira jî ezê hewl bidim, bi mînakan bersêa wê pirsa xwendevana bidim, k’a gelo navên bîyanî bi k’urdî divê çawa bên nivêsên û xwendin?
Em di sêrî da hinek navên kurteberev (Abbreviation) binihêr’in, ên ku bi wan şêwazên xwe va êdî bûne wek têrmînên navnetewî. P’ir’anîya gelên cîhanê wan navan wisa  dinivîsin, wek ku ew di zimanê orîjînal da tên xwendin, lê, dîsa jî, eger ew pêwîst bibînin, dê  şêwazên nivîskî yên orîjînalê di nava cotkevanan da binivîsin. K’a, em jî, wek mînak, anegorî vê pirênsîpê çend mînakan ji wan bînihêr’in, k’a ew divê di k’urdî da çawa bên nivîsîn û xwendin:
Bî-bî-sî (BBC) 
Êy-bî-sî (ABC)
Sî-bî-ên (CBN) 
Sî-ên-ên (CNN) 
Yûnêsko (UNESCO)  û yên dinê.
Û mirov nizane xwe di k’uda veşêre, dema dibîne, k’a çawa hinek nivîsk’ar, mamosta, r’ojnameger û li dû wana wisa jî hinek xwendevan van p’eyvan, wek ku ew di zimanên orîjînal da hene, dinivîsi û wan bi k’urdî dixwînin: UNESCO, CNN, BBC, ABC CBN,!
Naha jî em binihêr’in, k’a navên nivîsk’ar, hûnermend û siyasetmederên bîyanî divê  anegorî vê qanûnê çawa bên nivîsîn: 
Albert Camus – Albêr K’amyû
Andrew Collins – Êndryû K’ollînz
Biden – Baydên 
Clinton – K’lînton  
François Mitreand – Fransûa Mîtêran
Jacques Chirac – Jak Şîrak
Shakespeare – Şêk’spîr
Schubert – Şûbêrt  
Trump – Tramp 
Xenophon – K’sênofon*
û gelek-gelek navên dine.
Û, eger mirov van navên bi alfaabê û anegorî r’astnivîsîna zimanê bîyaanî nivîsî r’astedêr bi k’urdî bixwîne, gelo kesek dikare bibêje, k’a bi wê emê xwe bikin çi r’ewşeke pêk’enîtîyê? …
______________
*Van demên dawîyê xwendevanekî me yê ji Ewropayê ji min r’a p’eyamek nivîsî. Bi gotina wî, ewî di dema xwe da nivîsên min ên di  derbarê zimanê k’urdî da şopandine, ku p’irtûka min a “Zerdeşt pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî” ...)” xwendye... û hinek tiştên dinê. Helbet, min p’eyvê dilxweşî û spasîyê ji wî r’a nivîsîn... Peyr’a ewî di derbarê nivîsîn û xwendina navên bîyanî, û di nava wan da wisa jî – di derbarê navê dîroknûsê yewnaî yê sedsalên V – IV ên berî serdema Îsa, K’sênofon da pirsî...  Bi gotina wî, şaş e, ku mirov wî navî wek K’sênofon bixwîne û binivîse, ji ber  ku şêwazê wî navî yê bi îglîzî (Xenophon) ne r’ast e, lewra ku ew tîpa X (iks) di yewnanî da wek X (xî) tê xwendin... 
Dema min bi matmayî pirsa xwe nivîs, k’a ewî ev ji k’u anî? – Ewî bersivand, ku  ew wê wisa dizane, ku ewî ji mamostayekî zimanê k’urdî bihîstye... 
Wê demê min jê  pirsî, k’a, gelo ew bi alfabêya yewnanî r’a  nas e? – Ewî bersivand – Na! Wê demê ez neç’ar bûm şiroveya xwe  ji alfabêya Yewnanî destpê bikim. ... Û bidim zanîn, ku bi yewnanî ne navê K’sênofon, ne jî navekî dinê, yê ku di wî da duawaza ‘ks’ heye, bi tîpa yewnanî ya X (xi) nayên nivîsîn, ku di alfabêya yewnanî da tîpa  Ξξ (ksî)  heye (ew di r’êza alfabêya yewnanî da ya 14-em e!), û ew navana bi wê tîpê tên nivîsîn. Mînak: Ξενοφών  (K’sênofon), Ξέρξης (K’sêrk’sês),   Σαίξπηρ (Sêk’spîr) û hwd.
Û min ji wî xwendevanê hêja r’a li gel siav û r’êzên xwe alfabûya yewnanî jî wek dîyarî şand. 
Alfabêya yewnanî û navên tîpên wê bi tîpên k’urdî:
1. Αα (Alfa)                                          13. Νν (Nyû)  
2. Ββ (Bêta)                                          14. Ξξ (K’sî) 
3. Γγ (Gamma)                                     15. Οο (Omîkron)  
4. Δδ (Dêlta)                                         16. Ππ (Pî) 
5. Εε (Êpsîlon)                                      17. Ρρ (R’o) 
6. Ζζ (Dzêta)                                         18. Σσ/ς (Sîgma)  
7. Ηη (Êta)                                            19. Ττ (Taû) 
8. Θθ (T’êta)                                         20. Υυ (Ûpsîlon) 
9. Ιι (Îota)                                              21. Φφ (Fi)  
10. Κκ (Kappa)                                     22. Χ χ (Xî) 
11. Λλ (Lambda)                                   23. Ψ ψ (P’si)  
12. Μμ (Myû)                                       34. Ω ω (Omêga).
***
Û gotarên dinê jî – yên di derbarê r’astnivîsîn û r’astaxavtina zimanê k’urdî da, yên ku dikarin ji bo xwendevanan balk’êş bin:  
“Carek a dinê li ser pirsên r’astnivîsîn û r’astaxavtinê”https://www.amidakurd.org/ku/tekst/carek_a_din%c3%aa_li_ser_pirs%c3%aan_r_astniv%c3%aes%c3%aen_%c3%bb_r_astaxavtin%c3%aa
“P’eyvên bîyanî di k’urdî da divê çawa bên nivîsîn û xwendin? ” 
https://www.amidakurd.org/ku/tekst/P_EYV%c3%8aN_B%c3%8eYAN%c3%8e_DI_K_URD%c3%8e_DA_DIV%c3%8a_%c3%87AWA_B%c3%8aN_NIV%c3%8eS%c3%8eN_%c3%9b_XWENDIN
[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 655 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 12-10-2023
آیتم های مرتبط: 12
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 30-03-2021 (3 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: زبانی
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 12-10-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 13-10-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 12-10-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 655 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
روژین دولتی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
عزیز یوسفی
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
سارا خضریانی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
افسانەهای لری
زندگینامە
شاهزاده خورشید
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
زندگینامە
هلیا برخی
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان

واقعی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
05-05-2023
شادی آکوهی
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
08-05-2023
شادی آکوهی
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
16-06-2023
شادی آکوهی
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
11-10-2023
شادی آکوهی
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
07-12-2023
شادی آکوهی
کیوان کوسری
موضوع جدید
زندگینامە
شوکریە صالح احمد
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شاها حجی بشار
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
شامل اسماعیل خودیدا
22-05-2024
سارا سردار
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 518,926
عکس ها 106,295
کتاب PDF 19,330
فایل های مرتبط 97,315
ویدئو 1,399
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
روژین دولتی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
عزیز یوسفی
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
سارا خضریانی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
افسانەهای لری
زندگینامە
شاهزاده خورشید
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
زندگینامە
هلیا برخی
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.344 ثانیه