کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
30-06-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
30-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
حلبچه
30-06-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
سالار احمدی
30-06-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
ادریس آلی
27-06-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
25-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل سی پله
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
آرامگاه باباطاهر خرم آباد
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
مسجد سلطانی
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
سد هاله
24-06-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,868
عکس ها 105,228
کتاب PDF 19,550
فایل های مرتبط 98,033
ویدئو 1,414
شهدا
ژینا امینی
شهدا
اسماعیل آقا شکاک
زندگینامە
عبدالرقیب یوسف
زندگینامە
ادریس آلی
اماکن
حلبچه
Dr. Tekîn Çîtçî: Bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe
آثار خود را به املایی کامل به کوردیپدیا ارسال کنید. ما آن را برای شما آرشیو می کنیم و برای همیشه حفظ می کنیم!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dr. Tekîn Çîtçî: Bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe

Dr. Tekîn Çîtçî: Bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe
=KTML_Bold=Dr. Tekîn Çîtçî: Bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe=KTML_End=
Hevpeyvîn Azîz Tekîn

Pirtûka “Hekîmtiya Kurmancî” par derket. Nivîskar Dr. Tekîn Çîfçî piştî xebata herêmê pirtûk amade kir û pirtûk ji Nûbiharê derket. Li ser hekîmtiya kurmancî gelek agahiyên girîng têde hene. Li ser vê pirtûkê û xebata ku wî kiriye me bi Çîfçî re xeber da. Wî ji bo me hem qala pirtûkê, hem qala Semsûrê ku li wir xebat kiriye, qala dîroka kevnare ya Semsûrê û her wiha qala dîroka pirtûkên hekîmtiya kurdan jî kir. Kerem birin…
***
Hekîmtiya Kurmancî ku di 2022’yan de wekî pirtûk ji Weşanxaneya Nûbiharê derket xebata teza doktorayê ye û li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê hatiye parastin. We çi wext dest bi vê xebatê kir, xebata qadê û xebata nivisandinê çiqas domand û bi vê pirsê re girêdayî jî sedemên hilbijartina vê mijarê çi bûn?
Hîmê vê xebata di destê we de di sala 2015’an de hate danîn. Amadekariyên xebatê nêzikî sal û nîvekê ajot. Pêvajoya demî ya xebata li qadê ji bihara 2016’an heta dawiya havîna 2018an e. Ango ji du salan zêdetir ajot. Heta ku wekî teza doktorayê amade bû sala 2018’an jî qediya. Piştî ku me biryar da ku ev xebat wekî pirtûkekê bigihîje ber destê xwendevanan em hinekî din li ser xebitîn û di vê navberê bihara 2022’an jî me li pey xwe hişt.
Di nav dewlemendiya çandî ya Semsûrê de, wekî qadek ji qadên folklorê, bijîşkiya gelêrî û ocax jî cihekî girîng digrin. Lewra, nexweşîn, kul û birîn; tirs û xofa ji mirinê bûye perçeyek ji jiyana mirov ya asayî. Nexweşîn, kul û birîn çiqas bûyerên ji rêzê bin, mirin û tirsa ji mirinê jî ewqas bi saw û xof e. Ji ber vê yekê mirovan her dem hewl daye ku xwe ji nexweşînan bi- parêzin, heger bi nexweşiyekê ketibin di zûtirîn demê de jê xelas bibin û mirinê ji xwe dûr bixin. Ji bo vê yekê jî di her serdema mirovatiyê de mirovan serî li rêbazên sêhrî, dermanên bijîşkî, dever û tiştên pîroz daye.
Tê zanîn ku pêşketinên teknolojîk bandoreke zêde li ser guherîna civakê dikin. Di rewşeke wiha de, çanda gelêrî û kev- neşopiyên qedîm wekî berfa li ber rojê dihelin. Me hewl da ku em beşek ji vê çandê biparêzin. Yek ji mebesta vê xebatê ew e ku ji bo berdewamiya xebatên bi vî rengî hîmekî baş deyne erdê. Valahiyê li vê qadê hinekî dabigre. Vê çanda qedîm bi lêkolîn, nirxandin û berhevkariyeke bi rêk û pêk ji windabûnê xelas bike, bîne rojeva akademî û lêkolînerên vê qadê. Ji bo vê yekê navên nexweşînên li herêmê, rêbazên çareserkirinê, kesên ku pêkanînên bijîşkiya gelêrî dimeşînin û rewşa îro hatine tesbîtkirin.
Te çima Semsûrê wek qada xebatê hilbijart?
Qada Semsûrê, ji aliye dewlemendiya çanda bijîşkiya gelêrî ve ji herêmên din ne kêmtir e. Lêbelê ji aliyê berhevkirin, dabeşkirin, nirxandin û danasîna vê dewlemendiya folklorê ve valahiyeke mezin hebû. Mebesta vê xebatê –ku wekî rîsaleya doktorayê jî hatiye amadekirin û pêşkêşkirin- yek jê ew e ku li deryaya xebatên folklorî ya Kurdan dilopekê lê zêde bike û rê li ber lêkolînên li ser folklora herêma Semsûrê veke. Helbet berî vê xebatê, gelek berhemên folklorî li ser herêma Semsûrê hatine amadekirin. Lê li ser bijîşkiya gelêrî ya herêma Semsûrê ev xebata di destê we de ya yekemîn e.
Ji bo nasîn, parastin û berdewamiya vê çanda gelêrî, divê hemû kevneşopî û zanyariyên gel bi rêbazên zanistî werin tomarkirin û lêkolînên berfireh bêne kirin. Lê mixabin di vî warî de li herêma Semsûrê heta niha xebatên berfireh û bi rêk û pêk nehatine kirin. Bijîşkiya gelêrî ya Semsûrê, tenê bûye mijara du sê heb xebatên bi sînor ên lîsansa bilind û çend gotaran.
Piştê xilasbûna xebata we têkiliya te bi ew kesên li Semsûrê bo xebata xwe bi wan re axivîbû berdewam kir?
Belê. Ev xebat bû sedema danîna têkiliyên nû yê bi civakê re. Piştî xelasbûna xebata li qadê jî têkiliyên me berdewam kir. Lê mixabin hin jêderên me div ê navberê de koça xwe ya dawî kir. (Xwedê rehma xwe li wan zêde bike înşella). Dema ku li fûara pirtûkan a Semsûrê ji bo pirtûka Hekîmtiya Kurmancî rojên îmzeyê hatin amadekirin hin ji wan jêderan serî li me da û pirtûk sitendin. Her ku ez diçim Semsûrê –heta ku ji deste min tê- ez pirsa wan dikim. Ew jî bi van serdanên me gelekî kêfxweş dibin û ked û kiryarên xwe hêja dibînin. Bi rastî jî her yek ji wan jêderan wekî deryayekî çand û folklora kurdî ye.
Wek ku tê zanîn, çand û mîrateyeke gelek kevn li Kurdistanê û her wiha li Semsûrê heye, ji Komagene, Romayî, Medan bigre heta Persan. Girêdaneke ji van şaristaniyên kevn ku bandoreke berbiçav li Hekîmtiya Kurmancî ya roja me kiribe heye? Û her wiha qeyd, motîf an tişteke din ji wan dewran hene ku behsa Hekîmtiya Kurmancî dikin?
Em ji bermahiyên dîrokî fêm dikin ku li herêma Semsûrê, ji serdema Paleolîtîk heta niha gelek şaristanî bi cih û war bûne. Her gelê ku li ser vê xakê bi cih û war bûye, şaristaniya xwe li ser şaristaniya berî xwe ava kiriye. Ji ol û baweriyan bigre heta bi rê û rêgezên jiyanê; ji çandiniyê bigre heta bi pergala sazkirina rêvebiriyê di hemû qadên jiyanê de pêşketinên nû li ser yên berê zêde kirine. Şikefta Palaniyê, Xerabeyên Pîrînê mînakên vê yekê ne. Li Semsûrê, li deverên cihê gelek bermahiyên piştî serdema Paleolîtîk jî heta îro li ser piya mane. Li her devera bajêr bermahiyên Asûr, Hîtît, Part, Roma, Sasanî, Selçûqî û Osmaniyan hene. Peykerên li serê çiyayê Nemrûdê, Keleha Kolikê, stûnên li derdora Bêhisniyê mînakên vê yekê ne. Ji ber vê yekê, bi hêsanî em dikarin bêjin ku Semsûr xwediyê dîrok û çandeke gelekî dewlemend û kevnare ye. Helbet hin rêbazên hekîmtiyê jî ji wan demên kevin heta roja îro hatine. Mînaka herî berbiçav, bikaranîna rawirên kuvî yên wekî kevjal, mar û jijo ye. Her wiha ayîna “çilderxistin” a zarokan û baweriya bi hebûna “Pîra xêw”ê bi gûmaneke mezin ji wan serdeman maye.
Pirtûkên bi Kurdî derbarê Hekîmtiya Kurmancî de hatine nivisandin an jî beşeke be jî derbarê vê meseleyê de hene, hebin kîjan in?
Li ser kevalên Pirtûkxaneya Nî- novayê, reçeteyên nojdariya nexweşînan ku ji aliyê keşeyan ve hatine amadekirin hene. Ji van kevalan tê fêmkirin ku riwekên wekî nane, pung, rîzang, cahtirî (zahter) û hwd. hîn di wê demê de bi mebesta nojdariyê hatine bikaranîn.
Di serdema Selçûqî û Osmaniyan de jî li ser folklor û bijîşkiya gelêrî ya Kurdî hin xebat hatine meşandin. Ev xebat, bi taybetî ne li ser mijarekê ne. Bêtir li ser çand û folklora Kurdî ne. Lê mixabin, piraniya van xebatan bi zimanê Erebî û Farisî hati- ne nivîsîn. Hîn di sala sedsala IXan de alimê Kurd, Ebû Henîfe Ehmed Dawud el Dînewerî pirtûkeke bi navê “Kîtab el-Nebat” ku ji şeş cildan pêk tê amade kiriye. Di vê pirtûkê de derbarê riwek, erdnîgariya Kurdistanê û dabeşkirina riwekan de gelek agahiyên girîng hene.
Di nav Kurdan de bi qasî ku em dizanin, xebata yekemîn ku mijara wê rasterast diyarkirina nexweşiyan û dermankirina wan e mecmûaya Melayê Erwasî ye. Melayê Erwasî, di sedsala 18an de li herêma Serhedê jiyaye. Erwasî, di vê pirtûkçeya xwe de navê nexweşiyan rêz dike, sedemên wan diyar dike û bi qasî zanîn û lêkolînên xwe li ser rêbaza dermankirina nexweşiyan çend gotinan dibêje. Ev pirtûkçe ji aliyê Prof. Dr. Kadri Yıldırım ve ji ber destxeta ku Mela Zeynel Abîdîn Amedî ku wî jî ji destxeteke din wergirtiye tevî dahûrîn, wergera Tirkî, latînîzekirina ji tîpên Erebî û wek destxeta ku jê sûd wergirtiye, di sala 2014an de hatiye amadekirin. Ev xebat, ji aliyê Weşanên Zanîngeha Mardîn Artukluyê ve hatiye çapkirin.
Dema ku em tên sedsala XIXan, em dibînin ku Mela mehmûdê Bayezîdî, “Adat û Rusûmatnameê Ekradiye” (Edet û Kevneşopiyên Kurdan) nivîsîye. Di vê berhemê de derbarê bawerî û bijîşkiya gelêrî ya Kurdan de gelek agahî hene.
Rewşenbîr û weşangerê Kurd Celadet Elî Bedirxan di kovara Hawarê (1932-1943) de cih daye nivîsên derbarê bawerî û bijîşkiya gelêrî û tenduristiya gel.
Wek tê qebûlkirin Hekîmtiya Kurmancî beşeke folklorê ye. Em girêdana navbera Hekîmtiya Kurmancî û folklorê çawa dikarin binirxînin?
Rast e. Bijîşkiya gelêrî, wekî binbeşeke folklorê tê pejirandin. Gel, bi sedan salan ji ber sedemên siyasî, aborî, çûn û hatin û hwd. ji navendên bajaran dûr maye. Di van serdeman de bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bir û maye û hewl daye ku ji van pirsgirêkan re çareseriyan bibîne. Bi demê re zanîn, serpêhatî û kevneşopî gihîştine ser hev û bijîşkiya gelêrî derketiye holê. Bawerî, liv û tevgerên civakê jî bandoreke mezin li ser bijîşkiya gelêrî dikin. Bi pêşketinên di qada tiba nûjen, xwendin û perwerdehiya gel, derfetên çûn û hatinê, pêşketinên di warê teknolojiyê de, rew- şa aboriya civakê û hişmendiya civakê bandora li ser mijara tenduristiyê, pêkanîn û rêbazên bijîşkiya gelêrî jî kêm an zêde dibin. Lê bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe. Bes mirov dikare bibêje ku kirasê xwe diguherîne. Ango folklor jiyana gel a rojane ye û jiyan jî bê pirsgirêkên tenduristiyê nabe. Dema ku pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin gel jî bi qasîn zanîn, çavdêrî û tecrûbeyên xwe teşxîs û nojdariya xwe pêk tîne.
Di roja me de peyv û têgehên bi folklorê re têkildar dimrin. Gelek sedemên van hene. Bajarîbûn û Hekîmtiya Kurmancî ve girêdayî helbet tibba modern… Peyv û têgehên bi Hekîmtiya Kurmancî re jî wenda dibin. Bo van peyvan ferhengeke hatiye amadekirin an piştê xebata xwe tu difikirî ku ferhengeke Hekîmtiya Kurmancî amade bikî?
Pirseke di cih de ye. Bi qasî ku ez dizanim li bakurê welêt ango li Tirkiyeyê di derbarê hekîmtiya kurmancî de ferhengeke xweser tuneye. Lê belê di hin ferhengên wekî Ferhenga Tibbê ya Dr. Seydo Homan û pirtûka Anamneza Kurmancî (Kurtçe Anamnez) ya İsrafil Bulbul û Mikail Bulbul de derbarê hekîmtiya kurmancî de gelek têgeh hene. Amadekirina ferhengekeke bi vî rengî dê pir baş bibe lê ev xebat ji kare kesekî bêtir bi xebateke komî dikare pêk were. Herwiha jê re dem, aborî û piştgiriya sazî divê. Ji ber van hincetan niha ez nafikirim ku bikevim nava hewldaneke bi vî rengî.
Mijara me Hekîmtiya Kurmancî ye. Ji bo vê peyvên din ên li herêmên din tên bikaranîn çi ne?
Gel li gorî ziman, zarava û zanînên xwe têgehan diafirîne. Ji ber ku di nav kurdên ku li Tirkiyê dijîn perwerdehiya bi kurdî nîne. Li gorî herêman nav û têgehên wekî “Dermanên Kurmancî”, “Dermanên Kurdewarî”, “Hekîmê loqman” têne bikaranîn. Herwiha li gorî hostatî û qadên tenduristiyê ji kesên ku nojdariyê dikin re “pîrik” (nexweşînên jinan), “cebar” (nexweşînên girêdayî şikestin û cihderketinê), “ocax” (nexweşînên girêdayî çerm û hin cureyên derûniyê), “xoce û dede” (nexweşînên girêdayî hiş, aqilavêtin û baweriyê) û hwd. jî tê gotin. Li herêma Dêrsimê ji wan kesên ku nexweşînan derman dikin re zaravayê kirmanckî/zazakî ya Dêrsimê de “cerra” ango “cerah” tê gotin.
Di pirtûkê de Hekîmtiya Kurmancî û bawerî gelek ketine nav hev. Çi têkilî di navbera wan de heye?
Rast e. herdu jî tekil hev in. Dema ku pirsgirêkek tenduristiyê derdikeve holê. Pêşî teşxîsa nexweşiyê ango navê nexweşiyê lê tê danîn. Piştre biryara rêbaza nojdariyê tê diyarkirin. Heger pirsgirêk piçûk be û demborî be çareserî jî hêsan dibe. Lê heger kesê nexweş bixwe nikaribe pirsgirêka xwe çareser bike, bi kesên derdora xwe dişêwire û pisporê wê pirsgirêkê dipirse. Kesên derdorê jî li gorî nexweşînê berê nexweş didin hekîmên kurmancî an jî ocaxan. Di vir de ya girîng bawerî ye. Heger nexweş bawer neke ku dê baş bibe, jixwe baş nabe. Ango gava pêşî ya nojdariyê bawerî ye. Psîkolojiya mirovan rewşa tenduristiya mirovan jî diyar dike. Gelê kurd jî gelekî bawermend e. Ji bo vê yeke jî li gorî baweriyên xwe serî li rêbazên çareserkirina pirsgirêkan dide. Diçe bal mele, şêx û dedeyan; kesên xwedî ocax û nistiyan. Gelek caran têk diçe lê hin caran jî pirsgirêka wan çareser dibe.
Her wiha bi vê ve girêdayî cih û warên pîroz roleke çawa dilîze di Hekîmtiya Kurmancî de?
Bijîşkiya gelêrî xwe -digel dermanan- dispêre baweriyê. Ji ber vê ye ku di pêkanînên bijîşkiya gelêrî de digel kanî, av, dar û kevirên pîroz, gorên zatên girîng ên pêşengên Îslamê (car caran pêşengên baweriyên din jî) yên wekî pîr, dede, şêx, mela, hecî û hwd. jî cihekî girîng digrin. Gel, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, heger sax bin diçin bal wan kesayetên “xwedî menewiyat” û lava ji wan dikin Nivişt û diayan ji wan dixwazin. Heger miribin gel diçe ber gora wan kesên “pîroz” ango “qencên Xwedê”. Li wir qurbanan serjê dikin û di ayan dikin da ku nesaxê wan baş bibe; pirsgirêka wan çarseser bibe. Av û axa derdora wan goran wekî derman tê pejirandin. Ava ku ji kaniyên dora goran tê wekî şifa tê vexwarin; bi wê avê ser û çavên xwe dişon. Axa dora wan goran wekî derman dixin nav avê û bi wê avê devera laşe xwe yê nesax dişon.
Ocax û tedawiya bê derman mijareke ecêb e. Eleqa wî bi baweriyê, bi baweriya Elewîtiyê re heye gelo?
Dibe ku hebe lê li gorî zanîn, lêkolîn û baweriya min, hîmê nojdariya bê derman digihêje baweriyên paganî. Ji wir heta roja îro ji her baweriya ku li ser vî erdî bi cih û war bûye hinekî din sûd wergirtiye û hatiye gihiştiye roja me. Mînaka wê ya li ber çavan jî nojdariya bi rêya nistiyan e. Peyva nistî ku li herêma Semsûrê pir tê bikaranîn, bi serê xwe bandoreke nepen -qet nebe nîv nepen- li ser mirovan dike. Bi taybetî di nav mirovên berê (prîmîtîv/îlkel) de rêzgirtina li hember hêzên nepen, hêviya derbarê mucîzeyan de û hesreta jiyaneke xweş destnîşan dide. Ev yek, baweriya mirovan ya bi pêkanîn û derfetên derasayî di nav xwe de dihebîne. Lewra, tenê hêzên nepen dikarin aramiyê bînin yan jî bobelatan bî- nin serê mirovan. Gel, wisa bawer dike ku bidestxistina tiştên wiha ne bi rê û rêbazên xwezayî, lê tenê bi alîkariya van hêzên nepen dibe pêk bê. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi nistiyan heye. Li gorî baweriya van kesan, tenê nistî dikarin mirovan ji zirara hêzên nepen biparêzin. Bi pêşketinên zanistî û asta têgihîştina hişmendiya mirovan re sînorên bandora hêzên nepen jî teng dibin. Ev yek di mijara bijîşkiya gelêrî de jî bi vî rengî ye. Her ku nifşên nû digihêjin baweriya bi bijîşkiya gelêrî û baweriyên girêdayî mijarê jî kêm dibe. Piranî kesên nexwende, pîr û nav- sere baweriyên bi vî rengî dihebînin. Di asta bawerkirina bi hêzên nepen de rewşa kar, aborî, xwendin û perwerdehiya mirovan bi bandor e. Wek mînak, girêdana gel ya bi baweriyên pûç (batil) li gundan û çeperên bajaran li gorî navendan zêdetir e. Piranî kesên wisa -yên nezan, xizan û bêçare- serî li niviştan, helandina qurşûnan û pifkeran didin.
Di Hekîmtiya Kurmancî de rola jina berbiçav e. Sedema vê çi ye û tu dikarî ji bo vê çi bibêjî?
Jin, di nav pêvajoya bijîşkiya gelêrî de her li pêş in. Tecrûbeya wan ji ya mêran zêdetir e. Piraniya tecrûbeyên xwe ji dayik, xaltî, pîrik, met, xwesî, der û cîranên xwe wergirtine. Ew jî diyar dike ku jin di pêvajoya meşandina bijîşkiya gelêrî de xwedî roleke girîng in. Jin, zanînên xwe bi rêya kevneşopiyan hîn dibin, ne li dibistanan yan ji pirtûkên zanistî. Ew yek jî rê li ber baweriyên batil vedike. Li gorî Rivers, di hîmê bijîşkiya gelêrî de sêhr û baweriyên batil hene.
Di roja me de çiqas raxbet li Hekîmtiya Kurmancî heye, li gor nifşan?
Lê li gorî encama xebata me baweriya nifşên nû -bi taybetî jî nifşên ku li bajaran mezin dibin- bi pêkanînên bijîşkiya gelêrî roj bi roj kêmtir dibe.
Bi pêşketinên zanistî û asta têgihîştina hişmendiya mirovan re sînorên bandora hêzên nepen jî teng dibin. Ev yek di mijara bijîşkiya gelêrî de jî bi vî rengî ye. Her ku nifşên nû digihêjin baweriya bi bijîşkiya gelêrî û baweriyên girêdayî mijarê jî kêm dibe. Piranî kesên nexwende, pîr û navsere baweriyên bi vî rengî dihebînin. Di asta bawerkirina bi hekîmtiya kurmancî de rewşa kar, aborî, xwendin û perwerdehiya mirovan bi bandor e. Wek mînak, girêdana gel ya bi baweriyên pûç (batil) li gundan û çeperên bajaran li gorî navendan zêdetir e.
***
Dr. Tekîn Çîfçî kî ye?
Dr. Tekîn Çîfçî di sala 1977’an de li gundê Narînciyê ya Semsûrê hatiye dinê. Di sala 1997’an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetî temam kiriye û li Amed û Mêrdînê mamostetî kiriye. Paşê di sala 2013’an de li Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê di beşa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind qedandiye. Doktoraya xwe jî di sala 2019’an de li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de kuta kiriye.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
Kilam û Jin, Lêkolîn, Nûbihar, 2014
Zeviya Ramûsanê, Kurteçîrok, Nûbihar, 2015
Hekîmtiya Kurmancî, Lêkolîn, Nûbihar, 2022
Têbinî: Ev hevpeyvîn berî erdheja ku roja 6’ê reşemî li Mereş, Semsûr, Meletî û bajarên din çêbû hatiye kirin.
Çavkanî: Diyarname
[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 323 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://candname.com/- 19-11-2023
آیتم های مرتبط: 2
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 18-03-2023 (1 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: پزشکی
کتاب: فرهنگی
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 19-11-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 25-11-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 25-11-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 323 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
اماکن باستانی
پل قلعه حاتم
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
اماکن باستانی
مقبره داود رشید
زندگینامە
شاهزاده خورشید
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
روژین دولتی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
زندگینامە
عزیز یوسفی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
اماکن باستانی
پل سی پله
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
اماکن باستانی
محوطه باستانی سرخ دم لری
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
هلیا برخی
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
اماکن باستانی
مسجد سلطانی

واقعی
شهدا
ژینا امینی
22-09-2022
شادی آکوهی
ژینا امینی
شهدا
اسماعیل آقا شکاک
03-05-2023
شادی آکوهی
اسماعیل آقا شکاک
زندگینامە
عبدالرقیب یوسف
26-01-2024
سارا سردار
عبدالرقیب یوسف
زندگینامە
ادریس آلی
27-06-2024
شادی آکوهی
ادریس آلی
اماکن
حلبچه
30-06-2024
شادی آکوهی
حلبچه
موضوع جدید
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
30-06-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
30-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
حلبچه
30-06-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
سالار احمدی
30-06-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
ادریس آلی
27-06-2024
شادی آکوهی
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
25-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل سی پله
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
آرامگاه باباطاهر خرم آباد
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
مسجد سلطانی
24-06-2024
شادی آکوهی
اماکن
سد هاله
24-06-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,868
عکس ها 105,228
کتاب PDF 19,550
فایل های مرتبط 98,033
ویدئو 1,414
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
اماکن باستانی
پل قلعه حاتم
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
اماکن باستانی
مقبره داود رشید
زندگینامە
شاهزاده خورشید
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
روژین دولتی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
زندگینامە
عزیز یوسفی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
سوبژکتیویتەی کرد: از قلمروزدایی به قلمروسازی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
اماکن باستانی
پل سی پله
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
اماکن باستانی
محوطه باستانی سرخ دم لری
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
هلیا برخی
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
اماکن باستانی
مسجد سلطانی
پوشه ها
زندگینامە - جنسیت - مرد شهدا - جنسیت - مرد زندگینامە - ملیت - کرد شهدا - ملیت - کرد تحقیقات مختصر - کشور - اقلیم - شرق کردستان کتابخانه - کشور - اقلیم - ایران تحقیقات مختصر - کشور - اقلیم - تركيا تحقیقات مختصر - کشور - اقلیم - کردستان زندگینامە - پیشه - نویسندە شهدا - پیشه - سربازی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.234 ثانیه