Navê pirtûkê: LI SER TÊGÎNA ESTETÎSMÊ
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlîn
Navê çapxaneyê: Soran
Sala çapê: 2014
LI SER TÊGÎNA ESTETÎSMÊ
Ku mirov bahse xweşikatiyê bike, divê ku mirov, bi têgînî bi zêhnê re xwe li ser aqilê xwe re bihizirê û bahse wê bike. Xweşikatî, weke gotinaka ku di kurdî de bahse tişta levhatî û levkirî dike. Her wusa bi wê
re jî, tişta ku li berçav xweşik tê dîtin a. Pirr li ser wê hatîya sekinîn ku ew tişta ku li berçav ku tê dîtin, weke ku wê rewşa ku mirov dibînê ya(?).
Ev weke pirseka ku di temenê daraza bi xweşikatîyê re jî ya. Her wusa, xweşikatî û ankû weke ku bi rengê wê yê ku di nava felsefeyê de bahse wê hatîya kirin jî ´estetîk´, di vê çerçoveyê de divê ku mirov bahse wê bike û werêne ser ziman ku bi têgîneka jîyanî mirov divê ku wê hilde li dest û fahm bike. Tişta xweşik û ankû tişta ku mirov ew aciband, bi gotina xweşikatîyê de dihê ser ziman. Ji wê zêdetirî jî, dema ku mirov li ser wê dihizirê, her wusa di vê çerçoveyê de divê ku mirov wê fahm bike ku xweşikatî têgîneka ku em li vir divê ku wê fahm bikin a. He wusa, me jî, ew kir mijar di vê xabata xwe de.
[1]