کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
آثار هنری
کردهای سردشت
14-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
عطا حسینی
13-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
محمد بایر محمدی
13-07-2024
شادی آکوهی
تصویر و توضیحات
دکتر عبدالرحمن قاسملو در روستای گوردی در سال 1985
12-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
سوران عبدی
12-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شوانه احمدپور
12-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
محمد قادری
11-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
ارکان بالواسه
11-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
آبشار رزگه
10-07-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 523,701
عکس ها 105,970
کتاب PDF 19,729
فایل های مرتبط 98,906
ویدئو 1,422
زندگینامە
کیهان کلهر
زندگینامە
سوسیکا سیمو
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
زندگینامە
سوران عبدی
آثار هنری
کردهای سردشت
Di Kurmancî de jî (Paşeroj) Durist e
عکس های تاریخی دارایی ملی ماست! لطفا ارزش آنها را با لوگوها، متن و رنگ آمیزی کم نکنید!
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di Kurmancî de jî (Paşeroj) Durist e

Di Kurmancî de jî (Paşeroj) Durist e
Di Kurmancî de jî (Paşeroj) Durist e
Drewêş Derwêş

Mijara gotarê li ser bêjeya paşerojê ye; aya ev bêje di #kurmancî# de, dikare têgeha (ayinde, dema bê, musteqbel) durist diyar bike ?.
Kurdên başûr û rojhilat tev, jibo vê têgehê bêjeya paşeroj bi kar tînin, lê hin din pêşeroj bi kar tînin. Ev rewş zimanê me gelemşe dike.
Li ser vê mijarê, berî çend salan gengeşiyekê despêkir, min ji çend zimanzanan re xwend, ew ciwamêr ev bûn: Deham Abdulffetah, Brûsk Agirî, Samî Berbang, Keça Kurd, Sidqiyê Hirorî, Mustefa Reşîd.
Her yekî ji wan tiştê li cem bû got û deng biliya, weku lihevkirinek peyda bûbe û ev jî hêviya xwendevanan bû. Lê vê paşiyê dîsa vê mijarê serê xwe hilda; min gotarek baş ji M. Reşîd re li ser malpera avesta kurd xwend. Ji wê gotarê, mirov guman dike ku negihiştine encamek rûniştî û cihgirtî.
Pêşî: ez dixwazim tiştekî li gor xwe di vî warî de bibêjim. Armanca min ne rexne ye, ne jî nirxandin e. Bêguman nakokiyek di pirsê bi xwe de heye; jiber mirov bawer nake ku ev ciwamêrana bi kurdî nizanibin, yan rêzimanê kurdî (kurmancî) ji hev dernexin....
Mînakek ku nakokiyekê derîne û berçav bike.
Başe ku em mînakekê pêşkêş bikim, bi rengekî wisa ku nakokiyê di bêjeyên (pêş/paş) de destnîşan bike. helbet mînak pir in, yek jê dikare eva jêr be:
0-0 Li ser çemekî barajek heye, golek barajê heye; em saloxê vê bidin:
0-1 Em bi çem re dakevin, pêşî golek e, li paş wê golê bedena barajê ye, li paş bedenê ..
0-2 Em karin bêjin: li ser çem barajek hatiye avakirin, gol li paş bedena barajê ye.
Ji 0-1 Carekê me got: gol li paş bedena barajê ye.
Ji 0-2 Carekê me got: bedena barajê li paş golê e.
Ev nakokiyek e; çawa dibe ku gol geh li pêş barajê be û geh li paş barajê be.
Jibo gumanên me dûr neçin, ev terzê nakokiyê di zimanên din de jî heye. Heger em herdu hevokan wergerînin Erebî, ev wergerandin dikare bi vî rengî be:
إذا سلكنا النهر، في الامام يوجد بحيرة و خلف (بعد) تلك البحيرة جسم السد –
البحيرة هي خلف جسم السد.
Di Erebî de jî heman nakokî diyar dibe.
Egera vê nakokiyê di çi de ye?. Bêguman çend awa û rêbaz hene, ku mirov egerên vê nakokiyê diyar bike, yek jê ew e; ku mirov mînakan ji ziman bîne, wan vepexêre, ta ku mirov bigihêje encamekê û egeran binase.
Mînakek jibo nîşankirina hêmanên hemberkirinê.
Mirovek ji Dêrikê dibêje: Rimêlan li pêş Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paş Çilaxe ye
Jibo em ji xwe re hesan bikin, em binerin; çi hêmanên vê hemberkirinê hene ?. Heryek ji wan çi rolê dilîze ?.
1 - Çavdêr (yek ji dêrikê, bêjer-cihê bêjer giring e, ew xalek e).
2- şop (riya qamişlo-dêrik- rê, Şivîle),
3- pêş/paş (têgehên van peyvên mijara me ye).
4- berpîvan (Rimêlan, Tirbesipî- tiştê em dixwazin cihê wê nas bikin).
5 - qûç (Çilaxe- pîvanok, reference).
Bi kurtî. Berpîvana li pêş/paş girêdayî ye bi şop, qûç, û cihê çavdêr.
Bi gotinin matimatîkî: Berpîvan li pêş/paş = têkiliya (şop, qûç, cihê çavdêr).
Şop :1- şopê dualî ye; bêjer despêka xêzê nîşan dike. rê, sedek erd,...
Şop :2- tîrêj.e, liva li ser şopê yekalî ye; Despêka wê xwezayî be. çem, dem...
Qûç: 0 –nekeve pîvanê wek: ev cih li pêş e.
Qûç: 1 – perçek an xalek (rasteqîn an xiyalî) ji şopê be. li pêş kîlomitra sedî, li paş gir
Qûç: 2 – heyînek li ser şopê be. Li pêş erebê, li paş mirov.
Çavdêr: 1- cihê çavdêr xalek e. ji vir, ji ba min, ji amedê.
Çavdêr: 2- cihê çavdêr dikare li ser şopê bilive. Bi rê de em çûn, me ev dît û ev dît.
1 – qûç ji şopê ye.
1-0- Pîvana li gor şopê
Pîvan li gor şopa dualî – rê,.
Heger em bixwazin berpîvanekê himber şopê bi xwe binerxînin; ango himberkirinek bê qûç.
Du rewş hene.
Heger çavdêr guman kir, ku aliyê (1) despêka şopê ye; jixwe - çarkuç li pêş e.
Heger çavdêr guman kir ku aliyê (2) despêk e, ji xwe - çarkuç li paş e.
Şopa yek alî çi ye.
Şop ya livekê, hin bi aliyekî tenê ne, di folklor jê re dibêjin (riya çûn û nehatinê) wek dem, çem, temenê mirov... Siruşta van tevan ku bi paş de venagerin. Li ser şopa yakalî despêk (pêşî) û dawî (paşî) yên wê şopê xwezayî ne û her yek ji wan diyar e, û li gor cihê çavdêr nayên guhertin.
Despêka çemê Ferat Bîngol e, despêka pirtûkê sernivîsa wê ye, despêka temenê min zayîna min e, dawiya şerê cihanî duwem sala 1945 bû. Di matematîk de, niwênerê van şopan tîrêj in.
Pîvan li gor şopa yekalî, dem , çem, xwendina pirtûkê, temenê mirov..
B-kîban d-reqa
Li ser çemê Ferat, kîpan li pêş e, lê Reqa li paş e.
Hergav weku cihê çavdêr li despêka çem be
Encam: pêvana li gor şopê berpîvana nêzî despêkê be, ew li pêş e û ya nêzî dawiyê be, ew li paş e.
1-1-0- Pîvan li gor qûçekê (xalekê) ji şopê
Sê bajar (Tirbesipiyê, Çilaxe, Rimêlan) li ser riya Qamişlo-dêrikê ne, li gor wêneya jêr rêz in
Çavdêrê li seriyekî
Mirovek ji Dêrikê dibêje: Rimêlan li pêş Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paş Çilaxe ye.
Çavdêrê li seriyê din
Mirovek ji Qamişlo dibêje: Rimêlan li paş Çilaxe ye û Tirbesipiyê li pêş Çilaxe ye.
Çavdêrê li dervî şopê
Heger bêjer li dervî şopê be û despêka şopê ne nirxîne. Nema dibêje pêş/paş lê. Dibêje: berpêvana A li çepî qûçê ye û berpîvana B li rastî qûçê ye.
Encam
Ji mînakan em digihên van encaman.
1 – çavdêr gumana despêkê dike (cihekî dipejirîne weke despêk).
2 – çavdêr dibêje: berpîvan li pêş (paş) qûçê ye, heger li gor despêkê, berpîvan ji qûçê nêzîktir (dûrtir) be.
Mînakek zêde
Têkiliya çem û mizgeftekê wek di wêneyê jêr de
Li gor çavdêr tê guhertin
Çavdêr li aliyê (1) ye, dibêje: mizgeft li pêş çem e.
Çavdêr li aliyê (2) ye, dibêje: mizgeft li paş çem e.
1-1-1- Qûç xal e, şop tîrêj e, yekalî ye
Xal ji ser şopa tîrêjê
B-kîban c-cerablus d-reqa
Li ser çemê ferat, Baraja kîban li pêş baraja Reqa ye.
Bexdad li pêş Besra ye û Besra li paş Bexda ye.
Encam: Her xalekê li ser şopa tîrêjî (yekalî) berê wê li despêka şopê (tîrêjê) ye.
Çavdêr li kû be, despêk nayê guhertin û tîrêj jî wek xwe dimîne.
Ev hemtayê tîrêja matematîkî ye.
Bi kurdî xala (c), li pêş xala (d),ye û li paş xala (b) ye.
Bi zimanê erebî û yên din jî wisa ye:
نقطة ج قبل النقطة د ، وبعد النقطة ب
Encam
Xalên (qûçên) li ser şopa tîrêjî weku riwên wan li despêka tîrêjê be.
Li pêş qûçê, berbi despêkê ve ye. Li paş qûçê ber bi dawî ve ye
Mînakek zêde paş roj
Roj ji tîrêja demê qûçek e; ji qûça (roj) berbi despêka demê ve, ew li pêş rojê ye, (pêşroj) e. Ji qûça (roj) ber bi dawiya demê ve, ew li paş rojê ye; (paşroj) e.
Duşem li pêş sêşemê ye û çarşem li paş sêşemê ye.
2 – Qûça bi rûber li ser şopê ye.
2 – qûça bi rûber çi ye.?
Hemû qûç li jor, me li wan temaşe dikir, weku xal an qûçên bê rûber bin. Wek darek, kevirek û heta gir, çiya, ko nîşanên şopê (rê) ne, tevî hin ji wan rûberê wan yê xwezayî jî hebûn. Wek bajarê Çilaxe, mirovekî pir dûr ku em rûberê wî nanasin. Çavdêr bi çavê xalekê li wan temaşe dikir û erkê nîşankirina şopê dispêre wan xalan.
2-1 - Li ser şopek dualî
Nîşankirin
Mirov, erebe, çem, ajel. Rûberên van xweristî ne.
Erebe qûç e, berpîvan sêkuç û çarkuç in
Riwekî qûçê
Çavdêr li kû be; her wê bêje: sêkuç li pêş erebê (qûçê) ye û çar kuç li paş erebê (qûçê) ye.
Riwê dinî
Heger berê erebê 180 pileyî zîvirandî be. Tiştên li pêş (paş) dibin li paş(pêş).
Ev nirxandin, ne bi cihê çavdêr û ne bi liva qûçê (erebê) ve girêdayî ye.
Encam
Ji nimuneyan diyar e, kîjan berpîvana berê qûçê lê be, ew li pêş qûçê ye û ya pişta qûçê lê be ew li paş qûçê ye.
Têbînî: çavdêr dibêje: dijmin hatin, min xwe avêt pişt gir (darê, kevir; erebê).
Çavdêr li gir bi çavê kozik û çeperê temaşe kir, berê kozikê li dijmin e û ew di paş kozikê de ye. Bandora mitirsiyê li rewişta mirov heye; dijmin (mitirsî) despêka şopê ye.
2-2-Şopa bi rûber, qûça bi rûber (tîrêjî).
Heger li ser çem barajek hebe û ev baraj golekê çêdike. Em fêrbûne ku gol û baraj bi hev re bin. Baraj bi rûber e. Kurd dibêjin: Beden li pêş golê ye û gol li paş bedenê ye.
Gemî
Li ser çemê ferat gemiyek diçe ber bi Bîngolê ve, ji wêneyê hûn dibînin, berpîvana (b) li pêş gemiyê ye, û berpîvana (d) li paş gemiyê ye.
2-0- Liva li ser şopê
Erebe li ser riyekê diçe, an darek li ser ava çem diherike; mirovek di demê de mezin dibe. Paş ew cihê livok tê re buhurîne, pêş ew cihê livok dûvre wê tê re bibuhurin.
Bi giştî
Pêş/paş têkiliyek e, di navbera berpîvan û qûçekê de ye, herdem bi tîrêjekê ve tê pîvan. Heger şop ne tîrêj be jî, dîsa guman dibe ku despêk û dawiya şopê heye û bi çavê tîrêjê lê tê temaşe kirin.
Du rengên hemberkirinê hene:.
1 – Li gor heyîneke li ser şopê (ne ji şopê) bi rûber.- Hêla riwê heyînê, ew pêş e.
2 – Li gor şopê û xalên şopê –rûberê xalê an şopê li despêkê ye. Ango hêla despêka şopê, ew pêş e.
Puxte: rûberê liva xwezayî ya heyînên li ser tîrêjê vajî (hevdijî) rûberê liva tîrêjê bi xwe ye.
Mînak: Em ji newrozê sê mehan dûr in.
Piştî 3 mehan emê bigihên Newrozê – em livok in, ber bi Newrozê ve diçin
Piştî 3 mehan Newroz wê bê.- Dem (xala Newrozê) livok e, ber bi me ve tê.
Dilopên ava çem, heyînên di demê de... Bi alîkî ve diçin, vajî vê newala çem, dem.. bi aliyê din ve diçe.
Encama dawî: Berpîvan li pêş qûçê ye heger riwê qûçê li berpîvanê be, paş zîvirandina rû ye bi 180 pileyî.
Despêkê me mînakek nakokiyê anîbû. Li vir diyar dibe, ku ew nakokiyek sexte bû. Lê derbirîna durist ji berpîvanekê re li ser du tîrêjên riwên wan beramberî hev bûn. Li gor tîrêjekê berpîvan li pêş bû û li gor tîrêja din li paş bû. Ev jî nirxandinek locîk e û ev şêweyê nîşankirin û derbirînê di hemû zimanan de yek e.
Hin têbînî
1 - teyoriya Eniştayn: Pêşî em bêjin ku li gor teyoriya Eniştayn guhertinên dem, cih û giraniyê bi leza gewd ve girêdayî ne; lê guhertinên pêktên li gor lezên li ser zemînê, ewqas piçûk in ku tu terazû nînin, wan guhertinan karibin bipîvin, ji ber vê jî mirov bîra wan nabe û di hişê wî de nameye û nabe ziman û şêweyê derbirînê.
2- Tîrêj niwêneriya cih û demê dike. Ji hêla wateyê ve dem û cih ji hev cihê ne, lê ji hêla matemtîk û bîrsayî (locîkê) ve (şêweyê têkildariyê ve). Tîrêj niwêneriya herdiwan dike. Taybetmendiyên tîrêjê yek e; çi niwêneriya demê bike an cih bike. Dem tîrêj e; wek tîrêja cih ku dûriyekê tenê nîşan bike. Çep û rast yên tîrêja demê nînin.
3 - Hemû qûçên ji demê li ser wê tîrêjê rûberê wan ber bi despêka tîrêjê de ye(dem himber me tê). Sal, roj , meh, kêlîk, saet, milyon sal.
Hemû heyînên li ser tîrêja demê, ber bi dawiya tîrêja demê ve diçin.
4-Liva li ser şopê: Cihê despêka livê ev despêka şopê ye; heger liv ber bi dawiya şopê de be, ew liv bi pêş de ye. Heger liv ber bi despêka şopê de be, ew liv bi paş de ye.
Pêşketin û pêşveçûn; ew e, ku ku liva ber bi dawiya demê (şopê) de pêkhatibe. Paşketin vajî pêşketinê ye.
5- Rûyê livê: Paşverû: ew heyîna ku berê wê li despêka şopê be. Pêşverû vajî paşverû ye
6-Hevalkar û navdêr: Ev xort li pêş e. Qûç negotî ye, ji mijarê diyar dibe.
Mîrê botan got: (kurdîtiya Xanî li pêş e.). Li gor kesên dema Xanî, lê îro (kurdîtiya Xanî li pêş bû.).
Pêş, paş hevalkar in, lê pêşî û paşî navdêr in. Nîşan in, ji bo cihekî (demeke) taybet.
- Şahiyek e, em ji xort re dibêjin: Piştî şahiyê paş xwe paqij bike. Ango xanî paqij bike.
Lê heger me jê re got: paşiya xwe paqij bike; ew dikare gumana tiştekî din bike.
-erdê beyar li paş terektorê mehêle. Hevalê xwe li paş xwe nehêle.
Rojên pêşî (yên) adarê (yek û ... Adarê ne). rojên pêş adarê (rojên dawiya reşemê ne).
Mirov dibêje pêşî, jibo tiştek li ber çavê me nêzîk xuya be. Wek: mirin li pêşiya herkesî ye.
Ji bo musteqbel paşeroj (paşroj) durist e.
Rojên bên û rojên li paş îroj herdu demekê wek dema musteqbel nîşan dikin. Musteqbel: dema ber bi dawiya demê de, ew musteqbel e.
Mînak: ez bilez bi alî Amedê de diçûm, her bi her amed nêzîkî min dibû û bi aliyê min de dihat. Di vê rewşê de, weku ez na livim, lê amed dilive û tê.
Mînak: roj wê bên, emê tê de serfiraz bin - rojên tên (bên) musteqbel e.
Paşeroj peyvek hevdudanî ye. Ji peyvên (paş) û (roj) avabûye.
Roj xalek e, ji tîrêja demê ye. Yek taybetmendiya (roj) ê tenê heye; ew e, ku demek rût e. Ne giranî û ne dûriyên wê hene ji bilî dûriya demê. Wek diyar bû, rûberê vê xalê li despêkê ye; {ji (roj)ê ber bi dawiya demê ve, ew li paş wê (roj)ê ye.}
Nûbihîstî Peyva hevdudanî cihê ye ji rehên xwe.
Musteqbelê min li paş deh salan wê diyar bibe- sibe ne ji musteqbelê min e, lê sibe li paş îro ye !.
Em li paşerojê temaşe dikin li gor peyvên wê yên bingehîn. Ne weke têgeheke nû afirandî, nûjen.
Peyva ji du rehan, wateyek nû distîn e, hinekî cihê ye, ji herdu wateyên ku peyv jê peyda bûye. Ev ji peyva musteqbel ya Erebî jî diyar e. Bi demê re, ew peyv jiyaneke xwe ya taybet dijî, wateya wê li gor wê pêş dikeve û tê guhertin.
Mînak: Peyva serserî, wateya wê hatiye guhertin. Melevanê xwe ser serî davêje avê, an pehlewanê li ser ben ser serî dilîze; ev mirovên han ser serî ne, lê ne serserî ne.
Tevî îro, çar tiliyên (guliyên) sêgulîkê hene, hîna jî jê re dibêjin sêgulîk û navê naguherin çargulîk. Wisa jî, heger keçek sê guliyên wê hebin, ne ji mafê kesekî ye, jê re bibêje: sêgulîka min.
Paşguh, zi(k)gurd, berçav, navmalî, kevanî...ev peyvên hevdudanî em wan li gor têgeheke serbixwe dixebitînin.
Peyva paşeroj, peyvek e, di kurdî de têgehek pê ve hatiyê bestin. Ev têgeha paşerojê cihê ye ji têgeha (rojên paş îro); weku têgehên (serserî, sêgulîk,...) Cihê ne ji têgehên (ser serî, sê gulîk,... ).
Durist e, ez bêjim: paşeroja min piştî salekê ye; lê ne durist e, ez bêjim rojên min yên paş îro piştî salekê ne.
Paşeroj di kurmancî de peyvek nûbihîstî ye, ji hêlekê ve, em peyvin biyanî dixebitînin, yan jî jiber ku em têgeha musteqbel bi peyvên wek li pêş min, li pêş filan.. diyar dikin, jibilî vê jî- ji sedemên nas - xwendina me ya kurdî kê me. Ev sedem tev dihêlin ku peyva Paşeroj ji me re nûbihîstî diyar bibe û li guhê me giran be.
Çi peyva niwêneriya têgeheke nû bike û têkeve zimanekî, nûbihîstî ji wî miletî re diyar dibe, bi demê re hogirî wê peyvê dibin. Peyvên (serserî, sêgulîk,...) Despêkê nûbihîstî bûn û bi xebitandinê mirov hogirî wan bûye.
Zimanê gel e, peyva li gor rêzikên awarte.
Wan nivîskarên navên wan li jor buhurî, diyar kirin ku peyva paşeroj Feqê Teyran bikar aniye, hem jî ferhengên kurdî paşeroj wateya musteqel nîşan dike, zêdetir li başûr û rojhilatî kurdistanê dehên salan e, tê xebitandin; di heman demê de peyva pêşeroj ji bo (musteqbel) nehatiye xebitandin. Bi gotinin din paşeroj cihekî xurt girtiye.
Ziman yê gel e ; peyva cihgirtî di ziman de, heger ne li gor rêzikên rêziman jî bin; di ziman de dimîne û dibêjin: ev peyv ne li gor rêzikên ziman e.
Paşeroj jibo musteqbel durist e, ji hêla ziman û locîkê ve durist e û di zimanê kurdî de cihgirtî ye.
[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 29 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 23-06-2024
آیتم های مرتبط: 52
تاریخ و حوادث
تحقیقات مختصر
کتابخانه
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 00-00-2007 (17 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: ادبی
کتاب: زبانی
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 25-06-2024 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 28-06-2024 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 28-06-2024 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 29 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تحقیقات مختصر
مختصری از ایلام کهن کورد
زندگینامە
محمد اوراز
تحقیقات مختصر
شاهان شبان و پنج قرن حکومت کوردها بر مصر
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
پل چالان چولان
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
اماکن باستانی
مناره آجری خرم آباد
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
تحقیقات مختصر
آیا میرزا کوچک خان جنگلى کورد است؟
زندگینامە
روژین دولتی
زندگینامە
سوسن رازانی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
فریدون بیگلری
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
اماکن باستانی
قلعه کوهزاد
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
قطب‌ الدین صادقی
زندگینامە
سامان طهماسبی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
سارا خضریانی
زندگینامە
یوسف قادریان
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
اماکن باستانی
پل کشکان
کتابخانه
غمنوای کوهستان

واقعی
زندگینامە
کیهان کلهر
03-06-2023
شادی آکوهی
کیهان کلهر
زندگینامە
سوسیکا سیمو
26-02-2024
سارا سردار
سوسیکا سیمو
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
10-07-2024
شادی آکوهی
تپه باستانی ربط سردشت
زندگینامە
سوران عبدی
12-07-2024
شادی آکوهی
سوران عبدی
آثار هنری
کردهای سردشت
14-07-2024
شادی آکوهی
کردهای سردشت
موضوع جدید
آثار هنری
کردهای سردشت
14-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
عطا حسینی
13-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
محمد بایر محمدی
13-07-2024
شادی آکوهی
تصویر و توضیحات
دکتر عبدالرحمن قاسملو در روستای گوردی در سال 1985
12-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
سوران عبدی
12-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شوانه احمدپور
12-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
محمد قادری
11-07-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
ارکان بالواسه
11-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
آبشار رزگه
10-07-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 523,701
عکس ها 105,970
کتاب PDF 19,729
فایل های مرتبط 98,906
ویدئو 1,422
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تحقیقات مختصر
مختصری از ایلام کهن کورد
زندگینامە
محمد اوراز
تحقیقات مختصر
شاهان شبان و پنج قرن حکومت کوردها بر مصر
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
پل چالان چولان
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
اماکن باستانی
مناره آجری خرم آباد
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
تحقیقات مختصر
آیا میرزا کوچک خان جنگلى کورد است؟
زندگینامە
روژین دولتی
زندگینامە
سوسن رازانی
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
فریدون بیگلری
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
اماکن باستانی
قلعه کوهزاد
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
قطب‌ الدین صادقی
زندگینامە
سامان طهماسبی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
سارا خضریانی
زندگینامە
یوسف قادریان
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
اماکن باستانی
پل کشکان
کتابخانه
غمنوای کوهستان
پوشه ها
زندگینامە - جنسیت - مرد زندگینامە - ملیت - کرد اماکن باستانی - کشور - اقلیم - شمال کردستان اماکن - کشور - اقلیم - شرق کردستان تحقیقات مختصر - کشور - اقلیم - شرق کردستان کتابخانه - کشور - اقلیم - جنوب کردستان اماکن - کشور - اقلیم - غرب کردستان تصویر و توضیحات - کشور - اقلیم - ارمنستان زندگینامە - پیشه - زندان سیاسی زندگینامە - پیشه - نامدار

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 1.672 ثانیه