Navê pirtûkê: Dîroka felsefeyê li Kurdistanê
Navê nivîskar: #Abdusamet Yîgît#
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlîn
Navê çapxaneyê: Concept Medienhaus GmbH
Sala çapê: 2016
Dîroka felsefeyê li Kurdistanê
Nivîsandina dîroka zanebûna civata Kurd a ku li Kurdistanê li ber Diclê û Firatê bi felsefeyê û pêvajoyên re ku pêşketina, di serî de zanebûnek mazin ya bi dîrokê û mejûya civatê re ji mirov dixwezê. Bêgûman, li vir, divê ku mirov werêne ser ziman ku bi dîrok û mejûya dîroka felsefeyê li ber Diclê û Firatê, pirr kevn diçê. Gelek zanînên ku em dizanin, bi kifşkirinên bi demê re ku bi aqilê mirov re dibin, didina gûharandin. Her wisa, dîroka aqil û zanebûnê a li ber Diclê û Firatê û ankû di navbera Diclê û Firatê de ku pêşketiye, ji ya ku em dizanin pirr zêde kevntira. Îro, tenê bi zanebûna me ya ku em heya, em dizanin ku têgîna baweriyê, li ber firatê, weke ku em li xirabreşkê kifş dikin, diçêt berî zayina îsa heta duwanzdeh(12) hezar salan. Her wisa, di vê çerçoveyê de çendî ku mirov dîrokê dikolê û lêkolînê di wê de dikê, mirov kûrtir û zêdetir diçêt.
[1]