کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
آبشار رزگه
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
قلعه كورگان كوهدشت
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
مناره آجری خرم آباد
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل چالان چولان
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
تالاب بیشه دالان
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل کشکان
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه پریز
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
غار عالی آباد
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
غار وقت ساعت
10-07-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 522,739
عکس ها 105,764
کتاب PDF 19,697
فایل های مرتبط 98,623
ویدئو 1,420
کتابخانه
کردستان و کرد
کتابخانه
دکتر عبدالرحمن قاسملو و کرد...
کتابخانه
40 سال مبارزه در راه آزادی
تحقیقات مختصر
مانیفست آزادی بر مبنای اندی...
زندگینامە
ژیلا حسینی
Serpêhatîya rêberê evsaneyî Simkoyê Şikak
کوردیپدیا دادگاه نیست، داده ها را برای تحقیق و حقیقت یابی آماده می کند.
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serpêhatîya rêberê evsaneyî Simkoyê Şikak

Serpêhatîya rêberê evsaneyî Simkoyê Şikak
Serpêhatîya rêberê evsaneyî Simkoyê Şikak
Nivîsandin û Amadekirin: #Mihemedsalih Qadirî#
Simko sala 1887`an ji dayîk dibe. Piştî wê ku di sala 1905an de Cewher axayê birayê mezin ê wî ji aliyê hakimê Tewrêzê ve bi xapandinê tê kuştin û piştî wê ku Mihemed Axayê bavê wî ji aliyê Osmaniyan ve tê bêserûşûnkirin, ew jî ji sala 1906`an ve li herêmên Kotol, Makû, Kela Xwê (Xoy) û Selmasê, bona bihêzkirina desthilata xwe dest bi liv û tevgerê dike.
Li meha îlona sala 1912`an dema ku Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Taha neviyê Şêx Ubeydullah ji Tiflîsê diçin Xoyê, li wir ji aliyê çekdarên Tirk ve têne girtin û ber bi aliyê Tirkiyê ve têne birin, Lê Simko dema pê dihese, bi hêzekê êrîşî ser wan dike û li ser sînorê di navbera Îran û Tirkiyê piştî şerekî kurt Ebdulrezaq û Seyîd Taha ji destê wan rizgar dike.
Di despêka sala 1913`an de Simkoyê Şikak bi hevkariya Ebdulrizaq Bedirxan karî “Komeleya Cîhandanî” li bajarê Xoyê ava bike. Di vê çarçoveyê de dibistaneke kurdî li bajarê Xoyê (bajarê Xwê) tê vekirin ku çend mamosteyên Kurd ku ji Qefqazê hatibûn, bi zimanê Kurdî û Rûsî, ders dane 29-30 zarokên Kurd.
Li dawiya sala 1914an di kelekela şerê yekem ê cîhanî de, li gor lihevkirina di navbera Rûs û Îraniyan de, di dema dûrxistina Simko ji aliyê Rûsan ve bo Tiflîsê, li nêzî Colfayê ji aliyê Ermeniyan ve teqe lê hate kirin, lê ti zirarek negihîştê.
Di sala 1916`an de, dema ku rûsiyan dîtin ku bêy hebûna Simko li herêma Xoy û Kotolê, metirsiya dagîrkirina wan herêman ji aliyê Osmaniyan ve heye, Simko serbest berdidin û rê didin ku vegere devera Kotolê.
Sala 1918’an li ser daxwaza Marşîmon rêberê olî ê Asûriyan, Simkoyê Şikak bo hevdîtinê ji Çariyê diçe Kohneşehr a nêzî Selmasê. Di vê hevdîtinê de, dema ku Simko pê dihese ku Marşîmon li gor qewlên ku berê Rûsan dabûne wî û gelek çek û teqemenî dabûnê, dixwaze dewleteke Asûrî li ser xaka Kurdistanê ava bike, lewra bo pûçkirina wê pîlanê di pêvajoya vê hevdîtinê de Marşîmon dikuje.
Di nameyekê de ku tê texmînkirin di sala 1919an de Simko bo generalê desthilatdar ê Îranî Hesen Muqedemê Zefer El-dewle nivîsiye, di wê nameyê de Simko gotiye wî karbidestî, di cîhanê de gelek neteweyên kêmtir ji Kurdan bûne xwediyê dewleta xwe. Ger Kurd bi vê nifûsa xwe nekarin otonomiya xwe bi dest bînin, mirina wan baştir e ji hebûna wan.
Di meha duyem a bihara 1919`an de, hakimê Tewrêzê Mukerem El-mulk, bi alîkariya Ermeniyên wir, paketeke bombekirî amade dike û li ser navê şandina diyariyekê ji aliyê jineke Azerî ya xizma Simko ve bo Xusroyê kurê Simko, bombeyê bo kuştina Simko dişîne Çariyê. Di encama teqîna bombeyê de, birayê Simko bi navê Elîxan û sê kesên din di cih de têne kuştin û çend kesên din jî birîndar dibin.
Lewra Simko roja 17.07.1920`î Emerxanê Şikak mişêvr û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên xwe erkdar dike ku êrîşî ser hêzên dijmin bike, û Emerxan jî piştî şerekî giran kariye bendera Golmexane û cihên stratejîk ên Urmiyê bigre û bi vî rengî bajarê Urmiyê ji destê neyaran rizgar bike.
$Şerê rizgarkirina Mehabadê$
Sala 1921`an hêzên Simko piştî şerekî giran zêdetir ji 700 kes ji hêzên Îranê kuştin û herwisa fermandeyê giştî yê serbazên Îranê li padigana Mihabadê bi navê Hesen Melekzade jî bi dîl girtin û bajarê Mihabadê bi yekcarî ji destê dagîrkerên Îranî rizgar kirin.
$Şerê Şekeryazê$
Roja #17.12.1921# `an artêşa Îranê bi 5 hezar şerkeran ve û bi fermandehiya Emîr Erşed Zirxam Qeredaxî li gel şêvirmendê leşkerî yê Swêdî bi navê “Lindbergh” êrişî ser Simko kirin. Emîr Erşed Zirxam Qeredaxî birayê Mihemed Husênxan bû, ku wî di sala 1905`an de, Cewher Axayê birayê Simko li Tewrêzê kuştibû. Di çarçoveya fermana Simko de Emerxanê Şikak jî bi hêzeke teyar, digel 200 şervanên Zêbariyan çeperên dijmin dişkînin û Emîr Erşed Qeredaxî jî dikujin.
Di Tîrmeha 1922`an de Simko rojnameya “Kurd” li bajarê Urmiyê daye weşandin, ku çend hejmarên wê bi du zimanên Kurdî û Farsî hatin weşandin.
Simko di dema serhildana xwe de têkiliyeke berfireh li gel piraniya serokhoz û rewşenbîr û şoreşgerên Kurdan hebûye û di nameyeke xwe de rû li gelê Kurd dike û wiha dibêje:
“Ey Kurdino! Xeynî yekîtî û pêkvebûnê, me ti riyek bona rizgariya neteweya xwe ji destê dijmin pê şik nayê û ji bilî girtina destê biratiya hevdu, ti çareyek bo rewşa bêçaretiya Kurdan tineye. Bi rastgoyî, destê yekgirtin û pêkvebûnê bidin hevdu û bi hemû hêz û şiyana xwe li hember destdirêjiya dijmin xwe biparêzin. Rêya rizgariyê tenê ev e, ne ti tişîteke din”.
Roja 27.07.1922`an di bin fermandehiya serleşker Cehanbanî de, 15 hezar leşkerên hikûmeta Rizaxan êrişî ser Kela Çariyê êvirgeha Simko dikin. Di rewşeke wisa de Simko neçar maye ku ji Kela Çariyê ve ber bi herêma Şipîranê ya nêzîkî sînorê Tirkiyê paşve kêşanê bike.
Di şeveke Oktobera 1922`an de, hêzên Tirk êrişî ser gundê Şamanis a Bakûrê Kurdistanê dikin. Di encama vê hêrişê de hevjîna Simko ya bi navê Cewahir Xanim tevî çend kesên din têne kuştin û kurê Simko yê şeş salî bi navê Xusro jî tê girtin.
Roja 06.11.1922`an çend karbidestên Îngilîzan bi serperestiya “Sidi Edmunds” li gundê Behirkê ya ser bi Hewlêrê bi Simko û Seyîd Taha û Ehmed Axayê birayê wî re dicivin. Di vê civînê de serbarê hewla Simko bo rakêşana piştgiriya Îngilîzan, lê karbidestên Îngilîzê ti qewleke piştgiriyê nadin tevgera Simko.
Roja 08.01.1923`an Simko ji bo seredana Şêx Mehmûd çûye bajarê Silêmaniyê û li wir bi merasimeke fermî û di nav kernevaleke mezin de ji aliyê Şêx Mehmûd û xelkê Silêmaniyê ve hatiye pêşwazîkirin.
Simko li heyama mana xwe ya li Silêmaniyê, piştî çendîn hevdîtinan li gel Şêx Mehmûd çi bersivek erênî bo dûrketina wî ji Tirkan û lihevkirina bi Îngilîzan re jê wernegirtiye. Herwisa Simko çi hêviyek bi piştevaniya Îngilîzan jî nemaye ku di wê demê de, li dijî Îranê piştevaniyê li Simko bikin. Di wî çaxî de bi sedema ji nû ve destpêkirina şerê di navbera Şêx Mehmûd û Îngilîzan, êdî Simko tê gihîştiye ku mana wî li Silêmaniyê bêfeyde ye û pêşeroja wî jî ne zelal e. Lewma di 28.03.1923`an de ji bajarê Silêmaniyê derdikeve û vedigere derdora Rewanduzê.
Piştî bêhêvîbûna Simko ji Îngilîzan û bicihhêlana Silêmaniyê û hatina wî bo herêma Rewanduzê, li wir ji aliyê Ozdemir karbidestê Tirkiyê ve hinek qewl û soz bi Simko têne dayîn. Hikûmeta nû ya Tirkan bona ku nehêle Îngilîz Simko li dijî wan bi kar bînin, wekî taktîka demkî, li gel rêdana bi Simko bo çûna nav Tirkiyê û radestkirina beşek ji darayî û malê zewtkirî yê wî û herwisa berdana Xusroyê kurê wî, gelek qewlên din jî dane Simko.
Lê piştî wê ku peymana Lozanê li rêkevt 24.07.1923`an tê îmzekirin û nakokiyên di navbera Tirkan û Îngilîzan li ser qedera Mûsilê, heta qasekê yekalî bûye, êdî Simko nekariye di Tirkiyê de bimîne û carek din bi destê betal vegeriyaye ser sînor û li derdora Çiyayê Dalamper li ser sînorê di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de akincî bûye.
Di destpêka sala 1924`an de piştî lihevkirina di navbera Simko û hikûmeta Îranê de, Simko vedigere Îranê û li gundê Howesnê ya girêdayî herêma Soma ya Urmiyê cihûwar dibe.
Sala 1925`an di dema pêşwaziya Simko ji hatina Rizaxan bo Selmasê, dema ku Rizaxan çekdarên Simko dibîne, ditirse û hizir dike ku ketiye dava Simko de û bi armanca xwederbazkirinê zû xatirê xwe jê dixwaze û dibêjê ez ê saet 4ê êvarê herim Kohneşehrê û tu jî were wir bona ku em bi hev re biaxifin. Simko piştî xatirxwastina wî bi diltengiyeke mezin û bi dengekî bilind gotiye:
“Diviya min ew kuştiba. Ji niha şûnda çi bête serê min heqê min e. Bêguman dê rojek bêt ku heman Rizo (Rizaxan) dê min bikuje”.
Sala 1926`an Simko bi 1500 kesî êrişî ser Selmasê kir, lê bi sedema nakokiyên navxweyî nekarî bajar bigre û di dema paşvekêşanê de li herêma Soma-Biradostê hate têkşikandin û neçar ma ku here Iraqê û li bakûrê Rewanduzê li Sîdekan biêvire.
Sala 1928`an cardin Simko li gel Tirkan li hev kir û li gel alîgirên xwe çûne nav sînorê Tirkiyê û li herêma Gewer a Bakûrê Kurdistanê bicih bûn.
Piştî vê ku Simko bo heyama du salan di rewşeke dijwar de, li sêgoşeya Başûr û Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê dimîne, li havîna sala 1930`î serheng Sadiqxanê Newrozî ji rêya Teymûrê Şikak ve ku pêştir çekdarê Simko bûye, nameyekê ji Simko re dişîne û daxwazê dike ku Simko bête Şinoyê û li wir çavê wî bikeve serleşker Hesen Muqedem fermandê payebilind ê Îranî.
Simko ku bi niyetpakî dixwast digel karbidestên Îranê bo çareseriya kêşeyên di navbera xwe de gotûbêjê bike, lê karbidestên hikûmeta Îranê berevajî dixwastin wî bixin davê û ji nav bibin. Mixabin Simko bi vê pîlana wan a qirêj nehesiya û bi hêsanî kete dava neyarên xwe de û roja 18.07.1930`î (27.04.1309an) li bajarê Şinoyê hate terorkirin. Bi vî rengî canê wî qehremanê efsaneyî yê Kurdistanê dibe goriyê nîştiman û dawî li tevgera wî ya zêdetir ji 20 salan tê.
Rizaşah hizir dikir ku bi nemana Simko xebat û tekoşîna Kurdan li Îranê dê bo heta heta bi dawî bê, lê li sala 1941an di dema şerê duyem ê cîhanî de eva Rizaşah bû ku dawî li hikûmeta wî hat û careke din gelê Kurd rabû ser piyan û vê carê bi rêberiya Pêşewa Qazîmihemed li sala 1946`an karîn Komara Kurdistanê ava bikin.
[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 9 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 08-07-2024
فایل های مرتبط: 2
آیتم های مرتبط: 3
تاریخ و حوادث
زندگینامە
شهدا
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 20-06-2023 (1 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: مشکل کرد
کتاب: تاریخ
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( راپر عثمان عوزیری ) در تاریخ: 08-07-2024 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 08-07-2024 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 08-07-2024 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 9 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
اماکن باستانی
پل چالان چولان
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
یوسف قادریان
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
کتابخانه
افسانەهای لری
اماکن باستانی
مناره آجری خرم آباد
زندگینامە
سامان طهماسبی
زندگینامە
محمد اوراز
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
مختصری از ایلام کهن کورد
زندگینامە
سوسن رازانی
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
روژین دولتی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
شاهان شبان و پنج قرن حکومت کوردها بر مصر
زندگینامە
فریدون بیگلری
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
تحقیقات مختصر
آیا میرزا کوچک خان جنگلى کورد است؟
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
پل کشکان
زندگینامە
قطب‌ الدین صادقی
اماکن باستانی
قلعه کوهزاد

واقعی
کتابخانه
کردستان و کرد
10-06-2012
هاوری باخوان
کردستان و کرد
کتابخانه
دکتر عبدالرحمن قاسملو و کردستان
23-07-2014
هاوری باخوان
دکتر عبدالرحمن قاسملو و کردستان
کتابخانه
40 سال مبارزه در راه آزادی
28-04-2013
هاوری باخوان
40 سال مبارزه در راه آزادی
تحقیقات مختصر
مانیفست آزادی بر مبنای اندیشه های قاسملو
26-11-2022
شادی آکوهی
مانیفست آزادی بر مبنای اندیشه های قاسملو
زندگینامە
ژیلا حسینی
15-06-2023
شادی آکوهی
ژیلا حسینی
موضوع جدید
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
آبشار رزگه
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
قلعه كورگان كوهدشت
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
مناره آجری خرم آباد
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل چالان چولان
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
تالاب بیشه دالان
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن باستانی
پل کشکان
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه پریز
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
غار عالی آباد
10-07-2024
شادی آکوهی
اماکن
غار وقت ساعت
10-07-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 522,739
عکس ها 105,764
کتاب PDF 19,697
فایل های مرتبط 98,623
ویدئو 1,420
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تصویر و توضیحات
مهاباد ، سال 1338 ، مدرسه سعادت (واقع در کوچه شافعی بین خیابان مخابرات و جام جم ، منزل کنونی خانواده نجم زاده)
اماکن باستانی
پل چالان چولان
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
زندگینامە
یوسف قادریان
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی حلبچه
کتابخانه
افسانەهای لری
اماکن باستانی
مناره آجری خرم آباد
زندگینامە
سامان طهماسبی
زندگینامە
محمد اوراز
کتابخانه
غمنوای کوهستان
تحقیقات مختصر
مختصری از ایلام کهن کورد
زندگینامە
سوسن رازانی
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
هانا وکیل
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
روژین دولتی
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تحقیقات مختصر
بمباران شیمیایی سردشت
زندگینامە
سارا خضریانی
تحقیقات مختصر
شاهان شبان و پنج قرن حکومت کوردها بر مصر
زندگینامە
فریدون بیگلری
اماکن باستانی
تپه باستانی ربط سردشت
تحقیقات مختصر
آیا میرزا کوچک خان جنگلى کورد است؟
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
پل کشکان
زندگینامە
قطب‌ الدین صادقی
اماکن باستانی
قلعه کوهزاد
پوشه ها
شهدا - حزب - حزب کارگران کردستان شهدا - پیشه - سربازی شهدا - زبان- لهجە - ک. شمال شهدا - شهر و شهرستان (مکان تولد) - وان شهدا - ملیت - کرد شهدا - علت مرگ - بمباران هواپیما شهدا - کشور - اقلیم (مکان تولد) - شمال کردستان شهدا - کشور - اقلیم (شهادت) - شمال کردستان شهدا - جنسیت - مرد شهدا - پیشه - قربانیان خشونت تظاهرات

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 1.016 ثانیه