Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2014
Weşanxane: Weşanên Soran
Rûpel: 175
Pirtûk bi kurdî ye. Pirtûk, pirtûka felsefeyê ye. Ji rastîya gotina ´Yazdan´ û têgihiştina temenê wê ya felsefîkî bi dîrokê re lê dikolê. Pirtûk, weke pirtûkeka lêkolînî ya. Pirtûka ´li ser rastî, dîrok û felsefeya Yazdan´, gotina ´yazdan´ bi dîrokê re bi pêşketina wê ya di nava dîrokê de tênê ser ziman. Dîroka gotina ´yazdantîyê´, bi sereke ji destpêkên pêvajêyên şariştaniyê û heta serdema me bi felsefeya wê re di pirtûkê de tê ser ziman. Her wisa dîroka yazdantîyê jî, weke dîrokek felsefîkî, bawerî û hwd, bi têgîhiştina ´yek-xwûdayîyê ya yazdanî´ re tê ser ziman. Weke xatekê yek-xwûdayîya yazdanî, pêşketinaka wê ya bi têgihiştinî, felsefîkî û bawerî hebûna xwe bi dîrokê re pêşxistîya û daye domandin. Piştî ku xate yek-xwûdayîya olî ya ´semewî´ pêşket û pê de, çûyina bi ser xate yek-xwûdayî ya yazdanî de dibê. Ev di pirtûkê de, tenê weke çend mijarna ku li wan hatîya lêkolînkirin û di pirtûkê de hatiya nivîsandin in. Pirtûk, weke pirtûkeka felsefîkî hatîya nivîsandin. Pirtûk, bi rengê pêşketina civatî, felsefîk, dîrokî re tê hanîn ser ziman.
Nivîskar Abdusamet Yigit, di pirtûkê de bi nav û gotina yazdan re van gotinan bi têgihiştina civatî re têne ser ziman; Bi têgihiştinî gotina ´yazdan´, xwedîyê temen û dîrokeka pirr demdirêj a. Dema ku em hewl bidin ku wê fahm bikin, divê ku mirov bi wê temen û dîroka wê re hildina li dest. Di nava kurdan de, dema ku bahse xalkên xwûdayî dihê kirin, bahse xalkên ku bawarîya wan bi yazdan heya dikin. Her wusa bi vê ve girêdayî jî divê ku mirov bahse wê bikê ´xalkên xwûdayî´, xalkên ku bawerîya wan tenê bi yazdan tenê heya na. Yanê, tenê bi yazdan bi bawer dikin. Divê temenê de, bi têgihiştina yazdan re dihê ser ziman. Yazdan, ti kesek û ti tişt li ser wî û navê wî re tûna ya. Ev yek weke rastiyekê jî divê ku mirov wêrêne ser ziman. Lê yazdan, di temenê rengê jîyanekê de bi têgihiştînî jî dihê ser ziman. Dîroka xalkê melekê tawîsî, piştre xalkên mîtrayî û piştre jî xalkên zerdeştî û ku weke ´xalkên avestayî´ em dikarin bi nav jî bikin, di xate bawerîya yazdan de dihê û dibê.