Ferhenga Qazî ferhengeke kurdî-erebî-kurdî ye û ji alî Hafiz Qazî ve hatiye amadekirin. Ev ferheng sala 2005ê ji nav weşanên Spîrêzê derketiye.
Ferhenga Qazî bi kurmancî û erebî lê herwiha peyvin soranî jî tê de cih digirin. Ferheng bi temamî bi alfabeya kurdî-erebî ye. Ferheng ji 479 rûpelan pêk hatiye.