Efoyê Esedê Sefo yan jî bi kurtî Efoyê Esed (z. 1927 − m. 1999), dengbêjekî navdar ê kurd ê Ermenistanê bû ku di 1ê kanûna paşîn a 1927an de li gundê kurdên êzdiyan Heko yê navçeya Talînê, li Ermenistanê, hatiye ser dinyayê.
Dengbêj di navbera salên 1958 û 1960î de li #Radyoya Êrîvanê# bû mêvan û zêdeyî 15 kilamên wî hatin tomarkirin. Stranên wî îro jî li dengxaneya Radyoyê Êrîvanê tên parastin. Efoyê Esed gelek stranên govendê, bengîtiyê û mêraniyê dizanibû û ligel dengekî şîrîn stran digotin.
Çend kilamên wî yên navdar
Berîvanê
Şîrîn Şêxê
Dotman
Ahmedo Ronî
Tu dîn î
Were lo, lo
Dayê Merûmê
Efoyê Esed salên dawî yên jiyana xwe li Rûsyayê derbaz kir û di 29ê kanûna paşîn a 1999an de çû ber dilovaniya Xwedê. Ew li nav mexberên êzdiyan li gundê Bezopasno yê navçeya Trunovskê (Stavrapol, Rûsya) hate veşartin.