ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,968
画像 106,406
書籍 19,323
関連ファイル 97,287
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Helwesta Neteweyî û Niştimanî li Hember Êrîş û Dagirkerîya Dewleta Tirkiyê
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe1
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helwesta Neteweyî û Niştimanî li Hember Êrîş û Dagirkerîya Dewleta Tirkiyê

Helwesta Neteweyî û Niştimanî li Hember Êrîş û Dagirkerîya Dewleta Tirkiyê
Li ser bang û vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNKê, em nûnerên dehan partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî, ji hemî pîşeyan (meslekan) sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetvan, nûnerên pêkhate û dîn û dînza) yên Kurdistanî ku em xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, jibo helwestgirtin li hember êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk, jibo xwedî derketina berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, me konferansek berfireh li ser tora “Zoom” ê pêkanî. Em vê banga jêrîn ji reya giştî re pêşkêş dikin.

Dewleta Tirkîyê di roja 24.04.2021an de, li başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da despêkirin. Niha li van herêman, şerên giran rû didin. Hêzên Gerîla bi qehrenaî û fedakarîyek mezin berxwe didin. Ev êrîşên mezin ne tenê dijê hêzên HPGê ne, dijê hemî deskevtên Kurda ne û teybetî jî dagîrkirina başûrê Kurdistanê ye. 24ê Nîsanê salvegera fermana (jenasid) dijê gelê Ermenî ye. Despêkirina opersayonê di vê rojê de, ne tesadûfe. Peyam vekirîye û peyama jenosîdê ye.
Armanca wan ji alîyê me ve kivş e. Dewleta Tirk dixwaze Kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagîrkirî be. Dewleta Tirk, netewevebûna Tirkî, li ser tûnekirina gelên din ava dike.
Dewleta Tirk dijî hebûna Kurda ye, dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk di êrîş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jingeha (ekoloji) Kurdistanê, hedef digre û xirab dike.
Dewleta Tirkiyê sala 2017an de, di êrişa Eraq ê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din yên dabirayî da, piştevanîya hukumeta Bexdayê kir.
Di êriş û dagîrkerîya DAIŞê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrîşa Kobanê da, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû û hevkarîya DAIŞê dikir.
Dewleta Tirk, dijî Kantonên Rojavayê Kurdistanê û rêveberîya xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûrîye yê, ji sêrîde û heta niha, di pozisyoneke êrişkar da ye. Herweha li başûrê Kurdistanê jî dehan baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan dijê deskeftîyên gelê me kar tîne.
Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrîşeke mezin kirîye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û bertek kêmin. Pêwîste ev bê dengî, bê şkênandin û li hember dagirkerîyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkarîya me, li gel xwe bibînin. Bi yekîtîyek xurt û bi piştgirîya dostan, em dikarin van êrîşan têkbibin. Dewleta Tirk ne ewqas xurt e, mînaka serkevtina Gare yê li ber çava ye. Bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têkbibin.
Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkevi holê. Ji bo vê jî divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkerîyê xwedî helwestbin û di asta herî bilind da, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengîya aktorên sîyasî yên navdewletî jî biguhere.

Şêwira Helwesta Neteweyî ya Dijê Dagirkerîya Dewleta Tirk, bi giringî û lezgîn vê bangê dide gelên Kurdistanê û Cihana humanîter û demokratîk:

1. Di salvegera (24.05.2021) jenosîda dijê gelê Ermenî de, êrîşkirina başûrê Kurdistanê, peyama dubarekirina jenosîdê ye. Ew dixwazin gelê Kurd jî, bi jenosîdê re derbaz bikin. Em beşdarên Civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta Tirk bi hesasî nîzing dibin, bi hemî imkanên xwe dijê vê êrîşê radiwestin û li gel hêzên parastinê cihê xwe digirin.
2. Bêtifaqîya navxweyî ya Kurdistanîyan, çeperê parastina destkevtên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Ev herî dawîyê di dagirkirina Kerkûk, Xaniqîn û Şingalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serkevtina navxweyî vedike ku ev jî di parastin û serkevtina Kobanê da hate dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga yekîtîya neteweyî dubare dike.
3. Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevanîyeke xurt li Hêzên Parastinê bête kirin û bi germahîya parastina Kobanê, dijî dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê bête rawestan. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat, divê xebateke xurt ya dîplomasîyê ya hevgirtî, ya neteweyî û niştimanî bête kirin.
4. Civîn, li hember êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk, banga seferberîya neteweyî û niştimanî radighîne û bang li Kurdistanîyan dike ku şev û roj bi hemî şêweyên kar û xebatê, di nava çalakîyan de cihê xwe bigrin û di tenîşta hêzên berxwedêr de rawestin.
5. Civîn, bang li Serokatî, Parlamento û Hukumeta Herêma Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk derkevin û hêzên ordîya Tirk ji başûrê Kurdistanê derxin.
6. Civîn, bang li dewleta federal ya Êraqê dike ku peymanên sînor derbazkirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyê re hatîn çêkirin betal bike, dijî dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Êraqê ji firokên şer yên dewleta Tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta Tirk ji nav tixûbên dewleta federal ya Êraqê, tedbîrên pratîk bistîne.
7. Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êrîş û dagîrkerîya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê, helwest bigre û şermizar bike.
8. Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd bê deng nemînin û helwest bigrin.
9. Civîn, bang li dostên Gelê Kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dikie û dibêje “di şerên Kobanî, Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê de, we helwestek baş nîşan da, hêvîya me ewe hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstîya gelê Kurd bi pişgirtina we heye”.
10. Civîn, daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistanê diki ku muameleyên aborî li gel Turkîyê nekin, turîzma Turkîyê boykot bikin.
11. Jibo xebatek hevbeş dijê êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk bê meşandin û jibo biryarên konferansê bêne pratîkkirin, di asta jor de “Maseyek Krîzê” tê avakirin û ev Mase wê li welat û herêman kom û komîteyên xwe yên jêr ava bike.
12. Em kes û nûnerên li vê kombûnê da amade, li hember êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk helwest digrin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastinê careke din dubare dikin û dibêjin “parastina deverên Metîna, Zap û Avaşîn, parastina hemî Kurdistanê ye, emê bi hemî imkanên xwe ve xwedî li vê berxwedanê derkevin. Herweha em heman helwestê ji hemî partî, rêxistin, sazî, kesayetên Kurdistanî û ji hemî gelê Kurdistanê jî dixwazin”.

Şêwira Helwesta Neteweyî ya li Hember Dagirkerîya Dewleta Tirk
15ê Gulanê 2021


この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,909表示された回数
HashTag
ソース
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 18
グループ: クルド文書
Publication date: 15-05-2021 (3 年)
Document style: No specified T4 547
ドキュメントの種類: 元の言語
パーティー: No specified T4 653
プロヴァンス: Belgium
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( هاوڕێ باخەوان 17-05-2021上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ڕۆژگار کەرکووکی ) på 17-05-2021
最近の( ڕۆژگار کەرکووکی )によって更新この商品: 17-05-2021
URL
このアイテムは1,909表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,968
画像 106,406
書籍 19,323
関連ファイル 97,287
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.312 秒(秒) !