ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 520,379
画像 105,273
書籍 19,567
関連ファイル 98,226
Video 1,414
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Bilbilê Kurdistanê: Kawîs Axa
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bilbilê Kurdistanê: Kawîs Axa

Bilbilê Kurdistanê: Kawîs Axa
Bilbilê Kurdistanê: Kawîs Axa
İkram Oğuz

Miletê ku dîroka xwe bi destê xwe nenivîsandibe, ji koka xwe, ji çand û hunera xwe, heta dem tê ji zimanê xwe jî dûr dikeve.
Dîroka ku nehatibe nivîsandin, herçiqas bi devki derbasî nifşên nû bibe jî, kêm û nîvco dimîne.
Wek mînak; gelek kilam û stran, çîrok û destanên ku ji sedsalan berê pê va hatine stran û vegotin, heta roja îro hatine, lêbelê, di hinekan da nav û cîh, di hinekan da bûyer û naverok guhurîne.
Jiber ku bi devkî derbasî nivşên nû bûne, ji alî şagirtan va ew nav û cîhên ku jibîrkirî, ji nû va hatine lihev anîn. Lê dîsa jî mirov dikare di nav varyantên jihev cuda da bigere û rastîyê bibîne.
Mixabin hinek tişt jî hene ku ne hatine nivîsandin ne jî bi devkî derbasî nivşên nû bûne.
Wek mînak; jîyana dengbêj û çîrokvanan.
Gelo jîyana dengbêjên Kurd ên bi nav û deng çiqas tên zanîn?
Ew dengbêjên ku di ser koça wan a dawîyê da hê sed sal derbas nebûne û îro jî hê kilam û stranên wan tên guhdarî kirin, çawa jîyan e?
Ew guhdarvanên ku gotin û buyerên di kilam û stranên dengbêjan da derbas dibin, yekoyek dizanin jî, ji jîyana xwedîyê wan gotinan nehayîdar in.
Dengbêj kî ye, li kû bûye, jîyana wî li kûderê derbas bûye û çawa jîyaye, zêde nayê zanîn. Tiştên ku di derbarê dengbêjan da tê zanîn kêm in û ew jî pirrîcaran hevdu nagrin.

Wek kok û jîyana Kawîs Axa…
Di çavkanîyekî da tê gotin, ku navê wî Îdrîs Kakewîs e û di sala 1889an da li zozana Carcelî ya li êla Herkiyan jidayik bûye. Navê bavê wî Ehmedê Cemile Herkî, navê dîya wî jî Leyla ye.
Di dema zarokatîya wî da jîyana êlê havînan li zozanan, zivistanan jî li deşta rojhilata Mûsilê, li gundê Şêxan derbas dibûye.
Kawîs Axa, di 10 salîya xwe da bavê xwe, di 13 salîya xwe da jî dîya xwe wenda dike û sêwî dimîne. Mirina dîya wî tesîrek mezin lê dike, tirs û xofa ji sêwîtîyê davêje zimanê wî û tat dibe û peltek diaxife.
Di çavkanîyek din da jî tê gotin, ku ew di dema xortanîya xwe da li hespê xwe sîwar bûye û çûye aş. Di rê da ji ser pişta hespê da ketîye û di sirr û seqema zivistanê da, bi saetan di nav berfê da maye. Piştî wê bûyerê zimanê wi tat bûye. Herçiqas sedem cuda bin jî, tatbûna wî di hemû çavkanîyan da cîh digre.
Wek sedemên tatbûna wî, di derbarê koka wî da jî agahîyên cuda hene, ku dibêjin navê wî Kakewîs, bi eslê xwe jî kurdekî Cihû bûye.
Di derbarê destpêkirina dengbêjîya wî da jî îdiayên cuda cîh digrin. Hinek dibêjin, piştî mirina dîya wî, jinikeka bi navê Fatmayê, ku hevala dîya wî bûye, lê xwedî derdikeve, jê ra kilam û stranan distirê û pê dide fêrkirin. Hinek jî dibêjin, di dema şivantîya xwe da dest bi stranbêjîyê kirîye.
Di derbarê jîyana wî da ji agahîyên bêşik yek jî ew e, ku Kawîs Axa di serhildana Şêx Mehmûd Berzencî da cîh digre, li ser serhildan û mêrxasîya Şêx Mehmûd Berzencî stranek derdixe. Sedem şervanî û stranbêjîya wî, ew ji alî Şêx Mehmûd Berzencî va tê xelatkirin.
Strana wî ya li ser serhildana Şêx Mehmûd Berzencî, di nav hemû berhemên wî da berhemeke sereke ye, ku ji wê demê va li seranserê Kurdistanê belav bûye û deng daye.
Kawîs Axa, di salên 1930yî da berê xwe dide Bexdayê û tere li wir dengê xwe li ser megafonê qeyd dike. Gor gotina M. Arif Cizrawî, hunermendê Kurd ê ku cara herî ewil dengê xwe daye qeydkirin Kawîs Axa ye. Lê nivîskar Kurdox jî, dibêje berî Kawîs Axa dengê Elî Merdan li Bexdayê hatîyê qeyd kirin.
Di derbarê xebata wî ya li Radyo ya Bexdayê jî agahîyên jihev cuda tên gotin. Lê ya ku tê zanîn ew e, ku Kawîs Axa di sala 1936an da wefat kirîye. Radyo ya Bexdayê, jî sê sal piştî mirina Kawîs Axa, di sala 1939an da dest bi weşana Kurdî kirîye.
Di derbarê hêjmara stranên Kawîs Axa yên hatine qeydkirî da jî nakokî hene. Lêbelê ew stranên qeydkirî, piştî mirina wî di Radyo ya Bexdayê û di Radyo ya Rewanê da hatine weşandin û bi salan li seranserê Kurdistanê hatine guhdarî kirin.
Kawîs Axa jî wek hemû dengbêjên Kurd, li gelek heremên Kurdistanê gerîya û jîya ye. Ji deşt û zozanên rengîn, ji çiyayên bilind û bi mij û dûman, ji dengê avên çem û kanîyan, ji dengê şalîl û bilbilan îlham girtîye. Bi dengê xwe yê ziz û zelal, bi sewt û awaza xwe ya taybet va, di dilê hemû kurdan da cîhekî mayînde girtîye û di nav gel da wek Bilbilê Kurdistanê hatîye binavkirin.
Piştî şerê cîhanê ya yekemîn li Şaqlawayê bicîh bûye û bi Amîneya Mihemed Şerîf ra zewicîye.
Kawîs Axa, di meha Şibata sala 1936’an koça xwe ya dawîyê dike û li goristana Hirşim tê veşart in.
Li Şeqlaweyê dibistanek bi navê wî hatîye vekirin û peykerek wî jî li navenda bajar hatîye danîn.
Ji stranên wî yên hatine qeydkirin, hinek ev in:
Şêx Mehmûd, Îsmaîl Axa, Şoreeşa Duyem a Barzan, Mîr Binco, Bavê Evdilkerîm û Nayîf, Gelîyê Kaşxanê, Şerê Tirk û Yewnan, Bavê Silê, Xalidê Rizko, Evdilmecîd, Se’dûnê Niho, Avdelê Îsa, Hisnî Walikî, Mîro, Lolo Siwaro û Elî sed car li min Elî.
Ev stran jî hinek ji miqamên eşq û evînî ên Kawîs Axa ne:
Yayo, De Herê, Erebê, Dilber, Lawiko, Yar Kundo, Dotmam, Bêrîvanê, Delal, Te Zanî, Zalimê, Yarê, Bîlmez, Gewrê, Esmer, Sewdalî, Mêvano, Segvano, Lawikê Simûqî û Genc Xelîl.
***
Strana wî ya li ser Serhildana Şêx Mehmûd,
Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê Zirav
Deloylo deloylo, bihare bi serê Silêmanî yê daketim mihelê şeran û wêla,
Li asmana xweş tê girînê teyara, şirqênê metralyoza, ringênê bomba, wirşênê tirumbêla bira gaziyê nobedara…
Belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, bavê Letîf gelek hene,
bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelî egîda hewrro desthelînanekê biken,
ezê çi gawa destê xwe bideme darê cambêzarê, bikujim xelas bikem qewmê kaptan bêla,
deloylo deloylo deloylo, deloylo delo Şêxê mino,
Ezê hindî hewar dikem hewarê turka gele dûr e, birano kurd xayîno,
Deloylo deloylo deloylo, şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê li derî dolê,
Hespê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf lawo xurte diket pêkolê.
Şêx Mehmûd bi sê denga gazî diker Kerîmê Fetah we Mesûlê me hemî gelî egîda hewrro desthelînanekê biken,
belê şerê me dige fela namîne li deştê, bila şerê me xweş bibe keyfa kan û bela bikewe çiya û çolê, deloylo deloylo deloylo delo Şêxê mino…
Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûr e, birano kurd xayîno
Deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê Zirav
deloylo deloylo deloylo, şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê, wa bi ber e,
berê sibê pênc hezar eskerê hîndîya û qelereşka berê siba xêra hate ser e,
belê şad û şihûdê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, bavê Letîf gelek hene,
bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda hewrro desthelînanekê biken,
belê çi gawa destê xwe bideme darê cambêzarê bigrim şarê Kerkûkê, şarê Bexdayê, hewarekê bi êxme Londone, deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino.
Ezê ewro hewar dikem fayde nîye, hewarê turka dûr e, birano kurd xayîno
Deloylo deloylo deloylo, Şêx Mehmûdê minî zerî li çiyayê Sûrdaşê siwar bî û hate xelkanê.
Bejna Şêx Mehmûd kekê Şêx Qadir, bavê Letîf li min binka şînê ruhanê,
Şêx Mehmûd, bi sê denga gazî dike Kerîmê Fetah Beg, gelê egîda hewrro desthelînanekê biken, ewe sê roje wemê asêbûyî li çiyayê Sûrdaşê, dîhar nîye li mera bê wîndadê wanê.
Deloylo deloylo, deloylo deloylo delo Şêxê mino
Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûr e, birano kurd xayîno
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは998表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | navkurd.net
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 28-05-2021 (3 年)
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: 南クルディスタン
都市: Shaqlawa
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 11-04-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ڕۆژگار کەرکووکی ) på 11-04-2022
最近の( ڕۆژگار کەرکووکی )によって更新この商品: 11-04-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは998表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 520,379
画像 105,273
書籍 19,567
関連ファイル 98,226
Video 1,414
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 伝記 - 性別 - 女性

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.297 秒(秒) !