ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,707
画像 104,774
書籍 19,301
関連ファイル 97,585
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Helbestvana nasdar Aynûr Aras û Xemla Rondikan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helbestvana nasdar Aynûr Aras û Xemla Rondikan

Helbestvana nasdar Aynûr Aras û Xemla Rondikan
Dem hat, lêvên sor û awirên yarê, eşqa zaroktiyê, destpêka dema ciwantiyê ez êsîr dikirim. Hêstir bi hîsên ji dil, şêwra xwe li min dikirin yek. ”Sikran e, serxweşê awirê yarê ye. Aşiqê bejna zirav û tiyê lêvên sor e. Mecnûn e. Leyla, xezala serê çiya û ew seyidvan, evîndarê çavê wê ye. Di fikir de ketiyê bedewiya wê û bi beden, di newal û çiyan de li pey şopa yarê ye”, digotin.[1]

Ez li ber pêla xwe birim, helbestek ji Pirtûka Xemla Rondikan. Min nikarîbû, çiqas wext girt nizanim, çend saet kişand nayê bîra min. Her cara li helbetsta ”qet naçe ji bîra min” dizîvirîm, şewata ser sînga min, talbûna qirikê û hêstirên çavan rê li min digirtin. Jan û êşa min ne ji ber eşqê bû. Bêdengî û nedana bersiva wê bû ku, jana wê îro jî pizotên êgir e û dişewetîne.
Helbesta ”qet naçe ji bîra min”, bersiv e. Banga eşqa keça kurd e, ku toreya xwe ji Meryem Xanê dirêjî Eyşe Şanê dibe. Heyranok e. Keç di heyranokan de, evîna dilê xwe eşkere dikin, êşa xwe dihênin zimên. Wêrek e, helwêsta wê. Eşqa wê mîna ava çemê Bûnisra zelal û pîroz e. Ji hîle, derew û xapandinê dur û şuştî ye:

”…te digot/ çav xezala min,
gava tu çav û biriyên belek/ bi kilên Sibhanî dixemilînî,
bi pêlên kiras û xeftanê qeytanî/ bejna narîn pêl bi pêl,
di ser newqan de dihejînî/ bisk û temboliyan,
di ser dêmên genimî de diqûrtîsînî/ xwîdana zer memikan,
weke mîsk û emberê ji xwe diherikînî/ nava dilê min,
wekî çûka serjêkirî dike pirpirînî…”

Gelo felek çi ye? Çend helbest, çend stiran li ser wê hatiye gotin, ne diyar e? Bûye bele li devê deriyên me. Niqteyekî reş e di rûpelên dîroka me. Ewrê reş e ji esmanê me safî nabe. Sedem û jêdera hemû êş û nexweşiyên me ye, felek.
Tarîf û binavkirina felekê ne hêsan e. Lê mirov bi saya helbesta Felekê baştir êş û brînên li pey xwe hiştiye, di nase. Helbest, dibe ziman û tercûmanê hîsên me. Axîn û nalîna dilê me, gazinên me ji felekê dihêne zimên:

”…te/ eş û şahiya min/ li hevdu kirin berdêlî,
te ji min re çêkir/ dawetek e bi êş,
li bûkaniya min kir/ kirasekî reş,
ez mehr kirim/ li dîroka bext reş,
felek…”

Di helbesta ”ez ê tofanekê rakim” de hîs û hest, serî hildidin û tên xezebê. Diaxifin, hîsên rabûne ser piyan. Hêla balkêş, tofan wek çalakiya jinê tê pê. Sedama rakirina tofanê û encama wê jî têra xwe bi kêşar e, balê dikşîne. Nimuneyên wiha di helbestan de kêm in. Ceribandinek taybetî û xweser e:


”Ez ê tofanekê rakim/ ji bayê hêrsa dilê xwe,
Neh gerstêrkan/ bi çek û sîleh kim,
refên baskan/ tev de ji xwe re qasid kim,
Rawanên ewran/ bi zîn û pûsat kim,
tofana dil/ li zengûyê siwar kim,
çar qirnê dinyayê/ seran serê gerdûnê,
agahdar kim...
Ez ê tofanekê rakim/ ji bayê hêrsa heja
dilê xwe/ rengîn û bengînê
deşt û zozan û çiyan/ ji xew şiyar kim
rewil û retûlan/ bi ferman kim,
mizgeft û merqedan/ bi selawat kim,
temamî neyar û qirêjan/ wêran û talan kim,
da ku/ hêrsa heja dilê xwe,
li ser axa zêrîn/ peya û mêvan kim…”

Helbestek giranbuha, bi şewat û kur e, ”Arîna min”. Gotin têr nake, pêwîst e bê xwendin. Hîsên dayikê ji bo zarokê, xewn û xeyalên berî welidandinê û piştî jidayikbûnê dihêne zimên. Keserên dayik dikşîne, axaftinên pê re dike, stiran û çîrokên jê re dibêje, çawa bi zarokê re xewa şevan li xwe dibe, pê re digrî û bi kenê zarokê kêfxweş dibe, di helbestekê de aniye zimên:

”…çavkaniya taqeta çokên min,
livandina te acara yekemîn/ qet naçe ji bîra min,
te di zikê min de ez hêmbez dikirim,
min di zikê xwe de te hêbez dikirî,
di newala asê ya bê rê de,
em ji hevdu re bûbûn dara jiyanê,
teyrika ji dergaha qesra bihûştê
roja re çavên xwe vekir li dinê
hestên dayika te li hemberî,
tev de zindiyên rûyê erdê hatine guhertinê,
çavên te ji min re/ stêrkên şevreşa jiyanê ne,
hêbez kirina te/ ji min re
merhema dewsa xencerên bêbextan e,
ax Arîna min/ dil narîna min,
Bêhna te min mest dike/ rojên min ên reş
tev de dike jibîr/ û jiyanê ji min re
sor spî pembe û kesk dike…”

Buhayê pirtûka Xemla Rondikan û nirxê wê bi analîzekê nikare bê fêm kirin. Divê bê xwendin. Bi sebir biçe cîhana helbestvan û xeyalên wê parveke. Şahidiyê ji wê evîna mezin, eşqa sînornenas, dilê bi kul û peyvên bilind bike. Mezinbûna jina kurd, bi hîsên evîndarî, egîdî, dayiktî û merdiyê bihûne.

Berhema helbestvana nasdar Aynûr Aras e, Xemla Rondikan. 136 rûpel in. Şêstûheft helbestên cewaz, bi kêşara xwe, mirov dide ber pêlên hibira xwe, li hemû demên jiyana mirov, rojên xweş, girî, êş û kêfê digerîne, dike mêvan. Bilindiya zimanê kurdî û xweşiya helbestê dihêne bîra mirov. Kitap, di Berfanbara 2012 an de, li Istanbulê di nav weşanên Ar de derketibû. Kesên bixwazin kitêbê bixwînin, dikarin ji e-posta wesanenar@hotmail.com bixwazin.

Me xwe gihand helbestvana hêja Aynûr Aras û wê bersiva pirsên me da. Fermo, em hevpeyvîna pê re pêşkêşî we dikin:


Dixwazim xwendevanên me te nas bikin. Aynûr Aras kî ye?
Aynur Aras: Ji herêma Serhedê, bajarokê Qereyaziyê, gundê Mele Osman ne. Piştî dibistana sereke, li bajarokê xwe Qereyaziyê û metropolê turka xwendina xwe berdewam kir. Di sala 1993 an de li Swêdê bi cîh bû. Jiyana xwe li Swêdê didomine.

Helbestvaniya te, çi demê û çawa dest pê kir?
Aynûr Aras: Ji dema ez berefemiyê xwe bûm û vir de, bi min re her rûheki nazik hebû. Pir rûheki hestiyar, her gava hestiyar bûma, min ji xwe re pêşî pel û pênûsek peyde dikir. Hestên xwe ên wê kêliyê dirijande ser rûpelê. Piştî ku Aram dibûm, min ew kaxiz diqelişand û diavêt.
Ew ne helbest, lê bêhtir hesten min dihanîn zimên. Hestên tevlihev ên biçûktiya temenê min bûn. Nivîsandin û qelişandinên rûpelan her berdewam dikirin, hetani sala 2007 an. Di 2007 an de min dest pê kir, bi rûtînî û tenê bi kurmancî nûsand û li ser helbestê kûr bûm.
Min, di 2010 an de biryar da ku helbestên xwe tomar bikim, bi hêviya rojekê çap bibin. Dawiya 2012 an de Xemla Rondikan derket.

Nêzîkbûna te li dinyê, welat, xweza, malbat û evîndarê dil, bi heskirinê ava bûne. Heskirin û eşqa dil, bandorek mezin li helbestên te dike. Çima? Çi ye eşq?
Aynûr Aras: Belê, bi heskirinê ava bûne. Di her hevokek helbestê de, eşq heye, çi eşqa evînî, çi eşqa li xeribiyê(eşqa welat), eşqa xwezayê û eşqa humanî.
Eşq ava jiyana rûhê mirov e. Mirov bi kijan rengê eşqê dibe bila bibe, ew kesê ku dilê wê/wî ji eşqê dagirtî nebe, ew kes mîna darek a bê ber e. Ta di xwarin çêkirinê de jî hunera heskirinê heye.


Di helbestên te di zimanek bilind û hîsên pîroz têra xwe balkêş in. Girêdanek mezin ku dirêjî Meryem Xan û Eyşe Şanê dibe, xuyanî dike. Derd û kulên jina kurd, pirsgirêkên civakî û kula evînê piralî derdikevin pêş. Dîtina te çi ye?
Aynûr Aras: Rast e, rûhê min de lirîkiya Eyşe Şan û Merhem Xanê heye. Belkî jî êş e a ku min bi ber bi deng û rûhê wan ve dikişîne. Di dengê herdûwan de jî eşq û êş, her êkûdu dihone. Ji bo min jî wiha; kesa/ê ku êşê nekişîne, nikare biafirîne!
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは783表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Cîhana Weşana
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 14-06-2016 (8 年)
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック:
プロヴァンス: Sweden
Technical Metadata
アイテムの品質: 97%
97%
は、 ( سارا ک 15-06-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس ئیلنجاغی ) på 16-06-2022
最近の( ئاراس ئیلنجاغی )によって更新この商品: 15-06-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは783表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.127 KB 15-06-2022 سارا کس.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,707
画像 104,774
書籍 19,301
関連ファイル 97,585
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.234 秒(秒) !