ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 522,867
画像 105,768
書籍 19,703
関連ファイル 98,638
Video 1,420
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Xemname
グループ: ライブラリ | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xemname

Xemname
Navê pirtûkê: Xemname
Navê nivîskar: Mistefa Aydogan
Cihê çapkirina pirtûkê: Diyarbakir
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2020

Ez bi xemnameyên wî ra ji stockholmê ҫûme warê kevnar, cihê dîroka hîn kitêban rastiyên wan têr himbêz nekirîn û warê zimanê li ber kêra bişaftinê ye. Wexera me ji Erbanê dest pê kir û sohbeta wî ya bi babê ra em birin Dinêserê û berê me da keleya Zêrzewanê û qêrînên êşa Heskîfê bi guh û dilên me keftin. Dengekê bi xwe bawer li wî esmanî digot: ”… bi bawerîya ku em dê rojekê ji vê xemistanê rizgar bibin, bi soza ku em dê destûrê nedin tu kesî ku me ji xeyalên me bi dûr bixîne û bi hêviya ku em dê xeyalên xwe bikin merhem û di birînên xwe da bidin…”Di nav peyv û hevokên di kurmanciya kevnar da landikandî, ez jî bi windakirina birayî, bab û dayê êşiyam û min zanî ka mirov bi wê windakirinê ra ҫend û ҫi yên din ji dest dide.Lê di nav wan hemî xem û kefteleftan da, dema nivîskar, li warê dê û bavan, li ser rêyan rastî xelkekî dihê ku hîn bi kurmanciyê diaxivin, ew pê digirnije û tê da ronahiya berdewambûna nasnameyê dibîne û dibêje: ”Ji kêfa zimanî, tu nema bû ku bask bi min ve bibûna û ez bifirîyama ber perê asîmanan. Ji xwe, ev hêvî bû ya ku ez bi wê li ser lingan mabûm. Ev hêvî bû ya ku ez bi jîyanê ve girê dabûm…”Hestek bi xwendinê ra li cem min ҫêbû ku pirtûka Xemnameyê nebes vegotineka bîrînanan û wêjeyî ye, lê ew herweha jî defterka berҫavkirina wê rênivîsê ye, ya ku Mistefayî gelek salên xwe danê û 2012ê ronahî dîtî. Ew rênivîs ya ku bûye pêşniyaz û proje û di encamê û di karekê hevbeş yê gelek xemxorên kurdiyê de û bi keda Komxebata kurmanciyê bûye rênivîseka hevbeş ya ku rû li bêhtir standardbûnê dike. Kaynak: Gerek bi kurmanciya Mistefa Aydoganî ra.[1]

Hamid Omerî
Mistefa Aydogan, di ”Xemname”yê (Aydogan, 2020) de ji sirgûnê; ji dûriyê bi rêya zimanê xwe digihê warê vegotina xwe. Li ser mirina bavê xwe; piştî “Xebera Nebixêr” jê re tê, dest bi qewlê xwe û vegotinê dike û nameyan ji bavê xwe re dinivîse. Di nameyên xwe de deng li bavê xwe bike jî, ji naveroka vegotina wî diyar dibe ku bav jê re dibe pir û bihureke hunerî. Ev pir û bihur dibe têgeheke edebî û bi xêra vê, dengê nivîskar digihîje xwendekarê vegotinê. Name jê re dibe gihanekeke pirralî û Aydogan bi xêra vê gihanekê mijarên xwe bi hev girêdide.
(Ezê ya dilê xwe hema wiha rasterast bibêjim. Min dil tune hema çawa bav û kur di metnekê de xuya bibe ez jî bi wê dûvika navdar ya kompleksê bigrim û li serê metnê bilefînim. Jixwe hin teorî hindê li hêviya vê daxwazê dimînin ji min re wisa tê ku bêhn dikeve wan. Çimkî carinan teorî li ber metnan kizûrî dibin.)

”Xemname”, Mistefa Aydogan, 158 jmr, Weşanxaneya Lîs
Li xwe mikurhatina vebêjer ya di destpêka kitêbê de ku dibêje, “Pênaseya bêrîkirinê tune ye, bavo” (14) nikare rê li ber destnîşankirina wî bigire. Bi xeyal û bîranînên xwe, bi her hilma xwe re cîh û deverekê ji vegotina xwe re dike hest û pê şecere û nexşerêyeke resen ava dike. Dîtin û fikriyata xwe li pelên dengê xwe siwar dike. Xatirxwestin, derfeta şahidiya bavî û xeberdana wî nade loma bîranîn û hestên vebêjer ji dêvla vê şahidiyê ve li dar in. Şahid û Bîr a Agamben rê bide me û em bi deynê havînê jê mijara şahidbûnê bistînin belbî em karibin nekevin dafikê. Çi digot Agamben gava behsê dibir ser şahidiya Levî; kêm zêde wiha bû: yê diaxive yê xelasbûyî ye loma bi wekîltî diaxive. Yên barkirinin nikarin biaxivin û nikarin behsa wê kêliya dawî bikin.

GUNDÊN BEHSA WAN DIBE, KRASEK NÛ JI WAN RE DIRÛTINE
Vebêj, gava behsa bavê xwe dike bi salan e wî nedîtiye. Behsa gund û deverên lê mezin bûye dike lê ji zûde ye çavê wî bi wan deverinan jî neketiye. Gundên behsa wan dibe kirasek din ji wan re dirûtinê. Bi planeke bişavtinî navên wan ji wan hatiye şûştinê. Eger ne bi xêra bîranînê be gelo cî û war ji bo îro û siberojê çawa wê bi zar û ziman bibe! Çimkî nav û kronolojî weka xêzikeke sar be jî li ser kaxezan ne li dar be ji bo dem û dewranên berê ji bilî asêbûnekê dê qala çi bê kirinê?
Bîreke kûr bi vî rengî ji aliyê serdest û mêtîngeran ve tê korkirinê. Navên nû bi mebesta danjibîrkirina bîra kolektif e û avakirina pergaleke nû ye. Bi zanebûn berê çavkaniya welatekî bi ser bîra miletekî din de tê qelaptinê. Tirpankêşên çandî ji mêj ve dest bi karên xwe kirine. Destî û çakûç û hesteyên danîne ber xwe. Berê xwe dabine kû pêşî navê guher, best û çem û gundan guhertine. Bi vê guhertin û şibandina sistematik erdên bi bereket ji xwe re rakirine û ji nû ve çandine. Asêbûna min piçîçkî li jor qala wê kir jî li vir diqewime: bi vê qelînok û tevkujiya çandî lalbûn û lalotebûn tenê nabe para şexsan herwiha dibe par û peywira dîrok, qewm û ziman jî!
Loma pirsa xwe di kozika xwe de bi cîh dike û berê tivinga xwe dide nivîsa ez vêga li ser hûr dibim ev e: Di ”Xemname”yê de rastî û sêwirîn çiqas cîh didin hev? Pirsa vebêjer bixwe jî weka destnîşankirina vê pirsê xuya dibe. Çima ji bo gelek xelkên din deriyê dîrokê vedibe heyam li dû heyaman hişyar dibin rehên wan tê de xuya dibin û şopên wan dîyar dibin lê ji bo me jî hejmartina heft bavan û navên çend deveran bi tenê nîşanên zanîna rehan bin? (27) Gazin e lê ew bi xwe jî ne bi xeydok e. Ji bavê wî baholeke bi nivîsar û nexşerê dagirtî nemaye. Di rastiyê de vegotina wî çiqas name û hisret be, ji wê bêtir gazin e; dilşewatok e. Ya jê re bûye nisîb ji bilî bîranînan ne tiştek din e. Eger em bînin bîra xwe ji Orhan Pamûkê navdar re baholek mabû û behsa bahola bavê xwe dikir di axaftina xwe ya di şeva xelatdayîna nobelê de. Pamuk, bi xêra bahola bavê xwe dikaribû qala bavê xwe bike. Gava behsa bavê xwe dikir tiştek aydê bavê wî hebû di destê wî de. Nivîsên bavê wî, destxetên wî, defterên wî. Tişteke ji wî bû ya bi xêra wê balê dibir ser mijara behsa wê dikir.

BEHS DIÇE SER HEJMARTINA NAVÊN BAVAN
Vebêjerê ”Xemname”yê, dilê xwe bi vê dişewitîne û gazina xwe jî li vê rastiyê dike. Loma behs diçe ser hejmartina navên bavan. Jê re baholeke heta dev dagirtî nemaye lê maleke bi bibîranînan tijî maye. Bavê wî kilîda maleke bi bibîranînan dagirtî hiştiye jê re. Lê ji wan bîranînên nenivîsandî wê çiqas ji wan bên bîra vebêjer gelo? Ya dê pêk bê hêz û qeweta nivîskar ya bibîranînê û xeyalperestîya wî ye.
Vebêjer bi hestên xwe qufla deriyê wê malê vedike û bîranînên xwe dikole: “Dîrokê di herika kanîyan de, serê xwe hilda û ez vexwandim ser sifreya xwe. Av û kanî, şikeft û çîya bi erbankî bi min re peyivîn. ( 22) Şûnwarên lê mezin bûye pê re diaxivin! Bi vê zanînê re ji sêwirînê zêdetir zimanê metnê yê xwe vedugeherîne tîrtir dibe. Zimanê metnê bi vî rengî xwe li şi’rê qerrase neke jî berê metnê ji derve bêtir li hundir e. Loma ”Xemname” ji kilamekê bêtir lûbandine. Zimanê vegotinê çawa xwe vediguherîne kilamekê di Dinêsera Şewitî de li dar e. “Dilê min liyan e, hem bikul e hem bijan e. Ji vî erdî re dibêjin kîkan cîhwareke kurdan e. Wargeha keç û lawên dêûbanvan e. Ji bajaran Dinêsera xopan e.” (52)
”Xemname”, vegotineke biyografîk û otobiyografik e. Bi xêra nameyên Aydogan çavkaniya herêmekê ji bo xwendekarên vê vegotinê ji nû ve der dibe. Di her nameyê de keser û hisreteke melankolîk li dar e. Xwendekarê vegotinê zimanê Mistefa Aydogan ê bi sadebûna xwe xurtbûna xwe bi dest dixe dibîne û hîs dike. Bi dîtina min ev ziman ji bo kirasê novelê bîrebîr e. Hêvî dikim Mistefa Aydogan xwe bêtir li edebiyatê germ bike û em ji ziman û qelema wî novelan bixwînin.
[2]
Çavkanî:
– Aydogan, Mistefa: ”Xemname”, Lîs, 2020
– Agamben, Giorigio, Tanık ve Arşiv: Auschwitzden Artakalanlar, Çev. Ali İhsan Başgül, Dipnot, 2010
– Pamuk, Orhan: Babamın Bavulu, İletişim, 2007

注:この本のためのPDFファイルが利用できない場合は、 Kurdipediaこのファイルを取得するには助けてください! 本を送る
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは211表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | pirtukakurdi.com
[2] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 1
グループ: ライブラリ
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 小説
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: Amed
Technical Metadata
アイテムの品質: 89%
89%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 27-06-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان عەلی ) på 27-06-2022
最近の( ڕۆژگار کەرکووکی )によって更新この商品: 19-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは211表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1192 KB 27-06-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 522,867
画像 105,768
書籍 19,703
関連ファイル 98,638
Video 1,420
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.485 秒(秒) !