Mela Ebdullahê Kotaliyê û Helbestên Wî yên Kurmancî
Mela Ebdullahê Kotalî, bi eslê xwe ji gundê Karaköy ê girêdayî Gimgima (Varto) Mûşê ye. Seyda kesayetekî ehlê îlmê ye, gelek berhem nivîsandine û tesîreke baş li medreseyên derdora Mûşê kiriye. Ew, ji aliyekî din ve kesayetekî edebî ye û wî bi Erebî, Farisî û Kurdî berhemên edebî yên menzûm jî dane. Berhema wî ya Kurdî ku menzûm e bi navê Kîtabu’l-luġeî’t-Turkîyye we’l-Kurdîyye ye. Lê ji xeynî vê berhema menzûm helbestên wî yên bi Erebî, Farisî û Kurmancî jî hene û heta niha weke destxet mane. Di mecmu‘eyekê de ku destxeta muelîf e gelek helbestên wî yên bi Erebî û Farisî û pênc heb jî bi Kurdî ya Kurmancî cih digrin. Mecmû‘e destxeta Mela Ebdullah bi xwe ye û niha li cem kurê wî Mela Asim e. Mexlesa Mela Ebdullah ya ku di van helbestan de xebitandiye “Ebdullah” e. Ev gotar li ser danasîna Mela Ebdullahê Kotaliyê û metnên helbestên wî yên Kurmancî radiweste. [1]