Diyarname
Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê bi hejmara xwe ya 84'an li pêşberî xwendevanan e. Kovara ku sê mehan carek derdikeve hejmara xwe ya havînê pêşkêş kir.
Di vê hejamarê de jî gelek nivîsên li ser kurdên Anatoliyê hatine weşandin û kovar hatiye pêşkêşkirin.
Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn ku di sala 2002'yan de hatibû vekirin di sala 2019'an de biryar dabû ku bi navê
Mekteba Şemîyê li Stockholmê dersên kurdî bide. Ji ber pandemiyê ew hatibû bi paş ve xistin û niha ji nû ve dest bi xebatê kirine. Ji bo vê şeveke hat li dar xistin. Di kovarê de Hayrettîn Guven li ser vê şevê bi navê “Şeva Mekteba Şemiyê li Stockholmê” nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Mehtap Îdelî bi navê “Bisk û gulî” nivîsek cihêreng belav kiriye ku ev beşa yekem a vê nivîsê ye. Îdelî wisa dest pê kiriye, “Her çend wekî parçeyek ji laşê mirovan xuya bike jî, di gelek çandan de xwediyê wateyên pir kûr e. Wekî jinitî, bedewî, dilkêşî, hêz, ciwanî, zindîtî û heta heta pîrozî.”
Wehîde Memkê Hesê Mihe bi dayika xwe Zêza Zewê Silê Atê li ser biwêjan axiviye û mînakên jê daye.
Amed Tîgrîs û Rojîn Zarg Tîgrîs jî bi hev re li ser çîroka “Darkêşê taxa Tokiyê” sekinîne.
Bîrnebûn ku temeneke dirêj li dû xwe hiştiye bûye mijara lêkolîna Sevgî Erdem. Erdem bi navê “Di çêkirina bîra kolektîf a kurdên Anatoliya Navîn de rola kovara Bîrnebûnê” nivîsa xwe amade kiriye û berê xwendevanan daye ev dîroka dirêj.
Her wiha kesên wekî Mem Xelîkan, Muzaffer Ozgur, Seyfî Dogan, Xizan Şîlan, Altun Başaran, Memduh Selîm, Asya Xerzan, Jordan, Bêrîvan Xizêmzêr, Mûlla Evîndar, Oscar Wilde (Wergera ji almanî: Nuh Ateş) û Emrah Altun bi nivîs, helbest û lêkolînên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji bo têkilî: [1]