Wekî ku volqanekê bi serê vî bajarî hatibe, her tiştê wê li kolanan berlawela bûbû. sê-çar jinan linên xwe pêlî vê axê kiribûn, diketin bajarê ku bêhna kûza agir jê dihat li derdora xwe dinêrîn û ber bi malên xwe ve diçûn, qey te digot dikevin pêşangeheke wêneyan û hêdî hêdî diçûn li ber malên xwe rûniştibû, bi awirên şkestî, xemên melûlî û bi çavên vemirî li wendahiya bîranînên xwe dinêrîn. Xwîna şervanan li dîwarên malan wekî nexşeya jiyanê li ser hatibû xêz kirin. Ax… çavên wan sor bûbûn ji êşa dîtinke şkestî. Li taxa me ya botana Rojhilat hemû malên cîranan hilweşiya bûn. Xaniya ku ez tê de radibûm û rûdiniştim tiştek pê nehatibû. Lê ji pirtûk, lênûs, textê razanê, televizyon û ji wêneyên zaroketiya min bigre her tişt wêran bûbû. Her yek bi derekê ve belawela bûbû. Pirtûka min ya bi navê Dilopek ji wateya jiyanê bi tîp û hevokên xwe yên li ser rastiya jiyanê êdî por li xwe rûçikandibûn, ji hal ketibûn qey te digot pirtûka min jî di nav şerê giran de westiya maye, baranê têra dilê xwe ew bi barana xwe di nava xwe de kiribû guvîşk, tew vê berde hemû bîranên min ji westa şer hilkehil pê diketin, her yeke bi koşeyekê pişta xwe dabûn û bi hale wêranbûna xwe dekeniyan, êdî bi kêliyan mabû ku ji barana zivistana ezman reş şil û pil bibana, êdî dike bimarana. Lê nemirin, jiyan kirin, jiyan bi şehadeta hevalên xwe dan jiyan kirin.
Lê xwedê lê rehim kir ku şervana YPJê ew ji hêza tar û hovan parast. Ew pirtûk xistibû nav çenteya xweyî mermiyan, bû hevala wê ya jiyanê, tevlî nava çeperên şer yê giran bû, roj bi roj jiyan vê re didomand. Dema ku şer bê deng dibû hevala YPJê sorxwîna rûgeş û hêja dîsa kefiya gulgulî li porê xweyî nazenîn digerand û xwe dikir bin saca ku mewzî lê çêkiribûn, çilpeçilpa baranê bi ser sacê ve çip..çip dibariya. Pirtûkê dizanibû ku dem dema xwendinê ye, zîncira li ser xwe vekir û xwe ji çenteya mermiyan derxist, bêhnek baran berda nav kûrahiya ruhê xwe, hinekî têlên li ser rûyê xwe rakir û pelên xwe di nav qelîşekên tiliyên hevala sorxwîn de çend pel ji xwe quliband. Hevala sorxwîn ji demên xweyî vala hevokên pirtûkê di nav guliyên mejiyê xwe de dixemiland, bi her çilpekê re hevokên pirtûkê şad dibûn dikeniyan û xwe li ber xwendina hevala xwyî Sorxwîn xweştir dikir.
Lê tişa ku bi serê odeya min de hatî ne tenê ev bû wêneya seydayê #Cegerxwîn# di qorzîka xênî de ji hevketî û hênciqî mabû. Ew jî xwe di nav agirê şer de bi guregura helbestên xwe yên şoreşgerî bûbû govenda moralên şervanan.. bi nav û dengê xwe bûbû şahidê şerê kobanê , bîranên kobanê kolan bi kolan , dever bi dever li ber her dibistaneke derî lê girtî de û li her malên ku firokeyên ezmanan lêxistibû, bi nirxên xwe tevlî şerê sedsalê bûbû. Di odeya min de hemû bîranînan xwe komişandibûn hev û bi tirs jiyan dikirin. Şev bû min ew hemû bîranîn dan cihê wan, min ew şev bi wan re derbas kir. Ez li ser kursî rûniştim û ji xwe li wan dinêrî, wan jî hêdî hêdî tûrikê xwyî serpêhatiyan ji paşila xwe derxistin û bi xemgînî dest bi çîroka berxwedana xwe ya sedsalê kirin û pê de çûn. [1]