ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  529,986
画像
  107,323
書籍
  19,953
関連ファイル
  100,733
Video
  1,470
言語
کوردیی ناوەڕاست 
302,792
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,913
هەورامی 
65,830
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,985
فارسی 
8,913
English 
7,397
Türkçe 
3,595
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
327
Nederlands 
130
Zazakî 
88
Svenska 
60
Հայերեն 
50
Italiano 
41
Español 
40
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
1
Polski 
1
ترکمانی 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
2
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
323
PDF 
30,411
MP4 
2,391
IMG 
196,240
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
Mîra Yekem û Tekane: Meyan Xatûn
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست2
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Hrvatski0
Norsk0
Polski0
Pусский0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîra Yekem û Tekane: Meyan Xatûn

Mîra Yekem û Tekane: Meyan Xatûn
Mîra Yekem û Tekane: Meyan Xatûn.
Fahriye Adsay.
2014

Digel ku civaka kurd civakek bavsalarî (patrîarkal) ye, di dîrokê de em rastî hin jinan tên ku hatine mewqiyên girîng ên siyasî heta yên leşkerî. Dema em kurdên misilman û yên êzidî bidin ber hev, di nav êzidiyan de mînakên jinên şervan an serkêş kêm derdikevin pêş me. Îstisnaya herî girîng Meyan Xatûn e ku di navbera salên 1913 û 1957an de bi awayekî fiîlî mîrekiya êzidiyan kiriye.
Meyan Xatûn di sala 1874an de hatiye dinê. Bavê wê Ebdî Beg ê ku demekê bi wekîlî bûbû mîr, diya wê jî keça Mîr Cesim Begê ji Xanedana Çolê bû. Meyan Xatûna ku di nav malbateke esil de hatibû dinê di 18 saliya xwe de bi birayê Mîr, Elî Beg re zewicî bû. Ev di sala 1892-1893an de bû ku paşayê osmanî tuxgeneral Omer Vehbî Paşa êzidî bi bijarteyên mirin an qebûlkirina İslamiyetê re rû bi rû hiştibûn û di bîra hevpar a êzidiyan de ev wek sala herî trajîk tê zanîn. Îhtimal e ku di çêbûna karakterê hişk ê Meyan Xatûnê de, para vê sala trajîk jî hebe. Guest tomar kiriye ku digel hemû çespandin, zordestî û işkenceyan Elî Beg misilmantî nepejirandiye û wek mişextî bo Bakurê Anatolyayê tê şandin. Di nav salên mişextiyê de tenduristiya Meyan Xatûnê xira dibe û li pey hev zarok ji ber diçin û tekane zarokê wê yê ku li heyatê dimîne Seîd Beg e. Guest ji kitêba Sadik Damlûcî ya bi navê Yezidis (Êzidî) a 500 rûpelî neqil kiriye ku malbata mîr sê salan li mişextiyê maye.
Bi saya navbeynkariya Brîtanyayê ji mişextiyê vegeriyan e.
Di sala 1892yan de di encama êrîşên tund de, bi taybetî gelek êzidiyên gundî ku nikaribûn xwe biparêzin hatine kuştin; tevî vê perestgeha Lalişê jî hatiye talankirin û heta ku di sala 1907an de li Mîr Elî Beg bê vegerandin, di bin kontrola misilmanan de maye.
Piştî ku ji mişextiyê vegeriyane, ji aliyekî ve Mîr Elî Beg hewl daye ji aliyê maddî û manewî ve civata êzidiyan vejîne, ji aliyekî ve jî birayê Meyan Xatûnê Ismaîl Beg plan kiriye ku piştî Elî Beg bibe mîr û bi pêwendiyên xwe yên bi êzidiyên Qefqasyayê re civata êzidiyan ji nû ve vejîne. Piştî demeke kurt, ji hatiniyên mîrektiyê par dixwaze. Loma Meyan Xatûnê şerê desthilatdariyê cara ewil li ba mêrê xwe li dijî birayê xwe kiriye. Bi demê re, îxtilafên desthilatdariyê bûne dawa xwînê. Dema Mîr Elî Beg di sala 1913an de li mala xwe hatiye kuştin, Meyan Xatûnê birayê xwe bi kuştina mîr tawanbar kiriye û bi vî awayî him rê li ber hewldanên birayê xwe girtiye him desthilatdariya xwe xurt kiriye.
Dema Mîr Elî Beg tê kuştin temenê mîrzayê xort, Seîd ji bo mîrtiyê pir biçûk bûye. Meyan Xatûn a ku piştî vê rojê wesayeta mîr daye ser xwe, wexta Seîd Beg tê temenekî guncav jî dev ji kontrola xwe ya ser mîr bernade. Piştî mirina Seîd Beg a di sala 1944an de, dema mîrtiya neviyê xwe Tehsîn Beg de jî heta ku di sala 1957an de, di 83 saliya xwe de miriye, kontrola wê ya li ser mîrtiyê berdewam kiriye. Bi awayekî fiîlî 44 salan wek mîra êzidiyan maye. Em bifikirin ku ev serdem bi Şerê Cîhanê yê I’em dest pê dike, wê bê famkirin ku ev serdemeke çiqas dijwar bûye. Di encama Şerê Cihanê yê I’em de ku dewleta Osmanî parçeyek mezin ji axa xwe winda dike, Iraq ji Brîtanyayê re, Sûriye jî ji Fransayê re dimîne. Dewleta tirk tenê li Anadolê hukim kiriye. Li aliyê din li Rûsyayê jî rejim diguhere. Bi saya Meyan Xatûnê, civata êzidiyan a li Iraqê di vê serdema ku dinya li bin guhê hev dikeve de, bêyî ku xisar bigihîje wan derbas dike.
Di Şerê Cihanê yê II’yem de Meyan Xatûn hê jî mîra fiîlî ya êzidiyan bûye. Piştî mirina kurê wê ya di 28ê Tîrmeha 1944an de, neviyê wê Tehsîn Begê 13 salî dibe mîr. Ji bo Meyan Xatûnê ev tê wateya serdema duyem a wekaletê.

Dema Serhildana Mihirkiyan
Serdema Meyan Xatûnê dibe şahidê her du serhildanên Mihirkaniyan ên li çiyayê Sincarê ku bi serkêşiya Dawudê Dawud pêk hatibû. Sedema serhildana yekem a Dawudê Dawud a di 1924-25an de ev bûye ku Brîtanya Hemoyê Şêro dike “Begê Çiya” ku wek nasnav piştî mîrê dinyewî dihat. Lê di heman demê de ew qas li hemberî hikumeta navendî bûye ku ji Hemo re pêşniyaza hevalbendiyê jî dike. Sedema serhildana duyem a di 1935an de jî xizmeta leşkerî bûye. Mîr Seîdê di bin kontrola Meyan Xatûnê de, pêşniyaza sebirkirinê dide ji bo banga Dawudê Dawud a ji bo tevlêbûna serhildanê. Ji bilî Mihirkaniyan kes bersiveke erênî nade banga wî. Di encamê de Dawud têk diçe û direve Sûriyê. Bi mirina Hemo Şêro (1933) û Ismaîl Beg (1933) û têkçûna Dawudê Dawud re, Meyan Xatûn li herêma Sincarê desthilatdariya xwe xurttir dike.
Hin riwayet hene ku destê Meyan Xatûnê di bûyera kuştina mêrê wê ya di sala 1913an de hebûye. Wê şevê serokê eşîra Doskiyan Sefir Axa li mala wan mêvan bûye. Tê gotin ku di navbera herduyan de pêwendiyek evînî hebûye û li hemberî Elî Begê komployek amade kirine. Bi qewlê Martîn van Bruinessen ev gotegot çiqas rast bin an ne rast bin jî, hêjayî destnîşankirinê ne ku digel van gotegotan Meyan Xatûn bêyî dijberiyeke xurt ew qas salan desthilatdariya xwe domandiye. Di civakeke bavsalarî de ku meseleya namûsê encamên pir trajîk bi xwe re tîne, Meyan Xatûn ne bêalternatîf jî bûye. Birayê wê xwe ji bo mîrtiyê amade dike. Piştî mirina kurê wê Mîr Saîd Beg jî dî diyarkirina mîrê nû de rola herî girîng a wê bû.
Mîratiya jinekê ya fiîlî ku ji destpêka sedsala 20an de nêzî nîv-sedsalê domandiye, wek ku Bruinessen ji bo jinên serkêş ên di nav kurdan de destnîşan dike, ji bo civaka êzidî jî ne mînakek gelemperî ye. Lê hêjayî nirxandinê ye ku 44 salan desthilatdariya jinekê hatiye pejirandin, jê re hurmet hatiye nîşandayîn. Tê gotin ku serkêşên jin tenê ji malbatên arîstokrat derdiketin ya na nedihatin pejirandin. Rast e, lê di civakeke pêş-modern de ji xwe tu derfeta mêrekî ne arîstokrat jî tunebû ku bibe serokeşîr an mîr. Weke mînak, kesekî ku ji bo bikare bibe mîr, pêwîst bû ji malbata mîr bûya, çi jin be çi mêr be. Radeya bêîmkaniya jin an mêrekî derveyî vê malbatê ku bibin mîr an mîra wek hev in. Ya din, civakên pêş-modern xwedî rêxistîbûnek berwarî ne (horizantal). Lewma em dev ji mîrektiyê berdin, ji ber tunebûna tevgerdariyek tîkane (vertical mobility) hê di teoriyê de derfetên civakî ku ji hemû tebeqeyan mirov bikaribin bibin talibê hemû meqamên civakî çênebûbûn.

Şerê Meyan Xatûnê û birayê wê
Di rewşa Meyan Xatûnê de xaleke din a balkêş jî şerê wê yê desthilatdariyê yê li dijî birayê wê ye. Di nav şert û mercên pêş-modern de, zewac tê wateya tifaqa di navbera malbatan de. Ev ji bo jinekê meseleyeke girîng e; ew ê sedeqeta xwe nîşanî malbata xwe yan malbata mêrê xwe bide? An wê bikaribe berjewendiyên bav û birayê xwe di ser ên xwe û mêrê xwe re bigire (ji jinekê tê hêvîkirin ku her tim aliyê bav û birayê xwe bigire an bê alî bimîne)? Xuya ye ku Meyan Xatûnê kariye hêvî, daxwaz an rolên civakî yên ku li ser jinan hatine ferzkirin bide aliyekî.
Nirxandinek din a der heqê Meyan Xatûn û jinên din ên serkêş de jî ev e ku wan ew pozisyon bi saya mêrên xwe bi dest xistine. Her çiqas ji ber ku di civakeke eşirkî de meşrûyeta desthilatdariyê girêdayî xwînê ye, mêr jî bi hêza xwe nabin serok an mîr, ew jî deyndarê bavê xwe ne, jinek xurt û xwedîhêz a wekî Meyan Xatûnê encax piştî mirina mêrê xwe derketiye pêş. Pir zehmet bûye ku di saxiya mêrê xwe de jinek di pozisyoneke xurt de be yan digel wî bikaribe bibe serok an mîra. Lê îstisnayek vê jî heye: Adîle Xanim, jina Osman Paşayê Serokê Eşîra Caf. Hê Osman Paşa sax bûye Adîle Xanim gelek karên rêveberiya eşîrê û qeymeqamiya Şarezorê daye ser milê xwe û piştî mirina wî ya di sala 1909an de heta 1924an jî karê rêveberiyê domandiye.

Jin û desthilatdarî
Digel astengên binyadî yên li pêşiya desthilatdariya jinan, jineke ku di encama hin şert û mercên taybet de bûye desthilatdar û ev bi awayekî serkeftî demeke dirêj berdewam kiriye, argumentên gewherxwaz ên ku angaşt dikin ku jin nikarin karê rêveberiyê bimeşînin, pûç dike. Ev mînak destnîşanî me dike ku ger jin bikaribin derkevin derveyî rolên civakî ku li ser wan hatine ferzkirin, dikarin bi mêran re têkevin pêşbaziya desthilatdariyê. Dema derdikevin derveyî rolên jintiyê, dikarin ziman û qodên desthilatdariyê ku tenê wek para mêran hatiye hesibandin, fam bikin.
Mîratiya Meyan Xatûnê jî destnîşanî me dike ku ji aliyê xwezaya kesayetiyê ve di navbera jin û mêran de cudatiyek mezin nîne. Ew qenaet heye ku ji ber xwezaya wan jin ji mêran bêtir hesas, lawaz û hestiyar in û ji tundiyê dûr in. Nêrînek bi vî rengî, ji tespîteke masûm wêdetir, wek alaveke meşrûkirina newekheviya di nava civakê de ye ku ji cudatiya zayendî diwelide. Di berdewamiya wê qenaetê de tê destnîşankirin ku ji ber vê, xwezaya ji dêtî û zayînê diwelide, divê jin peywirên qada taybet bînin cih û ji sînorên qada taybet wêdetir neçin. Bêyî ku sedemên dîrokî û civakî bêne analîzkirin, cudatiyên zayendên civakî tên teb’îkirin û bi vî awayî zemîna newekheviyê tê xurtkirin. Tevî vê tê jibîrkirin ku zayendên civakî bi xwe encama sazkirineke civakî ne. Her wisa, serdema xurt a mîratiya Meyan Xatûnê mînakek berbiçav a vê rewşê ye.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは441表示された回数
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
HashTag
ソース
[1] | English | academia.edu
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 2
グループ: 記事
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
ブック: 伝記
プロヴァンス: 南クルディスタン
都市: Sinjar
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 19-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ڕۆژگار کەرکووکی ) på 19-09-2022
最近の( ڕاپەر عوسمان عوزێری )によって更新この商品: 19-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは441表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
新しいアイテム
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  529,986
画像
  107,323
書籍
  19,953
関連ファイル
  100,733
Video
  1,470
言語
کوردیی ناوەڕاست 
302,792
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,913
هەورامی 
65,830
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,985
فارسی 
8,913
English 
7,397
Türkçe 
3,595
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
327
Nederlands 
130
Zazakî 
88
Svenska 
60
Հայերեն 
50
Italiano 
41
Español 
40
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
1
Polski 
1
ترکمانی 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
2
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
323
PDF 
30,411
MP4 
2,391
IMG 
196,240
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.391 秒(秒) !