ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 523,131
画像 105,814
書籍 19,707
関連ファイル 98,684
Video 1,420
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Birîva nema dihat bîra me
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ebdulrehman Efîf

Ebdulrehman Efîf
Em dixwazin herin Birîvayê, emê li ser lingan herin, em tu trimbêlê nagirin. Ez nizanim belkî ko em bi tirimbêlê çûbana wê çêtir ba, lê me da ser lingan û me berê xwe da Birîva.
Birîva ji #Emûdê# ne dûr e, çend kîlomitir in. Ma emê çima çûbana Birîva û ma gelo ew cihê ko me dixwest em herênê Birîva bû? Min pirr ew pirs giring nedidît, gerek em biçûna. Hinekî tenê min tê derdixist ko xwihek min li wir bi mêr bû û me ew ji zû de nedîtibû û diva me serek lê xista.
Bi rastî min jî bêriya xwiha xwe kiribû û min dixwest ez wê bibînim. Me dida rê, ez û diya xwe û xwihek min î din, lê rê dirêj dibû û em nedigihan. çima rê wilo dirêj bûye û çima em nagihên, ev heye bêtirî rokê ko me daye ser rê, em hîn newstiyabûn û ko me heftiyekê sax jî hîn wilo berdewam kiriba, em nediwestiyan. Lê me berê xwe daye Birîva ji bo em bigihên û em xwiha xwe bibînin ne ji bo hema em li ser rê bimînin. Em dimeşiyan lê hêdî hêdî tirsek sivik xwe berdida ser dilên me! Ma gelo ev çi ye? Ne em vê riyê nas dikin! Ne ev riya Amûdê- #Qamişlo#yê ye!. Em ne kesin beyanî ne! Ez bixwe li vir mezin bûme, û diya min, ne li Amûdê mezin bûye û çêbûye lê ev heye bêtirî bîst salan ko ew li Amûdê dijî.
Baş e, piştî nêzîkî heftiyekê ji dana me yî ser rê, em gihan gundekî, ew gund bi pirr giha û şînkahî bû, me pirr pez tê de dît û zarokin jî hatin pêşiya me. Zaroka hinekî ji me fedî dikir lê ew li kêleka me radiwastiyan û li me dinerîn, dixwestin bi me re biştexilin, lê ji wan werê ko em zimanê wan fêm nakin. Erê em bi zimankî diştexilîn û ew bi zimanekî din diştexilîn, lê me zimanê wan fêm dikir û wan ê me na.
Wek ko min got, ew gund fireh bû û pirr gîha lê hebû lê bihna me lê teng dibû. Ez nizanim çima? Me pêşî digot, belkî ev gund Birîva bixwe be, lê ne wilo derket, û ev heye heftiyek sax ko me daye ser rê, lê ko em van tiştan ji bîra bikin jî, gund bixwe bêhna me teng dikir. Gund fireh bû, me nizanîbû çima bêhna me teng dibû! Xelkê gund bi zimankî din diştexilîn lê wan ti tiştekî nebaş ji me re xuya nedikir, erê kes ji wan nehatibû pêşiya me lê zarokên wan didan dû me û fediya xwe revandibûn û kêfa xwe ji me re tanîn.
Lê ka Birîva!?
Ez û diya xwe û xwiha xwe digihan dawiya gund, li wir me nas dikir ko gund ji hemû aliyan dîwarkirî ye. Me nih nas dikir ko çima bêhna me ji pêşî de lê teng û zehmet dibû. Li dawiya gund em hinekî rûdiniştin û hinekî diramiyan. çend zarokên gund jî li dora me bûn, me nas dikir ko me riya xwe şaş kiriye û em pirr dûr hatine û me, hebe tunnebe, Birîva li dawiya xwe hiştiye. Em hinekî xemgîn dibûn lê me ji hev dipirsî û ji wan zarokan bê ka riya rast kîjan e?!
Divê em ji gund derketana û bi dawî de vegeriyan. Em hîn wilo diramiyan, min dît ko keçiket biçûk nêzîkî min bû û pênûsek nû da min û ji min re got: ev pênûs bavê min diyarî te dike!. Ez nizanim bê ka çima bavê wê pênûs diyarî min kiriye, çima ne tiştekî din, min bavê wê keçikê nas nedikir û ne wî jî ez. çima pênûs, çima diyarî?? Min ji keçikê re got, ez sipasiya bavê te dikim û pirr silavan ji min re lê bike û keçik vegeriya malê.
Nêzîka diwazdeh zarokên wî gundî dan dû me û kêleka me. Em rabûn ser xwe û me berê xwe da Birîva. Em hinekî meşiyan, ne gelekî pirr, em ji gund derketin û hinekî bêhna me fireh bû.
Rê bi jor de diçû, giha pirr kesk bû, riya me bêtir riyek çiyayî bû. Aliyê me yê rastê çiya bû, û yê çepê newal bû, çiyayin mezin û dirêj û newalek fireh û dirêj. Bi rastî wê derê pirr xweş bû, çemekî mezin û fireh jî di newalê de diherkî, newal hemû dar û şînkayî û kulîlk bû. Li aliyê çepê hinekî ji me bi dûr, dîsa çiya hebûn. Rokê ew newal û çiya tije ronahî dikir, bêhnin pirr şêrîn difûriyan û li ser çiyayên aliyê çepî me, kerîkî dirêj ji guran hêdî hêdî dabûn dû hev û carê li me dinerîn. Gur dûrî me bûn, em ji wan neditirsiyan, me hinekî kêf dikir bi dîtina wan. Me dixwest em li cihekî rûnên û ji xwe re li wan binerin. Me piştî hinek din ji dana ser rê, xaniyek dît, xaniyek jor vekirî û bi pencereyekê bi alî çem û newalê û guran de. Ez û diya xwe û xwiha xwe derbasî wî xaniyê biçûk bûn û ew birra zarokan li derve li pêşiya pencerê rûniştin û ji xwe re li dora xwe dinerîn. Ew xuwrista han wilo xweşik bû ko me û zarokan nema dixwest ji wê derê rabin. Me ji aliyê hindir de dinerî û guran hinekî çavên xwe digirtin ji ronahiya rokê. Gihayê wê derê, darên wê derê, rengên xwe diguhertin, her demekê reng dihatin guhertin. Me di pencerê re hertişt didît, me guhertina rengan didît, gurên ko çavên xwe hinekî digirtin, tê bêje qey henek bi me û zarokan dikirn. Rengê giha ji keskbûnê şîn dibû, rengên daran zer dibûn û gaveke din şîn dibûn û dîsa pirtiqalî dibûn. Xweşbûnekê nerim xwe di canê me de bilind dikir ji ber guhertina rengan. Van Gogh dihat bîra min, rengên wî û jiyana wî dihatin bîra min, ez pirr bi xweşî bûm.
Dema rengên giha ji nivkê ve şîn dibûn, zarokan ban min dikirin. Ez ji wê odê derdiketim bi binî de, diçûm cem wan, ji min re digotin, li aliyê rastê binere, li wan daran binere!. Dar sipî dibûn, vêdiketin û dîsa reng diguhertin. Ez û diya xwe û xwiha xwe li wir diman, ew zarok li wir diman. Birîva nema dihat bîra me, wan zarokan bav û diyên xwe ji bîra dikirin.Wek min li guran dinerîn, li wan çiyayan, li giha, li çem, li rengguhertinan dinerîn!.[1]
Ebdulrehman Efîf
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは472表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://rojava.net/
リンクされたアイテム: 1
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 27-08-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 調査
ブック: 文学
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 21-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 21-09-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 21-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは472表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.119 KB 21-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 523,131
画像 105,814
書籍 19,707
関連ファイル 98,684
Video 1,420
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - Publication Type - 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.281 秒(秒) !