ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,775
画像 106,015
書籍 19,351
関連ファイル 97,452
Video 1,396
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Berpirsîyarîyên Çapemenî û Zanayê kurdî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Berpirsîyarîyên Çapemenî û Zanayê kurdî

Berpirsîyarîyên Çapemenî û Zanayê kurdî
”Îro, di civata kurdî da kirina herî şoreşger, parastina ziman û #kultûra kurdî# ye ku di bin zulma dewletê da tê girtin û pêşberî terora dewletê dimîne!”
”Ez difikirim ku di rojên îroyîn da jibo kurdan tiştê herî pêwist, weşandina kovareke bi kurdî ye. Navê wê bi kurdî, bi hindikayî ji dehî heşt, an neh nivîsarên wê bi kurdî be.
Ez dizanim ku Medya Güneşi helbest û nivîsarên bi kurdî diweşîne, lê kovara ku ez dibêjim, bi nav û nivîsarên xwe, kovareke bi kurdî ye, kovareke kurd e. Kovareke hefteyî an 15 rojî.
Kesên ku vê kovarê derxin, divê xwedîyê îmkanên baş bin, divê zimanê kurdî û tirkî baş bizanin û li vê derê tiştê giring meşrûbûn e. Loma (lewra) kesên ku kovarê derdixin, divê li pêşîya meqamên rêvebir û dezgahên dadgehan (mehkemeyan) bikaribin meşrûbûna hewildanên xwe biparêzin. Divê bikaribin nemeşrûbûna destûr (serqanûn-qanûna bingehî) û yasayên (qanûnên) tirk ku zimanê kurdî qedexe kirine, eşkera bikin. Tiştê ku pêwistîyê eşkerakirinê ye, ne qanûnî yan bêqanûnîya kar e, lê meşrûbûna wê ye.
Divê karê amadekirina derxistina kovareke weha, di nava gelek kesan (kadroyan) da bê ajotin. Çi qas mumkûn be divê kadroyên kovarê ew qas pir bin ku girtin û tewqîfkirina çend ji wan, li pêşîya derçûna kovarê nebe asteng.
Divê bi taybetî li dadgehan bi kurdî bê peyîvîn û îfade û parêznameyên bi nivîskî jî bi kurdî bin. Divê bê zanîn ku tercuman (wergêran) bi kurdî dizane yan na. Eger ew ne xwendekarek ku ji Înstituya Kurdoloji, yan ji beşê Ziman û Edebîyata Kurdî yê zanîngehekê (universiteyek) xilas kiribe, divê tercumanîya wî/ê neyê qebûlkirin.
Ez dixwazim qala dîtineke Prof. Dr. Yona Alexander – Universiteya George Washingtonê- a li ser kurdan, bikim. Ev profesor pisporê Teror û politika Navneteweyî ye û di seminera ”Li Rojhilatanavîn teror û balansa hêzan” da li ser kurdan weha dibêje: ”Neteweyê ku jibo patronên dî şer dike.” Her dîsa Jill Hamburg, di kovara ”The Nation” da bi navê ”Gelê Jibîrkirî, Cîhan û Kurd” nivîsarek dinivîse û jibo kurdan dibêje: ”Eskerên her kesî!” Û didomîne ku kurd heta nuha jibo rizgarîya neteweyî ya xwe nebûne xwedîyê tevgerek e bi hêz. (Sabah- rojnama tirkî 28.08.1989)
Bi ya min ev dîtinên han encamên lêkolinên ilmî yên li ser kurdan in. Dîtinên balkêş in. Yüzbaşı P. Auryahov ku di dawîya sedsala 19an da li Qafqasyayê di Orduya Qeyser da leşker bû, di bîranînên xwe da li ser kurdan weha dinivîse: ”Hest û hîsên neteweyî yên wan pir lawaz in an hîç nînin.”
Bi bawerîya min ev haydarî (informasyon) dikarin bi du alîyan bên karanîn. Ya pêşî, dibe ku hinek hêz bibêjin ”Madem kurdan heta nuha tim û tim jibo xelkên dî şer kirine, bila demekê jibo me jî têbikoşin.” Û bixebitin ku kurdan jibo berjewendîyên xwe têxin şer. Jibo gihiştina vê amancê, bêtifaqîyê di nav kurdan da belav bikin. Politika Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Surîyê ev e. Kêm, zêde pêşnîyarên Prof. Yona Alexander jî di vê çarçoveyê da ne.
Ya duyem, dibe ku weha bê gotin: ”Şerê jibo kesên dî”, bêrûmetî ye. Divê kurd jî wek neteweyên (miletên) dî di şertên wek hev da bi nasnameya (huwîyeta) xwe ya neteweyî bijîn. Bê guman ev dîtin, dîtina welatperwer, demokrat û şoreşgerên kurd e.
Bêşik di nav sînorên peywendîyên nû yên li cîhanê, Rojhilatanavîn û li Tirkiyê, dê dîtina duyem tagiran li dora xwe bicivîne. Lê jibo ku dîtina duyem bikaribe pêş bikeve û cîyê xwe qeîm bike, divê di warê edebîyat, kultûr û folklorê da xebatên baş bicî bên. Divê li ser zimanê kurdî, edebîyata kurdî, folklora kurdî lêkolîn bên çêkirin. Divê berhemên edebî, ziman, kultûrî û folklorî yên ku hatine talankirin, ji nû ve bigihin xwedîyên xwe yên rastîn.
Îro di civata kurd da kirina herî şoreşger, parastina ziman û kultûra kurdî ya ku di bin nîrê terora dewletê da ye. Ciwantirîn, bi tesîrtirîn, kûrtirîn rîya vê parastinê jî axiftina bi kurdî ye, nivîsandina bi kurdî ye. Ji ber vê yekê hinek gundîyên kurd, melayên kurd, li nik (cem-ba) min, şoreşgerên pir baş in. Lê hinek ”rewşenbîrên” ku marksizmê, leninizmê ji xwe ra kirine benîşt, na.
Divê mirov bi mejîyekî teng, an bi tenê di warê eskerîyê da li gotinên ”Neteweyê ku jibo kesên dî şer dike”, ”eskerên xelkê dî” nenêre. Îro gelek kes hene ku bi esil kurd in, lê avê dibin ser aşê zimanê tirkî, kultûra tirkî, edebîyata tirkî. Piranîya van eslê xwe înkar dikin, dibêjin em tirk in. Loma jî di nav entelektuelên neteweyê serdest da, entelektuelên neteweyê kolonyalist da dibin xwedîyê qedir û qîmetê.
Ev kesên xwenda, yên xwedî diplomayên universiteyan, heta hinek profesor çawa pişta xwe dane hebûna xwe ya neteweyî? Ev dezgeha (mekanizma) çawa dixebite? Ez bawer dikim ku mirov dikare li ser kesên weha, kesên ku ji alîyê objektif kurd in, an ji bab û dayîkeka kurd hatine dinê, lê ji alîyê subjektif xwe tirk dihesibînin, lêkolînên ciddî bikin. Mirov dikare li ser vê yekê gengeşe bike ka kolonyalizm şiklekî çawa dide avahîya rûhî ya kesên ji welatê kolonî. Her çi qas (çende) Kurdistan ne koloni ye jî, neteweyê kurd ne neteweyekî koloni ye jî.
Medya Güneşi dikare rîya gengeşeyê li ser van şolan (meselan) veke. Ew dikare bibe piştgir da ku kurd nirxandin û muhasebeya nasnameya xwe bikin. Jibo ”kurdên” ku avê dikêşînin ser kultûra kolonyalist û emperyalan, minak dikare werin nîşandan. Haydari werin dayîn. Cewherê kultûra tirkî ya kolonyalist û emperyal, rewşa nivîskarên tirk, dikarin werin rojevê. Dema rewşa tirkên Bulgaristanê bibe mebesta gotinê, van gotinên ku nivîskarên tirk pirê caran dixebitînin, lê li hemberî kurdan dema bibin mijara gotinê, ew bi şîddet li hemberî derdikevin, ev divê were kolandin. Cotsitandardî dikare bi dewlemendîya bûyeran (olguyan) were teşhîrkirin.
Mirov dikare lêbikole ku çima ”kurdên” ku eslê xwe înkar dikin, di nav entelektuelên tirk da bi qedir û qîmet in, çima entelektuelên tirk rexne li rewşa wan naxin, lê berewajê wê, wan teşwîq dikin.” (Medya Güneşi, Yıl 2, Sayı 12, Ekim- Kasım 89, S. 31, İstanbul)

Jêrenot:
Jibo zimanê dayîkê, roja 21ê sibatê, bûye rojeka cîhanî ku ev çend sal e tê pîrozkirin. Ji ber vê minasebetê nivîsareka Î. Beşikçi ku 31 sal berê di Medya Güneşi da derçûye, balkêş e. Di M. Güneşi jimareya 12an da xuya dibe ku, wan mijara ”Berpirsîyarîyên Çapemenî û Zanayê kurdî” di nav rûpelên xwe da xwestine gengeşe bikin û wan biweşînin.
Dema mirov li rewşa civata kurdî di derbarê zimanê kurdî da dinêre, mirov resmeke gelek nebaş dibîne, mîsal, tê gotin ku nuha li Dîyarbekrê gruba salên 0- 16 salî kurdî nizanin û tenî tirkî diaxifin ku ev rewş li Amedê nîşana mirina kurdî nîşan dide. Bê guman di pirazeya 31 salî da rolên nivîskar û çapemenîya kurdî, gelek negatif bûye û ew rewş alîkarîya politika dewleta tirk a asimilasyonê kirîye û wan qasî mamoste Beşikçi xesasîyetê jibo zimanê xwe nîşan nedane. Loma pêşnîyarên Beşikçiyê hêja yên 31 sal berê gelek balkêş bûye û jibo xesasîyeta zimanê me ev pêşnîyar îro jî jibo me kurdan pêwistîyek e, loma min ew ji tirkî wergerand bo kurmancî. [1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,031表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://portal.netewe.com
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 21-02-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
ブック: レポート
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 26-10-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 28-10-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 26-10-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,031表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,775
画像 106,015
書籍 19,351
関連ファイル 97,452
Video 1,396
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.109 秒(秒) !