Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka nivîskarê naskirî yê Kurd #Eta Nehayî# ya bi navê “Ew balindeya birîndar ku ez im” bi Kurmancî jî hat belavkirin.
Pirtûka Eta Nehayî “Ew balindeya birîndar ku ez im” ya ji 150 rûpelan pêk ji aliyê “Wêşanxaneya #Avesta#yê” hat belavkirin.
Pirtûk ji aliyê Mirad Mîlan ve ji Soranî bo Kurmancî hate veguhestin.
Beşek ji pirtûkê wiha ye:
“Dibêje: Ez bextewer nekirim Mestûre can. Ji min hez nekir û tenê ji xwe hez kir, lewma min jî kuşt. Ne ji ber vê yekê ku derew dikir û ji min hez nedikir, min guldanka mezin di qafê wî de hûr kir û ew kuşt ji ber ku ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir. Ewqasî ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir ku êdî hindik hindik min xwe winda kiribû. Êdî min xwe nedît ku di nav malê de dihatim û diçûm. Ku ji mal derdiketim jî êdî min xwe nedidît. Lê Kawe ez didîtim. Hertim, ez li kû derê bûma, biçûma kû derê, wî ez didîtim. Di destpêkê de ez biçûma kû derê, nedigot neçe. Ez diçûm mala bavê xwe, mala bavê wî, cem heval û destexwişkên xwe, diçûme kor û kombûnên edebî, û paşê min fêm kir ez diçime kû derê, li pey min tê. Heta bigre di nav malê de jî ode bi ode li pey min dihat. Di serî de min nedizanî ku dema ji malê derdikevim, dema ku li kenarê coya avê ya li kêleka kolanê û mil bi milê darên şeqamê dimeşim, dema li texsiyê siwar dibim, li pey min e. Ev yek bi min jî dida fêmkirin. Carinan navnîşanên cihê ku ez diçûm ji min re digot da ku ez bawer bikim ku li her derê li pey min e û min jî bawer dikir. Min hest dikir ji min re dibêje ku çi bikim û çi nekim. Li kû siwarî texsiyê bibim û li kû derê peya bim. Kê bihewînim û kê nehewînim. Min got: “Kawe can, madem ku tu hertim li pey min î, çima nayî em bi hev re û mil bi milê hevdû bimeşin.” Ku em bi hev re dimeşiyan, lingên min hev dialiyan û min xwe şaş dikir, wekî ku kesek tazî di nav xelkê re derbas bibe, rût û qût.
…û hatim hembêza te Mestûre can. Nebêje min Kawe nekuştiye. Nebêje min guldanka mezin di nav serê wî de hûr nekiriye, û di nav xwînê de li odeyê negeviziye, nebêje xwîn xewnê betal dike.”
Eta Nehayî kî ye?
Di sala 1960ê de li bajarê Bane li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Qonaxa seretayî û navendî li dibistanên bajarê Bane qedand. Qonaxa paş navendî, li enstîtuya mamosteyan, li bajarokê Weramîn ê nêzîkî Tehrana paytexta Îranê, xwend. Dûv re di sala 1978an de bû mamoste û sê salan li dibistanên gundên Kurdistanê ders da zarokan. Piştî şoreşa îslamî ya Îranê bi tawana çalakiyên siyasî pêlekê hat girtin û ji mamostetiyê jî hat avêtin.
Eta Nehayî ji zaroktiyê ve hogirê xwendin û nivîsandinê bû. Pêşî bi nivîsandina helbestê dest pê kir. Di temenê şazdeh saliya xwe de helbest bi zimanê Kurdî nivîsand. Di temenê hevdeh saliyê de li enstîtuya mamosteyan yekemîn çîroka xwe nivîsî û ji ber wê yekê ji aliyê berpirsên enstîtuyê ve hat tembîkirin.
Piştî şoreşa sala 1979an bi awayekî cidî dest bi nivîsandin û belavkirinê di kovarên Kurdî yên li hundir û derveyî walet kir û yekem kitêba xwe ya çîrokan di sala 1993an de li Rojhilatê Kurdistanê çap kir. Ji wê demê û heta niha li rojhilat û başûrê Kurdistanê sê kitêbên çîrokan, sê roman û dehên gotarên edebî û teorîk belav kirin. Herwiha antolojiyeke çîrokên hevdem ên Farisî û çend romanên baştirîn romannivîsên cîhanê wergerandin zimanê Kurdî û gotar li ser wan nivîsandin.
Bi zimanê farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çendîn çîrokên ku di kovarên farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê, kitêbek jî li ser edebiyata destanên kevin ên kurdî bi navê Şîrovekirina bingeha destanên Kurdî yên eşqê nivîsandiye. Beşdarî piraniya semîner, kongre û festîvalên edebî û rewşenbîrî yên Rojhilatê Kurdistanê bûye. Herwiha beşdarî hejmareke zêde ya semîner û festîvalên edebî li Başûrê Kurdistanê (Hewlêr û Silêmanî), û Bakurê Kurdistanê (Wan û Amed) ê bûye û gotar xwendine.
Di sala 1984an de li ser daxwaza zanîngeha Uppsala ya Swêdê ji bo meh û nîvekê serdana Swêdê kir û li wê zanîngehê û li bajarê Stockholm li ser edebiyata kurdî gotar pêşkêş kirin. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek helkeftên taybet ên xwendin û rêzgirtinê jê re hatine sazkirin. Xelata salane ya dezgeha Aras li Hewlêrê di sala 2005an de û xelata zêrîn a Herdî ya afirandinê di sala 2008an de di festîvala Gelawêj de li Silêmaniyê wergirtiye.
Eta Nehayî endamê Yekîtiya Nivîskarên Îranê ye jî.
Kitêbên ku heta niha belav kirine ev in:
Zirîke (Qêrîn), çîrok, çapa Îran, dezgeha çap û weşanê ya Nacî, 1993.
Tengane (Tengezarî), çîrok, çapa Îran, dezgeha Mihemedî, 1996.
Ew balindeyê birîndar ku ez im, çîrok, Silêmanî, dezgeha Serdem 2005.
Gulên Şoran, roman, çapa Îranê, dezgeha Mihemedî, 1997.
Balindeyên li ber bê, roman, çapa Îranê, enstîtuya çanda kurdî li Tehranê bi alîkariya dezgeha Jiyar, 2003.
Girewa bextê Helale, roman, Silêmanî, belavokên Renc, 2008.
Berhemên Giştî, 2 beş, çîrok û roman, Hewlêr, dezgeha Aras, 2008.
Şîrovekirina bingeha destanên kurdî yên eşqê (Lêkolînek bi zimanê farisî), destûra çapê wernegirtiye.
Şazade Îhtîcab (Hûşengê Golşîrî), James Joyce, J. M. Stewart (Lêkolîn), Mala Ronakan (çend nivîskarên îranî, çîrok), Baronê ser daran (Italo Calvino), Qesabxaneya hejmar 5 (Kurt Vonnegut), Sivikatiya ku nayê tehemulkirin ya bûyinê (Milan Kundera), Dadgeh (Franz Kafka) wergerandine[1]