#SALIH BEGE HENI#: Kurê Seîd Bege ye, j eşîra Zirkan e. Ji yek rewşenbîrê demê ye. Di warê mentiq û tarîha îslam, felsefe, nahw serf de gelek şareza bû. Di sala 1910'an de di rojnama Kurd de dinivîsî. Di gel Xelil Xeyali û Zîya Gokalp li ser zimanê kurdî gelek xebat kiriye. Di sala 1919'an de qaziyê Madenê bi Dema tevgera Azadiyê hate damezirandin nêzîk bû. Di nav tevgerê de gelek xebat kir. Di dema Dadgeha Istiqlalê de bi mêranî bersiva hakiman da, lê ew jî bi Şêx Seîd re hate darve kirin. Gelek ziman dizaniya, wek zimane erebî, farisî, tirkî, fransî, ermenî. Him zanyar bû him jî helbestvan bû. Dema Ziya Gokalp bû hevalê tirkan ev helbest li ser wî nivîsi:
Heger çêkî ji bo cehşê kerê re,
Afir bi zêr nav eywanê kesra,
Tu ewî avdî ji yenb'a heyatê,
Şûna ceh bidî wî lewzê xurma,
Muelim bibe ji bona wî Eflatûn,
Murebî bibe ji boy wî Îbnî Sîna,
Bawer meke ew ê sahib huner be,
Ew ê dîsa wekî bavê xwe ker be,
Dema ku ewî ji eywanê derînî,
Huner nayî ji wî xeyrî zirînî.
Salih Beg, dema di zîndanê de bû dadgeh bir yara darvekirina wî dide, bi zimanê tirkî ve helbestê dinivîse:
Gerçi enzari hibadan dur olmuşuz
Rahmeti mevlaya yaklaşmakla mesrur olmuşuz
Hak yolunda müflisü hane harab olduksa da Bu harabiyetle biz manada ma'mur olmuşuz Ehli hak iz, korkmayız idamdan ber daradan Çünkü te'yidi ilahi ile mensur olmuşuz
Hakimi müptil yedinden medrubin olduksa da Emr-i hakla şer-i gara hakını ifaya memur olmuşuz
Kul bize zulmen mucazat etse de perva etmeyiz
Şuphemiz yoktur ki, indellahta me'cur olmusuz
Silihim ehl-isalihim dine can kıldım feda
Lütfü hakla tasnegan-1 kevser olmuşuz!
Ji bo Salih Begê Hênî Seydayê Cegerxwîn wiha dibêje:
Hela rabe Salih Begê Hênê heleste, Welatê me li ser te jar û mest e, Bi destê xwe tu bigire şûrê kurdan, Bi dev bibê ji bona razî qur'an.[1]
Navdarên Kurdan ( Kerem Serhatli)