ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,133
画像 106,574
書籍 19,303
関連ファイル 97,361
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Jin kok û cewherê jiyanê ye, bêyî azadkirina wê civak azad nabe
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jin kok û cewherê jiyanê ye, bêyî azadkirina wê civak azad nabe

Jin kok û cewherê jiyanê ye, bêyî azadkirina wê civak azad nabe
Hêvîdar Xalid
Tundiya li ser jinan rêyeke sîstematîk a di dîroka mirovahiyê de ye ku sîstemên olî, civakî û siyasî tê de beşdar dibin û armanc jî yek e anku biçûkxistina jinan, rakirina rola wê ji navend û çalakiyên biryardayînê, her wiha dûrxistina wê ji rola wê ya rastîn a ku bi hezaran salan di nava civakê de dilîst.
Di dîrokê de jin di nava civakê de xwedî cihekî civakî û pêşeng e, bi vedîtinên ku bi hezaran salan xizmeta mirovahiyê kirine, di asta civakî û mirovî de destkeftiyên mezin pêk anîne. Lê belê, bi kontrolkirina zilam a desthilatêre; di jiyanê de cihê xwe yê xwezayî ji dest da û rola wê qels bû, bû kole, xizmetkar û amûra kêfê, bû karmendek bê pere. Li ser ferz kirin ku karên herî zehmet pêk bîne heta ku berdêl jiyana wê be, armanc jî tenê “Kêm” were xuyakirin.
Jin gihîştiye wê astê ku di civakê de xwe kêm qebûl bike, lewma jî xwe spart mêr û sozdestiya wî û bû kelûpelê herî erzan. Di hemû qadan de, di reklaman de bi wêneyên tazî li ser qutiyên çay, biskewît, benîşt û turikên dermanên paqijiyê hat bikaranîn. Digel vê yekê jî, di pêşangehên erebeyên nûjen de, hêmaneke bi bandor e û ji bo şîrketên amûra reklamê ye.
Zihniyeta baviksalarî bedena jinan di qad û cihên cuda de ji bo berjewendî û armancên xwe, bi rê û rêbazên ecêb bi rêya xapandin û hîleyan, bi kar tîne. Ev zihniyet jiyana jinan wêran dike û hebûna wê ji kokê ve diqele. Rêber #Ocalan# di vê warî de dibêje; “Mejiyê zilam, mejiyeke ku hezar hîle xuliqandin, mejiyê derew, hovîtiya şer û îdeolojiya xirab e, bi kurahî mejiyê wêrankirina civak û ekolojiyayê ye.”
Di Roja Têkoşîna li dijî Tundiyê li ser Jinan a Cîhanê de, divê em bînin bîra her kesî û dengê xwe bilind bikin ku cihê jinan ne mal e û ew bi awayekî sîstematîk ji aliyê sîstemên olî, civakî û siyasî ve rastî şîdetê tê.
Tevî hewldanên jinan û rêxistinên wan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê û berdêlên mezin ên di vî warî de, hîn jî tundiyê li pey wan e.
Her roj bi sedan bûyerên berdan, xwekuştin, qetilkirin, lêdan û destdirêjiya cinsî li dijî jinan pêk tên. Her wiha mafên mirovan li gelek dewletên herêmê tên binpêkirin. Ev hemû jî encama zihniyeta baviksalarî ye ku di nava civakê de cih girtiye û jinan weke şerm, eyb, namûs û şerefê dibîne.
Ji bo li hember van sûcan bê sekinandin, divê rêxistineke jinan a hevbeş ava bibe ku dirûşma Jin, jiyan azadî ji xwe re dike armanceke sereke. Ji ber gelek nîşaneyên îdeolojî yên vê dirûşmê hene ku wateya rastîn a têkoşîna ji bo azadî û jiyanê ye.
Tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhempa bû. Ji destpêka tevgera gel a li Sûriyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi #Kurd#, #Ereb#, #Ermen#, Tirkmen, Çerkez, Keldan, Asûr û Êzidî, karîne xwe bi rêxistin bikin û bi hev re li dijî dîroka baviksalarî tê bikoşin ku 5 hezar salî ye û wiha bi hev re pergala xwe ya parastinê ya bi navê Yekîneyên Parastina Jin (#YPJ#) ava kirin. Ev jinên şoreşger ên ku di têkoşîna azadiyê de israr kirin û di vê rêyê de canê xwe feda kirin, ji bo hemû azadîxwazên cîhanê bûn ronî û meşelyek.
Li vir, şoreşa ku di dîroka herêmê de wekî wê çênebûye, dest pê kir. Rê li ber her kesî vekir û di hemû astan de rêbazên nû yên têkoşînê afirand. Vê yekê jî hişt ku gelek xort û keçên herêm û cîhanê ji hemû pêkhateyan li dora wê bicivin, baweriya xwe bi armancên wê bînin û û hewl bidin ku wê pêşde bibin.
Belê, cîhan bi serkeftinên jinan ên li qiraxa Çemê Firatê ku bi hezaran salan berê şahidiya şaristaniya dîrokî ya li ser destê jinan kiriye, matmayî ma. Ev şoreş ji bo jinan derfetek bû ku toza tirs û xofa salan ji ser milên xwe paqij bikin û li qadên azad bicivin da ku bêyî bên girtin, liwan kesên ku hewl didin êşên wan ragihînin û bi awayekî eşkere behsa wan bikin, guhdar bikin.
Li vê erdnîgariya biçûk, sîstemeke nû tê avakirin; Li ser bingeh û têgînên nû, pîvan û prensîbên demokrasî û zihniyeteke nû û bi pêşengiya jinên ku dirûşma rêxistinê ji xwe re kirine armanc. Jin li vir xwe ji nû ve ava dike, ji bo afirandina jiyaneke nû dixebite. Ji bo bidestxistina jiyaneke azad ji jin û civakê re, xilasbûna ji zihniyeta baviksalarî û desthilatdar a li ser jin û civakê û kirina sedsala 21'ê wek sedsaleke şoreşên civakî yên li ser bingehê azadiya jinê, gavên rasteqîn diavêje. Ji ber ku jin kok û cewherê jiyanê ye û bêyî azadkirina wê azadiya civakê nabe.
Ji ber vê jî, em dikarin bêjin ku jin hemwateya jiyanê ye, her wiha hemwateya azadiyê ye jî. Bêyî jineke xwedî hêz û xwedî maf, ne jiyan û ne jî azadî heye. Maf ne xêrek an diyariya ti kesî ye, lê belê ew tişteke xwezayî ye. Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, hemû cureyên tundiyê dikevin. Sal bi sal heman diruşm dubare dibe û heman deng berz dibe, dest ji tundiyê berdin û bihêlin ku jin di nava aştî û azadiyê de bijîn.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,463表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 30-11-2022
リンクされたアイテム: 9
グループ: 記事
Publication date: 25-11-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 女性
ブック: クルド発行
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ئاراس حسۆ 30-11-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 07-12-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 30-11-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,463表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,133
画像 106,574
書籍 19,303
関連ファイル 97,361
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.187 秒(秒) !