ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 520,227
画像 105,253
書籍 19,559
関連ファイル 98,152
Video 1,414
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Mijara Kurdî di nav wênekêşiya cîhanê de (FOTO)
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mijara Kurdî di nav wênekêşiya cîhanê de (FOTO)

Mijara Kurdî di nav wênekêşiya cîhanê de (FOTO)
Dibêjin, ku wênekêş bi teherekî mayîn cîhanê mêze dikin û dibînin. Carekê, gava gilî hatîye li ser wênekêşan, Pîkaso gotîye, wekî zêndînîgarî karê korane: wênekêşê eyînsî ne ku tiştê ew dibîne dineqişîne, lê çi ku ew pêva diheyîre û texmîn dike.
Gelek hostên firçê yên li cîhanê naskirî di nava efrandarîya xwe de cîhkî bi taybetî dane welat û gelê me. Wana ne ku tenê tebîyeta #Kurdistan#a rengîn, deb û rabûn-rûniştina gelê me, lê usan jî wergirtin, cil û berg û timtêla kurdan bi firçê nitrandine. Wênekêşên xerîb herdem bala xwe dane rewş û timtêla kurdan. Ji ber ku cil û berg, xemil û wergirtina mirov ew teherê jîyana wî ye. Lê cil û bergên netewî, xazma yên dîrokî ew şêweyê jîyana gel ya wê demê ye. Di vî warî de xebatên wênekêş û netewzanê almanî navdar Maks Karl Tîlkê (1869-1942) gelekî balkêş û giranbahane. Ew hesab dibe mîrê wênekêşîya cil û bergên netewên cîhanê. Taybetmendîya efrandarîya Maks Tîlkê hema di wê yekêdane, gava ku bi saya wêneyên wî gelek lêkolîner û netewzanên cîhanê nasîya xwe didine çanda gelaye medenî ya ji dema kevnar destpêkirî û heya nîveka yekemîn ya sedsala 20-î, wê yekêra tevayî dîroknas usan jî xusûsîyên deb û jîyana netewan derdixine meydanê û dinirxînin.
Maks Tîlkê dîroka cil û bergên gelên cîhanê heseb kirîye wek dîroka çanda hemtomerî. Nenihêrî gelek zanyaran li ser cil û berg û wergirtina netewan nivîsîne, lê wana bêtir guh nedane wê yekê, ka bê cil çawa hatine birînê û bi çi perçeyî hatine dirûne, li kîjan deverê û li kîjan heyamî ev yanê ew cûrên cilan li xwe kirine, di demên şîn û şayan de wergirtina mirovan çawa ji hevdu hatîye cudakirinê û tiştên mayîn. Di vê derecê de Tîlkê ne ku tenê hostê firçêyî erhede ye, lê usan jî lêkolînvan û netewnasê mezine. Gelek nivîsar û şiroveyên wî yên bi naveroka netewnasîyê hela baş nehatine arzûkirinê û makkirinê.
Di wêneyên xwe de Maks Tîlkê nimûnên cil û bêrgên gelek netewên Avropayê, Afrîkayê û Rojhilatê yên here bedew û pirrawaz derxistîye meydanê. Ewî bi çavên netewnasan wergirtin û xemla her êtnosekê mêze kirîye, xusûsî û taybetmendîyên wana qimet kirîye. Lema jî wêneyên wî gelekî geş û bedewin.
Maks Tîlkê kengê û bi çi awayî bi kurda re bûye nas? Mijara netewên Qawqazîyayê û pêra jî ya
ImageImage
sala 1852-an li Tîfllîsê li rex beşa Qawqazîyayê ya komela nexşenîgarîyê ya Îpêratorya Rûsyayê mûzêya nimûnên çanda medenî hate damezirandinê. Bi hereketê serokê mûzêyê yê wê hênê Gûstav Radê gelek nimûnên çanda medenî ya netewên vê herêmê hatine berevkirin û tomarkirinê.
Ev kar bû bingeha sazkirina mûzêya Qawqazîyayê wek sazîke serbixwe. Di destpêka sedsala 20-î de rêwîvan û netewnas Alêksandr Kaznakov bû berpirsyarê vê mûzêyê. Di mûzêyê de wê demê îdî gelek nimûnên deba netewên vê herêmê kom bûbûn. Sala 1909-a ew berbirî wekîlê padşê Rûsyayê li Qawqazyayê– Îlaryon Voronsov-Daşkov dibe û hîvî ji wî dike, wekî ew wek serokê heremê hukmî li ser berpirsyarên komarên vî parewalatî bike, ku ew nimûnên cil û bergên netewên deverên xwe kom bikin û bidine mûzêyê. ImageBi wê armancê komên zanyaran jî têne amadekirinê û verêyî hemû goşên Qawqazyayê dikin. Piştî salekê di wî warî de karekî hêle tê kirinê: ewqas nimûnên çanda medenî kom dibin, ku Alêksandir Kaznakov pirsa weşandina atlasa nimûnên cil û bergên netewên Qawqazyayê bilind dike. Ji bo amadekirin û çapkirina vê pirtûka netewzanîyê sala 1912-an wênekêşê almanî navdar û pêşekzanê cil û bergên netewan Maks Tîlkê bi destûra Padşê Rûsyayê Nîkolayê II vexwendî Tîflîsê dikin.
Berî wê yekê, ku em bêne li ser mijara kurdî ya di nava efrandarîya Maks Tîlkê, hewceye bi kurtayî nasîya xwendevan û bîneran bidne hinek rûpêlên kar û jîyana vî hostê zêndînîgarîyêyî meşûr. Ew sala 1869-an li bajarê Braslaûyê (Almanîya) ji dayîkê bûye. Sala 1886-an li akadêmya bedewtîyê ya Bêrlînê tê hildanê. Hela salên xwendekarîyê ew bi rêwîtî diçe Îtalyayê û Tûnîsê. Piştî akadêmyayê ew li Bêrlînê wek wênekêş-dêkorator kar dike, dû re diçe Madrîdê û wek wênekêş-bergir (kopîvan) derbazî li ser xebatê dibe. Hema li vira jî şureta wî ya wênekêşîyê dîhar dibe. Sala 1900-î ew li Parîsê wek îlyûstrator-neqişvan kar dike, paşê dîsa vedigere Bêrlînê. Ew wê demê îdî hatibû naskirinê wek pisporekî cil û bergên netewan. Sala 1911-an li Bêrlînê li pirtûkxana Lîpêrhaydê pêşengeha wî ya yekemîn vedibe, ya ku ji hêla dewletê û civakê ve bilind tê qîmetkirinê. Hukumet ji bo pirtûkxanê hemû xebatên wî dikire. Wê hênê nav û dengê wî li Avropayê zûva bela bûbû, li Rûsyayê jî ew îdî naskirî bû. Lewra jî ewî sala 1912-an vexandî Tîflîsê dikin, ku wêneyê cil û bergên netewên Qawqazyayê ber bigre û bikşîne. Tîlkê du salan li wir kar dike, pêra jî li mûzêya Qawqazyayê wek profêsor dersên zêndînîgarîyê û wênekêşîyê dide.
Image Di destpêkê de Maks Tîlkê dixweze wêneyên cil û bergên netewan yekcar bikşîne, ku li mûzêya Qawqazyayê dihatine parastinê. Lê paşê ew dixweze li nav netewên vê heremê bigere û li cîhda cil û bergan li mirovan bike û bikşîne. Ew usa jî dike. Ji bo wî ew karekî hewaskar bû, lê pêra jî dijwar bû, gelek caran astengî jî derdiketine holê. Ji ber ku ne hemû deveran bû, ku mirov qayîl dibûn, wekî wêneyên wana bikşînin. Berpirsyarên mûzêyê, pêşekzan û zanyar bi pêşneyarîya Maks Tîlkê re qayîl dibin: ew jin û mêrên ji netewên cihê-cihê yên pêşverû dibînin û vexwendî dikin, cil û bergên li mûzêyê parstî li gorî netewan û wergirtinê li wana dikin û piştî wê yekê wêneyên (fotoyên) wana ber digrin, ku dema xwe bêtir unda nekin, mirovan jî dirêj nedine seknandinê û ji karê wane herroje nebirin. Dû re Tîlkê ji wan fotoyan wêneyên cil û bergên netewan bi firçê dikşîne. Bi vî teherî li mûzyêya nimûnên çanda medenî ya netewên Qawqazyayê li Tîflîsê wêneyên cil û bergên kurdî jî peyda dibin, ku bi wan cil û bergan re tevayî hetanî îro têne parastinê.
Gava şerê cîhanêyî yekemîn destpê dibe, Maks Tîlkê bi mecbûrî xebata xwe nîvcî dihêle û vedigere Bêrlînê. Pêşekzan dibêjin, wekî ewî wê demê gelek wêne bi xwera birine. Li mûzêya Qawqazîyayê, ku îro tê navkirinê wek mûzêya Gurcistanêye dewletê, her tenê 83 wêneyên wî mane, ji kîjana bêtirî 10-an li ser kurdane.
Salên şêrê cîhanêyî yekemîn Tîlkê li Ştûdgartê ji bo Yekîtîya weşanavanan wêne-kompozîsyayên bi mijara şêr amade dike. Ji wê demê hetanî dawîya jîyana xwe (ew sala 1942-an li Bêrlînê çûye li ser dilovanîya xwe) Tîlkê lêkolînên li ser cil û bergên netewên cîhanê ve mijûl dibe.
ImageLi ser vê mijarê çend berhemên wî derketine: «Dîroka hemtomerî ya cil û bergan ji dêmên kevnar destpêkirî haya dema naha» (hevxudanê vê pirtûkê wênekêşê almanî navdar Volfgang Brûne), «Jinên Qawqazyayê» û yên mayîn. Lê ya here giranbaha pirtûka wî ya bi navê «Cil û bergên Rojhilatê, dîzayn û reng-awazên wan»-e, ku sala 1922-an li Bêrlînê çap bûye. Di vê pirtûkê de nimûnên cilên netewên Qawqazyayê yên cihê-cihê derketine: yên gurcan, asêtînan, gelên Daxistanê û besta Kaspyayê, ermenîyan, teterên azerî û gelekên mayîn re tevayî usan jî yên kurdan.
Sala 2006-an li mûzêya Gurcistanêye dewletê ya li ser navê S.Canaşîa pêşengeha xabatên Maks Tîlkê hate damezirandinê. Ew li Tbîlîsê bû bûyereke çandêye mezin. Salekê dû re katolaga efrandinên Maks Tîlkê ya bi navê «Cil û bergên gelên Qawqazyayê» li vira ronayî dît, ku Tamara Gêladzê, Bonî Nêyfê-Smît û Êldar Nadîradzê amade kiribûn. Di vê katalogê de wêneyên wî yên bi mijara kurdî jî derketin.
Hema wê salê jî bi pêşneyarîya Şêwra rewşenbîrên kurdan ya Gûrcistanê û bi hereketê lêkolînerê dîrok û çanda gelê meyî naskirî Dmîtrî Pîrbarî, doktora dîrokzanîyê, netewnasa navdar Lamara Paşayêvayê û netewzanê gurc Êldar Nadîradzê alboma rengîne cihê ya bi navê «Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî ji mûzêya netewî ya Gurcistanê» bi zimanên kurdî, gurcî, rûsî û înglîsî ronayî dît. Giranbahayîya vê weşanê-albomê çidane? Berî her tiştî gerekê bi heqî bê gotinê, wekî amedekarên vê pirtûkê-albomê bi alîkarîya rewşenbîrên netewî û bi piştgirîya rêveberîya mûzêya Gurcistanêye dewletê karekî netewhizîyêyî mezin kirine. Ew bi rastî jî kelepûra kurdîye. Di vê berhemê de ne ku tenê wêneyên Maks Tîlkê yên cil û bergên kurdan derketine, lê usan jî wêneyên gelek nimûnên çanda meye medenî cîh bûne, ku di fondên mûzêye xewle û girtî de têne parastinê û herdem nîne, ku li ber çavanin. Ew cil û bergên mêr û jinan, xemil û xişrên kulfetin, çek û silhên kurdanin, emenî, xalîçe, xurc û berên netewîne, amanetên timtêla mêrên çekdarin û gelek eşyayên navmalêye mayîn. Ev hemû nimûnên deba me di nava 130 salan de ji sala 1852-an virda li vê mûzêyê hatine tomarkirinê. Tiştekî balkêşe, wekî gelek cil û bergên kurdî, xemil û xişir gênralê Ordîya Rûsyayê yê bi eslê xweva kurd Elî Eşref Beg Şemşedînov (lawê gênaral Cefer Axa Şemşedînov – Gulî Cewar Axa) di dema xwe de dîyarî vê mûzeyê kirîye. Lê ser vê bûyerê Dmîtrî Pîrbarî di gotara xwe ya bi navê «Cefer Axa – gênêralê Împêratorya Rûsyayê» de dinvîse, ku bi rûsî di hejmara 5-an ya gulana îsalin ya rojnama «Novî vzglyad»-ê de çap bûye.
Pirtûka jorgotî ji 120 rûpelane, ji pêşxeberê, 66 wêneyên rengîn û nivîsarnasîyê pêk hatîye. Wê gelekî tiştekî baş be, eger amedekarên vê albomê şaxê wê yê êlêktron di malperên netewî de biweşînin, ji bo derfeta bi hezaran mirovan hebe, ku nasîya xwe bidne nimûnên deba me yên degme.
Gelekî hewaskare, wekî Maks Tîlkê wêneyên hemû komên netewan baş ji hevdû cuda kirîye, ku şedetîya şûret û merîfeta wî ya netewnasîyê jî dide. Ewî cil û bergên kurdên musulman û yên êzdîyan cihê kişandîye ji bo taybetmendîya wane civakî û olî derxe meyadanê.
Ev wêneyên Maks Tîlkê, ku îro em raberî we dikin, bêgûman di çavkanîyên Rûsî, înglîsî û almanî de gelek caran li ber çavên lêkolîneran û maşoqên çanda meye medenî dikevin. Lê em bi mexsûs gelek wêneyan ji berhema zanyarên me ya bi navê «Nimûnên kûltûra medenî yImagea kurdî ji mûzêya netewî ya Gurcistanê» ji ber digrin û navê wan jî li gorî nivîsa li bin wana derdixin.
Efrandarîya Maks Tîlkê ya li ser mijara kurdî hewcê lêkolînên bi taybet û heralîne. Gelek wêneyên wî meva ne belîne. Hinek wêneyên wî yê bi êlêmêntên cil û bergên kurdên Sûrmelîyê û binecîyên Mêsopotamyayê yên kurd me li çavkanîke almanî ditin û wan jî îro diweşînin. Gerekê bê gotinê, wekî çend wêneyên Maks Tîlkê yên li ser kurdan salên 1930-î li Avropayê û Sovîyêtê wek markên poştê hatine çapkirinê.
Me net danenîbû, ku vê gotara xwe de pirsên deb û rabûn-rûniştina gelê me binirxînin û qîmet bikin. Ew mijareke mayîne. Her tenê armanca me ewe, ku li ser bingeha melûmetî, belge û çavkanîyên li bin destê meda heyî û weke hereketê xwe xebatên wênekêşên cîhanê yên naskirî, ku li ser gelê mene, tomar bikin û raberî xwendevanan bikin. Belê, ev karekî giran û cabdare, lêkolînên kûr û dûr dixweze. Goveka vî karî gelekî mezin û fireh ye. Lema jî alîkarîya we di vî warî de wê gelekî pêwîst û kêrhatî be.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは705表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://candname.com/- 07-12-2022
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 10-07-2016 (8 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 07-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-12-2022
最近の( ئەڤین تەیفوور )によって更新この商品: 29-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは705表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 520,227
画像 105,253
書籍 19,559
関連ファイル 98,152
Video 1,414
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - ブック - その他 イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - ストーリー

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.25 秒(秒) !