$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Tolhildan Hêvî
Nav paşnav: Ûmût Kûrtûlûş
Cihê jidayikbûnê: Duzce
Dayik-Bav: Emîne-Goksel
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tebaxa 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Demhat li Sêrtê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji bo azadiyê berdêl daye û teslîmiyet ti carî qebûl nekiriye, li nava eşîra Alikî li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku ji nava xizmên wî tevlîbûn li nava refên têkoşînê hebû, vê yekê bandor li hevrêyê me kir ku ji PKK'ê hez bike, xwe nêz bike. Hevrêyê me Demhat, polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît, di temenekî ciwan de birayra têkoşînê da. Hevrêyê me Demhat ku li dibistanê xwendekarekî serketî bû, beşa Endezyariya Înşaetê ya li Zanîngeha Kirklareliyê qezenç kir. Di salên xwendina zanîngehê de têkoşîna xwe dewam kir û bi rengekî çalak beşdarî kar bû. Di asta pêşengiyê de li nava karên ciwanan bi rol rabû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Dewleta Tirk a faşîst ku nikare xwe li têkoşîna demokratîk rabigire, ev qad bêhtir teng kir û zext zêde kir. Hevrêyê me Demhat ku ti carî bêçare nema, li dijî her zextê têkoşîn mezin kir û bi vî rengî bersiv da, kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrêyê me Demhat fêhm kir ku bersiva herî mezin a li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gel û ciwanên Kurd, li nava refên gerîla dibe û biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me Demhat feraseta 'Nasnameya xwe ya Kurd red bike, tu çawa dixwaze bijî' ya ku sîstem li ciwanên Kurd ferz dike, red kir û berê xwe da nava jiyaneke bi rûmet. Bi vî rengî derba herî mezin li sîstemê xist û sala 2014'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Demhat li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû û ev firsend baş nirxand, weke çavdêrekî xurt ji jiyanê hîn bû. Bi coş û moraleke mezin di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Demhat perwerdeya gerîlatiya bingehîn bi serketî qedand û derbasî qada pratîkê bû. Demekê li Qendîl û Heftanînê karekî serketî kir, piştre sala 2016'an derbasî qada Zapê bû. Di vê demê de ji xwe re kir esas ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bi pêş ve bibe, bi hevrêyên xwer e nîqaş kir, hîn bû, yên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û ev hewldan ji bo xwe kir wezîfeyek. Ji bo felsefeya Apoyî bi kûrahî fêhm bike û bixe meriyetê gelekî hewl da û ji bo vê jî têkoşîneke mezin meşand.
Li gel şert û mercên giran ên Zapê zehmetî nekişand ku hînî vê qadê bibe û yekser tevlî nava karên pratîkê bû. Tevî nexweşiya çavên xwe jî bi piştgiriya hevrêyên xwe li Zapê tevlîbûneke xurt li pratîka şer kir. Bû nûnerekî xurt ê îradeya Apoyî. Di her karî de ji bilî serketinê ti pîvan qebûl nekir. Bi vî rengî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Heta sala 2022'an bênavber di nava pratîka şer de ma û bi enerjiya xwe ya bêdawî hêz da hevrêyên xwe.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê li refên ehrî pêş bersiv da û di vê demê de ji bo rawestandina dijmin bû yek ji pêşengên me. Hevrêyê me Demhat cihê xwe di gelek çalakiyan de girt ku derbên giran li dijmin hate xistin. Bi tecrûbeya xwe ya şer ji hevrêyên xwe re bû alîkar.[1]