$Şanoger, nivîskar û akterê kurd Mîrza Bekir$
Mîrza Bekir ku bi eslên xwe ji bajarê Efrîna ser bi Rojavayê Kurdistanê ye di sala 01.01.2000'î de li bajarê Helebê ji dayîk bûye. Li wê derê xwendina xwe ya seretayî û navîn bi dawî dike, bi derketina şerê li sûriyayê re vedigere tê li bajarê xwe Efrînê niştecih dibe. Li Efrînê xwendina xwe bi berdewam dike, paşê derbasî peymangeha amadekirina mamosteyan dibe û bi pileyeke baş jê der diçe.
Di dîroka 2018'an de gava ku bajarê Efrînê ji aliyê tiriyayê û çeteyên wê ve tê dagirkirin bi malbata xwe re koçberî Şehbayê dibe. Mîrza xwedî gelek behremendiyên xweşik û gêja ne û beşdarî gelek mîhrecanên cihêreng bûye. E wekî akter beşdarî gelek şano û filman bûye. Ew wekî lîstikvanekî sereke beşdar filma bi navê ''Kobanî'' bû ku ew film ji me re qala bexwedaniya şerê Kobanî dike. Her wiha ew beşdarî şanoya bi navê ''Biborîne Mem û Zîn'' jî bûye. Ew mîna xortekî çalak di gelek filman de rolên aktîv û balkêş lîstiye nezame filma bi navê ''Kobanî''.
Mîrza Bekir li kêlek van xebatan bi xebatên xwe yên bi nivîsandina helbest û çîrokan re jî mijûl e, wî komek kurte-çîrokên bi navê ''Şer li şer'' bi zimanê erebî weşandiye.
Di koma van çîrokan de qala derbiderî, êş, azar û şerê ku kurd tê re derbas dibin dike. Bi zimanekî wêjeyî, sade û herikbar tê qal kirin. Her wiha di destpêa wê pirtûka xwe de wê pirtûkê diyarî 58 rojan dike, hingê em ji wan çîrokan fêm dikin ku diyarî 58 rojên berxwedana şer Efrînê dike ku di sala 2018'an de hatî qewimandin.[1]