ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 523,702
画像 105,971
書籍 19,729
関連ファイル 98,906
Video 1,422
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî

Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî
$Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî$
#Agîd Yazar#
Xwînerên ezîz. Vê carê keştîya Alalû ew ê xwe li paytexta Hitîtan, li Hattûşa/Hattûşaşa xopan dayne û em ê bi hev re li xizmên xwe yên Hattî-Hitîtî biqesidin.
Bê çawa şik ji kurdbûyina kurdekî kelhor, goran, soran, kurmanc, zaza re tune ye. Şik û guman ji kurdbûyina yekî hîtîtî re jî tune ye. Ger hûn vê nivîsê û berdawamiya wê bixwînin, hûn ê jî jê re serwext bibin ku hîtîtî jî xas û hur kurdê reş ê mirî ye.
Belê, berê min li Hattûşayê ye, lê belê berî em daxilî paytext Hattûşayê bibin, werin em bi hev re li ser devê riya xwe dagerin bajarê antîk yê Alacahoyukê. Qet xwe jê venegirin û xwe xerîb nehesibînin. Lewra niştecîhên Alacahoyukê jî xizmên me yên hattî ne. Ew jî bi eslê xwe kurdên xas in. Bi gotineke din; niha gelek ji me em hattî yên xas in. Kî çi dizane. Dibe ku yê vê nivîsê dinivîse, an jî tu xwînerê niha vê nivîsê dixwîne jî dibe ku ji kok û reha hattîyên Alacahoyukê û Hattûşayê bin.
Alacahoyuk, bi qasî 35 kîlometreyan dikeve bakurê paytext Hattûşayê. Avakarên vî bajarê antîk yên yekemîn, hattî ne. Ev bajarê antîk, bi tirbên xwe yên bîrdarîyê, her wiha bi derîyê xwe yê bi sfenksî, navdar e. Her çiqas niha tirk ji vî bajarê dêrîn re dibêjin Alacahoyuk, lê navê xwe yê rastîn Arînna ye û ev nav ji hêla niştecih û avakarê wê yên pêşîn ve hatiye lêkirin. Ev navê Arînna, di heman demê de navê xwedawenda rojê ye.
Xwînerên ezîz. Binêrin em hîn di despêka lêkolîna xwe de, li bajarekî antîk rast tên û navê xwe xwerû bi kurdî ye. Arînna, di roja me de jî gelekî tê bikaranîn. Nexasim îro, em xelkên kurd, hîn û hîn jî vî navî li keçên xwe dikin. Heta kesên keçên wan gelekî li ber dilê wan şîrîn be, vî navî li keçên xwe dikin. Arînna an jî Arîn.
Gava ez di derîyê dîrokî yê bi sfenks re daxilî nava bajarê antîk dibim, hilma dem û dewranên dêrîn li ser çavê min dixîne. Bi hemû hest û hîsên xwe, meriv tê derdixîne ku meriv li nava xizmên xwe ye. Sura bayê wê atmosferê bi awayekî welê nazik xwe li meriv dipêçe, meriv dibêje ev ne ba ye; ev qumaşê hevîrmêş yê bi sabûn û gihayê bêhnxweş hatiye şûştin, veşûştin û xwe li ser bedena meriv, bi şîrgermî li ba dike.
Berê deriyê bisfenks li hêla rojhilat dinêrin. Li vî alî û li wî alîyê derî du heb sfenks hatine daçikandin. Gewdeyên sfenksan, gewdeyên şêran e. Lê serê wan di durfê serê jinan de ye. Kî çi dizane. Dibe ku ev sfenksên serî-jin, xwedawenda rojê Arînna bi xwe bin. Lewra riwayet ew e ku sfenksên jin, ji bo hefidandina bajêr li ber derî yê têketina nava bajêr hatine çikandin; daku bajarê xwe ji qeda ji bela û ji kesên bêyom biparêzin.
Li ser kêleka sfenks, teyrê duserî hatiye qewartin. Di nava her penceyekî teyr de, kîvroşkek tê dîtin. Dîsa li ser dîwarê li ber sfenksan, rolyefên hukumdar û yezdanên wan tê dîtin.
Berdewamiya dîwarê bi sfenksan ve, bi kevirên kujomijo, ango yên ne şehkirî hatiye lêkirin. Lê dîsa jî meriv dibêje qey bi lazerê hatine birîn û lêkirin. Wanî cilêt di ber re derbas nabe.
Tirbên heyî, yên keya û jinên navdar in. Di tirbên keyayan de mertal, şûr û tîrkevanên wan hatine dîtin. Her wiha di tirbên keyayên hattîyan de sembola rojê, bi tirkî jêre dibêjin “guneş kursu” hatiye dîtin. Ev sembola rojê ku li dora wê duwazdeh sembolên ji hev cuda, wekî pezkovî, teyr, dar û sembolên din pêvekirî tê dîtin.
Di tirbên jinan de jî xişir û tiştên wan yên xemlê hatine dîtin.
De me got, ev bajarên dêrîn yên hattiyan bûye. Ango berî hukumdarên hîtîtî werin, ev bajar hatiye avakirin. Loma jî dîroka van tirban, xwe dispêrin berîya 4 hezar- 4 hezar 500 sal beriya niha.
Ro li ber ava, ez ji Alacahoyukê vediqetim û berê xwe didim Hattûşaya paytexta hîtîtan. Di soringiya êvarê de, ez digihêjim Bogazkaleyê. Jixwe Bogazkale û Hattûşa bi hev ve ye. Nexşeya mezinahiya Hattûşayê, ji ya navçeya Bogazkaleyê bi gelekî mezintir e. Lema jî hotela turîstîk a navçeyê, gelekî hêsan tê dîtin. Digel konê min yê kampîngê li gel min e û cihê ji konên kampîngvanan re hatiye terxankirin jî heye, lê dîsa jî ez hez dikim wê şevê li hotelê razêm. Mexseda min ew e di der barê hîtîtan û Hattûşayê de, ez hinekî agahîyên di nava gelê herêmê de veşartî mane berhev bikim. Lewra ew agahî, ji dê û bavan derbasî kur û keçên wan bûye. Bi raya min ev agahiyên wanî, agahiyên parzûnkirî yên herî orjînal in.
Ji ber kêmbûna muşteriyan, gotin di cih de be, xwediyê hotelê li ber me li ser nenûkan direqise. Temenê xwediyê hotelê, derdora 60-65 salî ye. Ji çapana wî tê famkirin ku ew ji malbateke xuya ya wê navçeyê ye. Mêrik timî berê gotinê dadigerîne tîne li ser bavê xwe yê kal. Ez ji gotinên wî derdixînim ku bavê wî hîn li jiyanê ye û ew kalemêrekî xerîbdost e. Her ez dixwazim êdî rabim biçim odeya xwe ya razanê, lê xwediyê hotelê peyvê dirêj dike û bi hostahî min vediawiqîne.
Ez ê paşê pê bihesim ku bavê wî yê kal dê were hotelê li gel me û ew ê bixwaze hinekî bi me re bike galegal. Daku hinekî bêhna wî were li ber wî. Lê çima em, çima ne kes û kûsên wî, nas dostên wî?
Hîna ez li bersiva pirsa xwe digeriyam, min dît jîpek hat li ber me sekinî. Zilamekî kal lê bi dar û ber, ango yekî bejinbilind ji erebeyê peya bû. Guhên wî yên bel, bi zor di nava pirça sipî de dixuyan; hema ewqasî di nava pirçê de kifş dibûn. Lê bi eksê pirça kulx a guhê wî, serê wî tibabekî rût bû. Herwiha rî û simbêlê xwe jî kur kiribû.
Kalemêr, xwedî sekneke bi bandor bû. Me ji ber wî qam kir; em rabûn li ser xwe. Lawê wî em bi kalemêr dan naskirin. Gava destê xwe dirêjî destê min kir, bi zor kêsa min lêhat ku ez destê wî yên mîna melêveke darînî wanî gir, bijdînim û bihejînim.
Piştî xweşûbêşê em li hev rûniştin. Niha ez li ber dikevim bê çima kalemêr hevdîtina bi me re xwestibû. Lewra kalemêr, bi eslê xwe kurdekî Meletî ye. Kal û pîrên wî bi egerekê koçî vê derê kirine. Li ser gotina kalê Osman (bi vî awayî hûn ji navê wî re jî serwext dibin) çaxa kal pîrên wî ji Meletiyê koçî Bogazkaleyê dikin, ev der gundekî piçûk bûye. Lê niha jî navçeyeke berxweş e.
Kalemêr dibêje, ez damezrînerê vê navçeyê yê yekem im ku min ji gund derbasî statuya navçeyê kir û ez serokşaredarê wê yê yekemîn im.
Dibe ku haya kalemêr jê tu nebe. Lê bi rewşa xwe, her wiha bi helwesta xwe çiqas dişibe keyayê hîtîtan, Hattûşîliyê yekemîn.
Gelek Hîtîtolog yên bêlayen, hemfikir in ku keyayên Hîtîtan ji hozeke derdora navçeya Dîvrî ya Sêwazê ye û ev hozek ji wan hozên Xorrî/Horrî ye.
Tê gotin ku hukumdarekî ji vê hozê bi navê Anîta, B.Z di destpêka sedsala 17. de vedigere li ser paytexta hattîyan, bajarê Hat-û-şa yê, paytextê wêran dike. Paşê bi nifirên kesnedîtî, nifiran li Hattûşayê dibarîne. Paşê keya Anîta wiha dibêje:
“Şevekê ji nişkê ve min vegirt li ser Hattûşayê. Min bajar bi dar û berên wê hilweşand û da li ber pêta arê sor. Paşê jî min bizrê gihayê quruncokê lêbizar kir. Da ku kundê kor li şûna vî warî bixwîne û careke din ji tu kesî re nebe cih û mesken”
Lê digel vê nifira Anîta yê bapîrên keyayê hîtîtiyan jî neviyê wî Hatûşîlî, B.Z di sala 1650’î de tê paytexta wêrankirî ji nû ve ava dike û navê paytexta dêrîn li xwe dike; Hatûşîlî, tê wateya kesê ji Hatûşayê. Hatûşîlî, di heman demê de dibe keyayê binemala yekemîn yê hîtîtan.
De werin ji xwe re li vê lêrasthatinê binêrin. Piştî 3 hezar û 500 sal şûn ve, dîsa ji sêgoşeya Meletî, Dêrsim û Sêwazê malbateke kurd radibe dide rê û tê ji nû ve cih warên kal û pîrên xwe ava dike.
Kalê Osman, bi temenê xwe yê 83 salî fîncana qehwê li ser dest û ji min re tîne. Ji fediya re ez bi dev û rû diçim erdê. Bi dengekî nizm lê bi hêrseke mezin û ew çend jî bi berger, ez ji kalê Osman tika dikim ku min li ber şermê nexîne.
Ew jî bi dengekî bi qasî bejna xwe qebe û ew çend jî gur, di ser min de hiltê û dibêje: “Kuro lawo berxê min ma tu dibêjî çi! Nola dibêjin, bila kurd be, bila qe ji heriyê be. Ma ez xizmetê ji te re nekim, ez ê ji kê re bikim?”… (Dê bidome)[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは650表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/ - 14-01-2023
リンクされたアイテム: 12
グループ: 記事
Publication date: 25-07-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-01-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 14-01-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 14-01-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは650表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.263 KB 14-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
写真ファイル 1.0.1152 KB 14-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 523,702
画像 105,971
書籍 19,729
関連ファイル 98,906
Video 1,422
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - クルド発行

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.891 秒(秒) !