ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  531,049
画像
  107,575
書籍
  20,010
関連ファイル
  100,975
Video
  1,471
言語
کوردیی ناوەڕاست 
303,155
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,915
هەورامی 
65,847
عربي 
29,357
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,077
فارسی 
8,979
English 
7,418
Türkçe 
3,605
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,483
Pусский 
1,133
Française 
336
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
3
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
323
PDF 
30,524
MP4 
2,395
IMG 
196,596
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî 5
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî 5

Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî 5
$Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî 5$
#Agîd Yazar#
… Keyayên hîtîtiyan şerên xwe jî aştiyên xwe jî nivîsandine; parastina mafên mirovan, birêvebirina civakê, parêznameyên xwe yên siyasî yên li hemberî Civata Rîsipîyên Pankûyê, cezayê mirovên tawanbar, bi awayekî qethî qedexekirina zewaca ensest û zewaca zêdeyî jinekê û împaratoriya wan a dêwasa ya federatîf ku ji 21 welatan pêk dihat jî nivîsandine…
Cejn, şîn û şahî, dia û dîroz, govend û dîlan, tenbûr muzîkjenî, şano û hunera pêşandanê jî nivîsandine. De vêca hem nivîsandine û hem jî wêneyên wan li ser taqên lat û zinaran qewartine…
Nivîsandine; her nivîsandine. Hem jî bi zimanê me yê şîrîn nivîsandine û bi vî awayî taaa nêzî çar hezar sal berê, wan hîmê zimanê Hînd-Ewrûpayê danîn û ji alema cîhanê re selimandin ku zimanê me, qurmê zimanê Hînd-Ewrûpayê ye.
Her îcraetên xwe, bi destên katibên hosteyên jîr, yên hûrrî, lûwî, hattî û hîtîtî qeyd kirine û ji dûhatiyên xwe re arşîveke bêqisûr hiştin. Arşîva wan ew çend tekûz e, di roja me de jî gelek dewlet hîn jî negihaştine asta hîtîtan. Çanda wan, demokrasiya wan ewqas pêşketî bûye, heta mafê koleyan jî bi zagonan hatiye misogerkirin. Kesên tawanbar jî xwedî maf bûne û tu caran cezayê rûmetşikîner li wan nebirîne.
Di şerên xwe de jî xwediyê pîvanên însanî bûne. Biryara Civata Rîsipiyan, di ser ya Keyayên Hîtîtan re bûye. De vêca hesab li ba we ye! Civaka kurd, heta niha jî hemû şêl, tore û tevgerên pêşiyên xwe yên hattî-hîtîtî di qarekterê xwe de dihebîne û heta tu bivê bi pîvanên wan yên homanîter ve girêdayî ne.
Gava min dest bi rêzenivîsa ‘Kurdên cîhana dêrîn: hattî-hîtîtî’ kir, pêşbîniya min ew bû ku ez ê bi 3-4 beşan bi dawî bikim. Çi digereee! Ez wa hîs dikim ku navika min bi paytext Hattûşayê ve hatiye girêdan. Nola destek ji nava mijê dîrokê dirêj bibe û bi pêxîla min bigire, bibêje ‘gunehê me di hustuyê te de be, ger heta ji te tê û heta qelema te dilive, tu jiyan û serpêhatiyên me hattî-hîtîtiyan ranegihînî neviyên me yên niha jê re dibêjin kurd. Da ku li mîrateya me xwedî derkevin. Yana na, ew ê heta hetayê di bin nahleta nîrê bindestiyê de binalin.’
Ev serpêhatî û wesiyeta kurdên cîhana dêrîn, ya pêşiyên me hattî-hîtîtî yên jixwehez, jixwerazî û tu kes di ser pozê xwe re nedîtine.
Qasid, êrî û bêrî ye!
$Serpêhatiya keyayên hîtîtiyan$
Di vê xelekê de ez ê lîsteya navê keyayên hîtîtiyan li ber çavan raxînim, paşê jî ez ê qala hikumkariya keyayên bihişmet û efsanewî bikim. Keyayên mîrnîşîna kevn û mîrnîşîna gewre. Her wiha hilhatina roja Împaratorîya Hîtîtî û çûyina wê ya ava.
Serdema mîrekiyê ya hîtîtan:
Pîthana yê ji Kûşşarayê ….? Anîttayê ji Kûşşarayê ….? Tabarnayê ji Kûşşarayê …..? Ev her sê keya, dîroka wan baş nayên zanîn. Lê her sê keya, bav, kur û neviyên hev in û ji binemaleke hûrrî ya Zagros-Torosê ne (lêkolînerên tirk, bi zanebûn dixwazin xeleka di navbera Hîtît, Hattî û Hûrriyan de, ji hev biqetînin. Lê ev di nezera kurdan de, keftelefteke bêhûde ye)
Kûşşara, paytexta wan a destpêkê ye û li vî bajarî sîx li per û baskên wan dikevin û bi firê dikevin.
Serdema mîrnîşîna dêrîn:
Hattûşîlî yê 1’ê/Mûrşîlî yê 1’ê/Hantîlî yê 1’ê/Zîdanta yê 1’ê/Ammûna /Hûzzîya yê 1’ê/Telîpînû/Allûvamna/Hantîlî/Zîdanta yê 2’an/Hûzziya yê 2’an
Serdema mîrnîşîna gewre:
Tûthalîya yê 2’an/Arnûvanda yê 1’ê/Hattûşîlî yê 2’an/Tûthaliya yê 3’an/Tûthaliya yê ciwan(?)/Şûppîlûlîûma yê 1’ê/Arnûvanda yê 2’an/Mûrşîlî yê 2’an/Mûvatallî/Mûrşîlî yê 3’an/Ûrhî Teşûp(?)/Hattûşîlî yê 3’an/Tûthaliya yê 4’an/Arnûvanda yê 3’an/Şûppîlûlîûma yê 2’an
Rengdêra keyatiyê ya hîtîtan, Tabarna bû. Çawa dibêjin qral, lord, şah, keya, sultan û hwd. Tabarna, di heman demê de tê wateya ‘keyayê mezin’ jî. Her wiha Tabarna, tê wateya ‘roja min’ jî. Roja min, hîtaba keyayan e. Wek nimûne: Tabarna Hattûşîlî/Mezin Hattûşîlî/Roja min Hattûşîlî.
Hema hema di hemû mohrên keya û keybanûyên hîtîtiyan de, sêwirandina roja bibask heye. Alaya pêşiyên kurdan yên Mîtannî jî, roja bibask bû. Wekî tê zanîn, mîrnîşîna Mîtannî, hevçaxê mîrnîşîna Hîtîtî ye. Her wiha ev roja bibask, nîşana baweriya Zerdeştiyan e jî. Gelekî balkêş e. Niha jî kurd, pêşengên xwe wekî ‘roja me, roja min’ dihebînin û pênase dikin.
Dîsa jî di nava hîtîtan de rengdêra keybanûyan jî ‘Tavanana’ bû. Ev jî dihat wateya ‘keybanûya mezin’, an jî ‘roja min’.
$Keya Hatûşîlî yê 1.$
Hattûşîlî yê 1. (B.Z. 1660-1630) keyayê hîtîtiyan yê yekemîn e ku ji mîrekiyê derbasî mîrnîşîniyê dibe. Navê Hattûşîliyê pêşîn nayê zanîn. Di nivîsên mîxî de tenê jêre gotine Tabarna. Min li jorê wateya Tabarna anîbû ziman.
Keya Hattûşîlî, di destpêkê de keyayê Kûşşarayê bûye. Tê texmînkirin Kûşşara, li nêzî Kanîşê ye (dibe ku Kanîş bi xwe be jî) Kanîş, nêzî Qeyseriyê ye. Di serdema Hîtîtan de jî jê re digotin, Kanîş. Ev nav ji ‘kanî’yê tê. Îro jî kurd vî navî bi kar tînin. Kûşşara/Kanîş, di wexta xwe de navenda bazirganiyê bûye. Lema heta niha jî, mirovên Qeyserî, ji bazirganiyê re şareza ne.
Digel Anîtta yê pêşiyê Hattûşîlî, Hattûşa wêran kiribû û nifir lê kiribû jî dîsa jî Hattûşîlî yê Kûşşarayî, paytextê ji Kûşşarayê radike dibe Hattûşayê. Ji bo dilxweşiya niştecihên xwediyê Hattûşayê, navê xwe dike Hattûşîlî. Ango tê wateya ‘êdî ew mêr ji Hattûşayê ye’
Tabarna/Keya Hattûşîlî, Hattûşayê ji nû ve ava dike. Eyan beyan gelekî aşkera ye ku xelkên hattî û hîtîtî heman milet in. Lewra Hattûşîlî di kevalekê de dibêje: “gava min Hattûşa vegirt, min kesek mişhet nekir; min dayikên wan wekî dayika xwe, bavên wan jî wekî bavê xwe pejirand.”
Piştî hingê di demeke kurt de Keya Hattûşîlî, civatekê ava dike. Navê wê civatê datîne ‘Civata Pankû’ yê. Di hin cihan de wekî ‘Civata Pankûs’ê jî derbas dibe. Avakirina vê civatê, bûye hîmê bingehîn ê avakirina pergala demokrasiyê.
Piştî keya Hattûşîlî, tifaq û aramiya navxweyî ava dike, vêca derdikeve seferê û sînorê mîrnîşîna xwe firehtir dike. Çemê Firatê derbas dike. Xwe berdide jêr, heta Karkamîş û Halpa/Helebê diçe. (Ev her du navend, di her serdemê de du navendên pir girîng in. Nexasim Karkamîş/Gir-gamêş, di dema pêş de dibe paytexta duyemîn a hîtîtan) Paşê dadikeve delavê Deryaya Spî.
Keya Hattûşîlî 30 sal li ser text dimîne. Keyayê gewre êdî kal e, hem jî kalekî bêhal e. Bavê gelek kur û qîzan e. Neviyên wî jî çêbûne. Lê Keya Hattûşîlî ji zarokên xwe ne razî ye. Keç û kurên wî, nelirêtî û bêemriya wî dikin.
Keya Hattûşîlî, Tûhkantî/mîrze (tûhkantî, di wateya dûhatî, ango mîrze dihat bikaranîn. Jixwe kurd îroj jî dibêjin ‘dûhatî’ Tûhkantî/Dûhatî) kur û keça xwe ya bêxêr, sergum dike. Di şûna kurê xwe yê mezin de, nevîyê xwe Mûrşîlî yê zarok, wekî mîrze/welîaht ji giregir û rîsipiyên Civata Pankû yê re radigihîne. Ev hem parêzname, hem jî wesiyetnameya siyasî ya yekemîn a keyayekî ye.
Keyayê gewre Hattûşîlî, bi dilnizmî û heta te divê bi zimanekî rengîn û ew çend jî wêjeyî, parêzname û wesiyetnameya xwe ji esilzadeyê Civatê/Meclisê ya Pankû yê re radigihîne. Parêzname û wesiyetname gelekî dirêj e. Lê ez ê tenê beşekî pir kurt jê pêşkêş bikim
Keyayê gewre, deng li koma giregir û esilzedeyan kir: “Binêrin ciwanmêrno! Ez êdî kal im û nexweş im. Min ji we re navê Tabarna (keya) yê ciwan ragihand (qala kurê xwe yê mezin dike). Lê wî çer kir? Li gotinên min guhdar nekir. Çû guh da wê diya xwe ya mahra axudar/jehredar. Ev qet nayê qebûlkirin. Çi mirovekî sirrtahl û dilkevir e! Bêwijdanê bêîman! Çawa meriv bi gura bavê xwe neke… Paşê min ew da li ber lêpirsînê. Niha êdî ew ê çawa be?… Ji niha pê ve tu kes nikare ji biraziyê wî (Mûrşîlî yê 1. û nevîyê Hattûşîlî) re bibêje ev zarok e. Li diya xwe ya ziman-jahr guhdarî kir. Xwişk û birayên wî gotinên fesadî ji wî re birin… Êdî ew ne kurê min e. Oreora diya wî ye, nola çêlekekê diore…”
Ji van gotinên Keya Hattûşîlî yên gazinbar diyar e ku zarokên wî ew kezebreşî kiriye. Lê ew ji rastiyê nayê xwar û heta dawiyê li hemberî nelirêtiya keç û kurên xwe li ber xwe dide. Pêş de, di gilînameya xwe de qala keça xwe ya pîresêr dike, dibêje:
“Ez bi wê re peyivîm. Got hindik e! Ha min pez, mal û milk zêde da wê, ha min xwîna miletê xwe mêt… Keça min, leke anî li ser navê min…”
Bi rastî jî ev helwesta Keyayê Gewre Hattûşîlî ya li hemberî nelirêtiya keç û kurê xwe, hêjayî wesifên giran e (hêvîdar im sergel û serkirdeyên kurdan yên vê serdemê, şîreta xwe ji vê helwesta şîrhelalî ya keya Hattûşîlî yê gewre bistînin)
Keya Hattûşîlî yê gewre, bang li giregir û rîsipiyên Civata Pankûyê jî dike û wan hişyar dike, dibêje:
“Binêrin ha! Nebe nebe hûn ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî, bibêjin çawa be ev (Mûrşîlî) nevîyê min Mûrşîlî hîn zarok e û wî bi kar bînin!”
Bi rastî Keya Hattûşîlî yê gewre, heq dike ku meriv bejna xwe jê re bitewîne.
Keyayê bîrbir, mafparêz, zanamend û feylezof, vêca deng li wêrisê textê xwe, nevîyê xwe Mûrşîlî yê xortik dike û wesiyet dike, dibêje:
“Ger tu şîretên bapîrê xwe ji xwe re hilînî, tu yê nanê xwe bixwî, avê vexwî. Ger tu mezin bûyî, rojê sê dana bixwe û vexwe; li siheta xwe baş miqate be. Ger tu kal jî bûyî, vêca tu çi vedixwî vexwe”
Û wesiyeta Hattûşîlî ya Kezebsotîner û ew çend jî janbar a tewra dawî wiha ye:
“Termê min wekî tê zanîn bişon!
Min hembêz bikin, ber bi sînga xwe ve biguvêşe û wanî min defin bike”[1]
(dê bidome)
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは567表示された回数
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
HashTag
リンクされたアイテム: 12
グループ: 記事
Publication date: 18-09-2012 (12 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-01-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 14-01-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 14-01-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは567表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
新しいアイテム
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  531,049
画像
  107,575
書籍
  20,010
関連ファイル
  100,975
Video
  1,471
言語
کوردیی ناوەڕاست 
303,155
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,915
هەورامی 
65,847
عربي 
29,357
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,077
فارسی 
8,979
English 
7,418
Türkçe 
3,605
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,483
Pусский 
1,133
Française 
336
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
3
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
323
PDF 
30,524
MP4 
2,395
IMG 
196,596
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 人タイ - ライター 伝記 - 人タイ - 伝記 - 人タイ - Astronom 伝記 - 人タイ - 宗教 伝記 - 人タイ - 歴史 伝記 - 方言 - クルド - ラー 伝記 - - Kirmanshah 伝記 - - 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 東クルディスタン

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.375 秒(秒) !