ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 523,706
画像 105,972
書籍 19,729
関連ファイル 98,906
Video 1,422
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kurdên cîhana dêrîn: Hattî- hîtît 10
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên cîhana dêrîn: Hattî- hîtît 10

Kurdên cîhana dêrîn: Hattî- hîtît 10
$Kurdên cîhana dêrîn: Hattî- hîtît 10$
#Agîd Yazar#
…Keya Mûwatallî li gel artêşeke dêwasa ya 21 mîregên bi Civaka Pankû yê ve girêdayî, xwe berdide welatê jêr û dajo li ser Misira pozbilind a xwedanê pîramîdên bihişmet. Ev her 21 mîreg, ango hozên bi împeretorîya Hîtîtê ve girêdayî, mirov dikare nola NATO’ya niha pênase bike. Jixwe ev tifaqên wanî, ji sedî sed ji ber tifaqên kurdên cîhana dêrîn yê Hattî-Hîtîtê hatine sazkirin. Eger em tifaqa yekîtiya van hozên aryayî, yên di pêşengiya Hattî-Hîtîtîyan de, li gorî roja me ya niha formile bikin, bê çawa li hemberî Misirê hatibû avakirin: yekitî ango tifaqa NATO’yê jî, bi pêşengiya Amerîka, li hemberî Sowyet-Rûsya yê hatiye avakirin. Qerekterê van ber du hêlan jî pirr dişêbin hevdu. Lewra qerekterê Hattî-Hîtît li gel 21 mîregiyên, ango hozên aryayî, her wiha qerekterê Amerika ligel yekitiya hevpeymaniya NATO’yê, qerekterekî li ser hîmê demoqrasiyê û parastina mafê mirovan e. Li hêla din jî, qerekterê Misir û Sowyet-Rûsyayê jî, qerekterekî dîstopîk û antîdemoqratîk in.
Artêşa Hîtîtê û 21 mîregiyên hevpeyman ên hozên aryayî, ji 35 hezar leşker, sê hezar û 500 hespên bi erebokên cengê pêkdihat. Ev her 21 mîregên, ango hozên endamê Cimeta/Meclîsa Pankûyê ev in: Nahrîna (Ji herêma Hûrrî), Arzawa, Pîdasa, Dardanoî, Masa, Karkîsa, Lykîa, Vîlûsa, Aravana, Kaşga, Kizzûwanta, Kadi, Kargamêş, Halpa, Nûhaşşa, Kadeş, Ûgarît, Mûsanata, Kabsû, Înîsa û Hayaşa. Di vê hênê de Hattûşîlî yê mêrxas ê fermandarê yekîneyên bakûr ên taybet, ji wan yekîneyên siwarî yên hespên bi erebok jî, tê pîbarî birayê xwe Keya Mûwatallî radibe. Bi vî awayî împeretoriya Hîtîtê, bi tevahiya hêz û hozên xwe, li hemberî Ramses ê 2’em dibe yek dest.
Keya Mûwatallî, li herêmê tevna xwe ya sîxwuriyê jî xweş dihûne. Bi saya serê sîxwurên xwe yên şareza, dizane ka kîjan mişk dikeve kîjan qulukê. Saloxdanên digihêjin li ber destê Keya Muwatallî, hemû geşedan di zefta wî de ne. Lewra sîxwurên wî yên profesyonel, bi malûmatên çewt, artêşa Ramses ê 2’em dixalifîne û wan dixînin nava rehaweteke xav û gevler.
Heta yekîneyên Ramses ê 2’em, her du sîxwurên dawî girtibûn, wan didin peyivandin ku artêşa Hîtîtê ne li Helebê ye. Vaye li ber pozê wan e. Ango vaye hema li bakûrrojhilatê Qadeşê ye, hasil diçe bi Mûsilê re derdikeve. Artêşa Keya Mûwatallî û mêrxas Hattûşîlî, ji nişkan ve mîna bayê birûskê, rikêfî gurdana Ra û Amon dike. Her du tabûrên Ramses ê 2’em, nola mûyê li mûjenê bikeve, wanî wan ji hevdu vediçirrîne. Hespên bi erebokên cengê yên Hîtîtê, şerrekî kesnedîtî lidardixîne. Lewra, her erebokeke cengê ya Hîtîtê, sê heb cengawer hildigirt û hespên erebok dajotin jî, bi tertîbatê fermandarê navdar, Kîkkulî yê Hespzan/seyîs hatibûn perwerdekirin. Lema jî nola birûska ezmanan, neguncan bû serî bi wan re derketa. Rimerima simên hespên Hîtîtê, deşta Qadeşê dikuta. Gava hespên gewî, yên bi qasî siwarên xwe cengawer radibûn i’rat, çargavî û tiragan, erd û ezman di bin simên wan de dilerizî. Toz û tebara ji ber simên wan radibû, gerrînekek li babîsoka cinan dixist û hildibû; ezmanê çikîsayî, veduguhezand ewrekî reşî-tahl ê ji wan taviyên biharê. Her sê cengawerên Hîtîtî yên di yek erebokê de; yek ji wan ajokarê hespan, yek ji wan tîravêj, yê dîtir jî rim û şûrkêş bû. Ev erbokên hespan, ango tanqên yekemîn yên serdema xwe bûn û babîloska mirinê di ser dujmun de digobeland.
Herdu gurdanên Ramses ê 2’em, nizanin ka ev çi bobelat bû bi serê wan de hat; gelo birûska ezmanan li wan xist, yaxwud ew xezeba bahozeke xeybanî bû li wan ket! Ramses ê 2’em, firtêfirtê xwe ji nava lepê artêşa Keya Mûwatallî û mêrxasê jêhatî fermandar Hattûşîlî xelas dike.
Ramses ê 2’em, radibe tavilê wezîrê xwe, li gel çend mihafizên din ber bi herdu gurdanên xwe yên din ên bi navê Ptah û Set ve dişîne.
Gotinek heye, dibêjin: çerxa felekê timî li gorî dilê mirov nagere. Vê carê artêşa Hîtîtê dibêje qey şer bi dawî bûye û bayê serkeftinê li serê wan dixîne. Wan serxweş dixin. Hin ji cengawerên artêşa Hîtîtê, cirrê şerabê bi bilqebilq di ser xwe de dikin. Hin govenda serkeftinê digerrînin, hin jî nola qirrik û qertelên laşxwur, dikumişînin ser kuştiyên Misiriyan û di ser talana artêşa têkçûyî de, qarixî dibin. Di vê rewşa artêşa Hîtîtê ya jihevdeketî de, dîtina dibînin, Ramses ê 2’em, mîna zîbeqê bi wan ve dizeliqe. Û careke din herdu artêş, nola du çiya, bi cilqînî li hev bikevin, wanî dîsa herdu artêş li hev dikevin û şer dest pê dike. Dibe şîrqînîya şûr û mertalan, gurpegurpa gurzên ser-gaboxe û hiwêzên bi niçik yên bi qelayê kildayî, dibe fire firra qîtikên rimên bi movik, di ser serê cengaweran re difirin. Mîna pivîniya mozqirtikê, wanî pivînî bi tîrên serîk bi bronz dikevin û di zirxên cengaweran de diseqin. Ji xwîna sorê yaqûtî, êdî hew devê şûr û şilfên çerxkirî, pozê kefikên/sertîrikên rimên, mîna birûskên ezmanan dibûrizin. Bivirên dudev yên seqakirî, êdî ji xwîna sorê soringî hew li ber tîrêjên rojê diteyisîn. Kumzirxên cengaweran ên bi porçik, tevî seriyên bi xwîn, nola qirrik û qertelên çolan radibin û dadiketin. Ji herdu aliyan xwîn, mîna mezrîbê diherike. Axa deşta Qadeşa xopan, bi xwîna cengawerên, dibe çiravek sorkurra soringî. Şîrpeşîrpa dengên çekan, borebora halanên cengawerên boke, hîrrehîra hespên birîndar, tev li keldixana xwîna germ û hûrên hespên dirandî dibin. Mija ewrekî mahşerî, nola pelûleke tîr ber bi kokevaniya ezmên ve hildibe. Heta li wan dibe êvar, herdu alî jî ji kasil de dikevin. Ti tiştekî avahî di hevdu de nehiştine; edetî hevdu pelkewatî kirine; bi gotineke din, malikê li hevdu divirritînin. Herdu artêş jî, derbên xedar dixwûn; xwe diguvêşin û vedikşin.
Dotira rojê. Çiqas qirrik qertel, çiqas wawîk û ajalên laşxwur ên deşta Qadeşê hebûn, tevdekan berkurk û zikên xwe ji goştên cengawerên kuştî, kiribûn tirpik.
Ax, ji xwîna mirovan têr bûbû. Edetî ax, xwîn vedirşiya. Ev herêm, bûbû hola cenga cîhanê ya yekemîn. Wer tê bawerkirin û di kitêbên pîroz de jî derbas dibe. Dibêjin di taliya dinê de, dê tercal rabe û cenga Armageddon a dawiya dinê jî, dê dîsa li vê herêmê bide destpêkirin. Her wiha ew ê Mehdî (hin kes dibêjin, di esasê xwe de Mehdî, kesayetiyekî Medî ye, ango ji xelkê Medyayî ye) rabe were û mirovahîyê ji nava lepê Tercal rizgar bike (Gava meriv li vî şerrê dawî yê li ser gelê kurd tê meşandin dinere, xofeke welî xwe li meriv radipêçe. Meriv xwe bi xwe ji xwe dipirse, dibêje gelo dibe ku evên museletî ser miletê me bûnin, tercal bi xwe bin?)
Şerrê Qadeşê ew şerr e, dê heta hetayê bê qalkirin.
Gava Ramses ê 2’em vedigere Misrê, bi awayekî pirole li ser dîwarê perestegehên Ramasseûm, Karnak, Lûxor û Abydos, serkeftina xwe dinivîse û bi berfirehî zirtê şerrê xwe yê li Qadeşê dide. Xwedê kir, Ramses ê 2’em, di derheqa sêwirandina dujmunê xwe de hesûdiyan nake û heta hespên bi erebok ên Hîtîtê, yên sê cengawer hilgir jî, her wiha li gel cil û berg û beşera rapêçandina şervanên Hîtîtê yên bi şûr û mertalan tevjidandî jî, li ser dîwarên perestehên navê wan li jor nivîsandî disêwirîne û ji bo dîrokê nemir dike.
Her çiqas Ramses ê 2’em, bi propogandeke pirole xwe serkftî dabe nîşan jî. Gelek Hîtîtîlog dibêjin, herdu alî tevket û tevrabû nin, ango ti hêl ne li ser, nejî li bin ketî ne. Lê di esasê xwe de, Hîtît digihêje mexseda xwe. Lewra Mîregiya Amûrrû ji destê Misirê derdixîne û Mîrê Amûrrû, Benteşîna dîl digrin û wî tînin paytext Hattûşayê.
Şerrê Qadeşê, sê hezar û 200 sal wanî yekalî tenê ji hêla çavkanîyên Misrê ve dihat zanîn. Çi gava şûnwarnasan li Hattûşayê dest bi kolandina arkeolojîk kir, hingê li kevalên qala şerrê Qadeşê dikir, rasthatin. Ev kevalên ji hêla katibên Cıvata Pankûyê ve hatibûn nivîsîn, bi rengekî mitewazî û bêyî pirolekirin, qala şerrê Qadeşê kirine. Ev sixleteka kurda ye. Ne kurdên cîhana dêrîn û ne jî kurdên niha, ti caran li xwe danenîne ku zirtên şerrkirina xwe bidin. Hîn û hîn jî, kesek li ba kurdan wesfê şerrê xwe bide, kurd bi çavê kesekî kuşek li wî dinerin.
Bi vî awayî, rika di navbera Hîtît û Misrê de, şanzde salên din jî dikudîne. Lê em ê ji niha û pêve, di derheqa Keya Mûwatallî de ti tiştekî din nebêjin. Lewra ev mirovê li hember birayê xwe Hattûşîlî dilpak, lê li hemberî dujmunê xwe jî ew çend kone û şareza, rojên jiyana xwe bi dawî dike. Nola dibêjin, gava ew roj tê, tu keya be jî, tu împeretor be jî, stêrka te li ezmanê şîn ê lacîwertî diçerrixe û dirje erdê; ne bîskek kêm, ne jî bîskek zêde. Û Keya Mûwatallî jî, derdikeve rêwîtiya xwe ya jiyana ebed.[1]
(dê bidome)
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは529表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 14-01-2023
リンクされたアイテム: 12
グループ: 記事
Publication date: 22-11-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-01-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 15-01-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは529表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 523,706
画像 105,972
書籍 19,729
関連ファイル 98,906
Video 1,422
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド ライブラリ - プロヴァンス - 外 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.281 秒(秒) !