ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,249
画像 104,666
書籍 19,254
関連ファイル 97,523
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Huner û Mîrateya Eyşe Şan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Eyşe Şan

Eyşe Şan
#Kakşar Oremar#
$Huner û Mîrateya Eyşe Şan$
Eyşe Şan sembolek me ya naskirî di sedsala 20’an da ye. Weke Luciano Pavarottî ji îtaliyan re, Umm Kulsum û Feyroz ji ereban re, Qemar al-Mulûk Wezîrî ji farsan re, Viktor Xara bo Şîlî û Mercedes Sosa ji arjantîniyan re. Ew ji me kurdan re hunermendeke wiha ye ku nav û keda wê bi karê wê yê nemir bimîne. Mezinîya kar, qîmeta ked û navdariya Eyşe Şanê ji vir tê.
Eyşe Şan ku di sala 1938’an de li Amedê hatiye dinê di ber hunera kurdî de zehmetek mezin kişandiye. Ger em kar û xebata wê li gorî rewşa wan salên ku dest bi karê stranbêjiyê kir, binirxînin, dê baştir bi girîngiya keda wê bihesin. Çimkî hingî bakurê Kurdistanê bêdeng bû.
Dengê Eyşe Şanê, dengê xerîb yê salên reş û bêdengiyê ye. Salên reş ku siyaseta înkara Kurd û Kurdistanê di pileya xwe ya herî xerab da bû. Ew salên dirêj li Kurdistanê nebû, lê di hesreta dîtina axa bav û kalên xwe da şewitî, êşiya, ezabek mezin kişand û wekî qumrîkek birîndar û baskşikestî axînên xwe bi stran û dengê xwe yên şilk û nazik gehandin guhê me.
Wê li dûriyê û bi dilekî şikestî zimanê xwe yê orjînal, kurdiya tije peyvên kilasîk ji bîr nekir û di hunera xwe da ew peyvên kêmbihîstî bi kar anîn. Dengê wê pirhecim e, tije ye û wek kevirê elmas e ku kêm jî peyda dibe.
$Naveroka stranên Eyşe Şanê$
Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya huner û kesayetiya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civakî digirin ber xwe.
Stranên klasîk û kilamên bav û kalan ku bi sedan sal e sing bi sing ji aliyê dengbêjên kurd ve hatine gotin. Ew hatine parastin û wekî samanek neteweyî û dîrokî tên hesibandin. Eyşe Şanê jî riya wan şopandiye û gelek stranên klasîk ji mirinê rizgar kirine. Wêjeyeke xweşik û melodîk di wan stranên folklorî da heye ku Eyşe Şanê ji xwe re hilbijartine û gotine. Wê stranên mîna: Cembeliyê mirê Hekariyê, Mem û Zinê, Lê lê Bêmal, Zerî heyran, Cemîle, Bêrîvan, Koçerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên din ji hunera dewlemend a civakê girtine û bi dengê xwe yê xweş gotine. Wê qîmeteke pir mezin daye stranên gelêrî û folklorî. Navê Eyşe Şanê bêtir bi van belavî Kurdistanê bûye.
Wê di gelek stranan de zimanê kurdî û tirkî tevlihev kiriye û stran bi du zimanan gotine. Ew neçar maye ku karekî wiha bike, çimkî bi vê wê kariye pilakçiyan razî bike ku berhemên wê jê re çêbikin û belav bikin.
Em di gelek stranên Eyşe Şanê da navên weke Hekariya, Zozanê Şerefdînê, Amed û hwd jî dibihîsin.
Eyşe Şanê ji oqyanusa folklora kurdî û herêma jiyana xwe sûdekî baş standiye. Stranên: Ax lê Kinê, Eman neman koçerê, Mamir, Lawikê Metînî, Bavê Seyro, Ax lê Gulê, Memik Sêv, Ax lê Nazê, Wele govnd ranabê û hwd ew berhemên gelêrî ne ku ji hezaran salan û şûnde heta roja îro di jiyana xelkê da mane.
$Stranên Eyşe Şanê$
Stranên Eyşe Şanê bi xwe ku serbihûriya wan jiyan û dîtinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwendin e. Yan jî mirov dikare bêje naveroka wan stranan awêneya jiyana Eyşe Şanê bi xwe ne. Her kilama ku wê dinivîsî bi hêsir û nalînan bidawî dianî, pê re digirî, peyv û risteyên stranan ji kûrahiya dil û canê wê dihatin. Ji ber wê jî ew bi keda xwe ket nava dilê gel û dîrokê.
Ji wan strana: “Derdê Hewiyê an wela te nastînim” ku li ser paşverûtiya adet û orfên civaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkirina şexsiyeta jinên kurd hatiye gotin, bala mirovan pir dikişîne ser xwe. Helbet Eyşe Şanê ev stran li ser jiyana xwe ya çaxê hewîtiyê çêkiriye ku êdî jê xelas bibû. Herwiha strana ’Qederê’ ku li ser jiyan û bextreşiyên xwe yên di cihanê de kişandine, weke tabloyekî bedew neqişandiye. Strana ’Qederê’ bi serê xwe şahkarekî hunerî ye ku Eyşe Şanê di rojên tengav ên jiyana xwe da li ser tehliyên jiyana xwe afirandiye. Strana ’Qederê’ bes e ku mirov guhdar bike û baş bi êş û elemên Eyşe Şanê yên jiyanê bihese. Wê bi stranekê hemû gilî û gazinên xwe ji jiyan û civakê bi lêv kirine.
Ew wekî alîgireke mafê keç û jinên kurd li dijî zewaca bêdil e:
“ay dil, ay dil …. yadê rebenê bira qeda-bela bikeve ji xwe ra zewaca bêdil / Çawa sala ber vê sal qîz û bûkê gundê min rebena xûdê çavê wan mane bêkil,ay dil, ay dil…”
Di hinek stranên Eyşe Şanê de navê kesan jî tê bihîstin. Mesela dema navê Ezîz Korkmaz tê, mirov neçar dimîne ku bikeve pey ka kesekî wiha kî bûye û çi kiriye. Bi strana ’Bavê Firat’ ku Eyşe Şanê li ser mirina rojnamevan E. Korkmaz gotiye, mirov bi esrarên veşartî ên mirina Ezîz Korkmaz jî dihese.
Eyşe Şan di her çaxekî da li gorî rewşa civakê naveroka stranên xwe diguherîne.
Ew geh li ser hepisyên kurd, geh li ser nankorî û bêkediya endamên malbata xwe û carna jî li ser xiyaneta kurd ya xwe-xweyî diqêrîne û dikalîne. Li ser vê êşa dîrokî ew wiha dike gazî:
“Gur ket nav pezê me / Xayîn pirin li nav me / Ev çawa hez kirine lo / Tu nabînî halê min / Were keçê tu zanî / Ji derdan re dermanî / Cih û welatê Kurda lo / Şîrîne Kurdistanî”
Ew bi hemû wateya xwe hunermend bû û her buyera ku di jiyana wê da diqewimî, dikir stran. Hunermendî jî yanî ev. Yên ku bê hîs û hest in, ne hunermend in, belkî tenê stranbêj in. Vêca di nav wan de jî stranbêjên baş, profesyonel, amator û nîvamator jî hene. Yanî hunermendiyê berde herkes nikare bibe stranbêjeke baş jî.
Eyşe Şan neçûye dibistanê, lê bi hevkariya bavê xwe hînî xwendina Qûranê û nivîsandinê jî bûye. Ji xwendinê hezkiriye û haya wê ji dinê hebûye. Ji mirovên qenc hez kiriye û başiyên wan ji bîr nekirine. Sala 1975’an dema ku di rojnameya Hurriyetê da agahiya mirina Ezîz Korkmaz dixwîne, straneke wiha li ser çêdike:”De bira li Ezîzê min nehata sira sibê bayê diqerisî / De babê Feratê min li çiyakî Beytûlşebabê/ Pêşiya tabûrekî esker da, mîna bûka ser bi xêlî direqisî/ De rabe axawo de rabe / De rabe babê heft yêtîma de rabe / De rabe birîna me kûr e / Îro derdê me giran e de rabe de rabe / Ax de rabe babê feqîra de rabe / Babê Kurmanca de rabe rabe de rabe”
Di wan salan da Eyşe Şan tê de behsa derdê kurmancan û giraniya êşa bindestiyê dike. Ew carna behsa qeleşî û xiyaneta kurdan a li dijî hev dike, tiştê ku di roja îro da jî hinek cehşkên rûreş li dijî şervanên kurd pêk tînin. Gelo ma ev nakeve nava karnameya kar û xebata wê ya siyasî-rewşenbîrî?!
Ew evîndara hemû Kurdistanê ye lê Amed meskenê bav û kalên wê ye û hezeke taybetî jê re heye. Ji bona wê jî hertim li ser Amedê û dîtina wê bi qêrîn û heware:
“ welatê min Diyarbekir, ew şirîne mîna şekir / weleh min bîriya te kir, Diyarbekir, Diyarbekir….”
Di salên dawiya jiyanê da çiqas ku şoreş û doza kurdan geş dibe, evîna Eyşe Şanê jî ji Kurd û Kurdistanê re zêdetir û geştir dibe.
Xerîbim dayê…
Eyşe Şanê strana ’Xerîbim dayê’ li ser mirina dayika xwe Elîf xanimê gotiye ku beriya mirinê ji kur û keçên xwe daxwaza dîtina wê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn:
De heywax dayê, mala min ê, mala min ê / Dayika min dinale haya min tunîn e / Der û cîran dibên/ Elîf Xatûn em ê bang kine keçika te Zehra, Salihayê/ Hecî Xanim dibê, ez naxwazim kesê, bira neyê ser min e /De hûnê ji bo Xwedê têlefonê vekin, li têlê xin/ Bira(la) Eyşana mina dilşewitî were, ezîzê(a) ber dilê min e/ De bira were min bibe doxtor û hekîma / Welle ji xeynî Eyşana min kesê min tunîn e / De heywax dayê, xerîb im dayê / De heywax dayê bêkes im dayê / Kesê min nema li rûyê vê dinyayê / Ez bimirim dayê.
$Stranên şoreşê$
Piştî sala 1990’î ku agirê şoreş û serhildanên netewî di bin pêşengiya PKK’ê de li bakurê Kurdistanê berfireh bû, evîn û heza Eyşe Şanê ya ji bo Kurdistanê ku bi salan ji aliyê înkarger û Kemalîstan ve hatibû serkutkirin, ji nû ve geş û gorî bû. Ji bo wê jî Eyşe Şanê bi dengê xwe yê her tim xweş bûyerên siyasî jî ku di civata wê de diqewmin, anîn ziman. Stranên siyasî ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwendine bi piranî behsa wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê û qetilamên ku dagirkerên Kurdistanê pêkanîne, dike. Bi vî rengî Eyşe Şan helwesta xwe ya welatparêziyê jî ji doza welatê xwe re dide diyar kirin. Bi guhdarkirina hemû berhemên Eyşe Şanê yên kurdî û tirkî em pir cara rastî çar peyva tên: “Gurbet, ane, qeder û dayikê.” Ew heta dema bi tirkî jî distire, xem û xerîbî di deng û hisên wê da xuyane.
Dema Eyşe Şan li ser bûyerekê an jî hesreteke ji dest çûyî distire, wisa ji dil û can dibêje ku mirov jî neçar bixwe ra dibe nava kûrahiya wê bûyerê. Çimkî ew hemû hisên xwe jî tevlî dengê xwe yê şilik û nazik dike. Kes wekî Eyşe Şanê bi êşa zilm û zora dagirker û înkargeran neşewetiye. Ger li stranên wê yên vê dawiyê guhdar bikin, piştî ku cesaretek mezin distîne, ew kul û elemên xwe yên salên reş û tarî di gelek stranên xwe da beyan dike. Strana Hepsiyo û Şirnexê guhdar bikin hingî hûnê bizanin ka Eyşe Şan çiqas rewşenbîr û hunermende.
Tevkujiya li Şirnexê wisa kiriye ku wê wek dayikek Kurd stran li ser çê kiriye:”Ax de hewar, hewar, hewar…. heware / Îro dîsa li Şirnexê mij e dûman e/ Gire-gira van top û tifeng û teyaran e / Li ser serê Kurda agir barî / Danîn şerekî giran e / Xirakirin welat û mekan e/ Zar û zêçê van Kurmancan / Hemû bin axê da mane / Hey wax li min keko, ezê çi bêjim / Ji zilm û zalimiyê van e / Em li welatê xwe xerîb in / Bêkes in, bêxwedî mane / Hewar, hewar, hewar… dayê / Em bêkes in, bêxwedî man e”
$Çîroka Salih û Nûrê$
Strana “Salih û Nûrê” çîroka rastî an rezîliya kurdan li pey çêbûna cimuhryeta Tirkiyeyê ye. Sala 1923’yan dema komar pêk hat, qetilama Kurda jî dest pê kir. Ji jina kurd jî kes baştir nikare vê wesfê bike:” Nûrê digo, Salho çûme / Diyarbekira şewitî berî dêr e / Mi dî hakim hat û ceza reysî pê re / Ezê herim pêşiya vana devê xwe têxim saqa di gîzmê re/ Ezê bêjim Salihê min ê kurmam emir piçûk e, çardeh sal e / We çima sed û salek îdam dane jê re / Ax de Saliho lo, kurmamo lo / Ax de rabe malekî ji malê / Malxerabo lo, Saliho lo …”
Eyşe Şan jî ’Saliho’ bi dilşewatek jinane gotiye. Wê di dawiya hinek stranên xwe yên salên dawiyê da, navê xwe jî aniye û xwestiye bi vê re heza xwe ya ji folklor û berhemên gelêrî bide diyarkirin. Carna Eyşê bûye Kinê, carna jî bûye Xezal û carna jî dibêje:” Eyşe Şan hat govendê”.
Stranên mîna: “Werin werin Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir” li ser bûyerên Kurdistanê hatine strîn.
Ew di gelek stranên xwe da behsa êş û elemên jiyana xwe jî dike. Sembola êş û elemên hemû jinên kurd ên hunermend belkî keseke weke Eyşe Şanê be.
“Eyşe Şan im keça Kurda / Dil mesekenê kul û derda/ Derd daniye li ser derda / Wele yadê birîndarim….”
Bi guhdarkirina dengê wê mirov baş bi hostatiya wê ya strangotinê jî dihesîne. Çimkî aşiqa karê xwe û evîna hunerê di xwîn û riha wê da tiştekî genêtîkî ye.
Xisletên hunermendan hinekî cuda ne. Li ser gotina nivîskarê nemir Segvan Ebdulhekîm: Dema Eyşe Şanê dengê Mihemed Arifê Cizîrî dibihîst, bêîradeya xwe hêsirên wê dihatin xwarê. Ew di gotina mewal an jî hewayên bilind da hosta û serkeftî bû. Baş guhdarî stranên “Memê Alan, Qederê û dayikê qurban” bikin, ka çiqas bi hostatî distire. Dengê wê xweş û xwedî rûberekî berfirehe. Dengekî soprano, rewan û kurdî bû. Di hilbijartina stranên xwe da hesas û baş li ser naverok û awayê gotina wan
disekinî.
$Felek lê xayîn derket$
GER ÇERXA felekê bi edalet bigeriya û derfetên jiyanê ji kesên mîna Eyşe Şanê re zêdetir bûna, wê berhemên baş, berhemên ku bêtir xitabî dilê civakê bikirana, diafirandin. 58 salên tije derbiderî, êş û elem, kul û hesret, dûriya ji dê, bajar û welat, sivkatî û heqaretên ji hêla pergala serdest, civak û kesên herî nêzî wê tev ji hêlekê û ji hêlekê jî heza wê ya ji ziman, stran û xizmeta çanda kurdî dike ku em navê Eyşe Şanê wek sembolekê, ku li hemberî tu nexweşiyan serî natewîne, bi nav bikin.
Eyşe Şan bi awazên xwe newayên dilnewaz bi ser riha me de dibarîne, guhê me bi awazên wê peyamên dilxweşiyê digehînin mejiyê me. Bi dengê wê yê tije xem û hêvî em diçin nava rûpelên jiyana wê, jiyana ku rojek jî têde rastî xêr û xweşiyê nehat lê harmoniya deng, awaz û xweziyên wê bûn pareke cudanebûyî ji jiyana me ya rojane. Mezinahiya Eyşe Şanê kes nizane, lê yên ku biçine nava kûrahiya detayên jiyana wê yê baş bizanîbin ku armancên wê pîroz, mezin û dûr bûn, çimkî dûrbîn bû û dizanî ku ewê rojekê bibe mîrasê civaka me.
Kesên wekî Eyşe Şanê rêyeke wiha li ber hunera kurdî vekirin ku pêre hem eşqa stranê zindî bimîne û hem jî Kurd bêtir ji xwe, nasname û zimanê xwe hez bikin. Ji ber wê jî rojek ji rojên dîroka Kurdî divê bi navê wê be. Mesela roja ji dayikbûna wê bila wek “roja Eyşe Şanê” bê binavkirin.
Wê baş dizanî ku di navbera huner û exlaq, exalq û siyaset, jiyan û stranê de peywendiyek bihêz heye. Wê dizanî çawa bijî û bi nexweşiyan re şer bike. Ji ber wê jî Eyşe Şan namire û navê wê hêz û îlhamê dide wan kesên ku jiyaneke tije hîvî û şadî dixwazin.
Şagirdên wê hê jî ew nas nekirine lê şûpa wê dişûpînin. Roja 18’ê kanûnê sala 1996’an ew bê kes û xwedî li xerîbiyê mir, lê dengê wê yê tije nalînên bi şewat heya deqêyên dawiya jiyanê xweş bû. Rengê rûyê wê yê bedew mîna gula rojdîtî geş û şirîn bû. Kena li ser lêvên wê di xewa mirinê de jî şahidî ji girnijînên wê yên ji jiyanê re dikirin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは471表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://www.rewanbej.com/- 02-03-2023
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 19-12-2013 (11 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 芸術
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 02-03-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 02-03-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 02-03-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは471表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,249
画像 104,666
書籍 19,254
関連ファイル 97,523
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - ライブラリ - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.64 秒(秒) !