$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mazlûm Gelhat
Nav û paşnav: Diyar Kaya
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Ayşe – Kazim
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mazlûm bi eslê xwe Koçer e û li Şirnex, Hezexê hat dinê. Bi koka xwe ya çanda Koçeriyê bi xwezaya Kurdistanê re rû bi rû mezin bûye. Civaka me ya Koçer kariya xwe ji bandorên nerênî yên sîstema kapîtalîst parastiye, timî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê maye û gelek zarokên xwe yên bi nirx şandiye refên têkoşînê. Hevrêyê me Mazlûm çanda berxwedanê ya welatparêz re mezin bûye û ji ber ku bavê wî di girtîgehê de bû, ji bo debara malbata xwe di temenê ciwan de kar kiriye. Ji temenê zû û vir ve bi têgihiştina kedê, bûye xwedî hestê berpirsyariya bi hêz. Hevrêyê me Mazlûm ne tenê li hemberî malbata xwe ya kedkar, li hemberî hemû civaka Kurd xwe berpirsyar hîs kiriye.
Hevrêyê me Mazlûm şahidî ji berxwedana ciwanên Kurd ên di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a Hezexê li dijî êrîşên dewleta Tirk şer kiriye re kiriye û ruhê berxwedanê yê derketî holê qet ji bîr nekiriye. Hevrêyê me li dijî êrîşên nemerdane yên li ser gelê me, bûye xwedî hêrsek mezin û dest bi lêgerîna rê û rêbazên têkoşîna bi bandor kiriye. Di vê pêvajoyê de Partiya me PKK hîn baştir nas kiriye û zaniye ku gelê me encex bi fikrên Rêber Apo dikare azad bibe. Hevrêyê me tevlî xebatên ciwanan bû û ji bo ciwanên Kurd bi zane bibin û tevlî refên têkoşînê bibin kedek mezin daniye holê. Hevrêyê me Mazlûm dît ku gelê me bêyî parastinek bi hêz, nikare bibe xwedî pêşerojek azad û sala 2016’an tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye.
Hevrêyê me Mazlûm piştî perwerdeyên gerîlatiyê yên esas, derbasî qada pratîkê bû. Bi sekna xwe ya samîmî, dirûst, fedakar û kedkar hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Girêdanên xurt bi hevrêyên xwe re çêkiriye û ji bo di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe, hewldanek zêde daye. Hevrêyê me Mazlûm enerjiya xwe ya ciwantiyê, fedayî têkoşîna şoreşê kir û bêyî ku bibêje biçûk yan mezin bi cidî nêzî hemû erkên şoreşê bûye û di xebatên xwe serkeftina mezin kiriye armanc. Hevrêyê me Mazlûm qasî qada îdeolojîk di qada leşkerî de jî bûye xwedî tecrube. Ji bo di gerîlatiya demê nû de profesyonel bibe, bê navber xwe pêş xistiye û ji bo pêşketina hevrêyên xwe jî ked daye. Hevrêyê me Mazlûm di temenê ciwan de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye, ji bo bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me yên nemir, bi enerjiyek bêyî sînor têkoşiyaya. Em ê xwedî li bîranîna wî derkevin û têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin.
[1]