ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,889
画像 106,294
書籍 19,330
関連ファイル 97,315
Video 1,399
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Di wêjeya zarokan de roman
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
$Di wêjeya zarokan de roman$
#Evîn Teyfûr#
#Wêjeya zarokan# cureyek ji hunera wêjeyî ye ku tê de çîrok, pirtûk, roman, kovar û helbestên taybet ji bo zarokan hatine nivîsandin. Beriya vedîtina wêjeya zarokan a nivîskî, wêjeya zarokan a gelêrî hebûye ku ew jî destpêka xwe vedigere çîrok û stranên ku beriya hebûna çapxaneyê ye, di dema ku dê û bav çîrok û lorîk bi devkî ji zarokên xwe re digotin. Jixwe li gorî ku me di kurteyê de behs kiribû di serdemên kevn de tiştek bi navê zarok an wêjeya zarokan tune bû. Di dîroka mirovahiyê de derfeta pêşketina zarokan çênebûye. Zarok heta serdemên ne pir kevn jî, ji aliyê cîhanê ve nehatine pênasekirin.
Lewma di sedsala îroyîn de û piştî pêşketina wêjeya zarokan di nava cîhanê ji serdermên borî û ta niha tenê wêjeya zarokan bi stran, lîstok û çîrokan tê naskirin. Her gava ku nivîskarek bixwaze berê pênûsa xwe bide wêjeya zarokan ji bo wan çîrok û helbestan dinivîsîne. Lê beşên din ên vê wêjeyê mina mamik, zûgotinok, roman û hwd hene ku di rola pêşketina kesayetî, hizir, fêrkirin û siberoja zarokan de gelekî dilîze. Lê di vê dawiyê de û piştî pêşketina qadên wêjeyî ya kurdî, roman jî pêşketin û ji wir nivîskarên ji bo zarokan dinivîsin, hem roman ji bo zarokan nivîsandin û hem jî ji zimanên din ji bo wan wergerandin. Lewma di vê kurte gotarê de em ê hewl bidin piçekî behsa romana zarokan bikin.
Wêne û nivîs
Piştî ku zarok ew qas pirtûkên çîrokan dixwînin, êdî dighêjin temenekî jor 9-10 salî û jor ve hez dikin ku romanên ji bo temenê wan hatine nivîsandin bixwînin. Hezkirina zarokan a xwendinê ji biçûkaniyê de gava dê û bav ji bo zarokên xwe di biçûkaniya wan de pirtûkên cur bi cur ên ji bo temenên wan hatiye nivîsin, nîşanî wan didin. Gava ew zarok beriya hîn fîrêhî xwendinê bibe dê û bav jê re wê pirtûkê dixwînin û ew jî ji xwe re bala xwe dide reng, wêne û dirûvên karekteran û hin caran li ser rewşa wan ji dê û bavê xwe dipirsin.
Romanên zarokan ji çîrokê dirêjtir in. Di çîrokê de nivîs hindik e û wêne û reng gelek in. Roman berevajî wê ye, wêne tê de hindik in û nivîs gelek e. Ew wêneyên di nava romanê de jî gelek caran bê reng têne çapkirin. Lê ew jî mîna çîrokan, dibe ku karekterên xwe mirov, ajal an jî tiştên din bin. Hin nimûne ji wan romanên ku ji bo zarokan hatiye nivîsîn:
– The Wind in the Willows, Nivîskar; Kenneth Gramham (1908).
– Der Schweizerische Robinson, Nivîskar; Johann Rudolf Weiss (1812).
– The Water Babis, Nivîskar; Charles Kingsley (1963).
– Little Women. Nivîskar; Louisa May Alcott (1869).
– Le Avventure di Pinocchio, Nivîskar; Carlo Collodi (1883).
Romana zarokan a kurdî:
Her çend romana kurdî di nava zehmetiyan de be jî lê dîsa hewl daye ku asta xwe li gorî berhemên dîtir û cureyên romanê yên cîhanê li pêş bixe. Di nava wêjeya kurdî wêjeya zarokan jî di van serdemên dawîn de bi pêş ket. Di nava wêjeya zarokan de jî di van salên dawî de weşanxaneyan li kêlek çîrokên ji bo zarokan çap dikirin, cih dan romana zarokan jî. Lewma li vir em ê besa wan çend heb berhemên ku hem bi kurdî û hem jî yên hatine wergerandin bikin. Her wiha em ê rêzên wan berhemên romanan li gorî weşanxaneyên ku cih dane wan, nîşan bidin.
Her çendî roman ji bo zarokan hatibe nivîsîn jî helbet ji wan rêzên romanan wê ya pêşîn hebe. Romana pêşîn a zarokan li gorî ku Mem Bawer di axaftineke xwe de diyar kiriye, romana Mirina Jaro, nivîskar; Mamê Elî & Lewnd Ozkan ku ji Weşanên Berçemê derketiye (2007).
Weşanên Berçem Matbaa
Mirina Jaro, Nivîskar; Mamê Elî & Lewnd Ozkan
Weşanên Morî
Xwezî bi wan rojan, Nivîskar; Îsmaîl Dîndar
Warê Leglegan Nivîskar; Îsmaîl Dîndar
Bendar, Nivîskar; Hekim Atay
Weşanên Evrenselê
Siwarê Ewran, Nivîskar; Îsmaîl Dîndar
Weşanên Zibeoq
Kermêşa Çerok, Nivîskar; Yaqob Tilermenî
Weşanên Hîva
Bajarê Zarokan, Nivîskar; Rustem Felat
Romanên klasîk in li Weşanên Aramê wergera wan a kurmancî1
Weşanên Aram- Klasîkên Zarokan
Robin Hood, Nivîskar; Howard Pyle
Kontê Monte Kristo, Nivîskar; Alexandre Dumas
Ger û Geştên Gulivero, Nivîskar; Jonathan Swift
Pînokyo, Nivîskar; Carlo Collodi
Oliver +Twis+t, Nivîskar; Charles Dickens
Tom Sawyer, Nivîskar; Mark Twain
Huckleberry Fînn Çavhilkiriyên Leheng, Nivîskar; Mark Twain
Gera li Dor Dinyayê di 80 Rojan de, Nivîskar; Jules Verne
Pollyanna, Nivîskar; Eleanor H. Porter
Kemanjenê Piçûk, Nivîskar; Eleanor H. Porter
Masîreşkê Biçûk, Nivîskar; Samed Behrengi
Serpêhatiyên Alîcê, Nivîskar; Lewis Carroll
Girava Xizînê, Nivîskar; Robert Louis Stevenson
Sê Çekdar, Nivîskar; Alexandre Dumas
Sêwî, Nivîskar; Hector Malot
Mîrko, Nivîskar; Antonie de Saint-Exupêry
Încî, Nivîskar; John Steinbeck
Qaqlîbaz, Nivîskar; Richard Bach
Di dawiya vê kurte gotarê de em tê digihîjin ku di nava wêjeya zarokan a kurdî de cihekî roman ê girîng di nava zarokan de heye. Roman piştî ku zarok hinekî ji pêşdibistan û çîrokên tev bi wêne têr dibe di 9-10 saliya xwe berê xwendina xwe dide romanê. Ji wê jî di vê xebatê de em têdigihêjin ku romana Mirina Jaro, nivîskar; Mamê Elî & Lewnd Ozkan romana pêşîn a zarokan e ku ji bo zarokan hatiye nivîsandin.
Çavkanî:
-YILDIZ Rojdar (2019), Di Wêjeya zarokan de çîrok, Ankara: Sîtav, 174 r.
-TOSUN Türkan (2018),”WÊJEYA ZAROKAN A KURDÎ LI BAKUR” In kovara zanistên mirovî ya Zanîngeha Zaxo, 147-145 r.
-NOMAN EL-HITI Hadî (1988), Zanîna zarokan, Kiwêt: Meclis El-wetenî Ewêjeyî û Fenî, 241 r.
-ŞAWÎ Nûra, MIMANI Fatmê (2011-2012), “Çîrokên Zarokan Di Dibistanan de” In Zanîngeha El-E`qîde, Cezair, 68 r.
-REBHE Xalidî (2022), “Çîrokên Zarokan” In Zanîngeha Cîlalî, Zanîngeha Cezaêr, hejamara 5, 161-180 rr.
-REYNOLDS Kimberley (2011), Wêjeya Zarokan, wer: Yasir Hesen (2012), Qahîra: Saziya Hindawî bo Ferkirin û Çandê, 147r.
-KAYA Von Celîl (2022), “Wêjeya Zarokan bi Kurdî” On WDR, (26.08.2022), dîtina (01.12.2022), https://www1.wdr.de/radio/cosmo/programm/sendungen/bernama-kurdi/huner/wegerandina-edebiyata-zarokan-100.html
-BAHA (2019), “Wêjeya Zarokan” On Awêne Welat, (04.08.2019), dîtina (29.11.2022), https://aweneywelat.wixiste.com/sitem/post/w%C3%AAjeya-zarokan
-“Roja Navneteweyî ya Pirtûka Zarokan” On W Nûçeyan Wêjeyê (02.04.2016), dîtina (22.10.2022), https://www.actualidadliteratura.com/ku/roja-navnetewey%C3%AE-ya-pirt%C3%BBka-zarokan/
1- Di nava lîgerînên dûr û dirêj de me ev agahî bi alîkariya Jîn Aryen, Hevgerînendeya Kovara Destar, bi dest xist.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,073表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 10-04-2023
リンクされたアイテム: 11
グループ: 記事
Publication date: 09-04-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ブック: 調査
ブック: 文学
ブック: 子供
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 94%
94%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 10-04-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-04-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 10-04-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,073表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,889
画像 106,294
書籍 19,330
関連ファイル 97,315
Video 1,399
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.235 秒(秒) !