ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,719
画像 105,783
書籍 19,385
関連ファイル 97,459
Video 1,396
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Helwesta Kurdan li ser şerê Rûsya û Ukrayna
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
=KTML_Bold=Helwesta Kurdan li ser şerê Rûsya û Ukrayna=KTML_End=
Cano AMEDÎ

We çi zû ji bîr kir, keç û xortên Kurd di bin paletên tanq û panzerandan de hatin pelixandin, di kolanan de hatin kişandin. Bi hezaran xort û keçên Kurd di xendek û kolanan de bûn hedefên zindî. Ji deh milyonî zêdetir Kurd ji gund û warên xwe revîyan bûn koçber. Bi sed hezaran kurd xwe li derya û sînorên biyanî xistin, ber bi Ewropa ve herikîn. Bi deh hezaran xort û keçên Kurd di zîndanan de dîl in. Tevna civata Kurd serûbin bûye, di kolanan de karên narkotîk û laşfiroşîyê, di bin çavdêriya dagirkeran de, bi destê xwefiroşan tê meşandin. Ji bo berjewendiyên kesayetî û pereyê bi jahr doz û netew derxistine mezatê.
Ne dûr e, doh li Kerkûkê, li Efrînê, li serê kanîyê, li Girê Spî çi bû, çi qewimî? We çi zû ji bîr kir! Rast e, îro di navbera Ukrayna û Rûsya de şer heye, Tirkiye hevalbend û şirîkê herdu aliyan ne. Hevkarên stratejîk in. Tirk endamê NATO’yê ye û xwedî sigortayek mezin e; ev sed sal in bi hevkarîya Ewropa û piştre ya Amerîka me dieciqînin.
Di dabeşkirina bazar û dîzayn kirina sîstema nû de, dixwaze rol bidize . Bertek û dijîtîya şer, helwestek mirovahî û xwezayî ye. Li dijî dagirkerî û Dehaqan, xwedî helwest bûn karekî baş û ûjdanî ye. Li hemberî dagirkerîyê, neheqî û dîktatorîyê helwest girtin, erkê mirovahiyê ye. Sedem çi dibe bila bibe dagirkerîya welatekî, divê bê şermezar kirin û li dij derketin. Lê ev nayê wê wateyê ku emê problemên xwe ji bîr bikin û ji bo hinekan dijîtîya hev bikin. Di vî şerî de, rol û berjewendîyên Tirkiye li holê ye.
Li ser torên medya civakî em dibînin ku dîsa “şövalyên kurd” derketine ser dikê û şûr li hev dikişînin. Hevokên Pûtîn, Rûsya, Ukrayna, Tirkiye, nazî, kafir, sosyalîst, nato, rojeva, şer, firset, li nav gohê hev dikevin. Şîrqa Şîrqa şûr û mertalan e!
Weke welatê me azad e, em ne dibin dagirkerî û metirsiya komkujiyê de ne. Em weke xwedî dewlet û desthilatdarên welatê xwe ne, li xelkê şîretan dikin, aqil difiroşin wan, asoya wan zelal dikin, ji birînên wan re derman peyde dikin.
Lê gava çavên me bi hev dikeve, çirûskên di mejiyê me de, weke birûskên asîman li hev dikeve û dinya me dibe cihê ba û bahozan, dibe cihê tofan û malwêranîyê.
Ev çand û kultura kemalîst û Baasîyan, civata kurd dîl girtiye; ew hişmendî, bi şêweyekî dagirkerî neqlî mejî û ruhê civatê kirine. Ji ber wê yekê haya civatê ji taxa siyasî û şopgerên heft îlîm xitim kirine tune ye û ew jî nizanin çi dikin.
Gelo em çiqasî dizanin ku li herêmê çi diqewime, çi metirsîyên giran û çi fersendên dîrokî li pêşiya me ne. Emê bi kîjan aqilî û bi kîjan metodan rêgeha xwe ronî bikin û bigîhêjin armancên xwe yên nêzîk û dûr? Emê çewa bi ked û xebatên hevbeş, aqilekî kurdî desthilatdar bikin? Pêwîstîya me bi sînerjîyek hevpar û aktîf heye, gelo emê bikaribin rê li ber guhertin û pêlên çareserîya pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û rêxistinî vekin?
Ji bo vê yekê ez dibêjim êdî bes e, ji bo dagirkeran, ji bo biratîya xewnên “ümmet û gelan” hêstiran birêjînin. Bila dilê we bi we bişewite, vegerin ser xwe û dest dirêjî hev bikin.
Li Bakûr, li Başûr, li Rojhilat, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê û li Qafqasyayê gelê Kurd di çi rewşê de ye, werin em bi hev re, bi hişmendîyeke netewî li ser vê mijarê serê xwe biêşînin.
Ji we re çi? Ew yên hevin çi bi we ketîye?
Di destê we de dermanek hebe, li serê xwe bidin! Rûs, Tirk û Ukraynî dost û şîrîkê hev in, îro bi hevre şer dikin, lê wê sibê bi hevra votka, rakı û şampanya vekin, li ser siberoja we lotikan bavêjin. Dev ji vî aqilê protez berdin, vegerin ser bingeha netewa xwe, vegerin ser berjewendiyên netew û welatên xwe. Ma we nebihîstiye pêşiyên me gotine: Çavên li deriyan xwelî seriyan.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは419表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
リンクされたアイテム: 1
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 28-02-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 19-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-05-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 19-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは419表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.17 KB 19-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,719
画像 105,783
書籍 19,385
関連ファイル 97,459
Video 1,396
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - ライブラリ - ブック - その他 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.547 秒(秒) !