ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,597
画像 105,231
書籍 19,487
関連ファイル 97,516
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-6
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-6

ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-6
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-6
TÊKOŞÎNA DIJÎ ŞEBEKEYÊN JEHRIYÊ Û PERWERDEKIRINA CIVAKÊ
CÎHAN BÎLGÎN-EHMED SEMÎR
#09-06-2023#

Saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li aliyekê dijî şebekên madeyên hişbir têkoşîna xwe piralî dikin, tedbîran digirin; li aliyê din hem kesên ketine van toran rizgar dikin, hem jî bi perwerde, semîner û belavokan baldariya civakî ava dikin.
Li hemberî torên madeyên hişbir û belavkirina van jehriyan a di nava civakê de Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê têkoşînek berfireh dimeşîne. Tenê bi tedbîran sînordar namîne, civakê jî perwerde dike.

$TEDBÎRÊN EWLEKARÎ Û YASAYÎ$
Her ku êrîşên dijî herêmê piralî bûn û rêbazên qirêj hatin berfireh kirin, rêveberiya xweser jî beramberî wê têkoşîn mezin kir. Têkoşîn dijî torên madeyên hişbir ku heta 2022’yan ji aliyê hêzên Ewlekariya Hundir ve dihatin meşandin, heman salê veguherî sazumaniyê. 26’ê Hezîrana 2022’yan, ango di roja têkoşîna dijî madeyên hişbir de Daîreya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ava kirin. Ev rêveberî di bin sîwaneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de wekî beşeke taybet hat rêxistinkirin û karê wê tenê têkoşîna bi van toran re ye. Tevahiya endamên beşê têkildarî têkoşîna bi madeyên hişbir re hatine perwerdekirin. Piştî perwerdeyê jî li tevahiya bajar û navçeyên herêmên xweser şaxên wê hatine vekirin.
Rêveberê Daîreya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Kano, destnîşan kir piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyeyê torên madeyên hişbir jî zêdetir bûne, lewma wan jî pêwîstî dîtiye ku li ser mijarê taybet kar bikin û saziyekê çêbikin. Hesen Kano destnîşan kir ku ew bi saziyên din ên ewlekariyê û civakî re karên hevber dimeşînin û plan dikin ku di demên pêş de xetek telefonê ya giliyê jî vekin.
Endamên Daîreya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbir di çarçoveya xebatên xwe de dem bi dem têkildarî têkoşîna bi madeyên hişbir re li saziyên xweseriyê semîneran didin. Li gorî plansaziya daîreyê ya salê, ev semîner wê mehê carekê li zanîngeh, dibistanan û ji gel re bên dayîn. Her wiha wê li taxan malbatan agahdar bikin. Li hemberî çandina madeyên heşîşê û çêkirina van madeyan jî endamên daîreyê li herêmên çandiniyê, kargehên çêkirina madeyên paqijiyê û dermanxaneyan bi ekîbên şaredariyan û desteya tenduristiyê re kontrolan dikin.
Wekî perçeyek têkoşîna dijî madeyên hişbirê, di aliyê yasayî de jî guhertin hatine çêkirin û cezayê muebetê li yasayan hatiye zêdekirin. Li gorî zagonên Rêveberiya Xweser kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikin an jî di nava şebekeyên wan de cîh digirin ji 10 salan heya muebetê, yên van madeyan bikar tînin jî ji 3 meha heya salekê bi cezayê girtîgehê tên cezakirin.

$TEDBÎRÊN DESTEYA TENDURISTIYÊ$
Desteya Tenduristiyê ji bo venêrandina dermanan û madeyên kîmyewî komîteyek şopandinê ava kiriye. Komîteya ku endamên Daîreya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbir û şaredariyan jî tê de cîh digirin, dermanxane û depoyên dermanan kontrol dikin. Li gorî agahiyên ku hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa dane, di çarçoveya biryarên komîteyê de, dermanên ku madeyên hişbir di nava wan de hene, bêyî reçete nayên firotin. Her wiha wê li gorî hejmara ku dixtoran diyar kiriye bên dayîn. Eger dermanxaneyek van biryaran binpê bike, wê li gorî rapora komîteyê cezayên wekî hişyarkirin, cezayê pereyan, girtina berpirsyaran, desteserkirina desturname û herî dawî girtina dermanxaneyê bên dayîn. Dixtor Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji ber dorpêç û êrişên li ser herêmê, kontrolkirina rewşa tenduristiyê hinek zehmet dibe, lê ew li gorî derfetên xwe dixwazin rewşê kontrol bikin.

$CIWAN MISTEFA: EM Ê NAVENDÊN DERMANKIRINÊ VEKIN$
Desteya Tenduristiyê wekî xebatek rizgarkirina kesên fêrî madeyên hişbir bûne, amadekariyan dike ku navendên dermankirinê veke. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dixtor Ciwan Mistefa da zanîn ku ew ji bo dermankirina kesên bûne tiryakiyên madeyên hişbir wan di nava plansaziya xwe ya salê de bername amade kiriye û got: “Em dixwazin navendên dermankirinê vekin, ji bo vê yekê jî banga alîkariyê lig elek saziyên navnetewî kiriye.

$‘NEXWEŞXANEYA TAYBET PÊWÎST E’$
Dixtor Îsa Hemadî ku li Nexweşxaneya Firatê ya Minbicê yek ji bijîşkên bi dermankirina kesên bûne tiryakiyên madeyên hişbir re mijûl dibe ye, bal kişand ser zirarên madeyên hişbir ên di warê derûnî û fizikî de. Hemadî da zanîn ku bandora madeyên hişbir ji êşên laş dest pê dike û digihîje heta xwekuştinê, her wiha tiryakiyan ji civakê qut dike. Îsa Hemadî bibîr xist ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2020`an de nexweşiya hînbûna bikaranîna madeyên hişbir (tiryakîbûn) wekî nexweşiya yekemîn a cîhanê binav kiriye û got: “Ev nexweşî ji kanser, korona, AIDS û hemû nexweşiyên din zehmetir e.”
Hemadî ku heta niha 15 kes ji girêdanbûna bi madeyên hişbir rizgar kirine, da zanîn ku dermankirina tiryakiyên madeyên hişbir gelekî zehmet e, lê derfetên herêmê kêm in, lewma gelek kesên hatine dermankirin piştî 2-3 mehan dîsa dest bikaranîna van madeyan kiriye. Îsa Hemadî diyar kir ku pêdivî bi navendek taybet, bijîşkên pispor û kadroyên tenduristiyê heye. Hemadî got ku divê li herêmê nexweşxaneyek ji bo dermankirina kesên madeyên hişbir dikşînin bê vekirin.

$TEDBÎRÊN DESTEYA PERWERDE, RÊXISTINÊN JIN Û CIWANAN$
Desteya Perwerdeyê li hemberî bikaranîna madeyên hişbir bi armanca perwerdekirina civakê, semîneran dide. Semîner li gel Desteya Tenduristiyê, Yekîtiya Ciwanên Şoreşger, Hêzên Ewlekariyê û Komîteya Şilêr a Zarok bi awayekî hevpar tên dayîn. Her wiha li dibistanan girîngiya têkoşîna dijî madeyên hişbir tê vegotin. Komîteya Werzîş û Ciwanan jî broşurên dijî madeyên hişbir belav dike.
Kongreya Star, Mala Jin, Weqfa Jinê, meclis û komînên jinan jî ji bo gel û malbatan panelan lidar dixin û hişyariyan dikin. Akademiyên civakî ku perwerdeyên gel çêdikin jî wekî bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir wekî beşek taybet a şerê taybet di dersan de vedibêjin, li ser girîngiya têkoşîna dijî madeyên hişbir radiwestin.
Li herêmên Derazor, Tebqa, Reqa, Minbic, Kobanê û Şehbayê dijî madeyên hişbir ji aliyê komîteya jinan bernameyên cur bi cur hatine pêkanîn. Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê pêngava hişyarkirina têkildarî metirsiyên madeyên hişbir meşand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li bajaran belavokan belav dikin, semîneran lidar dixin û ciwanan perwerde dikin. Di encama van xebatan malbatên ku zarokên wan dest bi bikaranîna madeyên hişbir dikin an jî gumanan dikin, agahî didin saziyên ewlekariyê. Li hemberî kesên ku madeyên hişbir li nava civakê belav dikin jî baldariyek hatiye avakirin.
DAWÎ[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは994表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | hawarnews.com
関連ファイル: 4
リンクされたアイテム: 15
グループ: 記事
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 女性
ブック: クルド発行
プロヴァンス: トルコ
プロヴァンス: シリア
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( کاکۆ پیران 09-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 09-06-2023
最近の( هومام تاهیر )によって更新この商品: 31-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは994表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1190 KB 09-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,597
画像 105,231
書籍 19,487
関連ファイル 97,516
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.485 秒(秒) !