ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,042
画像 106,467
書籍 19,319
関連ファイル 97,299
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Armanca faşizmê ya sedsala 21’emîn, qirkirina Kurdan e
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Armanca faşizmê ya sedsala 21’emîn, qirkirina Kurdan e

Armanca faşizmê ya sedsala 21’emîn, qirkirina Kurdan e
Armanca faşizmê ya sedsala 21’emîn, qirkirina Kurdan e
Akar Germiyan
Faşîzm an jî nijadperestî hem weke têgîn hem jî weke hişmendî her çi qasî bingeheke wê ya dîrokî kêm be jî, lê herî zêde bi pêşketina sermeydarî û di çaxa navîn de li Ewropayê bi pêş ket. Piştre derbasî Amerîkaya Latîn bû û li giştî cîhanê belav bû. Her çiqas nijadperestiya olî di demên cuda yên dîrokê de bibe sedema qirkirinan, lê herî zêde nijadperestî bi her aliyê xwe ve (ol, nîjad, fîzîk.. hwd.) di dema sermayederî de xwe bi hişmendî û pergal kiriye. Komkujiyên li ser gelê reş li Ewropa û Amerîkaya Latînî mirov dikare bêje ku, bingeha qirkirina fîzîkî ya bi plan di çarçoveya vê hişmendiyê de ye. Piştre bi xurtbûna çîna burjuwa ku bingeha sermayedar e û her wiha bikaranîna mirovan wekî kole û hêza kar ku ev yek bi taybet li hemberî mirovên çerm reş li Efrîkayê dihat kirin, di faşîzmê de aliyekî xwe yê din hebû ku ferq û cudahî di navbera mirovan de li ser bingeha nîjad-çerm û erdnîgarî dikir ku, bi taybetmendiyeke din di têgîna faşizmê de xwe bi pergal dike. Ev pergal wê di navbera mirovan de li gor cih û demê ku tê de dijîn, li gor dîrok û potansiyela wan a pêşxistina pergala dewlet, desthilatdar û hêza heyî, nêzîkatiyên xwe raber bike.
Dogma olî di dema navîn de li Ewropa, Amerîkaya Latînî û piştre li tevahî cîhanê, nijadperestî him pergaleke desthilatdar ku piştgire û him jî weke amûreke birdozî ye bi taybetmendiya netewe dewlet a sermayedar re xwe kiriye yek. Êdî nijadperestî têgîn derbas kir, bû bîrdozî, bû taybetmendî, bû lingekî herîkîna pergala faşîzmê û di hin deman de mohra xwe li bûyer û geşedanên pir bi êş yên dîroka mirovahiyê daye û hîn jî dide.
Faşîzim weke versiyona duyemîn ji Ewropayê derbasî Rojhilata Navîn bû. Di şexsê rêxistina Îtîhat Terakî de, di destpêka sedsala 20’an de di nav Osmanî de bû bingeha komkujiyên li dijî Ermen, Rûm, Pontûs, Kurd, Suryan û hwd. Teoriya faşîzma Îtîhat Terakî ev e ku bi senteza Tirk-îslam û teyisandina pratîkê ji bo ku Tirk hebin an jî nebin. Ger ya din hebe wê çaxê Tirk tuneye. Jixwe ji bo fêmkirina faşîzma Îtîhat Terakî divê em nêrînên vê rêxistinê di derheqê gelên cuda yên di nav Osmaniyan de û bi taybet erdnîgariya Bakurê Kurdistanê bînin bîra xwe.
Her çi qas pêşengên hişmendiya faşîzma Îtîhadî Terakî piranî bi eslê xwe ne Tirk bin jî, lê nîjadperestiyek di wan mirovan de hat formûlkirin û pêş xistin ku ev faşîzim di cîhanê de ya herî kûr, dijwar e û hemû nirxên mirovahiyê bin pê kiriye. Teoriya faşîzma Tirk a îtîhatiyan ji bo pêşxistina yek rengiya netewe, ziman û çanda Tirk, her cure komkujî rewa û gengaz e. Jixwe komkujiyên li dijî gelên Ermen yên fizîkî (zêdetirî milyon û nîvek Ermen di sala 1915’an de di komkujiyê re derbas kiriye) Rûm, Çerkez, Pontus û helandina bi dehan ziman, çand û neteweyên cuda di sed salê dawî de encamê vê faşîzmê ye. Di mijara Kurdan de her çi qas qirkirinên fizîkî û çandî mohra polîtîka sedsala dawî ya vê faşîzmê be jî, lê li hemberî vê hişmendiyê raman û bîrdoziyek ya Tevgera Azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo derket. Ev yek jî ji nêzî 50’î salî di nav têkoşînê de ye, her wiha heta astekî pêşî li encamên wan girtiye û polîtîkayên wan bibin xistiye.
Encamê faşîzma gurbûyî ya Tirk di zemîna şerê cîhanê yê yekemîn de ku bi milyonan Ermen, Rûm, Çerkez, Laz û gelên cuda têde hatin qirkirin diyar bû. Encamê van şêwaz û rêbazên faşîzmê yên qirkirinên fizîkî bûn nasnameyek zelal a qirkirina fîzîkî ku piştre li hemû deverên cîhanê pêk hat. Holokost û qirkirina Yahûdiyan hêza xwe ji vê faşîzma Tirk girt. Gotina Hîtler a 'Mamosteyê fikir û siyaseta min Mustafa Kemal Atatûrk e' ne axaftineke ji rêzê ye. Ger komkujiya zêdetirî 5 milyon Yahûdî, sûçbarî ber bi çavê Hîtler, faşîzma Alman û bêdengiya navneteweyî be sûçbarî pêwîst e. Ew hişmendiye ku bûye bingehê komkujiya faşîzma Tirk a Îtîhad Terakî ye.
Çawa ku rêbazê kaos û valatiyên şerê cîhanê yê yekemîn pêşî li komkujiyên bi milyonan vekir, bi heman rêbazê, bi heman bingehê, komkujiya li dijî Yahûdiyan di dema şerê cîhanê yê duyemîn de bi destê Hîtler û faşîzma pêşketî pêk hat.
Asta karaktera kaos û qeyranan valatiyên mezin çêdike. Dema valatiyê her tişt gengaz dibe. Guhertina mezin tunekirina komkujiya mezin e… hwd. Lew re ger zemîna hişmendiyê ne amade be, guhertin û komkujî jî gengaz nabin. Zemîna hişmendiya faşîst li Tirkiyê cara yekemîn ku hat ceribandin encam girt. Zemîna hişmendiya vê faşîzma ku di valatiya şerê cîhana yê duyemîn de bi pêşengtiya xwendevantiya Hîtler ku ev qirkir, ji çaran yek bû. Yahûdiyê bi cîhanî bû ev encam bû. Di her du komkujiyan de di nav kaos û valatiya heyî de tu bertekên cidî di cîhanê de çênebûn. Di cîhanê de her dewlet, pergal û rêxistin bi qasî di derdê mayîna xwe an jî mezinbûna xwe de bûn, ne di xemê de bûn ku komkujî çêdibin yan na, yan jî çawa çêdibin. Bi gotinekî din, di dema kaosê de berjewendî û dirûtiya pergalê ne bi qasî mirov û nirxê civakî li pêş bûn.
Di şerê cîhan yê sêyemîn de Kurd di hedefa qirkirinê de ne. Ji ber ku karaktera şerê cîhanê yê sêyemîn pir alî û cûda ye. Taybetmendiya wî hem fîzîkî ye hem jî bîrdozî û şerê psîkolojîk e. Li aliyêkî din di qada polîtîk de alozî, di dîplomasiyê de dek, dolab û menfaatperestî, di qada civakî de herî zêde teyîsîna vî şerê pir alî bandor kiriye û dide avakirin. Ji ber ku bandora vî şerî di civakê de, eger bingehekî zanistî û dîrokî jê re neyê rêxistinkirin, wê ber bi hilweşîn û perçekirinê ve biçe. Ji niha de di encama vî şerê piralî de valatî di hemû qadên jiyanê de çêbûye û ew valatî bi salane her hêz, dewlet, rêxistin li gor stratejiya xwe di nav lêgerîna dagirtin û xistina xizmeta berjewendiyê xwe de ye.
Çawa di valatiya şerê cîhanê yê yekemîn de bi komkujiya Ermen, Rûm û hwd bi encam bû, şerê cîhana yê duyemîn jî bi komkujiya li dijî Yahûdiyan bi encam bû û di dema niha de jî valatiya çêbûye û tê jiyîn, Kurdan dixe bin gefa komkujiyan.
Şerê cîhanê yê sêyemîn û ev kaosa kûr ku di herêmê de tê jiyîn, amadekariya piraliyê komkujiya li dijî Kurdan ye. Mezinbûna erdnîgarî, hejmara zêde û perçebûna di nav her çar dewletan de ku tê jiyîn, li gor wê piralî û mezin pêwîstî dike. Ji bo ku planê komkujiyê pêk bîne, komkujiyê piralî bixe rojevê û li gor wê zemîna hundirîn û derve çêbike.
Piştî sala 2003’an bi dagirkirina Iraq û rewşa piştî wê re, karakterê şerê cîhana yê sêyemîn hinekî zelal bû. Rêber Apo bi gotina Li Iraqê di şexsê girtiyên di zindana Ebû Xirêb de, heqaret û tecawizkirin û di şexsê îmhakirina cihê dîrokî û mûzeyê Iraqê de ku çêbûne, zelal dibe ku di esas de çand, dîrok, dewlemendî û bihevre jiyankirina gelan, hedefa bingehîne.
Di wê demê de bi awayekî berfireh bi ser Tevgera Azadiyê ve çûn, berê wê jî dîlgirtina Rêber Apo di komploya nevneteweyî de ku hemzemîna wan bûyeran, Kurdên hevkar û yên bê îrade dane pêşiya wan. Di asta gerdûnî de mezinbûn û pêşxistina rêxistinên îslamî yên radîkal û hereketa Îxwan El- Mûslîmîn bi statu û hêz kirin. Li Tirkiyê, piştre li Misir, Libya, Tûnis û hwd… ku di nava wan bûyeran de roleke girîng ji bo Tirkiye ku wekî endamekî NATO’yê ye danîn. Pir zelal tê fêmkirin ku, piranî geşedanên ku di bingeha wê de bi awayekî bername û bi erêkirina pir hêzên navneteweyî di navenda wan kaos û qeyranan de planên hevbeş kirin. Kurd derveyî wan guhertinan hiştin û li hemberî wan her cûreyên komkujiyan bê ku tu deng û biriyar li hember bidin dan meşandin.
Di asta derve de rewşekî wisa tê jiyîn. Her cûre gavavêtin bi taybet di pêşengtiya desthilatdara AKP’ê û MHP’ê ya Tirkiyê de êdî her tişt tê fêmkirin. Tê zanîn di bingehê her gaveke hûndir û derve de, hedef Kurd in. Jixwe ev 20 salên dawî, tevgera vê desthilatdariyê li ser esasê qirkirina Kurdan tê gerandin. Di bingeha her gavekê de hedef Kurd bû. Kar gihîştiye astekî derveyî pîvanên exlaqî û mirovahî. Ji bo ku Kurd nebin xwedî vîn, her tiştî dixin mijara bazartiyê.
Faşîzma heyî (AKP’ê û MHP’ê) berdewamî û kûrkirina tespîta faşîzma destpêka sed sala 20’an e. Ango dibe (Ger Tirk hebe lazime Kurd tunebe. Eger Kurd hebin Tirk tunene. Ji bo ku Tirk bimîne tunekirina Kurdan karê bingehîn e).
Rêbaza tunekirina wekî Rêber Apo bi lêv kir, heta sala 1940’î komkujiya sor (kırmızı katliam) bi nav dike. Heta sala 1940’î komkujiya spî (beyaz katliam) bi nav dike. Heta sala 1940’î wekî komkujiya bi milyonan Kurd (Li Dersîm, Zîlan, Qoçgirî û her deverê Kurdistanê) hat dîtin ku bi komkujiya fizîkî tunekirin ne gengaz e. Ji bo wê pêla duyemîn a faşîzm û komkujiyê de ji 1940’î heta niha bi giranî asîmîlasyon, qirkirina çandî û carna jî fizîkî bûye nasnameya faşîzmê ya dema nû.
Faşîzma dema nû, bi kombûna him tecrube û danehevî tevahî faşîzma cîhanê ye. Êdî ev faşizim ewqas bi pergal bûye û her gavek ku diavêje çi qas ev hişmendî temam bike hesap dike. Her tişt di nava xurtkirina qirkirinê ya faşîzmê de ye. Ev faşîzma piralî û qirêj di niha de hatiye rewşekî êdî pêwîst e plana sed salan a qirkirina Kurd bi encam bike.
Şerê berfireh di her aliyî de, Kurdistanê dagirkirî ye. Li Rojava komên çete li hemberî giştî Kurdan bikar aniye, her wiha di qadên siyasî de jî nefes çikandiye û sazî û rêxistinên civakî girtiye, parlementerên li Bakur ji erkê wan girtiye û xistiye zindanê. Rewşa Kurdistanê zivirandiye qadeke leşkerî û ji bo ku civak nikarbe nefes bigire, bi sed hezaran leşker û polîs dagirtiye.
Pêşxistina îstîxbarat û mezinkirina faliyeta sîxurtî di hemû qadên leşkerî û civakî de, pêşxistina fihûş, madeyên hişber, tecawîza li zarokan, avakirin û texrîbata cihên dîrokî yên giştî Kurdistanê, şewitandina xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê û bi sedan rêbazên din ên qirêj, karaktera faşîzma nû ya Tirk e.
Karaktera faşîzma nû, li gor karaktera şerê cîhanê yê sêyemîn tunekirina Kurdan e. Her bûyerên ku diqewimin û her geşedanên di cîhanê de çêdibin, ji bo Tirk û ew desthilatdariya heyî AKP û MHP’ê, destikdayîn pêwîst e ta ku ew polîtîkayên komkujiya li ser Kurdan temam bike. Dema piştgirî negire, bi gefan û bi şantajan her kesî dixe bin barê piştgirîdayînê. Êdî her têkîliyên dîplomasî, siyasî, aborî û leşkerî di dema vê desthilatdara faşîst de ji bo hedefa 24 salan ku gelê Kurd qirbikin temam kirine. Bi kurtasî ji bo pêk nîna vê planê, ji bo wan her rêbaz gengaz e û rewa ye. Di qada navneteweyî de jî heta astekî mezin hemfikirbûyîn û di asta NATO’yê de serdesta Kurdan de hatiye pejirandin.
Ya girîng ew e ku, bi qasî dijwarî û piralîbûna ku heye, asta têgihiştina Kurdan bi pêşengtiya Rêber Apo pêşketiye, eger bi kurtasî ev plan fêm bikin û li gorî wê xwe bi rêxistin bikin. Di qada leşkerî, siyasî, civakî, dîplomasî, çandî hwd… wê demê xetere fersendî jî ewqas mezin e. Wê ev xeterî Kurdan, hemû herêmê û cîhanê bixe rewşekî nû. Ji ber ku bi qasî tê dîtin û fêmkirin ku ew pêla faşîzm û kujeran ewqas teşhîr bûye. Him di hundir û him li derve, di asta hilweşîn û tunebûnê de ye. Jixwe taybetmendiyeke faşîzmê ew e ku dema teng û belav dibe, hovîtî dixe pêşiya her tiştî. Ji bo bikare bi tirs hebûna xwe bide berdewamkirin û temenê xwe dirêj bike.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,237表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/- 09-06-2023
リンクされたアイテム: 17
グループ: 記事
Publication date: 13-08-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 09-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,237表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,042
画像 106,467
書籍 19,319
関連ファイル 97,299
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.797 秒(秒) !