ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,027
画像 106,695
書籍 19,303
関連ファイル 97,313
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Pira yekitiya neteweyî û kend û kospên li ber wê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pira yekitiya neteweyî û kend û kospên li ber wê

Pira yekitiya neteweyî û kend û kospên li ber wê
Pira yekitiya neteweyî û kend û kospên li ber wê
UMUT AYDIN
Ev demeke dirêj e nîqaş û guftûgoyên yekrêziya navmala kurdan di nav partî û rêxistinên kurdan de tê kirin û rojeva sereke ye. Ev guftûgo, di asta muzakereyan de berdewam dikin helwesta partî û rêxistinan dê aqûbeta vê muzakereyê diyar bike ji bo ew bi “yekitiyekê” tacîdar bibe.
Yekitiya neteweyî; hevgirtineke ser binemayê îdeolojî û rêxistinî nîn e. Demokrasî pirrengîyê wek dewlemendiya civakî dibîne. Heçî xêza îdeolojî ye; her takekes, komik an jî partî bi çavê xwe yê xweser li dinyayê dinêre, gorî xwe jiyanê şîrove dike û li gorî wateya xwe ya jiyanê bi pêş dikeve, teşe digire û xwe saz dike.
Çi xwesazkirina civakî-çandî, çi rewşa perwerdeyî ya takekesan yeko yeko, têgihîştina cîhanê, armanc û daxwaz, bawerî ji bo teşegirtina nêrîna îdeolojîk wek qonaxên sereke rola xwe heye.
Xaleke din di nîqaşa ser yeketiya neteweyî ya nav kurdan de ew e ku mesele ew nîn e ku kurd di bin banê îdeolojiyekê an jî partiyeke siyasî de bêne cem hev. Mesele ew e ku kurd welatê xwe yê bi destê dewletên herêmê û dinyayê ve hatiye parçekirin dîsa bigihînin hev, çand û zimanê xwe yê qedexekirî, vîna xwe ya sîyasî, nasnameya neteweyî dîsa qezenc bike û li dijî qirkirin, pişaftin, bindestî û siyaseta faşilkirinê di eniyeke hevbeş de bisekine, siyaseta vê rawesta neteweyî û têkoşîna wê di ser asta herêmî û cîhanî bide meşandin.
Nirxên neteweyekê yên jêneger hene ku hebûna wê mîsoger dikin. Ev, ji bo hemû neteweyên dinyayê heta bo hoz, êl û eşîran jî wisa ne û çênabe dest ji wan nirxan berdin. Heta ji bo malbatek jî jiyana xwe bidomîne û wek malbat xwedan keramet hebûna xwe bidomîne, hin prensîbên xwe hene ku divê hemû kesanên wê malê paxavê bi wan prensîban bikin. Ev rêgezên sereke ne.
Lewxasim, ku mebest miletek ku miletê kurd ku gelek komkujî û dagirkerî bi serî de hatine, ji bo bikaribe wek netewe hebûna xwe biparêze, nirxên xwe yên ji nijadî wek ziman, çand, nasnameyê biparêze û wan mîsoger bike, neçar e yekitiya xwe hebe.
=KTML_Bold=NE PARÇE-PARÇEBÛN YEKRÊZÎ=KTML_End=
Cografyaya kurdan dabeşî çar parçeyan bûye; ji ber vê çendê hêsantir mêtingeriyeke bi xwîndarî û dijwartir li ser wê kartêkeriya xwe heye. Dagirkerên Kurdistanê stratejiya ji hev xe-par bike- bi rê ve bibe li ser welêt kûr dike û ev siyaset û pêkanîna kone, bêguman qestê canê hebûna gelê kurd dike. Di dîroka Kurdan de tijî nimûneyên vê yên dilsoj hene. Lewra pêngava pêşîn divê êdî ev siyaset bête pûçkirin û jinavbirin.
Bêguman çawaniya vê jî bi ser analîzkirina rast û durist a realîteyê ye. Vê dema ku berê Kurdistanê li standina statûyekê ye, gelek normal e ku enî û bereyên cihê cihê pêşniyarên xwe hebin û wan bi pêş bixin. Lê belê divê ev rêbaz û pêşniyar li gorî zimanê demê/pêvajoyê bin, divê ruhê demê bê zeftkirin û di nav vê realîteyê de divê rêbaza herî maqûl bête hilbijartin û bête bipêşxistin. Bi gotineke din, her partî an jî layen divê xudan tezên wisa bin ku xizmetî yekitî û tifaqa neteweyî bikin û rê bo wergirtina statûyê xweş bikin. Ev jî heke dê di rêya standina statûya neteweyî de xizmetî têkoşîna yekitiyê bike; ne ku hêza heyî qels bike û destleftiyan têk bide, berevajiyê heke dê destleftiyan xurt bike û rê li ber bidestxistina azadiyê veke wê demê ev perspektif şayanî pûkepêdanê ne û dê bo neteweya me baş bin.
=KTML_Bold=DIVÊ ARMANC YEKITÎ BE=KTML_End=
Di vê rewşê de esas tiştê divê bê zelalkirin û pûkepêdan ew e, ka ava van hemû çem û robaran diherike nav behrekê an her yek bi kelekekê de diçe xwarê. Heke ku ew hemû partiyên li ser navê gelê kurd tevdigerin an jî ew ê îdida dikin ku ew li ser navê azadîya Kurdistanê bizavê dikin, bi rastî jî bo bidestxistina statûya Kurdistanê jidil bin nexwe ew mecbûr in di vê yekrêziya navmala kurdî de cihê xwe bigirin.
Heke mebesta sereke ya her kesî dabînkirina azadiya Kurd û Kurdistanê be û di vê armanca xwe de jî ji dilsoz bin û bi biryar bin, her weha bi vê biryardariyê xwe bidin ber barî ew ê derbendekî giring bête borandin. Wekî dîtir tişta din a kêmî-kêm bi qasî armancê giring û bi qasî biryardariyê ferz arguman e. Di rêya ber bi armancê de rêbaz, têkilî, hevpeymanî, argûman gelekî diyarker in.
Heke bal û dêhna xwe bidinê, gelek zal û aşkere ye ku di kêlîka dawîn de hemû tevger û partiyên kurdî xwe binbarê azadkirina kurd û Kurdistanê didine zanîn. Li gorî vê bîr û boçûna xwe di nav civakê de têne pejirandin an jî nayêne pejirandin.
Divê neyê jibîrkirin, armanc bi tena serê xwe argûmanek nîn e ku bikaribe rêya azadiyê veke an jî azadiyê dabîn bike. Ji bo vê têkoşîn divê û ferz e. Heçî têkoşîn e jî, îja rêbaza wê di rêya berev azadiyê de argûmanan peyda dike an jî argûmanên heyî jî ji dest dike. Lewra jî heta ku ev tiştina tev neyêne gutûbêjkirin û nîqaş li ser neyêne meşandin ne mimkûn e mirov bo tevger û bizavekê bibêje ew bi rastî jî azadîxwaz e.
=KTML_Bold=TÊKILÎ Û HEVGIRTIN=KTML_End=
Armanc-rêbaz bi hev re di nav têkiliyeke diyalektîk de ne. Yek bê şik teşe dide ya din, bandorê lê dike, radike an jî têk dibe.
Tevger û pêkhateyên bi îdiaya azadiyê radibin ji bo li ber dilê civakê bikaribin bête pejirandin da ku bikaribin ber bi armanca xwe biçin û bi ser bikevin, di vê meşê de têkilî û hevpeymaniyên wan rê li wan diyar dike. Ya rastî di rêya ber bi serkeftinê de têkilî û hevpeymaniyên têne kirin argûmanên sereke têne hesibandin.
Li welatekî wek Kurdistanê dabeşî çar parçeyan kirî, civaka wê jî di bin nîrê netewe-dewletan de bi zexta pişaftinê ji hev parçe parçe kirî meşa ber bi serkeftinê bo bidestxistin û garantîkirina statûyekê giring e divê bête pirsparkirin ka kî, çawa, kengî û bi kê re tevdigere û dimeşe.
Di vê dinyaya me ya serdema teknîk û zanistê de ne mimkûn e bi xwe îzolekirinê bikaribî hebûna xwe mîsoger bikî, divê ev rastî li ber çavan bê girtin. Ligel vê ji aliyekî ve divê tu xwe ji dinyaya heyî îzole nekî, ji aliyê din ve jî hêzên serdest bi rêbazên cuda cuda îpotekê datînin ser vîna te, ev helwesta han ne ya qebûlkirinê ye.
=KTML_Bold=RÊGEZÊN YEKITIYA NETEWEYÎ=KTML_End=
Azadî bi parastina bîr û boçûnan mimkûn e. Bîr û boçûn jî, bersiveke xweş e bo rêbaz û çawaniya jiyanê. Heke dê yeketiya neteweyî bête avakirin divê serê ewil yekrêziya digel bîr û boçûnan bête dabînkirin. Her têkilî û danûstandina dijî maf û azadiyên sereke yên neteweyî, divê teqez ji aliyên hemû layenan ve bi zimanekî bê hêve-wêve xeternak û bi zirar bêt pênasekirin. Wê demê tifaqa li ser rêgezên bingehîn heman wext tifaqa yekrêziya navmala kurdî ye jî. Ev pîvan jê re şert e, bivê-nevê ye.
Her çendî mecbûrî nebe ku partî û rêxistinên cuda di bin banekî de bibin yek jî, lê belê ew neçar in li ser xal û rêgezên bingehîn bibin yek. Hin rêgez divê hebin ku hemû layen divê pabendê wan bin, heke layenekê ew pêşel kirin divê hesabê wê kiryara xwe bide, ev rêgez bo yekrêziya navmala kurdî ferz e. Ev pîvan, divê li ser reda hemû tifaq û têkiliyên ku zirarê bidine têkoşîna azadiya gelê kurd bête tekûzkirin. Bêguman ji bo ev rêgez bêne destnîşankirin nîqaş, hevdîtin, civîn dê bêne lidarxistin. Bêguman ev rêgez dê ji aliyê partî an jî rêxistinekê bi tenê ve neyêne diyarkirin. Heçî berevajiya vê ye, ev helwest têkdana yekitiya neteweyî ye, bêsamîmiyeta di armanca azadiyê de ye. Ev sepandin nayêne qebûlkirin. Lewra jî di rêya berev yekitiyê de divêt hemû rêxistinên civaka sîvîl, şax û melbendên pîşeyî, rewşenbîr, hunermend û ya herî giring rêxistinên jin û ciwanan têkilî birêveçûna vê prosesê bêne kirin.
=KTML_Bold=TÊKILIYÊN LIGEL DAGIRKERÊN KURDISTANÊ=KTML_End=
Di rêya parastina hebûnê û standina statûyê de yek ji mijarên herî bêhtir ku divê li ser rawestin ev tifaq û têkilî ne ku me li jorî behsa wan kir. Ev netewe-dewletên ku Kurdistan kiriye çar parçe, civaka kurdî ji hev belawela kiriye, daye ber aşê pişaftinê, mişext û derbider kiriye, çanda wî, zimanê wî, nasnameya wî qedexe kiriye û roja îro jî hê jî bi qasî serê mûyekî ev polîtîkaya xwe neguhertî, pirs ev e: gelo em ê têkiliyên çawa bi van dewletan re deynin.
Pir zelal e ku ev rewş, li ber pêkhatina yekitiya neteweyî ya kurdî kelem û girja herî mezin e. Çênabe her tevger û partiya ji xwe re dibêje ez ser navê kurdan tevdigerim bi serê xwe siyaseteke neteweyî hebe, rabe bêje “ez wisa rast dibînim” û biçe bi dewletên derdorê re rûne, bi vê siyasete ti têkiliyeka sîstematîk ava nabe. Jixwe ji ber vê yekê Kurdistan maye bindest û ev helwest destlkeftiyên ku îro di encama bedelên bêhempa de hatine bidestxistin jî dixe ber xeterê. Lewra a qenc ew e dest ji vê helwesta rûxîner berdin û pê re bila platformeke neteweyî bête damezrandin û her kes pabendê biryarên wê be, têkilî û hevpeymanî jî li ser destê vê platformê bi hev re bêne wergirtin û ev wek komîteyeke bilind be û temsîliya hemû kurdan bike.
=KTML_Bold=NE PARÎ PARÎ KIRIN, TÊ DE CIH BIGIRIN=KTML_End=
Hinek partiyên siyasî divê bîr û boçûna xwe ya der barê zihniyet û siyaseta parastina destketftiyan de biguherînin û nêzîktêdayîna xwe ji nû ve dabîn bikin.
Kurdan bi berdêlên giran hinek destkeftî bi dest xwe ve anîne. Lê belê heta niha jî hêj tu mîsogeriya van destkeftiyan nîn e. Lewra gava ku bi navê yekrêziya navmala kurdan guftûgo têne kirin, ku tu rabî çav berdî pariyekî destkeftiyan û li dû parî parîkirinê bigerî tu yê nikaribî behsa giyanê yekitiya neteweyî bikî.
Yekitiya neteweyî şirîkatiyeka ticarî nîn e, ew nîn e tu di şîrketekê de pariyekî hildî. Tu radibî bibêjî, ji sedî evqasî destkeftiyan bo min û tu di vê de israr bikî, tu eleqeya vê israrê bi yekrêziya kurdî nîn e, heman wext ev helwest destkeftiyan dixe nav xeterê.
Bo nimûne îro garantîkirina destleftiyên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ancax bi têkoşîneke hevpar a eskerî û siyasî li ser binemayê yekitiya neteweyî mimkûn e. Berî sedsalan dewletên dagirker Kurdistan parçe kir, tu radibî îdiaya yekitiya neteweyî dikî û bi ser de tu dibêjî ev der ji bo min, ew dera han ji bo te, em vê siyasete rast nabînin. Ev siyaset hemû destkeftiyan dide ber bayê kendalan, dixe xeterê. Ev nêziktêdayîna nedurist, dihêle ku êrîşkariyên nû yên xwîndartir bi ser kurdan de bên. Nexasim, vê pêlê tu rabî bi Dewleta Tirk a xwînxwar re tifaqê bikî, dewleta ku her roj erda kurdan dagir dike, talan û kuştin, guhartina demografî û her cure zilmê rewa dibîne, bi ser de tu li Enqereyê niştecih bibî û bê lome li tevgera azadiya kurdî bikî, ev nayê qebûlkirin.
Kurdistanê tu mededeka xwe nemaye bo parçekirinê, bo parî parî lêkvekirinê. Ev sedsal e jixwe têra xwe tê parçe parçekirin, têra xwe gelê kurd di nav xwe de kiriye neyarê hev, di encama wê de dagirkerî gihîştiye vê asta îro. Kurd, ne ku lêkvekirina welatekî her roj destdirêjî lê dibe dixwazin, ew yekrêziya wî dixwazin, ew dixwazin welêt ji ber destê dagirkeran bê derxistin. Ev bo her layenî berpirsyariyeke dîrokî ye. Daxwaza parî parîkirina welatekî bindest, ji daxwaza yekitiya neteweyî bêhtir, wek rantekê xuya dike. Îro di rewşeke weha de daxwaza ranta welatekî parçeparçe ne mimkûn e ji aliyê gelê kurd ve bêt qebûlkirin. [1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,168表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 09-06-2023
リンクされたアイテム: 49
クルド文書
の単語&フレーズ
ライブラリ
4. SIMKO
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 27-08-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 09-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 10-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,168表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,027
画像 106,695
書籍 19,303
関連ファイル 97,313
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.468 秒(秒) !