ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 523,059
画像 105,777
書籍 19,704
関連ファイル 98,652
Video 1,420
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Arkadaş Yılmaz Guney û Heval Bextiyar Elî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bextiyar Elî

Bextiyar Elî
Arkadaş #Yılmaz Guney# û Heval Bextiyar Elî
#Ferzan Şêr#

Ji gelek awayên danûstendina civakbûnê yek jê jî hevaltî ye. Zanistên derûnnasiyê bi giştî û komî bala xwe dane civakê, bêtir jî bi takekesê ve mijûl bûne. Têkiliya takan bi dê re, bi bav re bêtir biwarê dagirtiye. Têkiliya di navbera xwîşk û birayan de bi demê re lê zêde bûye. Herçiqas xebat li ser hatibe kirin jî “hevaltî” li gor têkiliyên me yên din civakî re wekî giraniya xwe kêm maye, him bi hejmar ji bi wesfa xwe. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim li ser fîlma Arkadaş ya Yilmaz Guney û romana Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextiyar Elî li derdora têgeha hevaltiyê xwendinekê bikim.
Di fîlma Arkadaş de di dîmena ewil de em dibînin ku Cemîl bi hatina Âzam re bêhizur dibe dema dibêje “him kêfxweş bûm him jî bi fikar û endîşe me”. Dîtina hevalekî di dîtina ewil de mirov di navbera kêfxweşî û diltengiyê de bêhizur bike nîşaneya hin tiştên derhişiyê ye. Bi hatina Âzam re dest pê nake, beriya wî heye, lê hatina wî lez dide wê bêhizuriyê. Ev dîmena ewil berê me dide deruniya Cemîl. Cemîl Âzam dibe mala xwe, dixe nav civata xwe, Âzam jî Cemîl dibe hin civatên wan ên berê. Dûre em di dîmenên din de dibînin ku Âzam di civata Cemîl de aciz dibe, Cemîl di civata Âzam (û civata xwe ya berê) de hêdî hêdî hay ji birîna xwe dibe. Bêtir li ser rabirdûya xwe difikre. Di civata Cemîl de Âzam bêtir li ser karkerê malê û baltoza Cemîl re eleqedar dibe, dixwaze hişmendiya wan a polîtîk saz bike. Lê xayinta jina Cemîl re guherîna ku Âzam bo Cemîl hêvî dike, dikeve rewşeke sînorî û derbeke radikal li hişsaziya Cemîl dixe. Ji wir pê ve, Cemîl vedigere gund, vedigere bîra bîranînan. Jiyana li wir jî, jiyana di wê kêliyê de dijî jî; yanî hem gundî/feqirî bûn hem jî bajarîbûn/dewlemendî jiyanên wî ne. Lê ezmûna her duyan ne yek e. Loma jî li ber erdekî ku hemû rênçberên wê derê Âzam nas dikin, ew bi germê pêşwazî dikin, Cemîl wiha dibêje jê re “ez hest dikim ku hin tişt di hundirê min de hildiweşin. Erd diheje wek ku”. Âzam jî wiha bersiv didê “ne erd tu dihejî. Balkêş e ev axaftin bi pirsa Âzam ku dibêje “çawanî” dest pê dike. Têkiliyeke veguhastinê heye di vir de parikî dişibe têkiliya di navbera analîst û analîzanan de. Dûre di rê de axaftinên ku Cemîl dê jiyana xwe biguherîne pêk tên. Li çolekî diseknin. Tiştên mîna behr, oqyanûs, esman, çol nîşaneyên derhişê ne. Li wir Cemîl navê xwe diqîre. “Cemîllllll”. Âzam dipirse “Li çi digerî, li ku digerî”. Cemîl li xwe digere, lê li gor Âzam “gelo xwe li wir wenda kiriye ku li wir digere”. Terapiya hevaltiya Âzam bi Cemîl re di encamê de ne serketî ye, ji hêla Cemîl ve. Belkî ji bo armanca polîtîk ya fîlmê peyama wê erênî be. Kêm zêde wiha ye jî. Lê di biwarê takekesî de bi mirina Cemîl dawî dibe, ne bi başbûna wî. Di vir de angaşta min ev e ku di hişsaziya mirovan de biqasî malbatê, hevaltî bi awayên xwe yê avakar û rûxîner hêmaneke esasî ye, ne ya talî ye. Çawa ku objeyên baş ên xerab hebin, biqasî wan objeyan girîng e. An na helwesteke ekstrîm mîna xwekuştinê dê çawa pêk bîne.
Berovajiya Cemîl Yaqûbê Sinewber bi awakî hişliser bang li hevaltiya xwe dike. Âzam ji der ve dihat, lê belê hin nîşaneyên derhişîn a Cemîl jî hebû di hatina Âzam de. Lê di hevaltiya Muzeferê Subhdem û Yaqûbê Sinewber de yekser hewleke zordarî ya Yaqûbê Sinewber heye ku hevalê xwe ji zindanê derdixe, di koşkeke kesk de ew dîl dike. Ew koşka efsunî bi awakî jî derhişa Yaqûbê Sinewber e. Di wir de serê pêşîn hesabên biçûk têne pirsîn. Girtina Muzeferê Subhdem. Li gor Muzeferê Subhdem ji ber ku ew serok bû, ew girîntir bû, lazim bû ew neyê girtin. Behsa fidakariya xwe ya hevaltî nake. Hesabên Seryasan nayê pirsîn, dema pirsa wan jî dike, Yaqûbê Sinewber dibêje “miriye”. Muzeferê Subhdem wiha diyar dike: “Gava min ew piştre li cihekî din û li jêr kartêkirina çend hest û nestên din dît, bêtir ji min re eyan bû ku em dişibin hev. Min bêtir fahm kir ku ez aliyekî wî yê razayî me”. Di dawiya romanê de Muzeferê Subhdem jî wî wekî siya xwe, xwe wekî siya wî dibîne. Mirov bi çi çavî lê binêre ew e. Ez û adin…Li gor adina xwe ez adina wê me. Di destpêkê de Muzeferê Subhdem têdigihe ku Yaqûbê Sinewber dixwaze ew her du di koşkê de bi hev re bijîn. Ev hevaltî her çiqas em bêjin homseksuweliyeke ne-erotik e, yanî hevaltiyek e jî di derhişê de hin arezûyên homseksuwelî şanî me dide di eslê xwe de. Lewra li derekî jî dibêje “Muzaferê Subhdem, gelo em dikarin ji serî ve dest pê bikin”. Di beşa dawî de jî wiha dibêje: “Eger tu neçûya, mumkin bû di navbera min û te de tiştekî din hebûya”. Li pey wê qala koşka kesk dike. “Maleke kesek bû, maleke kesk. Min ji bo van rojan dirust kir, ji bo dema em pîr dibin”. Gelo ev peyv bêtir rengê têkiliya evîndaran nade mirov. Bi giştî ew wiha dizanin ku Yaqûbê Sinewber naxwaze, Muzeferê Subhdem derkeve derve, hay ji nihêniyan hebe, sira Seryasan eşekere bibe hwd. Lê bi min di eslê xwe de bangeke derhişîn heye ji bo bêzhiruriya Yaqûbê Sinewber. Bes derdê wî ew bûya, di zindanê de bîst û yek salan de nihênî eşkere nebûbin, heta hetayê jî eşkere nabin. Divê em bala xwe bidin (der)hişsaziya Yaqûbê Sinewber. Yaqûbê Sinewber di mayîna wî ya di koşkê de rojek tê cem wî, xwe davêje destê wî dibêje “min fêr bike”. Di bêhizruya xwe de bi ser nakeve, ji roja roj de kakila hevaltiyê di hundirê wî şer dike, şerê birakujiyê. Çawa ku zarok li benda erêkirina bavan in, ew jî wiha li benda erêkirina wî ye. Lê bêyî ku êşên Yaqûbê Sinewber derman bike, qurtek av li ser agirê di derûniya wî de hatiye dadan bike şevekê Îkramê Kêw ew ji koşkê rizgar dike. Heta çîroka Seryasan jê re eşkere dibe û çekdarên Yaqûbê Sinewber ew digrin, dibin cem serok, Îkramê Kêw dest û piyên wî yên dinyewî ye. Di wir de meseleya hevaltiyê, ji aliyê Yaqûbê Sinewber ve hîn bêtir eyan dibe. Êdî em pê dihesin ku Yaqûbê Sinewber nexweş e, behsa mirinê jî dike ku em dikarin têbigihin li ber mirinê ye. “Bêhna mirinê jê dihat” dibêje Muzeferê Subhdem, tiştê ewil ku bala wî dikşîne di nav demeke kurt e “pîrbûna Yaqûbê Sinewber” e. Yaqûbê Sinewber dibêje: “Ez dixwazim ez û te asûde bimrin”, dûre dipirse “çima mirov nêzîkî mirinê hertim li rabirdûyê difikre”. Di rûpelên li pey wî de dîsa diyar dike fantaziya mirina wan a bi hev re: “eger tu rojekî vegerî, em ê bi hev re behsa mirinê bikin. Ez dixwazim em bi hev re bimrin”. Di derhişa Yaqûbê Sinewber de her du yek ji aliyên hev ên ronî û tarî ne. Bi çavê Muzeferê Subhdem jî wiha ye: Ne Yaqûb bû, lê nîgareke min a din bû” dibêje, dûre diyar dike: “Ez û wî yek bûn”. Lê cotekî ku du wesfên wan ên cuda hene. Wekî ku me got “ez û adinên” hev in. Li gor Muzeferê Subhdem “Yaqûbê Sinewber bêtir diaxife, ew bêtir diponije”. Dengên wan, sîbera wan, nalînên wan ji hev in.
Dema meseleya hevaltiyê ji bo Cemîl û Yaqûbê Sinewber bidin ber hev du tiştên hevbeş jî ji hev cuda jî dertên holê. Cudahiya sereke wekî di navbera hiş û derhiş de ye. Âzam tê dikeve nava jiyana Cemîl, lê Yaqûbê Sinewber Muzeferê Subhdem bi destê xwe dixe nav jiyana xwe. Yek ji der ve tê (bi awakî derhişîn Cemîl bang lê dike), Yaqûbê Sinewber bi zanîn e û hiş li ser e. Her du heval jî sîmbolên başiyê ne, lê Âzam herçiqas di serî de çêker be jî, ji ber helwesta polîtîk a çînî xera dike, Muzeferê Subhdem li gor Âzam bêtir bêdeng, li pey çîroka xwe ye, hesaba rabirdûyê jî hevalê xwe napirse ku wî neêşîne. Âzam aktîf e, Cemîl pasîf e, lê berovajiya wê Yaqûbê Sinewber aktîf e, Muzeferê Subhdem pasîf e. Em di hevaltiya Âzam û Cemîl de ji bilî derûniya wî ya di derbarê baltoza Cemîl de pê ve zêde ji hêla takekesî ve tiştek nabînin, lê di romanê de Muzeferê Subhdem jî derûniya xwe şanî me dide. Cih bi cih derûniya herduyan tevhev jî dibe. Bergeha polîtîk ji bo Cemîl ne xem e, lê ji bo Yaqûbê Sinewber belkî sedema bingehîn a qeyrana derûnî ya takekesî ye. Guherînên hevalan (Cemîl û Yaqûbê Sinewber) ên fîzîkî bala wan (Âzam û Muzeferê Subhdem) dikşîne, yek pîr bûye, yek jî qelew bûye. Her du jî hemû tehma jiyanê girtine. Muzeferê Subhdem ji bo Yaqûbê Sinewber dibêje “mirovekî ku fêkiyek nemaye neceribandiye”, ji xwe jiyana Cemîl bi hemû dîmenên xwe vê yekê nîşanî me dide. Her du kes jî di qeyreneke derûnî de ne. Yaqûbê Sinewber hay ji qeyrana xwe heye, li dermana xwe digere; Cemîl hay jê nîne dermana wî jehr e.
Ger em di encamê de tiştên pratîkî û xwendinên xwe teorize bikin, lazim e di serî de em bibêjin ku hevaltî, kakileke bingehîn ya derûniyê ye. Çawa ku mirov bi riya zagona bav, tabû, girêka odîpûs, imajên di neynikê de dibe takekes û tev li çand û civakê dibe, hevaltî yek ji van têgehan/îmajan e. Hevaltî nemaze di zarokbûn û kamilbûnê de, piştî rabûna ser piyan û axaftinê, yanî ji demên nîv-xweseriyê pê ve roleke girîng digre. Dikare şûna gelek berzehiyan dagire. Dikare şûna bav, bira ango dayikê bigre. Lê di hevaltiyê de wekî ku me li jor dît ne bes avakarî, rûxîner e jî. Hebûna tiştekî avakar be, tunebûna jî hilweşîner e. Kesên ku bi zanista derûniyê mijûl dibin, di derûnsaziya mirovan de carina bîranên baş ên zaroktiyê wekî qebsûlek ango qalikek bi awakî sembolîk saz dikin. Hevaltî jî, hevaltiya qedîm û heqîqî jî di hundirê wê qebsûlê de ye, di hundirê wê qalikê de kakilek ji kakilan e. Di mînakên me de ji bo Cemîl dema qebsûl diteqe kakilên baş, xerabbûna wî, pîsbûna bi bîra wî tîne; ji bo Yaqûbê Sinewber jî dema ew qalikê xwe vedike kakilê wî direve.
Têbinî: Ev nivîs di hejmara 1. a Kovara Kund de derçûye.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは404表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 28-08-2018 (6 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 調査
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 04-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 05-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 05-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは404表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 523,059
画像 105,777
書籍 19,704
関連ファイル 98,652
Video 1,420
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.688 秒(秒) !