ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,311
画像 105,009
書籍 19,463
関連ファイル 97,734
Video 1,402
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Zorganî, Destdirêjî û Fetîşîzma Alê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferzan Şêr

Ferzan Şêr
Zorganî, Destdirêjî û Fetîşîzma Alê
#Ferzan Şêr#
Di van rojên çûyî de meseleya weqfa Ensarê û zorganiya (tecawiz) zarokên li Karamanê rojeva Tirkiyê dagirt. Hefteya çûyî, wekî kodên genetîk/kronîk yên Tirkiyê, dest bi êrîşên avahiyên Ensarê kirin. Di van êrîşan de bûyerên (ne)balkêş pêk hatin. Yek ji wan li Inegolê bû. Êrîşkarên “xwedan xîret û ehlaq”, deriyên Weqfa Esnarê ya şaxa Inegolê şikandin, ala Tirkî daleqandin paceya wan.
Daleqandina alê wekî semboleke dijî zorganiyê, ne ji bo hemû alayan bibe jî ji bo ala tirkî trajîkomîk e. Îcar ev bûyer qaşo ji bo şûştina qirêjiyê ye, bi xwe bi darê zor(ganî)ê tê kirin. Zorganî bi zorganiyekê tê paqijkirin. Wekî mottoya dijî şer, pankardeke bi nav û deng heye, dibêje: “bombing for peace is like fucking for virginity (Bombekirina ji bo aştîyê, wekî niyandina ji bo qîzaniyê ye)”. A girîng di vir de mesele ne ev e ku çanda lîncê li Tirkiyê vê carê li ser weqfa Ensarê xwe nîşan dide, mesele ew e ku di navbera alperestî û alheziyê de sînoreke zîrovak heye ku alperestî û zorganî ji heman kanê ne.
Em di gelek waran de dibînin ku al wekî sembola zorganiyê tê bikaranîn, al bi xwe wekî penîsê tecawizkar (zorgan) e. Şerên di dîrokê de tim bi sahneya alçikandinê bi dawî dibe. Dema keleh dihatin fethkirin al di ser kelehê de li ba dibû. Îro jî bi êrîşên DAÎŞê re em dibînin ku ev alçikandin didome. Îro em di êrîşa dawî ya Dewleta Tirk de, di gelek malên li Sûrhê, li Cîzîrê û her wekî din di gelek cihên din ên Kurdistanê de dibînin ku ala Tirkî bi vî rengî tê bikaranîn. Nemaze jî di odeya razanê de bêtîr wêneyan digrin û belav dikin. Ev bi du awayî dikare bê xwendin yek jê dixwazin bibêjin “me tecawizî we kiriye”, a din jî tiştekî çandî ye lewra ji xwe di rîtûla gelek deverên neteweperest ên Tirkiyê de, kesên neteweperest roja dawetê, mala xwe an odeya zîfafê bi ala xwe dixemlînin. Ji ber ku odeya zîfafê qada mêraniyê ye, jineke bo (zor)ganê li benda mêr e û ya dawî jî divê mêr bi alê motîve bibe ku bê ka çi mêraniyekî dike. Têkiliyeke di navbera “xerakirina” qîzaniyê (odeya zîfafê) û alê heye. Di vir de al di wî warî de ne xemla bûkê, şûrê mêraniyê ye.
Mirov dema ji paceya civakê li meseleya alê dinêre dibîne ku ne bes di van cihên şer de, di heman demê li cihên civakî ên wekî werzîşê jî dikare vê kiryara alçikandinê bibîne. Bo nimûne futbol. Di sala 1996an de futbolîsekî Galatasarayî ya bi navê Sounas li stadyûma Fenerbahçayê di dawiya lîstokê de ala Galatasaray çikand orta stadê. Di vir de jî dîsa mijara mêraniyê, jinbûnê û zorganiyê li kar e. Lewra orta stadê şûna navranê jinê digre. Ew al li ser dîregan nayê daleqandin, li cihekî din na, lê belê li orta stadê….
Ala tirkî wekî alavên “alîkariyên lezgîn” di depoya dermanxaneya her kesî de ye, di her bûyerên civakî de, wekî tendurdiyotê li birînê dikin. Lê gelo bi rastî ala tirkî dikare birînan derman bike? Wek ku em ji bûyerên Parîsê jî dizanin, li pey wê her kes ala fransî bi mala xwe ve kiribû. Loma divê em wiha bipirsin gelo alên neteweyî bi giştî dikarin birînan derman bikin?
Çawa ku zimanê neteweyan hebe, çand û kultureke wan ya rabûn û rûniştinê hebe helbet rengên wan, sembolên wan ên hevpar jî hene. Al jî yek ji van sembolan e. Heya vir tu problem tune ye. Esil arîşe di pêrgîhatina “bi adin” re dest pê dike. Li gor veguhastina Anita Oğurlu, Micheal Billig du awayên neteweperweriyê pênase dike. Neteweperweriya Jirêzê (Banal) û Neteweperweriya Sor (agirîn). Anita Oğurlu Neteweperweriya Parastinê (wekî welatparêzî) jî lê zêde dike. Di vir de em di kurdî de dikarin bi du awayî îzah bikin, yek jê jixwe em ji ya baş re dibêjin Neteweperwerî, ji ya xerab re dibêjin Neteweperestî. Heman tişt bo alê jî dibe, alhezî û alperestî. Wekî nasnaveke hevpar û avakar alhezî lazim e, çê ye. Lê wekî alperestî, xerabker e, hilweşîner e. (Alhezî di heman demê de ax, bi axê ve girêdayî ye; alperestî jî bi neteweyê re, bi nasnava serdest re girêdayî ye.) Di mînaka Ensarê de, em dibînin ku ew jî ji bo ku xwe biparêzin di hin şaxên xwe yên din de al daleqandine. Alheziya xwe nîşan didin, lê di heman demî de tûşî alperestiyê dibin. Wekî ku Anita Oğurlu dibêje di di fetîşîzma alê de “sînora sekuler û olî şîlo dibe”.
Anita Oğurlu xwendina xwe li ser têgihên fetîşî ya Freud û Marx dike. Li gor Anita Oğurlu “fetîşîzm dema objeyê (al) [ve]jîndar dike, kirdeyê (mirov) dikuje. Ev xal xala me ya di navbera alperestî û zorganiyê de tîne ba hev. Di karê zorganiyê de tecawizkar mirovê kirde dike objeyek, wî/wê vediguherîne objeyê, bi vê yekê re jî objeyê jîndar dike. Em vegerin mijara adiniyê, dema alhez bi pêrgî adin hat û xwest ala xwe wekî penîs bikarbîne, ew dem adin dibe objeya zorganiyê, alhezî jî vediguhere dibe alperestî. Alhezî tim alperestiyê dihundirîne, wekî potansiyel di nava xwe de xwedî dike. Him ji bo alên partiyan, him ji bo wêneyên serokan, gelek sembolên ku wekî al bikartên wiha ne. Lewma a girîng ew e, taybetmendiya xwe di pêrgîhatina “bi adin re” derdixe holê.
Îro li Tirkiyê, dema mîtîng çê dibin bi milyonan kes, tevî ala tirkî diçin qadan. Piştî mîtîngan hûn lê binêrin bi milyonan al li erdê belawela bûne. Mirov tu carî wekî tiştekî xwe yê taybet û girîng, girîngî nade alê. Bes sembolek e ku dixin çavê xelkê. Îcar vaye kurd jî ber bi dewletbûnê ve diçin (neçin jî helbet), divê di navbera alhezî û alperestiyê de asê nebin. Gelek caran nîqaş li ser ala Kurdistanê jî çêdibe. Bêtir jî ev nîqaş siyasî ne û bi vî rengî ne; ala Kurdistan ya KDPê ye, an ya Kurdistanê ye. Divê em gavekî bi pêşdetir bifikrin. Gelo al xemlek e li ber awenêyê an şûrek e di çavên dijmin de? Ev pirs û tercîha di navbera wan de, cihê alê diyar dike. Belkî ji bo kurdan gelek nû ye ev tişt û hewcehî pê nîne jî. Em ji tecrûbeya tirkan dizanin ku destpêk, damezrandin çawa be kêm zêde wiha diçe. Ji roja ewil damezrînerên Komara Tirkiyê û avakarên netewe tirkan hesaba van tiştan (sazkirina alperestiyê) kiribûn. Lowma berî her tiştî divê alheziya kurdan neşibe alperestiya serdestên xwe.
Çavkanî: http://www.bas-haber.com/ku/article/2676/zorgani-destdireji-fetisizma-alev
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは545表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 16-05-2018 (6 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 04-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 06-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 06-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは545表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,311
画像 105,009
書籍 19,463
関連ファイル 97,734
Video 1,402
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - ライブラリ - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.235 秒(秒) !