ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 523,818
画像 106,003
書籍 19,738
関連ファイル 98,971
Video 1,424
言語
کوردیی ناوەڕاست 
300,520

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,125

فارسی 
8,292

English 
7,139

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
グループ: ライブラリ | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin

Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
Navê pirtûkê: Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin
Navê nivîskar: Stephan Crane
Navê wergêr: #Kawa Nemir#
Wergera ji ziman: Ingilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2014
Rûpel: 144
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=

Weşanxaneya Lîs a ku ji sala 2004’an û vir ve ye li Amedê di warên berhemên telîf û wergerê de bi karên xwe yên berfireh ên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, piştî wergera çendîn berhemên nivîskar û helbestkarên cîhanê yên wek William Shakespeare, William Blake, Emily Dickinson, R. L. Stevenson, Charles Lamb, William Faulkner, John Steinbeck, Franz Kafka, Stefan Zweig, Marguerite Duras, James Joyce, Gabriel Garcia Marquez, William Saroyan, Juan Rulfo, J. M. Coetzee, Yaşar Kemal, Harry Martinson, Selma Lagerlöf, Mikael Niemi, Äsa Lind, Sema Kaygusuz, Jaklin Çelik, Leylâ Erbil, Müge İplikçi, Murathan Mungan, A. Hicri İzgören, Ahmet Telli, Şükrü Erbaş, Mehmet Çetin, Mustafa Köz, Hasan Bildirici û Selîm Berekat, vê carê bi wergera Kawa Nemir, di berhevoka bi navê Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin de, 107 helbestên Stephen Craneê nivîskar, helbestkar û rojnamevanê Emerîkan weşandin.
Wêjeya Emerîkan wêjeyek e, ya ku di her qonaxeke demê de bûye xwedana hêz û şîyanê û gelek helbestkar û nivîskarên wek Walt Whitman, Henry Wadsworth Longfellow, Ralph Waldo Emerson, Emily Dickinson, Edgar Allan Poe, Nathaniel Hawthorne, Herman Melville, Henry James, William Faulkner, Ezra Pound, Ernest Hemingway, Amy Lowell, Robert Lowell, Sylvia Plath, Marianne Moore, Sherwood Anderson, H. D. (Hilda Doolittle), Elizabeth Bishop, Lawrence Ferlinghetti, Allen Ginsberg, Jack Kerouac, Vachel Lindsay, Sara Teasdale, Anne Sexton, Hart Crane, William Carlos Williams, Wallace Stevens, Carl Sandburg, Robert Frost, Langston Hughes, Charles Bukowski, Stanley Kunitz, Billy Collins û gelek navên ku hê jî sax in dîyarî mîrateya cîhanê ya hevbeş kirine.
Stephen Craneê (1871-1900) nivîskar, rojnamevan û helbestkarê Emerîkan, her çi qasî helbestkarîya wî her tim li ber sîya romannûsîya wî maye (bi taybetî romana wî ya bi navê The Red Badge of Courage (Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî) ya ku yek ji wan mezintirîn deqan e, ku şer û derûna kesên ku tevî şer dibin dibêjin), lê xweş tê zanîn, Stephen Crane helbestkarekî wisa ye ku risteyên wî kurt û puxteyî, xwezayî, xurt, îronîk û ne hestyar in. Ev nivîskar û helbestkarê gewre di 1’ê Sermaweza 1871’ê de li Newarka parêzgeha New Jerseyê ji dayîk bûye û hê di temenekî biçûk de bi nivîsînê re nasyar bûye.
Di salên 1890’î de nivîskarên nûhatî hewil dan ku tixûbên xaka Realîzmê firehtir bikin bi Împresyonîzmê, Sîmbolîzmê û carinan jî bi nêzîktêdayînên Romantîzma Nû. Demeke zêde di ser re derbas nebû, Stephen Crane di wî temenê xwe yê xort de bû karîgertirîn û mezintirînê van pêşengên ku doza nûxwazîyê dikirin û tê heye ku peyam û raspêrîya Walt Whitmanê mezin wergirtibûn û ew yek bi cî dianîn. Hê di bîst salîya xwe de yekem pêşnumaya romana xwe ya pêşîn, Maggie: A Girl of the Streets (Maggie: Keçeke Kuçelanî) nivîsî.
Romana wî ya duyem a bi navê The Red Badge of Courage (Mîdalyaya Wêrekîyê ya Xwînî), tevî ku derketina wê çend caran hat texîrkirin, dawîya dawî dema ku roman derçû, dengekî mezin veda. Guhertoyeke romanê di rojnameya Philadelphia Pressê de û bi sedan rojnameyên din de di sala 1894’an de hat tefrîqekirin. Lê mezintirîn serfirazîya romanê ew bû ku piştî van tefrîqeyan bi salekê li Brîtanyayê wekî pirtûk hat çapkirin, roman û Crane, ew her du li welatê pirtûkan, li Brîtanyayê gelekî navdar bûn.
Zimanê yekem dîwana Crane a bi navê The Black Riders (Siwarên Reş) zimanê rojnamevanîya wî ye, ji ber ku, li gorî helsengandinekê, hevpeyvînên wî ji sêrî de helbestî bûne. Helbestkarîya Stephen Crane bi wateya xwe ya helbestkarbûnê şer û di deqsazîya xwe de nêzîkî ezmûna wan helbestkarên şer e, yên ku di nava wan de, di sêrî de Wilfred Owen, Edward Thomas, Alun Lewis, Siegfried Sassoon, Isacc Rosenberg, Christopher Caudwell û çendekên din in. Ji van navan pirranîya wan jîyana xwe li qadên şer ji dest dane, lê cîyawazîya Stephen Crane ji wan ew e ku ew di qada şer de birîndar nebûye, neçûye şer, yan jî jîyana xwe li wan deran ji dest nedaye, bi tenê wekî rojnamevan di qadên şer de nûçegihanî kirîye. Bes digel van yekan, wî baştirîn romana li ser şer û helbestine kurt û seyr li ser bûyera şer nivîsîne. Crane bi rêya hemû cure berhemên xwe û bi helbesta xwe ve nîşan dide bê ka şer tiştekî çawa ye û mirov çawa ji mirovbûnê derdixe, dixe dilqekî din, mirov çawa her li kar e ‘dehbetî’ya xwe li ser cisnê xwe bisepîne.
Zimanê helbestî yê Crane bo xwîneran di destpêkê de zimanekî ew qasî xapînok e ku xwîner lê ye bibêje, jê hêsantir çi ye, ez jî dikarim wiha bibêjim, lê gava ku jêra deqên helbesta wî dixwîne, şerê Crane ê pakîyê bi nepakîyê re, ango Xwedayê ku bi hemû taybetîyên mirovane ve gelek caran derdikeve holê, hewildana Şeytên a xwesepandinê li ser birêvebirina çerxa cîhanê, gîyanên ku li jêr êş û azarên li ser rûyê cîhanê ne, xuyabûnên wan ên belengazîyê, nalebarîya mafdarî û nemafdarîyê, kêşe û girîftên bawermendîyê, giş û gelek tiştên din ên peywendîdarî kûrayîya jîyana rojane dibîne, hêdî hêdî bi ser wan vedibe.
Pirtûka wî ya helbestan a duyem, War Is Kind (Diltenik e Şer), di 1899’an de hat weşandin. Craneê ku di wan çaxan de li ber mirinê bû, bi jana zirav ketibû, deyndar bû, di havîna sala 1900’î de li Almanyayê, li bajarê Badenweilerê, di 29 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Wî bi dirêjîya temenê xwe çend romanên bedew, gelek kurteçîrokên bêhevta û helbestên kûr afirandin, ku reng e bê gotin, bi wan ve bûye pêşengê nivîskarên gewre yên wek William Faulkner û Ernest Hemingway. Ewê ku gotîye:
Li Beyabanê
Li beyabanê,
Min afirîdeyekî tazî û hov dît,
Mexel hatibû li cîyê xwe,
Di destên wî de, dilê wî,
Ketibû ser, dixwar.
Min got: “Çawa ye, hevalo?”
“Tehl e, tehl e,” bersivand wî;
“Lê ez jê hez dikim,
Ji ber ku tehl e
Û ji ber ku dilê min e.”
[1]

注:この本のためのPDFファイルが利用できない場合は、 Kurdipediaこのファイルを取得するには助けてください! 本を送る
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは322表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://wer-ger.com/- 14-07-2023
リンクされたアイテム: 3
グループ: ライブラリ
Original Language: 英語
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 翻訳
ブック: 文学
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: Amed
Technical Metadata
アイテムの品質: 89%
89%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 16-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは322表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.110 KB 14-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 523,818
画像 106,003
書籍 19,738
関連ファイル 98,971
Video 1,424
言語
کوردیی ناوەڕاست 
300,520

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,125

فارسی 
8,292

English 
7,139

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.797 秒(秒) !