ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 524,920
画像 106,299
書籍 19,776
関連ファイル 99,432
Video 1,446
言語
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Meleyê Meşhûr, Ango Xoce Nisreddîn
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
=KTML_Bold=Meleyê Meşhûr, Ango Xoce Nisreddîn=KTML_End=

Çîrok û meselokên di zimanê Tirkî de li ser navê Xoce Nisreddîn tên pêşkeşkirin û vegotin li hinek dewerên Kurdîstanê bi navê Mele Nisreddîn bên gotin jî di çanda kurdî de zêdetir li ser navê Meleyê Meşhûr cîh digrin. Dixwezim di destpêkê de di derheqê Mele Nisreddîn de hinek agahiyan bidim hev, dûra jî çîrokek wî pêşkeşî we xwendevanên hêja bikim.
Her çiqas tirk Xoce Nisreddîn mîna mirovekî tirk binasînin jî di vî warî da agahiyên bingehîn tunin. Mîna ku mirov nikare di sedî de sed bibêje Mewlana Celaleddînê Rûmî tirk e, nikare di derheqê Xoce Nisreddîn de jî îdîayek wusa bîne ziman. Çîrok û meselokên ku tirk bi navê Xoce Nisreddîn dizanin, li Çînê heta Anatoliyê tên vegotin. Bi tirkiya rojane dibêjin Nasrettin Hoca, li cîhên ku farisî tê axaftin (Îran, Efganîstan û Tacikîstan) de dibêjin Mollah Nasreddin an jî Mola Nasroddin. Bi azerî jî Molla Nesreddîn tê gotin. Li Qazakîstanê dibêjin Xoca Nasir. Îngûr dibêjin Efendî Nesîrîdîn, lewma çînî jî jê re Afantî dibêjin.(i)
Gorna ku bajarê Akşehîra Konyayê ya bi navê Tirba Xoce Nesreddîn tê zanîn, ew li ser agahiyên Ewliya Çelebî hatiye tesbîtkirin. Lê ev agahiyên Ewliya Çelebî ji aliyên rastî û nerastiyê da pir jî zanistî nînin.(ii)
Dema mirov tiştên ku di nav gel de yên bi navên Xoce Nisreddîn tên vegotin dinihêre, pê dihese ku hemû gotin ji aliyên mirovekî ve nehatine gotin. Jiber ku di navbera wan de çewtî û nakokî derdikevin holê û hinek gotin gor deweran diguherin. Lewma tê gotin ku di demê re li nav gelan de li ser navê Xoce Nisreddîn, ango Melayê Meşhûr gotin hatine zêdekirin.(iii)
Niha li jêr çîrokek wî ya meşhûr pêşkeşî we dikim:
Meleyê Meşhûr û Lawê Xwe!
Meleyê Meşhûr û lawé xwe rojekê tiştên xwe yên firotinê li kerê xwe bar dikin, diçin bazara bajêr û difiroşin. Dû re gor hewceyiyên xwe tiştan dikirin, li kerê xwe bardikin. Kerê barkirî didin pêşîya xwe û berê xwe didin rêya malê.
Di rê da çend mirov rastî wan tên. Piştî silav dayînê re ew mirov ji hevdû re wusa dibêjin:
De ka ji xwe re li van bêhişan binêrin, çi mirovên xêvik hene lo. Ker dane pêşiya xwe û ew bi xwe bidû kerê ra peyatî diçin. Fêm nakin ku li keré siyar/sîwar bibin.
Meleyê Meşhûr dema ku gotinên wan dibihîse, hinekî aciz dibe û serê xwe dihejîne. Lê di ber xwe de wan hinekî mafdar jî dibîne û ji lawê xwe re dibêje:
Kurê min, bi rastî camêr di gotinên xwe da neheq nînin. Ka kerê bide sekinandin û emê lê siyar bibin.
Lawê wî kerê dide sekinandinê, bav û law bi hev re li kerê siyar dibin û rêwîtiya xwe berdewam dikin/didomînin. Pir an hindik diçin, dîsa rastî çend mirovan tên, silavê didin hev û derbas dibin. Bi derbasbunê re ew jî ji hevdû re dibêjin:
Çiqas mirovên bê însaf in, herdu bi hevra li kerê neçar siyar bûne. Ma mirov ji evdan şerm nakin, ma ji Xwedê jî natirsin? Hewqas bê ujdanî jî nabe lo!
Melayê Meşhûr gotinên wan jî dibihîse. Bi dilekî şikestî û bi hestên sûcdarî bi awayekî şermok ji lawê xwe re dibêje:
Kurê min, tu dikarî ji kerê peya bibî û peyatî li pey me bimeşî? Ciwanmêr jî rast dibêjin. Ker guneh e, dibê ku heywan ji barê xwe yê giran westiya be.
Lawê Xoce ji kerê peya dibe. Xoce bi siyarî, lawê wî bi peyatî, di rê li pêy hev de dimeşin. Wextekî şunde dîsa rastî çend mirovan tên. Pişti silavdayîn û girtinê re, ji wan kesan yek ji hevalên xwe ra dibêje:
Ev mirov çiqas bê însaf e û ji temenê xwe jî şerm nake. Bixwe li kerê siyar bûye û ev zarokê belengaz jî peyatî li dû kerê hiştî ye.
Xoce Nisreddîn ji gotinên rêwiyan dîsa aciz dibe. Piştî demek kin şûnda ew bi xwe ji kerê peya dibe. Lê bi hişekî tevlihev û bi sed pirsên bê bersiv, lawé xwe li kerê sîyarî dike. Dû ra di ber xwe de bixwe jixwe re dibêje:
Ez hêvîdarim ku êdî kes di rê de rastî me nebe. Ez êdî naxwezim îro lome û rexneyke din bibihîsim.
Bav û law rêwîtîya xwe didomînin. Rêya wan kin, mal jî êdî nêzik dibe. Xoce hinekî kêfa xwe tîne û bi wê kêfê re dikeve nava xewn û xeyalan. Law ji dûr ve dibîne ku çend kes ber bi wan wan tên. Ji nişkava diqêre û ji bavê xwe re dibêje:
Bavo, bavo çend kesên din dîsa ber bi me tên!
Mele weke ku biroşek ava cemidî li serê wî de birijînin, vediceniqe. Ne rêyekî din dibîne, ne jî dikare rêya xwe jî biguherîne. Di dema rasthatinê da, piştî silavdayînê ji wan mirovan yek dibêje:
Ev xort çiqas bê çav û bê rû ye. Bi xwe li kerê siyar bûye, bavê wî yê kal jî peya ma ye. Ev elemetê qiyametê ne. Xwedê dawiya me bi xêr bike!
Melayê Meşhûr edî nikare xwe bigre. Weke di rojekê de çar demsalan bije, hişê bêtir tevlihev dibe. Hinekî berxwe dide û li ser van bûyerên ku li wan qewimîne, ji kurê xwe re çend şîretên giranbuha bîne ziman. Li ser alî lawê xwe da dizivire û van şîretan lê dike:
Kuré min, te bixwe jî dît, di demeke kin de çi hat serê me! Mîna ku mezinên me gotin e, „Devê xelkê doxîna mirov nîne ku mirov bi hêsanî bigire“. Tu çi bikî jî nikarî hemû mirovan razî bikî. Her kes gor xwe dikare di gotin û kirinên te de kêmasiyekê bibîne û rexneyên xwe diyar bike. Lawê min, tu hertim li dilê xwe guhdarî bike û gor daxwaza dilê xwe tevbigere. Bese ku dilê te ji tevgera te razî be!
Berhevker: Hesen Polat, 11.11.2018, Stuttgart
(i) https://de.wikipedia.org/wiki/Nasreddin
(ii) https://de.wikipedia.org/wiki/Nasreddin
(iii)https://de.wikipedia.org/wiki/Nasreddin
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは179表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | () - 15-07-2023
リンクされたアイテム: 2
グループ: 記事
Publication date: 11-11-2018 (6 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
ブック: ストーリー
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 86%
86%
は、 ( ئاراس حسۆ 15-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 16-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは179表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 524,920
画像 106,299
書籍 19,776
関連ファイル 99,432
Video 1,446
言語
کوردیی ناوەڕاست 
301,033

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,746

هەورامی 
65,734

عربي 
28,807

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,281

فارسی 
8,456

English 
7,163

Türkçe 
3,570

Deutsch 
1,458

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
85

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.297 秒(秒) !