ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,790
画像 105,979
書籍 19,359
関連ファイル 97,469
Video 1,396
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
BERPİRSÎYARÎYA CİVAKÎ Û ROLA MEDYA -1
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
=KTML_Bold=BERPİRSÎYARÎYA CİVAKÎ Û ROLA MEDYA -1=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Erdnîgarîya em li ser dijîn, îro bûye qada şer. Ev şer di navbera alîgerên mirovahîyê û neyarên mirovahîyê de didome. Hinek dewlet bi xwe, di nav vî şerî de ne, hinek jê jî bi wekaleten li qada şer in.
Ev şer, bi xwe re qeyran û alozîyên mezin, zelzelên civakî tîne, lê li alîyekî din, rê li ber guhertinên civakî û sîyasî vedike. Civatên li hevkirî û bi rêxistinî, ji niha va amadekarîya bingeha jîyanek nû dikin.
Gelê Kurdîstanê di dema şerê Cîhanê yê yekê û duduyê de, ji derfetên bi dest ketin tu feydeyek nedît û gellek zêdettir zerar û zîyanek mezin dît. Ji ber ku ne xwedî hêz û rêxistinî bû, mafê dewletbûnê û azadîyê bi dest nexist. Lê em bixwazin an nexwazin carek din derfetên nû derketîye hole.
Dîrok carek din derfetên zêrîn pêşkêşî gelê Kurdîstanê dike. Mifta derîyê azadî û dewletbûnê di destê gelê Kurdîstanê de ye, partî û rêxistinên Kurdîstanê îro bi ezmûnek dîrokî re, rû bi rûne!
Kî hostayê çêkirinê ye, kî hostayê xirabîyê ye, ev ezmûn, ev pêvajo wê dîyar bike. Ev ezmûn li benda partî, grûp, rêxistin, sîyasetmedar, rewşenbîr û serokên Kurdîstanê ne! Kî berjewendîyên netewî diparêze, kî berjewendîyên şexsî û hîzbî diparêze, wê di encama vê ezmûnê de derkeve hole.
Di van rojên giran û dîrokî de, rola medya an ragihandin zêdetir girîng e. Rolek mezin dikeve ser medya Kurdîstanê û bi taybetî ya girêdayî partî û rêxistinan. Ger medya rêxistinî rolên xwe yên dîrokî bicîh bîne, ez bawerim rojên azad û serbixwe ne dûr in!
Lê belê, heta niha medya rêxistinî rola xwe jibo berjewendîyên partîzanî bi kar anîye. Kêm be jî, beşek medyayê jibo armanc û berjewendîyên netewî di nav hewldanekî de ne. Lê beşek medya heyî, weke “Beko Ewan” jîyana xwe, li ser wargeha fesadî û xirabîyê dide domandin.
Gava mirov di şibaka bindestan de û bi çavên alîyên muxalîf li dîroka Medyayê binhêre, her tişt bi zelalî derdikeve hole. Armanc û rêbaze medyayê li gor daxwaz û hêvîyên xwedîyê xwe tê guhertin.
Medyaya serdest, li gor hêvî û daxwazên xwedîyên xwe, rê û rêbazek li ser bingeha berjewendîyên şexsî bi kar tine. Di nav civatê de, ji xwe re beşek civatê weke armancek (hedef) dipejirînin. Bername û xebatên xwe li gor kedîkirin û bindestkirina civatê amade dikin, dixwazin cemawerên xwe (girsêya xwe) yek alî perwerde bikin.
Medyaya serdest, naxwaze civat şîyar bibe û doza mafê xwe bike. Hêzên serdest, ji bo ku civatê bixapînin, bi alîkarîya medyayê daxwazên pêşketin û azadîyê binpê bikin.
Medya ku li hemberê pirsgirêk û bûyerên civakî bêdeng dimîne, ew medya, ne medyayek ragihandina rastîyê ye! Medya ku nikaribe bipirse: çima, çewa, ji bo çi, li kuderê, ji alîyê kê ve, ne medyayek xwedî pîvan e! Medya bê pîvan, kûjerê çand û jiyana civakî ye! Rastî û heqîqetan dikuje! Rê li ber neyarên mirovahîyê vedike û dibe pergalê xirabîyê!
Di van salên dawî de li Kurdîstanê, Medya rêxistinî, roj bi roj li ser civata Kurd, rolekî negatîf dileyize û bandorek xirab li ser tevna civatê çêdike û çanda Kurdî serûbin dike.
Zimanê medyaya xerabkir, her ku diçe wargeha xirabî û fesadîyê fireh dike! Gellek berpirsîyar û kesên mesûl, ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û rêxistinî, berjewendîyên netewî binpê dikin û bi çîrok û derewên bêbingeh, dixwazin di nav partî û rêxistinên Kurdîstanê de şerê navxweyî derxin.
Karê ragihandinê, karekî pîroz û hêja ye! Medya, dengê ûjdan û rûyê civatê ye. Ji ber vê yekê, mafê tu hêzekî an grûbekî tuneye ku bi tevna civatê bilîze! Medya û alavên medyayê weke çekekî xirabkirinê bi karanîn, tu fêdeyekê nade kesî!
Em dibînin ku hinek Televîzyon û rojname hene, tenê navê wan rojname û televizyon in, lê kar û erkên wan li ser dijîtî û fesadîyê tê meşandin!
Bi piranî rêvebir û nûçevanên girêdayî medya rêxistinan, ji pîvanên ehlaqê kar û berpirsîyarîya erkên ragihandinê dûr ketine, an jî ji bîr kirine. Tenê li gor berjewendîyên rêxistin û grûbên xwe zimanekî tûj bi kar tînin. Li hemberê dagîrkerên xwe gilî û gazinan dikin, lê li hemberî birayên xwe çavsorîyê dikin. Bi rêxistin û grûbên marjînal yên netewa serdest re şirîkin, li hevkirî ne, lê belê bi grûp û rêxistinên netewa xwe re dijmin in. Rêz ji al û sembolên dagîrkeran re digirin, lê ji sembol û hêjayên xwe re rêz nagirin.
Ev nakokî bi xwe trajedîyek e û weke nexweşîya karekterê cûdabûnê, di hemû deman de, di nav gelê Kurd de cîh girtîye. Ev karekterê nexweşîyê, di hemû deman de, di nav giranîya rêxistin û grûbên Kurdî de, ji xwe re cîh dîtîye, ji bo xurtbûna xwe hêvî ji dijîtî û şerê navxwe kirîye!
Ragihandin û pêşkêşkirina nûçeyan an şîrovekirina bûyeran, divê li ser pîvanên rastî yê, ne li ser dabeşkirin û dijîtîya beşek civatê be!
Em baş zanin ku yek alî ragihandin û şîrovekirin, mirovan ji rastîyê dûr dixe. Propagandaya li ser derewan bê avakirin, zû eşkere dibe û berîya her tiştî zirarê dide xwedîyê xwe!
Ger bi rastî, armanc û daxwaza me, rizgarkirin û azadîya Kurdîstanê be, divê em tu carî berjewendîyên netewî nekin qurbana berjewendîyên şexsî û rêxistinî! Ev erkek netewî ye, divê di hemû deman de, em li hemberî dagîrkeran xwedî helwestên netewî bin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは485表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 16-07-2023
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 17-11-2016 (8 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: メディア
ブック: 社会
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 16-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 17-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは485表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,790
画像 105,979
書籍 19,359
関連ファイル 97,469
Video 1,396
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.64 秒(秒) !