ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,592
画像 105,725
書籍 19,410
関連ファイル 97,450
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Behiye Kaçar - Silav Koçer
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Behiye Kaçar
殉教者

Behiye Kaçar
殉教者

$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Behiye Kaçar
Nasnav: Silav Koçer
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Xezal - Egîd
Dîrok û cihê şehadetê: 02-12-2022 / Gabar

$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê Sêrtê ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye û gelê wê yê qedîm, cihê xwe di nav Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet e ku sembola vejîna gelê me ya li ser dika dîrokê ye, girtiye û ji wê demê vir ve di şoreşa me de xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derketiye. Gelê me yê Sêrtê bi hezaran zarokên xwe yên herî hêja tevlî nav refên azadiyê kir û keda wan di têkoşîna me ya heta îro de heye, divê gelê me yê Sêrtê bi van zarokên xwe serbilind bin. Hevrê Silav ku yek ji zarokê gelê me yê Sêrtî ye, di nav malbateke welatparêz a eşîda Didêrî de ji dayik bûye. Bi bandora malbat û derdora ku tê de jiyaye, ji biçûkatiya xwe de dest bi nasîna Partiya me kiriye. Bi taybetî ji berxwedana destanî ya ku gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker pêş xist bandır bû û bi guhdarîkirina van çîrokên berxwedanan mezin bû. Birayê wê di nav xebatên ciwanan de bû û ji ber xebatên xwe ji ber ku dîl kete destê dijmin, vî tiştî bandor li heval Silava kir û ket nav lêgerîna têkoşînê. Ji ber ku demekê di nava xebatên ciwanan de ma, tecrubeyeke rêxistinî bi dest xist. Hevrêya me ya ku dixwaze van tecrubeyên xwe bike bingehê têkoşîneke bi bandortir, dizane ku ev yek tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare pêk were. Lê belê ji ber temenê xwe yê biçûk neçar ma ku vê daxwaza xwe ​​ji bo demekê paş bixe. Hevrêya me di vê pêvajoyê de lêhûrbûna xwe zêdetir kir û nêrîna civakê ya li ser jinê bi kûrahî fêm kir û analîz kir. Wê fêm kir ku civak bi pîvanên kevneşopiyê nikare tiştekî bide civakê, biryar da ku hewce nake ew zêde bimîne û di sala 2009’an de piştî ku dev ji lîseyê berda, tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrê Silav ku tevlîbûna nava gerîla weke bidestxistina azadiya xeyalên xwe nirxand, bi lez û bez hînî jiyana li çiyayan û jiyana gerîlatiyê bû. Hevrêya me Silav ku ew jî jineke çiyayî bû, ji ber ku zimanê çiyayan dizanibû, zû tevlî nav jiyana gerîla bû. Hevrêya me ji ber xebatên berê xwedî tecrubeyekê bû, ev tecrube da hevrêyên xwe û di warê pêşketina hevrêyên xwe de ked da. Hevrêya me li qada Garê demekê pratîk kir û piştre derbasî qada Metînayê bû, ji aliyekî ve xwest li hemberî êrîşên dijmin bibe bersiv tevlî pratîka şer bibe, ji aliyê din ve jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li qada ku lê bû, kûrbûnên xwe domand. HevrÊ Silav a ku di têkoşîna xwe ya îdeolojîk de bi tûjbûna xwe ya li hemberî pêkanînên çewt û têgihiştinên şaş derdiket pêş, ji bo parastina jiyana pîroz a PKK'ê ya bi xwîna şehîdên me hatiye afirandin her tim di nava têkoşîneke îdeolojîk de bû. Hevrêya me ya ku li ser vê bingehê hewl dida kesayeta xwe bi pêş bixe, tu carî dev ji pirtûkên xwe bernedida û girîngiyeke mezin dida perwerdehiya xwe. Bi saya vê taybetiya xwe her dem kesayetiya xwe pêş xist. Di sala 2011’an de derbasî qada Qendîlê bû, li vir salekê xebitî û piştre derbasî qada Xakurkê bû ya ku şerê me yê gel ê şoreşgerî bi bandor lê dihate domandin. Hevrêya me ya ku li herêma Xakurkê li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girtiye, tecrubeyeke mezin a leşkerî bi dest xist. Hevrêya me ya ku ev tecrubeyên xwe bi kûrahiyeke îdeolojîk xurt kir, ji bo ku bibe gerîlayeke xurt a gerîlaya YJA Starê, di sala 2014’an de derbasî Akademiya Mazlûm Dogan bû ya ku Dibistana Navendî ya Partiyê ye. Bi perwerdeya ku li vir dît, bi kûrkirina felsefeya Rêber Apo re bû fermandara jin a pêşeng. Hevrêya me ya ku di pêvajoya perwerdeyê de bi taybetî di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bû, bi jiyan û helwesta xwe îspat kiriye ku jineke xwedî îdeolojî dikare di hemû qadên jiyanê de bibe pêşeng. Hevrêya me ya ku piştî perwerdeyê careke din tevlî xebatên li qada Qendîlê bû, ji bo bersivê bidin êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên di sala 2015’an de li dijî gelê me û Tevgera me pêk anî, pêşniyaz kir ku biçe Bakurê Kurdistanê.
Hevrêya me ya ku di sala 2016’an de pêşniyaza wê hat qebûlkirin, di heman salê de derbasî xaka xwe ya Botanê bû. Hevrêya me yê pêşî li qada Herekolê peywir girt, piştre li gelek herêmên Botanê gerîlatî kir. Heval Silav dizanibû ku li qadeke dijwar a wekî Botanê bi tenê bi kûrahiyeke îdeolojîk û tûjbûna di têkoşînê de dikare pratîkeke serkeftî pêk bîne, li ser vî esasî bû gerîlayeke YJA Star a pêşeng. Bi saya vê helwestê, baweriya hevalên bi dest xist. Di heman demê de bûye hevrêyeke me ya ku hêrsa xwe ya li hember dijmin bi çalakiyên rêxistinkirî nîşan bide û wê di şer de jî peywira xwe ya pêşeng a di jiyanê de nîşan da û diyar kir ku divê milîtaneke çawa be. Hevrêya me Silav ku herî dawî li herêma Gabarê bûbû fermandariya herêmê, li vir jî helwesta xwe ya heyî parast, ji hemû pirsgirêkan re bûye bersiv. Wê qada Gabarê ji dil û can hîs dikir û xwest bîranîna fermandarên me yên hêja yên li vê qadê bûne efsane Egîd, Adil, Gulbahar û Gelhat her dem zindî bihêle. Hevrê Silav dizanibû ku bi pîvanên jiyanê yên van fermandarên me yên hêja dikare serkeftinê bi dest bixe û wê jî cihê xwe di nav fermandarên me yên hêja de girt. Hevrê Silav ku heta nefesa xwe ya dawî dilsozê îdeolojiya Apoyî bû, di êrîşa dijmin a 2’ê Kanûna 2022’an de tevlî nav karwanê şehîda bûn. Em hevrêyên wê soza xwe careke din dubare dikin ku em ê di şexsê hevrê Silav de em ê bibin şervanê xeyalê hemû şehîdên xwe.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは244表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 18-07-2023
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北クルディスタン
No specified T3 82: Sêrt
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 女性
Technical Metadata
アイテムの品質: 92%
92%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 18-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 19-07-2023
最近の( ئەڤین تەیفوور )によって更新この商品: 18-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは244表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,592
画像 105,725
書籍 19,410
関連ファイル 97,450
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - ブック - ストーリー

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.046 秒(秒) !