$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Dogan Berkî
Nasnav: Gabar Wan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Mûhabbet - Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
GABAR WAN
Hevrêyê me Gabar li navenda berxwedana Serhedê Wanê, di malbateke ji eşîra Birûkî ya welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xwedî çand û kevneşopiya kurdîbûnê bû û bi hişmendiya neteweyî ya ku bi Partiya me derketiye holê re bûye welatparêz, ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê bihîstiye û hezkiriye. Hevrêyê me Gabar, dema ku li zanîngehê beşa civaknasiyê dixwend, derfeta naskirina partiya me PKK'ê dît û demekê li vir tevlî xebatan bû. Di vê pêvajoyê de Partiya me ji nêz ve nas kir û hezkirina wî veguherî dilsoziyek hişmendî. Her çiqas ew dixwest vê girêdanbûna xwe veguherîne şoreşgeriyek profesyonel jî, lê ji ber zehmetiyên aborî yên malbata xwe piştî zanîngehê dest bi xebatê kir. Bi vî awayî erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî malbata xwe bi cih anî û di vî warî de bû kesekî dihate hezkirin û rêzgirtin. Lê evîna PKK’ê ya ku ket dilê wî, bû sedem ku hevrêyê me Gabar lêgerîn û lêhurbûnên xwe bidomîne. Ji aliyek xebata xwe dewam kir û ji aliyê din jî xwest bibe bersiv ji bo daxwaza azadiya gelê xwe. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, di wê baweriyê de bû ku divê li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên di sala 2014'an de bi taybetî li ser herêmên Rojava û Şengalê bersivek bê dayîn û bi redkirina jiyana pergalê têkoşîna di refên azadiyê de hilbijart.
Hevrêyê me Gabar ku azadî û jiyana bi rûmet a gelê me di ser her tiştî re dibîne, ji bo vê jî amade ye her cure fedakariyê bike. Hevrêyê me yê ku perwerdehiya xwe ya yekem di nava refên gerîla de li qada Xakurkê dît, fêm kir ku tevî ew zanîngeh jî qedandiye tiştek ji dibistana pergalê hîn nebûye. Her wiha bi perwerdehiya PKK’ê re hîn bû ku, pergal tenê dersên ku xizmeta polîtîkayên qirkirin û asîmlasyonê dide. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Gabar ê ku hemû zanînê xwe lêpirsîn kir, bi destpêkirina jiyaneke nû re dîsa dest bi hînbûnên nû kir. Bi perwerdeyên ku dît re, rastiya Kurd û Kurdistanê, polîtîkaya qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me derxist holê. Her ku partiya me nas kiriye ewqas girêdanbûna wî zêde bû û zanî ku Partiya me ji bo gelê me pîroziyeke bêdawî ye. Ji bo vê jî bi coş û kelecaneke mezin beşdarî xebatan bû û ji bilî serkeftinê ti pîvanek ji bo xwe qebûl nekir. Hevrê Gabar ku li qada Xakûrkê tevlî xebatên pratîkî bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û bi îrade di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî. Bi taybetî ji ber ji sala 2015’an û vir ve êrîşên dijmin ên li dijî Tevgera me û gelê me zêde bûne, hevrêyê me Gabar di taktîkên gerîla de xwe kûr kiriye. Hevrêyê me derxistiye zanebûnê ku ancax bi vî rengî dikare bersivê bide êrîşên dijmin. Dîsa asta xwe ya entelektuelî ya heyî bi temamî xistiye xizmeta hevrêyên xwe û bi vî şeklî xwestiye erka xwe ya hevrêtiyê pêk bîne.
Hevrêyê me yê ku texmîn dike êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê hîn zêdetir bibin, fikirî ku ji bo vê jî divê li dijî dijmin çalakî bênavber bê meşandin. Li ser vî esasî li herêma Xakûrkê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û van lêhûrbûnên xwe xiste pratîkê. Bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bênavber li qada şer hêz li hêza hevrêyên xwe zêde kir û berpirsyarî hilda ser milên xwe. Hevrê Gabar ku ji sekna jiyanê û tevlîbûna hevrêyên xwe yên ku pê re xebitî bandor bû, ew jî karî bi girêdan û hîskirina hevrêyên xwe hezkirina derdor bi dest bixe. Ji bo vê jî hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye û bûye yek ji hevrêyên me yên hêja.[1]