ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,968
画像 106,406
書籍 19,323
関連ファイル 97,287
Video 1,397
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Îran Xanim, deng û çirîkeyeke ji Rojhilatê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îran Xanim

Îran Xanim
=KTML_Underline=Îran Xanim, deng û çirîkeyeke ji Rojhilatê=KTML_End=
#Qendîl Şeyxbizînî#

Ez ê dengbejeke jin a ji rojhilatê Kurdistanê bi we bidim nasîn. Navê wê Îran Abdulrehman e. Îran Xanim jineke xizan, kedkar bû lê bê tawîz û weke dildarê azadiya xwe jiya. Dengbêjeke jin li ser axa rojhilatê Kurdistanê geh bi êş û keser, geh bi xweşî û geşî jiyana xwe dewam kir. Li her du aliyên Kurdistanê jî hat naskirin. Staranên wê li bakurê Kurdistanê jî deng vedan.
Îran Abdulrehman di sala 1950-1951ê de li gundê Înkesûyê ya Bradostê ji dayik bûye. Ew jineke dengbêja navdar a rojhilatê Kurdistanê ye. Navê wê ya nasnameyê “Îran Mucerd”e lê di warê hunerî de nasnava Îran Xan an jî Xanim bi kar aniye. Wê zarokî û ciwaniya xwe li gundê xwe derbas kiriye. Ji ber ku malbata wê li gund cotkar bû û derfetên jiyanê hêsan nebûn, ew dibe karguzar di maleke zengîn de bo ku bikarbibe alikariya malbata xwe bike. Di warê xebatên dengbêjiyê de qandî ku bavê wê “Abdulrehman” û dayika wê “Perîbîşan” jî alikarê wê bûn lê dîsa jî gelek astengî di jiyana wê ya hûneriyê de çêdibûn. Piştî zewaca xwe, bi mêrê xwe Seîd re li gundê Somanawayê warnîş bû ku di vê hevjiyînê de keçek û du kurên wan çêbûne.
“Îran xanim yekemîn dengbêja jin e li rojhilatê Kurdistanê stran û dengbêjiyê bi zaravaya kurmancî gotiye û berhev kiriye”
Radyoya Ûrmiyeyê
Di sala 1969’ê de radyoya Ûrmiyê, Tehran û Kirmanşanê, bi zimanê kurdî zaravaya kurmancî ya heftane nîv saet – du saetan dest bi weşanê kir.
Îran Xanim ji ber ku bernas e û li wir tê naskirin, li ser daxwaza hin dengbêjên mîna Hamîd Yusufî, Mustafa Alîzade, Bre (Îbrahîm Newrozî) di sala 1971’î de di Radyoya Ûrmiyê Beşa Kurdî de bi awayekî fermî dest bi xebata dengbêjiyê kir û bi desteka hevjînê xwe xebatên xwe yên dengbêjiyê berdewam kir.
Ji sala 1971’î ta 1979’an, mehê du caran ji bo tomar û qeyda stranê diçû radyoyê.
Hin ji stranên wê gotine: “Arifo Lawo, Bajo Emirê Min, Bavê Lalo, Delal Ez Bi Heyran, Delal Lo, Delalê Malê, Dilê Min Loy Loy, Domam û Pismam, Filîtê Quto, Hedo Rabe, Kurê Xelqêyo delal, Lê Lê Yemman(Domamê), Şerê Cezo û Salihbegê, Yar Gewrê” û çendên din.
Li gor pêşbînî û hin kesên di wî warê de, di 31 saliya xwe ya xebatên dengbêjiyê de, Îran Xanim zêdetir ji 100 stranan wê bixwe çêkirine.
Rewşa piştî şoreşa Îranê
Hevjînê wê “Seîd” di wê demê de dixwaze zewaca duyem bi jineke din re bike. Ew dibe sedema arîşe û rewşeke necur ji bo Îran Xanimê, ew bûyer dibe sedema ku Îran Xanim dest ji zarok, mal û hevjînê xwe berde û gund bihêle. Ew heyamekê li cem bavê xwe dimîne û paşî bi kesekî bi navê Dadaş Nasirî re dizewice û li bajarê Tehranê warnîş dibin. Pîştî 3 salan ji wir diçin bajarê Dilmaqanê û 15 salan jî li wir dimînin. Pişt re vedigerin Kurdistanê û Serheda Rojhilatê, li bajarê Ûrmiyê warnîş dibin. Ji ber rewşa siyasî, aborî û jiyana taybet jî, derfetên jiyanê zor û zehmet derbas dibe. Lew ew û hevjînê xwe her li Ûrmiyê dikanekî digirin debara xwe dikin.
Di wê demê de û bi sedema rejîma nû û pergala wê, derfetên hunerî gelek qels bibûn bi her awayî. Lê Îran Xanim serbarê hemû astengî û zehmetiyên heyî jî lê dîsa dengbêjiya xwe berdewam dike, ji tirsa rejîmê, bi avayekî veşartî dengên xwe tomar dike û hin bandên xwe dişîne Bakurê welêt û li vir dide weşandin.
Ew dibe delîveyeke jî ku li bakurê Kurdistanê bê nas kirin û hez kirin, bi rêzdarî deng û dengbêjiya Îran Xanimê dihat pêşwazî kirin.
Mixabin di 10’ê gelawêja 2001’î de Îran Xanim li gorî raporên bijîşkên nexweşxaneya Ûrmiyeyê, Îran Xanim jî mîna Şikoyê Hesen û Mihemed Omer Osman jiyana xwe bi destê xwe dawî kiriye her çiqasî nayê bawerkirin jî lê tiştê ku hatiye dîtin wê xwe dared kiriye û xwe kuştiye. Kesên nêzîk ji wê ji kurê wî Dadaş Nasirî guman kirine lê rapora bijîşk ew mijar bi yek carî girt û bo taheta kurd deng û rengekî din ji dest da.
Îran Xanimê jî mîna gelek jinên kurd jiyaneke bi jan û azar derbas kir. Giyanê wê û hemû jinên kedkar ên kurd şad û aram bin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは344表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 19-02-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 伝記
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 21-11-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 21-11-2023
最近の( ڕاپەر عوسمان عوزێری )によって更新この商品: 14-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは344表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,968
画像 106,406
書籍 19,323
関連ファイル 97,287
Video 1,397
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.641 秒(秒) !