ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,429
画像 105,539
書籍 19,424
関連ファイル 97,460
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Winston Churchil û pirsgirêka zimanê kurdî!
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Winston Churchil û pirsgirêka zimanê kurdî!

Winston Churchil û pirsgirêka zimanê kurdî!
=KTML_Bold=Winston Churchil û pirsgirêka zimanê kurdî!=KTML_End=

Navnîşana vê nivîsê balkêş e. Vê pirsiyarê li ba xwîneran çêdike ku gelo pirsgirêka zimanê miletekî mîna miletê kurd çi eleqeyek bi serokwezîrê welatekî mezin di serdema şerê cîhanî yê duyem wate Berîtanya ve heye? Dibe gelek kes xeyal jî nekin ku kesekî wiha kurdan nas bike û girîngiyê bide #zimanê kurdî# .
Kurdshop – Navnîşana vê nivîsê balkêş e. Vê pirsiyarê li ba xwîneran çêdike ku gelo pirsgirêka zimanê miletekî mîna miletê kurd çi eleqeyek bi serokwezîrê welatekî mezin di serdema şerê cîhanî yê duyem wate Berîtanya ve heye? Dibe gelek kes xeyal jî nekin ku kesekî wiha kurdan nas bike û girîngiyê bide zimanê kurdî. Lê dema mirov rûpelên dîroka devkî ya siyasetmedarên kurd ji hev vedike, tiştên wiha balkêş jî tên dîtin.
Di serdema şerê cîhanî yê duyem de û di duyemîn konferansa Qahîrê de, sê welat, Amerîka û Berîtanya û Tirkiye beşdar bûn. Serokê wê demê yê Amerîka, Franklin Rosvelt, serokwezîrê wê demê yê Berîtanya, Winston Churchil û serokomarê wê demê yê Tirkiyê Îsmet Înonu beşdarî konferansê bibûn. Armanca civînê ew bû Tirkiye dê di şerê cîhanî de xwe bide kîjan alî? Wek di dîrokê tê dîtin, Tirkiyê destpêkê xwe bêalî nîşan da lê paşê xwe da aliyê hêzên hevpeyman û beşdarî şer bû.
Di wê civînê de wezîrê wê demê yê derve yê Tirkiyê, Nûman Menemencîoglu jî beşdar bû. 11 salan piştî şer û sala 1956, Menemencîoglu bi rêka profîsorekî bi navê Tahîr Tanerî, ku dostê rewşenbîr û zanayê kurd Mûsa Anter bû, ligel Mûsa Anter hev dibînin û çendîn caran dicivin. Mûsa Anter di bîranînên xwe de behsa wê mijarê dike û li ser zarê Menemencîoglu dibêje: Di civîna Qahîrê de welatên hevpeyman daxwaz ji Îsmet Înonu dikin xwe bide aliyê wan, ew jî behaneya wê yekê tîne ku artêşa Tirkiyê bo şer amade nîne û pêwîst e hêzên hevpeyman çek û pêdiviyên şer bidin artêşa Tirkiyê. Churchil û Rosvelt jî bi guman û digotin, eger me çek da we, hûn jî çûn pişta Almanya, wê demê dê çawa bibe?
Menemencîoglu dide zanîn, dema Churchil û Rosvelt dibînin Îsmet Înonu naxwaze pişta wan bigire, pirsgirêka kurd anîn rojevê û xwastin bi wê yekê, çavên me bitirsînin. Diyaloga navbera Îsmet Înonu û Churchil û Rosvelt bi vî rengî bûye:
=KTML_Bold=Churchil: Baş e, Paşa! Tu kurdî dizanî?=KTML_End=
Îsmet Paşa nikare bersiva wî bide û wezîrê derve yê Tirkiyê dibêje: Qurban, em kurdî nizanin û li ba bi kurdî napeyvin û zimanekî wisa jî li Tirkiyê nîne.
Churchil berê xwe dide wan rojhilatnas û zimannasên ku ligel xwe birine konferansê û ji wan dipirse; gelo rast e, li Tirkiyê zimanek bi navê zimanê kurdî nîne? Ew bersiv didin: Çawa nîne ezbenî! Zimanekî wisa heye û gelekî jî dewlemend e. Eger hûn bixwazin em dikarin parçeyek ji helbestên Melayê Cizîrî bo we bixwînin.
Churchil dibêje, bixînin. Yek ji wan zimannasan helbestek kurdî dixwîne û dibêje, ev jî helbesta kurdî. Churchil dibêje, binivîin û bikin înglîzî jî. Paşê ferman dide bikin fransî û tirkî jî. Zimannas di demek kurt de fermana Churchil bicîh tîne. Paşê Churchil dibêje, bizanin di wergera wan de li kîjan zimanan de peyvên biyanî hatine bikaranîn. Lê dinêrin, di wergera fransî de tu peyvek biyanî nehatiye bikaranîn, di wergera înglîzî de jî çend peyvên latînî hatine bikaranîn, di orjînala wê de wate di kurdiya wê de jî tenê çend peyvên erebî hatine bikaranîn. Lê di wergera wê ya tirkî de, ji bilî pêvekan, tevahiya peyvan erebî û farsî û zimanên din in!
Wezîrê derve yê Tirkiyê dibêje: Churchil tevahiya wergerên wê helbesta kurdî danî ber me û got: Ma ne şerm e! Lê binêrin ka zimanê kurdî çi qasî dewlemend e û hûn jî dibêjin, zimanekî wiha nîne!
Numen Menemencîoglu dide zanîn: Di wê heyama ku wezîrê derve bûm, bi qasî wê rojê neşikestim û bêzar nebûm.
Helbet ev beşa bîranînên Mûsa Anter, ji çarçoveya bîranînên normal derdikeve û pêwîst e wek beşek ji dîroka devkî ya kurd û navçê were dîtin. Ew gotin ji aliyê kesekî ve hatiye kirin ku wezîrê derve bûye di kabîneya Îsmet Înonu de. Ew gotin di demekî de hatine kirin ku zilm û zordarî li dijî kurdan û kurdî di asta herî bilind de bûye. Piştî gotina wan gotinan ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê jî, bi hezaran kurd li ser zimanê xwe hatine girtin, îşkencekirin û kuştin. Ev mijar tiştekî bo me zelal dike ku karbidestên tirk, di heyama deshilatdariya xwe de hebûna zimanê kurdî înkar kirine û ji bilî zimanê tirkî, tu zimanekî din qebûl nekirine, lê bi xwe jî baş zanîne ku zimanên din bi taybet kurdî jî li Tirkiyê hene û bi milyonan kes pê dipeyîvin. Lê gelo çima înkar kirine? Eşkere ye ku îdeolojiya kemalîzm û tirkçîtiyê heta wê astê nijadperest û nemirovane bû ku hemû rastî înkar kiriye.
Mijarekî din ku mirov dikare ji wê dîroka devkî bibîne, ew e ku kurd wê serdemê jî xwedan rol bûye di pirsgirêkên siyasî de û di navbera dewletên mezin de hatiye gotûbêjkirin. Di wê serdema hestiyar de, kurd wek kartekî li dijî hêzên din hatiye bikaranîn û sûd jê hatiye wergirtin.
Her çend beriya şer û di dema şer de jî, kesên wek Churchil û Rosvelt, bi vî rengî behsa kurdan û zimanê kurdî kirine lê piştî şer û parvekirina Rojhilata Navîn û guhertina nexşeya wê demê, tu pêngavek bo kurdan nehatin û tenê di xema berjewendiyên xwe de bûn. Ji xwe Tirkiye sala 1945 dema dibîne hevsengiya hêzê bi aliyê hêzên hevpeyman de tê guhertin, xwe dide aliyê wan û ev jî dibe sedem ku hêzên hevpeyman bi dilê Tirkiyê bikin. Helbet rexne û gazinde jî li aktor û hêzên kurd yên wê serdemê jî tê kirin ku nekarîn wek pêwîst rola xwe bilîzin. Wate, hem welatên rojavayî hebûna kurdan li ber çavan negirtine û hem jî kurdan nezanîne çawa berjewendiyên bidest bînin û biparêzin û hem jî neyarên kurdan, hebûna kurdan bi tundî înkar kirine.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは700表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 16-12-2023
リンクされたアイテム: 51
クルド文書
ライブラリ
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 17-04-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 16-12-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-12-2023
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 21-12-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは700表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.127 KB 16-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,429
画像 105,539
書籍 19,424
関連ファイル 97,460
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.359 秒(秒) !