ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,996
画像 106,683
書籍 19,298
関連ファイル 97,307
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Îngîlîz û Melîk Feysel û pirsgirêka Kurdistanê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îngîlîz û Melîk Feysel û pirsgirêka Kurdistanê

Îngîlîz û Melîk Feysel û pirsgirêka Kurdistanê
=KTML_Bold=Îngîlîz û Melîk Feysel û pirsgirêka Kurdistanê=KTML_End=

Rola Brîtanya ya bihev ve kirina #Başûrê Kurdistanê# li gel Iraqê - beşa 1
Piştî ku welatên zilhêz ên cîhanê û di serî de jî Brîtanyayê biryara dabeşkirina Împratorya Osmaniya û ji nû ve dariştina nexşeya siyasî û erdnîgariya Rojhilata Navîn dan, yek ji bernameyên wan danîna ser desthilatekê bû li Iraqê ku guhdariya wan bike, diyare ji wê serdemê û heta niha, Iraq yek ji navçeyên arişe li ser û pir ji buyer û alozî yên navçe û cîhanê ye. Di vê navberê de yek ji sedemên alozbûna Iraqê, Kurdistan û beşek ji wê erdnîgariyê ye ku heta niha jî bi vê statuya siyasî ve nebû yek û bi zorê pêve hatiye zeliqandin.
Bo bêhtir zelalbûna vê mijarê destpêkê pêwîste ku em behsa Melîk Feysel bikin.
Feysel Kurê Hisên ku bi Melîk Feysel ê Yekem tê naskirin bi esla xwe ji devera Hîcaz a Siûdiyê ye bavê wî ji mîrên Ereb ên Mekke û Tayîf bû.
Îngilîzan destpêkê ew weke desthilatdarê Sûriyê diyar kir, piştre bo cîbicîkirina karûbarên xwe bi destê wî û rawestan li hember Tirkan, ku dixwestin wîlayeta Musil û Bajarê Kerkûkê dagîr bikin û navçeyên neftî di bin destê wan de be, Melîk Feysel anîne Iraqê û ew kirin şahê Iraqê.
Lê weke Kirîs Koçêra dibêje piştî ku Melîk Feysel desthilat girte destê xwe, ewqasî hez dikin ku desthilata xwe berfireh bike, guh nedaye şîretên Brîtaniyan û ew jî bû sedema nerazîbûna Brîtaniyan. Her ji ber wê serokwezîrê Brîtanya Winston Churchill dinîvîse ji wan hemû telgrafên ku derbarê Feysel gihane destê wî aciz bûye, Ev şeş meh in ku em pereyê xwaringehên wî yên li Londonê didin û niha jî ez neçar im ku telgrafên 800 gotin têdene bixwînim.
Feysel bi hêza Brîtanyan hate ser kar û tenê grubeke Sunneyan piştevaniya wî dikirin û du grubên mezin li Iraqê ku piraniya şêniyan pêk tînin pêre nebûn, yekem Şîeyên Başûrê Iraqê û ya duyem jî Kurdên Kurdistana bin destê Iraqê yan perçeyek ji Kurdistanê ku li Bakurê Iraqê bû.
Melîk Feysel dixwest ji tevahiya netewe, ol û mezheb û xelkên cuda yên Iraqê neteweyekê çêke û paşatiyê bi ser wan de bike. Tevî ku piştre bi pratîk xuya bû ku nekarî di navbera ewqas dijheviyan de tebaiyekê çêke û weke Adil Baxwan di pirtûka xwe de dinîvîse, Melîk Feysel dibêje ku Iraq welateke ku ji dehan netewe û xelkên dijî hev çêbûye avakirina neteweyekê ne pêkan e.
Lê her ew Feyselê ku ji Hîcazê hatibû û dixwest hikmê welateke din bike her ji destpêkê ve dixwest welateke serbixwe yên Ereb ên Sunne ava bike û giringî neda ti pêkhateyeke din bi taybet pêkhateya Kurd.
Feysel dizanî ku dibe Înglîz bo dijatiya wî Kurdan bikar bînin û herweha dizanî ku pêgeha wî di nav gelên Iraqê de ne bihêz e û tenê beşeke Sunneyan piştevaniya wî dikin. Ji ber wê zelal kirina mijara Kurdan bo wî giring bû.
Wê serdemê yek ji kesên xwedî desthilat ên Îngilîz li navçeyê Sir Pêrsî Kakis bû. Feysel hewil dide ku bi riya wî vê pirsgirêkê fêm bike. Her ji ber wê ji Kakis dipirse Gelo bi rastî hûn dixwazin ku Kurdistanê bi yekcarî ji Iraqê cuda bikin û bixin ser Kurdên bakur? Eger ne plan û armanca we li vê navçeyê çî ye?
Kakis bersiveke nezelal dide û dibêje:
Brîtanya piştî konferansa Adara 1921an ku li bajarê Qahîre yê Misrê hate sazkirin, biryar daye ku dewleteke Kurdî ava bike, lê ew ne di wê baweriyê de ye ku ew dewleta Kurdî bixwaze ku navçeyên Kurdistanî ji Iraqê cuda bike, ji ber ku Kurd di mijara cudabûna ji Iraqê na teba ne û nerîna wan ne wek hev e.
Ev bersiv dudiliya Feysel zêde dike ji ber wê careke din lêkolînê li ser wê mijarê dike gelo ew Şahê welateke Erebî ye an welateke ku Kurdistan jî perçeyeke wê ye?
Piştî ku nikare ji bersivên Îngilîzan piştrast be, vê carê di ware derûnî de lîstikeke nû bi wan re destpê dike û wan du dil dike.
Wî dizanî ku wê demê Îngilîz li pey aramiya desthilatê digeriya ku di berjewendiya wî de be li navçeyê û Îngilîzan nedixwest ku ew hevkêşe têk biçin. Her ji ber wê dudiliyê bo Îngilîzan çêdike ku eger Kurdistan cuda bibe dê şer derkeve û divê ew piştevaniya Kurdistanê bikin.
Her ji ber wê dipirse Gelo Brîtanya amadeye ku bo berevanî kirina ji Kurdistanê li hember destdirêjiyên derekî xwe tûşî şerekî nû bike?
Eger amadeye wê çiqas wî şerî dirêj bike? di rastiyê ew hem gef û hem jî pirsgirêkeke nû bû bo Brîtanya, her ew hewlên Feysel bûn ku çarenivîsa Kurdan xerab kirin.
Di beşên din de em ê bêhtir li ser guhertinên wê demê yên siyaseta Brîtanya binivîsin
=KTML_Bold=Melîk Feysel û Tirk û Rola #Şêx Mehmûd Berzincî# =KTML_End=

Rola Brîtanya bihev ve kirina #Başûrê Kurdistanê# bo ser Iraqê- Beşa duyem
Weke me di beşa berî niha ya vê nivîsê de got, Rojhilata Navîn û hemû navçeyên di bin destê Împratoriya Osmaniyan de, piştî şerê cîhanê gelek tişt bi ser wan de hatin. Kurdistan, Tirkiye û Iraq a Erebî ji vê çarenivîsê bêpar neman. Piştî nemana Osmaniya Tirk mijûlî ji nû ve rêkxistina xwe bûn, ew jî li ser bingeha nasyonalizîmeke girêdayê bi faşîzmê, hemû hewla wan bo wê yekê bû ku beşeke bêhtir ji vê axa ku berî niha di bin destê Osmaniyan de bû careke din bidest bixin. Bi taybet ev navçeyên ketibûn bakurê Iraqê û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê. Beşek zêde ya wan navçeyan hê jî di bin çavdêriya Îngilîz de dihatin birêvebirin. Weke me got kesên weke Îdmondiz û Sir Pêrsî Kakis ku wezîrê muxtar ê Birîtanya bûn çavdêriya wan dikirin û plan bo wan datînan.
Ji aliyê din rewşa navçeyên sinorî yên navbera Bakur û #Başûrê Kurdistanê# nezelal bû û herwaha bo rewş û çawaniya rêvebirina wan navçeyan Melîk Feysel û Tirk li dijî Kurdan dest bi gotûbêjan kiribûn. Ya balkêş ew e ku Îngilîz çiqas li dijî hebûna Tirkan li Başûrê Kurdistanê û Bakurê welatê nû avakirî yê Iraqê bûn, bi heman awayî jî li dijî gotûbêj û lihevkirina Melîk Feysel ê zilamê Brîtanya li gel Tirkan bûn. Wate Brîtanya bi ti awayekê rê nedaye wan kesan ku erkdar kirine bi serê xwe biryarê derbarê wan navçeyan de bidin ku di bin desthilata wan de bûn. Li ser heman mijarê em ê behsa Şêx Mehmûd Berzincî jî bikin ku çawa desthilatê danê de û çawa dijatiya wî kirine.
Di vê serdemê de beşek ji navçeyên Kurdistanê di bin desthilat û hikmê Simayîl Axa Simko de bû. Tirkan bi şandina nûner û fermandarên Tirk bo navçeyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê weke mînak Rewanduz û bi derbasbûn ji navçeyên di bin destê Simko de xwe gihandine bajarê Rewanduzê û efserekî xwe bi nave Fazil Efendî weke fermandar û rêveberê wî bajarî diyarkirine.
Şerê Tirk û Kurd li Rewanduzê destpê kir, Brîtanya di vê navberê de hem tirsa wê ji tevgera Tirkan li Kurdistanê heye û em gumana wê li ser hewlên serxwebûnê yên Kurdan heye û herweha ji bertekên Ereban piştrast nine, ji aliyê din wisa dibîne ku eger heye ku destê Fransa li pişt tevgera Tirkan li navçeyê hebe û Fransa bixwaze bi vê rêkê hegemûniya xwe li navçeyên ku petrol têde heye û li Mûsilê berfireh bike û bajarê Kerkûkê biparêze. Her ji ber wê Brîtanyayê ew bajar û pêgeha Tirkan bordûman kir.
Bi wî awayî aloziyên li Kurdistana Başûr berdewam in û Tirk carekê ji eniya şer vedikişin û careke din qaymeqamekî bo Rewanduzê diyar dikin.
Beşeke Başûrê Kurdistanê li navçeya Silêmaniyê, her di vê serdemê de bi awayeke siyasî ji aliyê rêberên Kurdan ve tê birêvebirin û armanca wan serxwebûn û cudabûn bû ji Iraqê. Lê Erebên Bexdayê û Îngilîz li dijî vê desteya Kurdan bûn ku dixwazin bê ku pirsgirêka wan bi çi aliyekî re hebe navçeya xwe birêve bibin lê ew du alî rasterast dijatiya wan dikin.
Îngilîz bi ti awayekê nedixwest ku başûrê Kurdistanê serbixwe be. Lê nedixwestin ku di nav wan aloziyan de ew dever bikeve destê Tirkan, herweha piştrast bûn eger Ereb destdirêjiyê bikin dê Kurd bersivê bidin, ji ber wê ew li pey riyekê digerin ku ti encameke weha xerab dernekeve.
Wan dixwestin ku ew herêm bi taybet Silêmanî ji aliyê kesên xwecihê ve bê rêvebirin, lê pêwîst bû ew kes guhdariya Îngilîzan bikin û piştre çi daxwaziyeke wan a siyasî ya zêdetir nebe, metirsiya wê yekê jî nebe ku dê ji Iraqê cuda bibin û pirsgirêkeke zêdetir li deverê çêkin.
Lê pirsgirêka wan a herî sereke ew bû ku kesekî bibînin ku di nava siyaseta Iraq û Kurdistanê de, bandora wî li ser xelkê Kurd hebe, bikare yekîtiyekê di nav Kurdan de li wê deverê çêke. Çend nerînên cuda derbarê hilbijartina wî kesî de hebûn, ew li ser vê yekê piştrast nebûn ku kîjan kesatiyê Kurd dikare barovajî xwastek û kîna Kurdan kontrol bike û serkêşiya wan bike. Beşek ji Îngilîzan weke Îdmondiz dixwestin kesekî wek Seyîd Teha Şemzînanî vê role bibîne, lê Kakis ne di wê baweriyê de bû, ku hêz û bandora wî li ser xelkê ewqas kûr be ku bikare wî erkî bigre ser milê xwe û cîbicî bike.
Beşeke din a Îngilîzan li pey kesekî xwedî dîroka siyasî û malbatî digeran heta bikarin sûdê ji dîroka malbatan werbigrin û xelkê razî bikin, her ji ber wê kesekî wek Hemîd Beg ê Baban ji nifşê Mîrên Baban ên Silêmaniyê hatin destnîşankirin. Lê weke Kirîs Koçêra dibêje, wî Kurdî nedizanî û li şûna ku Kurd bo wî giring bin, giringî dida dîroka malbata xwe. Ji ber wê Sir Pêrsî Kakis biryar dide ku Şêx Mehmûd Berzincî ku berî niha wan bixwe ew girtibûn û xistibûn zindanê, vegerînin Silêmaniyê û desthilata rêvebirina wê navçeyê bidin wî.
Kakis û Brîtanya di vê baweriyê de bûn ku bi azadkirin û vegerandina Şêx Mehmûd ewê di pileya rêveberê parêzgehê de bimîne û bi wî awayî hem rê li ber pêşveçûnên Tirkan bigre û hem jî wê dilê Ereban razî bike.
Di beşa bê de em ê behsa çawaniya desthilatdariya Şêx Mehmûd û nerîna siyasî û olî û karvedanên Brîtanya û Ereban li hember Şêx Mehmûd bikin.
[1]
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは688表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 03-01-2024
リンクされたアイテム: 52
クルド文書
パーティー&団体
ライブラリ
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 09-07-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-01-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 03-01-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 03-01-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは688表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.18 KB 03-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,996
画像 106,683
書籍 19,298
関連ファイル 97,307
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.625 秒(秒) !