ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,011
画像 106,458
書籍 19,312
関連ファイル 97,283
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (179): Gundê “Etmana”, jineke ducanî di Hepsa “Maratê” de berdavêje, qutkirina darine zeytûnê
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (179): Gundê “Etmana”, jineke ducanî di Hepsa “...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (179): Gundê “Etmana”, jineke ducanî di Hepsa “...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (179): Gundê “Etmana”, jineke ducanî di Hepsa “Maratê” de berdavêje, qutkirina darine zeytûnê û qirkirina daristanine ihracê, geregoşî û serberdayetî.

Weke tekezî ji geregoşî û serberdayetiya ku li herêmê serwerkirî re, û layenkirinek ji rêdanên her giropeke milîseyan re di çarçewa bandoriya wê de, li vê dawiyê û li pêş çavên Istîxbarat û berpirsiyarên Turkiyê, “Xurfit El’ezim- Odeya Elezim” – beşek ji milîseyên “Artêşa Niştîmanî Sûrî”- daxuyanek derxist, û tê de guhestina otombîlên ku bê nimre û belgetekeziyên fermî -rûdaneke giştî ye di herêmên di bin bandorî û dagîrkeriya Turkiyê de- ji bilî yên Encûmenên xewcihî û Hikometa Demkî ya bi ser Hemahengiyê ve, qedexe kir.
Vaye li jêr hin binpêkirin û tewanên hatine kirin:
= G.”Etmana”:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /2/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /130/malî pêk tê, dora /800/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê tenê /40malbat=150nişte/tê de man, yên din jî bi zorê hatin koçberkirin, û dora /90malbatî=550nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
“Êrişkirina Gundê “Etmana” – N.Reco, ji aliyê Milîseyên “Firqit Elhemzat” ve.”
/5/ mal di dema topebarankirina gund de, bi piçekî ziyan gihîştinê, û weha jî avahiya dibistana gund, bi ser de jî dizîna kelûpelên tê de û pencereyên wê.
Milîseyên “Firqit Elhemzat” û serkêşê wê yê tê de “Yezîd Ebû Ehmed” gund desteser dikin, û malên “Dilovanber Hec Reşîd Reşîd(Çipê), Nûrî Beko” ji xwe re kirin du biryargehên leşkerî, û beşek ji tiştmiştên hin malan, /7/tirektorên çandiniyê yên ku /6/jê -piştî ku xwediyan vêrgiyine diravî dan- hatin vegerandin, /15/matorên dutekerî, hin perçeyên guvêşgeha zeytûna ya “Dilovanber Hec Reşîd Reşîd(Çipê)” yên di bin kavilên avahiya wê ya bi topebaranê hilweşandî de mane, çadir û pêdiviyên sersaxiyê û guhêztok û keblên herdu toreyên elektirîka giştî û telîfûna zemînî jî, dizîn.
“Roxandina avahiyekê li rex Dibistana “Etmana”. “Dizîna kelûpelên Dibistana “Etmana”.”
Û dest danîn ser dora /3/hezar darên zeytûnê ji malmewalên yên ne li gund, jê malbatên “Bîlal Bîlal, Çolaq, Arêf Misto”, û vêrgiyên têvel jî li xelkê ferz kirin; Û Encûmena Xwecihî jî li Reco vêrgî li ser werzên zeytûna ferz kirin.
Û milîseyan ji bo êzingkirin û bazirganiyê, li dor gund hin daristanên ihracê qut kirin, û agir jî berdan hin din; Û ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan, hin girên kevneşopî kolan û tevdan.
“Şewatek li daristaneke çiyakî bi ser G.”Etmana” ve.”
Û xelkê ku li gund mane jî rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna kuştin, revandin, girtinên bêsûcane, işkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin kiryarên din. Hin bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re -jin jî di nav de- bi demên têvel hatin girtin; Hemwelatî “Mihemed Se’îd Reşîd kurê Ebid Elmecîd/58/sal”, li 4.11.2019an, li Cîgeha “Geliyê Tîra” – N.Reco, dema ku ji Navenda Turkî ya kirîna zeytê ya li Gunvêşgeha Taxa “Rif’etiyê” – B.Cindirêsê vedigeriya mala xwe, hate revandin, û li 1.2.2020an milîseyan merivên wî bi dîtina termê wî li rex Gundê “Hisê” agahdar kirin, û paşê hate xuyakirin ku ew tûşî işkencekirin û kuştina qurşînê hatî, û dest girêdayî bû jî.
“Pakrewan “Mihemed Se’îd Reşîd kurê Ebid Elmecîd”.”
Û dema neçarkirina hemwelatiyan bi derxistina nasnaman, navê gund ê resen “Etmana” bi “osmaniyê” hate guhertin, di bendê “ciyê rûniştinê” de, li ba Nivîsgeha Nasnaman li Reco.
= Beravêtina jinekê li Hepsa “Maratê”:
“Jina girtî “Arîn Mihemed Dilî Hesen”.”
Di encama işkencekirinê û danûstandina sert a ku li ba “Asayêşa Efrînê – Ewleya Siyasî” dîtiye de – jerkî ku li 12.9.2021an Z bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hatiye girtin ve – hemwelatî “Arîn Mihemed Dilî Hesen/25/sal” ji xelkê Gundê “Kîmarê” – Şêrewa, di Hepsa”Maratê” de (ya ku ji bîst rojan ve – piştî sê heyvan ji veşartinê- bo wê hatiye guhestin) beravêt; Û makzarokê mirî -/6/heyv- radestî xwediyê jinikê hate kirin, û li goristana gund hate veşartin; Hêjaye were bîranîn ku “Arîn” berê jî ji aliyê Milîseyên “Firqit Elhemzat” ve, li Reşmeha 2020an Z hatibû revandin, li biryargeha wê -Avahiya Asayêşê ya berê li Hirşê Mehmûdiyê – li Bajarê Efrînê hatibû veşartin, û ew yek ji wê giropa jinên ku jê derketine bû -piştî desteserkirina Milîseyên “Artêşa Elîslam-Ceyş Elîslam” li ser biryargehê li 28.5.2020an Z – , û paşê jî li 23.12.2020an ji Hepsa “Maratê” hatibû berdan.
= Girtinên bêsûcane:
– Li 2.1.2022an Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” herdu hemwelatî “Hesen Ehmed Birîm/45/sal û Ehmed Reşîd Reşîd/50/sal” ji xelkê Gundê “Hecîka”, bi behaneya hevkariya wan di parêzvaniya şevayî li dema R.X a berê de hatin girtin, û ta niha bêsûcane bendkirî ne.
– Li 5.1.2022an Z, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê herdu hemwelatî “Ebid Elrehman Kulîlko/70/sal û Dawod Zênê/50/sal” ji xelkê Gundê “Me’imila” – N.Reco, bi behaneya hevkariya wan di parêzvaniya şevayî li dema R.X a berê de girtin, û li roja din -piştî ku li ser her yekî ji wan cezak diravî /1200/PT ferzkirin- ew berdan.
= Qutkirina darên zeytûnê û daristanan:
Li her demsaleke Zivistanê qutkirina dar û daristanan li Herêma Efrînê bi giştî li ser destên milîs û anîndeyan fere û zêde dibe, ta ku di karnava van çarsalên borî de gihîşte asta qirkirina jîngehê; Wek nimûne: Li 6.1.2022an Z /50/darên zeytûnê yên hemwelatî “Îdo Omer” li G.”Kîmarê” – Şêrewa ji kokê ve hatin qutkirin, û qutkirina bêwijdan ji dora /300/dar re yên hemwelatî “Hesen Bekir Birîmko”, dora /40/darî yên “Ebdo Xelîqe Elah” ji Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta, û /90/dar ên “Ebdo Hesen”, û /40/ dar ên malbata”Osman Ibrahîm Eşbûk” ji Gundê “Maratê” – B.Efrîn, ji aliyê çekdaran ve.
Û li Gundê “Kifêrê” – Efrîn -yê ku di bin desteseriya Milîseyên “Firqit Elhemzat” de- daristaneke ihracê -ye ku di destpêka heyştî de ji sedsala borî, li ser rûberiya /20/hiktar erd hatibû çandin – rastî şewtandin û qutkirineke fere hat, da ku were qirkirin; Û wêneyin bi sê dîrokên têvel ên “berî dagîrkirinê, Tîrmeh 2017 Z, Tebax 2018 Z, Rezber 2019 Z” hene, bi zelalî rewşa daristanê xuya dikin.
“Wêneyin bi dîrokin têvel ji daristaneke ihracê re, li G.”Kifêrê” – Efrîn, Gogêl Êrs.”
Û herweha jî li cîgeheke Rojhilatê Gundê “Çema” – N.Şera -ye ku di bin desteseriya Milîseyên “Melekşah” de- daristaneke sinoberan e çandiniyê -ye ku li heştiyî sedsala borî de li ser dora /120/hiktar erd hatibû çanidin- tûşî qutkirina berdewam û fere hat; Û wêneyine wê jî di sê dîrokên cihê de yên “Reşmeha 2018 Z, Rezbera 2019 Z -berî dagîrkirinê, Cotmeha 2020 Z” hene, bi zelalî qirkirina wê diyar dikin.
“Wêneyine bi dîrokine têvel ji daristaneke ihracê re, li Rojhilatê G.”Çema” – N.Şera, Gogêl Êrs.”
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 3.1.2022an Z, termê kalemêrekî ji anînadeyên “Elşam” fetsandî, devgirtî û dest û ling girêdayî, di nişteciha wî ya di hundir mizgefta Gundê “Îska”- Şêrewa de hate dîtin, û hate xuyakirin ku telîfûna wî ya xilyewî û peremereyên di berîkê de jî hatine dizîn; Ew bi tena xwe rûniştî bû û ji xwe re sûtemenî difrot.
– Li Sibeha Sêşemê 4.1.2022an Z, pevçûnina di navbera giropeke çekdar ji çekdarên “Ehrar Elşam” de û rêbenda çekdar a heman milîseyan de, li ser riya giştî li Gundê “Tilsilorê” – N.Cindirêsê rûdan, û di encamê de, serkêşê “Lîwa’i Elmuhacirîn – Mehmûd Elbunyan” û kurê xwîşka wî yê vê re “Mis’eb Şihade Qasimo” ji giropê hatin kuştin, û hin din ji herdu aliyan birîndar ketin; Lê gundî tirsiyan û xwe sipartin malan.
= binpêkirinin virdewêde:
– Li 5.1.2022an Z, giropeke ji anîndeyan, bi navê komeleke fîxaniyê ketin mala hemwelatî “Kamîran Hesen Dolîko” ji xelkê Gundê “Me’imila” – N.Reco, li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê, da ku malê tevde û hertiştê destên wan bighîniyê bidizin; wan nebûna malbatê ji xwe re kirin fersend, û bi tenê diya “Kamîrên” a temenmezin û nesax li mal bû.
– Milîseyên “Firqit Elhemzat” ji xwe re(genim, ceh, colban, nîsk û hin tiştên din) di nav zeviyên zeytûna de yên xelkê Gundê “Şorbe” – N.Mabeta û hin din ên sînordar jê re yên xelkê Bajaroka “Meydankê” – N.Şera çandin, jê: /100/dar ên “Seydo Reşîd Seydo”, /70/dar ên “Şêx Ebid Elrehman Ebid Elrehman”, /120/dar ên “Farûq Xelîl”, /275/dar ên “Mihemed Elî Elimî”, /50/dar ên “Mihemed Elî Hişîno”, û /20/dar jî yên “Hisên Şêx Osman kurê Mihemed”.
Çawa herêmek wê aram be û ji vegera xelkê xwe yên penaberbûyî û koçberkirî re wê hazir be; Û ew di bin ewqas binpêkirin û tewanan de ye, û milîseyên ku nandozî û dizîn ji xwe re kirine kar, wê di nav xwe de parve dikin, û tê de gendeliyê pêk tîni?!
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは403表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
リンクされたアイテム: 70
クルド文書
日程&イベント
記事
グループ: クルド文書
Publication date: 09-01-2021 (3 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: アラビア語
ドキュメントの種類: 翻訳
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 10-02-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは403表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,011
画像 106,458
書籍 19,312
関連ファイル 97,283
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.813 秒(秒) !