ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,024
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194): Gundê “Omer Simo” – koçberkirin û destserkirina li ser malmewalan, veşartineke zorane
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194): Gundê “Omer Simo” – koçberkirin û destse...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194): Gundê “Omer Simo” – koçberkirin û destse...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (194): Gundê “Omer Simo” – koçberkirin û destserkirina li ser malmewalan, veşartineke zorane bi dirêjahiya çar salan, qutkirina darina û dizîna kevneşopina, pevçûn.

Ta bi şêwakî rêjeyî jî Heyva Rojiyê nebû rêgirek ji Milîseyên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û destlatên Dagîrkeriya Turkiyê re, da ku binpêkirin û tewanên xwe di dermafê herêmê û xelkê wê de kêm bikin, an bi kêmanî pevçûnên ku di nav wan de li ser nakokiyên parvekirina tiştên dizînê û çarçewên bandoriyê çêdibin werin qedexekirin, û sivîl neyêne tirsandin.
Vaye li jêr jî hin binpêkirin û tewanên bûne ne:
= G .”Omersimo”:
Bi Navça Şera ve girêdayî ye, /22/K.M ji navenda wê dûr e – aliyê Bakur Rojhilat, ji /53/malan pêk tê, dora /350/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev li dema dijberiya ser herêmê penaber bûn, jê /13malbat=40nişte/ vegerîn û yên din jî di bin zorê de koçber bûn, û dora /50malbat=350nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
“Êrişkirin û talankirina Gundê “Omersimo” di bin silogana “ol û şoreşê” de, li /13/ Reşmeha 2018an Z.”
Bi topebaranê mala Dilovanber”Îsma’îl Sîmo” ya mezin bi tevahî hate roxandin, û herdu malên “Horo Umer Sîmo, Henan Sîmo” ziyanên mezin gihîştinê, li kêlekê jî mala “Ye’iqûb Reşîd” bi tevahî şewitî.
Milîseyên “Artêşa Elnuxbe – Ceyş Elnuxbe” (ya ku li gund “Ehmed Elcum’e” serkêşiya wê dike û serkêşê wê yê giştî jî “Mu’itez Erselan e“) gund desteser dikin, mala “Şêx Osman – Malbata Elmuxtar” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî, piştî dagîrkirina wan ji gund re li Avdara 2018an Z bêtirî salekê xelk qedexekirin ku vegerinê, û di wê navboriyê de hemî kelûpelên malan dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê, yekîneyên taqeta elektirîka roniyê û zayndokên elektirîka malan hejmar/7/, û bi ser de jî dizîna tirektoreke çandiniyê ye “Fewzî Sîmo”, hemî tiştmişt û heyînên mizgeft û dibistananê yên ku paşê ji nûve hatine amedekirin, guheztok (tirans) û kebil û hin dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, lûleyên ava vexwarinê ji stasyûna hilkişandina avê li cîgeha Kela “Nebî Horî” ta /14/gundan -jê gundê Omersimo- û tevahiya acet û amûrên stasyûnê.
“”Mu’itez Reslan û Ehmed Elcum’e” (herdu dizên malmewalên G.”Omersimo” û kinzên “Kela Nebî Horî/ Sîros”).”
Û wan dest danîn ser tevaya malmewalên hemwelatiyên ne li gund, jê dora /20/hezar darên zeytûnê û bihezaran mêwên tirî, jê (/2500/ ên “kurên Mistefa Mixtar û Şêx Osman”, /1300/ên “Ye’iqûb Reşîd û birayên wî”, /1000/ ên “Îsma’îl Reşo”, /1000/ên “Reşîd Misto”, /1200/ ên “Mihemed Umer Sîmo û birayên wî”, /1300/ên “Ehmed Horo û birayên wî”, /800/ên “Henîf Welo û birayên wî”, /2000/ên “Mihemed Umer Sîmo”, /1500/ên “Îsma’îl Gedro”, /400/ên “Xelîl Îsma’îl”, /1400/ên “Îbrahîm Arêf”, /800/ jî yên “Ehmed Umer Sîmo û birayên wî”), û vêrgiyên têvel li malmewalên xelkê heyî û yan jî ji bo radestkirina malên hinan ji wan xistin, bi ser de jî dizînên ku ji werzên (mûsim) zeytûnan re çêbûne.
Û ji bo êzingkirin û bazirganiyê, Milîseyên “Elnuxbe” /100/ darên zeytûnê yên “Ehmed Umer Sîmo” ji kokê ve, bi sedan darin din jî bi şêwakî bêwijdan û hovane, piraniya darên daristana îhracê ya çandiniyê li Rojhilatê gund (a ku rûbera wê dora /7/hiktaran), sê darên sindîganê yên temenmezin û bidehan darin din li cîgeha ku wek zaretekê li Rojavayê gund (a li ser riya ku dere Gundê “Se’irîncekê” yê hevcîwar), û dora /25/ darên sindiyanê yên temenmezin li zaretgeha “Şêx Ebdelkî” ya Îslamî li Rojavayê gund, qut kirin; Û wan ji bo lêgerîn û dizîna kevneşop û kinzên veşartî, gora di heman zaretgehê de jî kolan û tevdan.
“Daristaneke îhracê ye çandinî û darine sindîganê li Rojavayê Gundê “Omersimo”, berî dagîrkirin û qutkirinê, Gogêl Êrs.”
Û hemwelatiyên li gund mane jî rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna girtin, îşkencekirin, peresitandin û tengasîkirinên din.
Û piştî vegerê li wêneyine ku Gogêl Êrs li (Tîrmeha2017an Z, Cotmeha 2020an Z) ji cîgeha Kela “Nebî Horî/Sîros” ( a li Rojhilatê gund bi /2/K.M) kişandine re, tê xuyakirin ku tevaya bajarê kevneşopî (yê ku rûbera xwe dora/138/hiktaran – bi taybetî jî hafê /6.5/ hiktar), ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan, bi alavên giran hatiye kolandin û rêşkirin; Ev jî bi xwe tiştê ku di raporeke “Navenda Kevneşopên Idlibê ya Rikber” de, li 13 7.2018an Z, li ser pirojeyên kolan û rêşkirina ku gihîştine cîgehê hatiye belavkirin, û herweha wêneyên roxandin û dizînên ku ji mizgeftê û perestgeha Nebî Horî/Zaretgeha Romanî, û pirojeyên çaksazkirinê û guhertina zanînwerên ku Turkiyê -bi armanca ku wan weke şûnewareke Osmanî û Îslamî bide diyarkirin- jê re çêkirine, tekez dike.
“Cîgeha Kela “Nebî Horî” berî û piştî dagîrkirin û rêşkirinê.”
“Roxandin, dizîn û guhertina zanînwerên mizgeft û merqeda Kela “Nebî Horî/zaretgeha Romanî”.”
= Veşartineke zorane û girtinên vêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev kes girtin:
– Ji çar salan ve, Hemwelatî “Mezlûm Mihemed Elûş /30/sal” ji xelkê Gundê “Ênhecerê yê Rojava” – Navça Mabeta, piştî vegera wî ji Bajarê Heleb ciyê penaberiyê di wê wextê de, û ta niha zorane veşartî ye û çarenûsa wî ne diyar e.
“Girtiyê ji çar salan ve zorane veşartî “Mezlûm Mihemed Elûş”.”
– Li 23.3.2022an Z, Hemwelatî “Mistefa Hisên Casêm/59/sal” ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco, li Bajarê “Qeyserê” – Turkiyê (yê ku ew ji heyşt salan ve koçberê bûye û di perwerdeheke çêlan de parêzvaniyê dike), bi behaneya têkildariya wî bi bira û merivên xwe re li Herêma Şehba’i – Bakurê Heleb (a tijî koçberên Efrînê).
– Li 11.4.2022an Z, Hemwelatî “Mihemed Şêx Sîdî kurê Şukrî/28/sal û bavê du zarokan” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – N.Mabeta, ji aliyê Îstixbaratên Turkiyê û “Asayêşa sivîl” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û bo B.Efrînê hate rêkirin.
– Li 11.4.2022an Z, Hemwelatî “Ferhad Mehmûd Xoce/40/sal” ji xelkê Gundê “Vêrganê” – N.Şera, ji aliyê rêbenda çekdar a li çateriya Gundê “Me’irînê” – derbsageha Bajarê Ezazê ya Bakur, bi tuhmeteke çêkirî, li dema ku jin û diya xwe ya temenmezin ên nesax dibirin tixtor; Digel jidestgirtina makîna wî û qewtandina yên vê re.
= Tevlihevî û serberdayetî:
– Ji heftakê ve, Milîseyên “Artêşa Elnuxebe” (ya ku Gundê “Şêxûtka” – N.Mabeta desteser dike) /25/ darên zeytûnê yên “Mistefa Xelîl Seydo” li Cîgeha “Korta Qebaqê” hilkirin, û ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan ax rêşkirin.
– Li 13.4.2022an Z berî Fitara, di nav du giropên Milîseyên “Firqit Elhmze” de, li nav Bajaroka “Basûtê” – Şêrewa, bi sedema nakokiyê li ser tiştên dizînê, pevçûnin derketin, û tirs xist nav sivîlan.
– Jêderine xwecihî tekez kirin, ku Milîseyên “Firqit Elhemzat û Elsultan Mûrad” rê didin perwedekarên pêz ku pez û dewarên xwe her demsalekê, di nav îhracê û zeviyên zeytûnan de (yên li dor Gundê “Qirigolê” – N.Bilbilê) biçêrînin, beramberî wê jî li ser her serîkî pêz jî /5/ dolaran werdigrin; Weha jî li Buhara îsal, “Ebid Elmun’êm Elfarês – serkêşekî Elhemzat” zeviyên zeytûnan bi /250/ dolarî da perwerdekarekî pêz bi mercê ku pêz bi şev lê biçêre, da ku tewan ne rolinîvro be. Lê, wî li Şeva Înê/Şemiyê jî 16.4.2022an Z, çar endamên xwe şandin dizîna pêz, û dema xwediyên pêz li pêşiyê sekinîn, wan qurşîn avêtin pêz, û di encamê de /22/seriyên pêz mirin û kanîn /25/ serî jî bidiziyana, bi ser de jî bi kêrê xwe ajotin jinekê.
Xoce û îmamên mizgeftan (ên ku kargêriyên bi “Sekna Diyant a Turkî – Weqfa Diyant – a yekser bi serokê Turkiyê ve girêdayî, wan bi cî û serpereşt dike), tucarî di gotarên xwe de çêra binpêkirin û tewanên ku di dermafê Herêma Efrînê û xelkê wê dibin de nakin, û nejî şermezar dikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは421表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
リンクされたアイテム: 70
クルド文書
日程&イベント
記事
グループ: クルド文書
Publication date: 17-04-2022 (2 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: アラビア語
ドキュメントの種類: 翻訳
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 10-02-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは421表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,024
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.656 秒(秒) !