ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,026
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199): Gundê “Keferdelê Jêrin” – vêrgiyên bilind, girtina hin koçberên ku vegerîne
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199): Gundê “Keferdelê Jêrin” – vêrgiyên bilin...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199): Gundê “Keferdelê Jêrin” – vêrgiyên bilin...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (199): Gundê “Keferdelê Jêrin” – vêrgiyên bilind, girtina hin koçberên ku vegerîne, qedexekirina dewatekê li Gundê “Basûfanê”.

Li piş xwemekinkirina bi çekan, li ber roniya şîretdayînên Istîxbaratên Turkiyê û çanda olî ya sert û tundrew, reng û şêweyên pûzquretî û zimandirêjiyê li ser Kurdan -xelkê herêmê- û salixdankirinên bed di dermafê wan de cûrbecur û berdewam in, ta li hin cih û rewşan gihîşte asta qedexekirina wan ji lidarxistina dewatan.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:
= G . “Keferdelê Jêrin”:
“G . “Keferdelê Jjêrin” – Efrîn.”
Bi navenda Bajarê Efrînê ve girêdayî ye, /20/K.M jê dûr e, ji dora /75/malan pêkhatî ye, dora /400/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev di dema êrişberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê /55malbat=300nişte/ vegerîn, û /20malbat=125nişte/ ji anîndeyan tê de dan niştecîkirin. Û di dema dijberiyê de, ziyan gihîşte malekê digel şewtandina mikropasa ku tê de.
“Maleke ziyandîtî û mîkropaseke şewitî li G. “Keferdelê Jêrin”.”
Milîseyên “Lîwa’i El’xab – Firqit El’hemzat” -ya ku mala Hemwelatî “Ebid El’rehman Îbiş” ji xwe re kiribû biryargeheke leşkerî, lê ji sê heyvan ve valakirî, û rêbendeke wê ye çakdar li ser riya giştî ya Efrîn û Cindirêsê li ser Çateriya Gundê “Enderiyê” hebû, û li /21.6.2021an Z, Milîseya “Asayêşa Leşkerî” hemî rêbendên “Lîwa’ê” ji gund û hin gundên hevcîwar rakirin, piştî ku “El’hemzat” serkêşê wê “Mu’itez El’ebdela” ji berpirsiyariyê bi dûr xist û ew û endamên wî jî qewitandin- gund desteser dikin.
Milîseyan kelûpelên dora /40/ malî ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û yên din dizîn, û herweha jî dizîna patoza “Hecî Resûl”, tirektora çandiniyê ya “Henîf Xilote”, tirektor û teksiya “Ehmed Hec Henan”, tirektor û otombîlek (a ku xwediyên herdiwan “Mihemed Mehmûd Zêno” piştî dandina vêrgiyeke diravî ew vegerandine), makînak “Pîkab Kiya” (a ku xwediyê wê “Mistefa Ebid El’qadêr Xelîl” dikanîbû piştî dandina vêrgiyeke diravî vegerîne), û giropeke zayendkirina elektirîkê (ye taybet bi stasyûna hilkişandina ava vexwarinê) tevî hemî amûrên wê ji roja yekê ji dagîrkeriyê ve; Û weha wan dest danîn ser guvêşgeha zeytûna ya “Hecî Resûl” û ew bi pişikdariyê bi xwe re neçar kirin; Weha jî yekî ji anîndeyan mizgefta gund desteser dike, li ser hesabê xwediyan bi peran zarokan fêrî Qur’anê û olê dike, û bi ser de jî xelkê neçar dike ku zekatê bidinê.
Herweha ew di her werzeke (mûsim) zetûna de /350/teneke zêt (16K.G) -ji/1-3/teneke li ser her malbatekê- vêrgî li ser xelkê gund ferz dikin, ji bilî dizînên berên zeytûna û tiştên din bi rengekî rojane.
Û wan /30/darên zeytûnê yên “Ebdo Mûrad”, /30/darên sinoberê li Cîgeha”Gelî Meraqê” û /20/darên din ên zeytûnê yên yekî din ji xelkê gund li Cîgeha “Enderiyê” qut kirin.
Û herweha jî li “Kaniya Gir” li nêzîk çateriya gund û bi aliyê Gundê “Gewrika” yê hevcîwar ve, wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizînê, bi alavên giran kolan û tevdan.
Û xelkê gund ên mane bi rengekî berdewam rastî binpêkirinên têvel hatin, mîna tengasîkirin, girtinên bêsûcane, rûmetdaxistin, û peresitandin û hin tiştên din; “Hisên Elo kurê Cemêl” ê heşdehsalî hate girtin, ji navîna /2018/an .Z ve zorane hate veşartin, û ta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.
= Hin Girtinên bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 9.5.2022an Z, Hemwelatî “Remzî Seydo Bekir /44/sal” ji xelkê Gundê “Gewenda” – Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîlane” ve, piştî vegera wî ji Bajarê Heleb – ciyê penaberiyê, bi ser ku ew li biryargeha Milîseyên “Feyleq El’şam” a li Bajaroka “Meydanekbezê” jî vegerî bû û rewşa xwe jî bi wan re serast kiribû û vêrgiyeke diravî jî dabû wan, û ta niha ew bêsûcana bendkirî ye.
– Li 10.5.2022an Z, herdu hemwelatî “Ebdo Yûsêf Oskêlo /60/sal, Elî Fewzî Oskêlo /23/sal” ji xelkê Bajaroka “Mabeta”, bi tuhmeta pişikdariya wan di payandina şevayî de li dema Rêvebiriya Xweser a berê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve; Û bo Bajarê Efrînê hatin birin, û li 12.5.2022an Z -piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser wan- hatin berdan.
– Li 14.5.2022an Z, herdu hemwelatî “Hisên Heyder Bîlal /58/sal, Elî Ehmed Kaşê /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” – N.Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêş Sivîlî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ne; divê were zanîn ku “Kaşê” ji berî heyvekê ji Heleb vegerî bû bajaroka xwe, û vegerek ji Milîseyên “Feyleq El’şam” re jî çêkiribû, û wan ew çend rojan girtibû, û piştî dandina vêrgiyeke diravî ew berdan bûn.
– Li 15.5.2022an Z, Hemwelatî “Idrîs Henan Hemdoş /46/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîlî li Mabeta” ve, bi tuhmeta pişikdariya wan di payandina şevayî de li dema R.X a berê, û birin B.Efrînê, da ku li 19.5.2022an Z -piştî ferzkirina vêrgiyeke li ser- bête berdan.
– Li 15.5.2022an Z, ev hemwelatî “Sebrî Mistefa Şaşo /60/sal, Ebid El’rehman Bekir Elî /55/sal, Ehmed Mihemed Mistefa /52/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N.Mabeta, bi tuhmeta pişikdariyê di payandina şevayî de li dema R.X a berê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîlane li Mabeta” ve, û birin Efrînê, da ku “Ebid El’rwhman, Ehmed” li 19.5.2022an Z -piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser herdiwan-bêne berdan, lê “Sebrî” bendkirî ma, di heman dema ku du kesên din jî ji bo girtinê daxwazkirî ne.
– Li 17.5.2022an Z, ev hemwelatî “Hisên Ebûd Qicê /36/sal, Şervan Mistefa Kalo /25/sal, Reşîd Mihemed Ebdo /29/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, û “Mehmûd Salêh Remo /55/sal” ji xelkê Gundê “Qestelê Kêşik” – Şera piştî vegera wî ji B.Heleb (ciyê penaberiya wî), ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.
= Tevlihevî û serberdayetî:
– Li Şemiyê Piştî Nîvro 14.5.2022an Z, yekî ji anîndeyên hişkbawerên olî û ji çekdarên “Feyleq El’şam” ve palpiştkirî, ahenga dewata kurê Hemwelatî “Arêf Silêman Cindo” li orta Gundê “Basûfanê” – Şêrewa qedexe kirin, û gef da ku ewê amûrên ahengê bişkîne û merivên zêvê jî wê bêne girtin, û bi pozbilindî bi beşdaran re da û sitand, û şermezarî bi cil, mûzîk û stiranên wan kir; Vêca xwediyên zêve neçar bûn ahengê çê nekin, da ku nekevin sîngê anînde û çekdaran.
– Li dirêjahiya sê rojan 16-17-18/5/2022an Z, hin pevçûn di nav Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” û Milîseyên “Firqit El’hemzat” de, li orta Gundê “Maratê” derketin holê, û di encamê de tirs kete nav sivîlan.
Êzdiyên ku li Efrînê mane -bi ser ku hindikin jî- ducarkî tûşî bindestkirinê dibin, Ji ber ku yekem Kurd in û diwem jî ne Misilman in, vêca ew weke bine’olekê bi tunebûn û qirkirinê re rûbirû dibin, û ji ber wê tê xwestin ku Civaka Navdewletî li rewşên wan ên bêtarane (yekcar ne baş) bipirse.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは421表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
リンクされたアイテム: 70
クルド文書
日程&イベント
記事
グループ: クルド文書
Publication date: 22-05-2022 (2 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: アラビア語
ドキュメントの種類: 翻訳
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 10-02-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは421表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,026
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.703 秒(秒) !